4’Ê NÎSANÊ ROJBUNA GELÊ KURDİSTANÊ YE

serokRêzdar Gelê Kurdistanê

4’ê Nîsanê ji rojbûna min a şexsî wêdetir rojbûna gelê Kurd û Kurdistanê ye. Dîsa rojbûna gelê ku vê rojê bi wate dike û bi xeyalên azadiyê digêjin hev û dimeşin Amara ez rojbûna hemû jin zarok, mezin û biçûkan bi hurmet silav dikim.

ÊDİ BÎRDOZÎYÊN DEVLETÊN SERDEST DÊ Lİ SER VÊ AXÊ

Me 40 sal berê got Kurdistan metînger e û dest bi têkoşîna azadiyê kir. Bi fedekariya we ya bê niqaş keda nirxên me û têkoşîna bi biryar ya hemû saziyên me, em hatine asta jiyandina xweseriya rêveberiyên cewherî. Ev erdnîgarî baxçeyekî pir nasname, pir çand, bir pawerî û rengên cuda û rastiyên cuda li gel hev dijîn.

Hemû gelên Rojhilata Navîn, ji ber ku seferên modernîteya kapîtalîst li ser axa wan li dijî nirx, çand û nasnameya wan sor û geş bûye, rastî ruyê kujer, înkar û qirkirina netew dewletê hatiye. Ji ber vê yekê êdî hatiye famkirin ku ji niha û şûnde dê rejîm û bîrdoziyên berê bi vê hişmendiyê nikaribin li ser vê axê bijîn. Avakirina Civaka Azad tenê bi pêşxistin û avakirina xweseriya demokratik pêkan e. Avakirina pêşeroja azad, tenê li şûna mirovên kole, bi pêşxistina mirovên azad gengaz e.

EM AXA XWE TESLÎMÎ CİWAN, JİN Û HİŞMENDÎYA AZADİYÊ YA GELÊMEDİKİN

Dema ku mirov li gorî vê rastiyê binere, weteya fîzîka zindanan tune û êdî zindan bê qîmet in. Dema em li pratîka têkoşîna xwe dinerin û hêzê didin gelên cîhanê, îspat dike ku divê êdî hemû zindan bibin dibistanên qada azadiyê. Dema ku em bi vî çavî lê binerin, em dizanin ku hemû çiya, deşt, bajar û hemû welat vegerandine zindanek tarî. Ne girîng e ku ez bi fîzîkî bi were bim. Ez îro bi were li ser sifreya rojê ya li Amarayê me. Ez yek bi yek di nava we hemû rêhevalan de me.

Em axa xwe ne tenê teslîmî xwe dikin, di heman demê de vê axa ku şahidî ji avakirina hemû şaristaniyên dîrokî re kiriye di serî de teslîmî rêhevalên me yên jin û ciwan dikin û bi tevahî teslîmî hişmendiya azadiyê ya hemû gelê me dikin. Ez bi baweriya ku em dê hemû bi hevre li ser axek azad bijîn we tevan hembêz dikim.

 Ebdullah Ocalan
Zindana Îmraliyê

On April 4th, 2014, posted in: KJKONLINE, Rêberê Azadiyê by