Wêjeya Çiya Asoyên Jiyana Azad Li Me Vedike

nuce_08052014-133255-1399545175.96nuce_08052014-133255-1399545175.96Xweza di bihareke din a rengîn de bi hemû merdiya xwe ber û berhemên xwe pêşkêşî me dike. Di dawiya demên dirêj ên bê reng û deg de. Wekî xwezayê em mirov jî her dem di lêgerîna xweşî û delaliyê de ne. Ev stariyeke saxlem dibe, awirê watedar, kenekî ji dil,  xwarineke bi tehm, cil û bergên me diparêzin, jiyaneke bi rûmet û serbilindî û hwd. Heta em gelek zehmetiyan didin er çav da ku bigihîjin armancê.

Ya ku vana hemûyan watedardir dike jî gotin bixwe ye. Dengê gotineke xweş, bi aheng çawa dikeve guhê me bi carekê re rewşa me ya ruhî diguhere. Em ji halekî dikevin halekî din. Jixwe beriya her tiştî gotin hebûye. Bi peyvê, pêvajoya mirovbûna mirov ji qonaxa zarokatiyê gihîştiye qonaxeke din.

Di tevahiya serdemên heta niha de jî her gotin hebûye, veguheriya nivîsê û ketiye qonaxeke din. Heta bi destpêka nivîsê re gotin qut jî bûye; ji ber ku her deng nebûye nivîs, peyv seqet maye. Lê dîsa peyvên xweş û bi aheng çi bi helbest, çi bi stran û çi bi çîrok û metelok bi nivîsê re heta niha jî hatine. Yê ku gihîştine roja me jî hene lê yên ku di rûpelên dîrokê yên tarî de mane û hatine jibîrkirin jî hene û hene.

Her ku zilma mirovê mêr ê serdest li ser jinê û pêre jî li ser civakê, li ser xwezayê zêde û dijwar bûye bi qetilkirina mirovan re çand û ziman jî hatine qetilkirin. Nivîs hatine qedexekirin, pirtûk hatine şewitadin, tu rêç û şop ji wan û xwediyên wan nehiştine li ser rûyê vê cîhana mezin û dewlemend.

Em şervanên azadiyê jî weke zarokên gelekî ji wan gelên ku ji aliyê çendî zordestan ve dane  ber qirkirinê di nava şerê xweşikkirina jiyanê de ne. Em gerîlayên lêgerînvanên heqîqetê di nav şerê parastina nirxên xwe yên mirovî; rûmet, çand û zimanê xwe de ne. Ji bo vê berdêlên giran didin. Her serboriyeke vî gelî, her jana ku hatî jiyakirin, her êşa hatî kişandin em bi têkoşîna xwe, bi keda xwe vediguherînin xweşî, başî, aramî, bedewî û jiyanê. Vediguherînin nirxên civaka xwezayî.

Jiyana aydî xwe, ji zordest û serdestiyê dûr, di nava xwezaya her kêlî xwe dizê de mîna mozeke hingiv şane bi şane bi destê xwe dihonin. Her wiha her kêliya jiyana me jî xwedî wateyeke cuda ye ku di encama kedeke bi piranî bi berdêla canê ciwan hatine afirandin.

Konferansa wêjeya kurd a yekemîn jî weke daneheva mîrateya vê têkoşînê, di derdoreke wiha de hat lidarxistin. Pênaseyên herî watedar ên wêjeyê bûn destpêka hemû axaftin û nirxandinan. Çawa ku şerê gerîla lêgerîna wateya jiyanê, şoreşa çandî ye, wêjeya vê jiyanê jî wateya şoreşê bixwe ye. Li van çiyayan şoreşa herî mezin şoreşa di şexsiyetê de hatî avakirin e. Di heman demê de di civakê de jî şoreşek hatiye destpêkirin û bi giranî pêk jî hatiye. Heqîqet xwe di şoreşa hest û ruh de nîşan dide. Vaye wêjeya çiya îfadekirina vê şoreşê ye.

Gelek watedar bû ku mijara wêjeya jinê, wêjeya bi reng û degnê jinê bû yek ji mijarên herî girîng a konferansê. Lewra di tevahiya serdema mêrê desthilatdar de ya ku hatî bêdengkirin, ker û lalkirin jin û di şexsê wê de civak e. Her ku deng û rengê jinê ji jiyanê hatî qutkirin û vir ve dîrok veguheriye qada şerên qirkirinê û cîhan bûye selexaneya mirovahiyê. Tam jî ji vir ve, li ew mekanên ku nirxên dayîkê, yên mirovahiyê lê hatine avakirin û piştre jî hatine desteserkirin Tevgera Azadiyê bi fikr û felsefeya Rêer Apo destpêkek dide jiyanê, ji nû ve wan nirxan ava dike, li civakê vedigerîne. Ew kilît û qefleyên li zar û zimanê jinê hatine xistin parçe parçe dike. Her gerîlaya jin ku tevlî nav refên azadiyê dibe, dibe parçeyek ji vê tabloya azadiyê. Bi rengê xwe, bi hestên xwe, bi şerê xwe, bi jiyana xwe destanek ava dike.

Hevala Bêrîtan bi sekn û çalakiya xwe redkirina xeta koletî û bindestiyê, hilbijêrka xwe ya ji aliyê jiyana azad ve danî. Ev bû destana mirovahiya ku êdî di rêya azadiyê de dimeşe.

Hevala Zîlan vê gavê hîn xurt kir û pêşvetir bir, beşek din li vê destanê zêde kir. Ev jî rengê  wêjeya jinê bi hemû delaliya wê derxist holê. Wêjeya gerîla bi piranî jixwe di rengê jinê de ye. Her kêliya ku jiyan dike wateyekê didêyêkê. Her tevgera ku sîstema di mirovan de dane avakirin di şexsê xwe de vediguherîne cewhera mirovahiyê. Xeyal û utopyayên mirovahiyê bi vî rengî pêk tîne. Tu ziraviyeke jiyanê ji ber çavên gerîla winda nabe. Çi giyayekî biçûk di xwezayê de, çi zîzbûneke biçûk a rêhevalên me ji bala me xwe nade alî.

Armanca herî mezin a wêjeya li çiya jî ev şoreşa di şexsiyetê de hatî avakirin ber bi civakê ve herikandin, bi wan re parvekirin e. Ji ber ku  em xwe weke erkdarê înşakirinê dibînin. Di înşakirinê de rol û girîngiya civakê di nav mijaran de ciyê xwe girt. Hevalên jin û ciwan di vê de barê herî giran girtin ser milên xwe û mîna pêşengên şoreşa civakî milê xwe dan ber vî karî. Dîsa rêxistinkirina wêjeyê bû mijara guftûgoyên dûdirêj. Avakirina dibistan û akademiyên wêjeyê weke hedefên sereke hatin danîn.

Biryarên herî xurt ku ji konferansê derketin jî yên derbarê Rêber Apo û şehîdan de hatin girtin bûn. Heta niha Rêber Apo derbarê bi wêjeyê avakirina mirovê azad de dahûrandinên gelek kûr kirine. Xebatên li ser vana bên kirin wê bikaribe eniyeke berfireh li pêşiya xebatên wêjeyê veke. Dîsa biryarên herî girîg jî yê derbarê şehîdên azadiyê de bûn. Gelek berhemên şehîdê me yên ku heqîqetê di jiyana xwe de afiradine hene. Pêkhateya konferansê van berheman weke nirxên şoreş û mirovahiyê komkirin, çapkirin û gihandina civakê weke erkeke sereke danî pêşiya xwe.

Bi vê biryardariya xurt û watedar, bi hişekî zelal, bi hestên têrtijî coş û xuroş konferans bi dawî bû. Ya rastî ev ne dawiyek lê destpêkek bû. Ji ber ku plasaziyên hatibûn kirin her yek jê jî bûn destpêkek. Encama herî zêde li ber çavên mirov diket jî hema bêje her hevala/ê ku tevlî konferansê bûbû ji bo xwe hedef danîn ku pirtûkekê binivîsin. Lewra ku her jiyanek mijara pirtûkekê ye.

Konferansa Wêjeya Kurd a yekemîn ji bo tevahî şehîdên şoreşê hate diyarîkirin. Li çiyayên azad, bi armanca bi wêjeyeke di xizmeta avakirina mirovên azad û civakeke azad de asoyên biharîn li ber me vekirin. Hêviya bihara gelan di dil û mêjiyê me de hîn zêde şênber kirin.

Silav û Rêzên Şoreşgerî
Sema Amed

On May 9th, 2014, posted in: Jineolojî, KJKONLINE by