Biji Kurdistan! Biji Newroz! Biji Euskal Herria!


Ji Sortu ya BASK’ê parêzer Jonan Lekue ku mêvanan daîmî ya pîrozbahiya Newrozê ye, bi zanîna xwe ya der barê Kurdistan û pirsgirêka kurd de hem ji bo welatê xwe BASK’ê û hem jî Kurdistanê bi armanca aştiyeke mayîn de û adîlane pêk bê bi tevgera kurd re xebatan dimeşîne û para wî gelek mezine. […] read more

On March 20th, 2014, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by

Erciyes: Bese êdî dewlet ji jinê re dibe asteng


Endama Koordînasyona Partiya Jinê ya Azad a Kurdistanê (PAJK) Emîne Erciyes bal kişand ser zêdebûna tundî û êrîşên li dijî jinan bi desthilatdariya AKP’ê re û destnîşan kir ku ya tê ferzkirin qirkirina jinê ye û ev yek jî rê li ber qirkirina civakê vedike. Emîne Erciyes diyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinan de Erdogan […] read more

On February 26th, 2014, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by

Rêxistin, têkoşîn û hişmendî


Hikûmet AKP’ê û Erdogan di 2013’an de jî êrîşên li hemberî jinan domand. Li aliyekê bi rola ‘hevsera baş, dayika baş’ heps kir û li aliyê din jî  keda jinê mêtînger kir û xebata malê ferz kir. Îtîrazên jinan yên li dijî polîtîkayên AKP’ê jî berdewam kir. Endama Koordînasya  PAJK’ê Zîlar Sterk li Qadên Parastina […] read more

On December 28th, 2013, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by

Sala 36’emîn dê bibe sala azadiya Ocalan!


Endama Desteya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bi wesîleya salvegera damezrandina PKK’ê di merasîmeke li qadên parastina Medya de axivî û got: “Sala 36’emîn dê bibe sala azadiya Ocalan. Êdî ev gel dê jiyaneke bi pergala Îmralî re qebûl neke. 35’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li Qadên Parastina Medya bi merasîmekê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê […] read more

On November 27th, 2013, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by

Kurd ji bo çareseriyê dê destê xwe li ber AKP’ê veneke


Hevseroka Desteya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku dewleta Tirk çiqasî li ber xwe bide bila bide, cihê ku taliyê werê çareseriya demokratîk e; lê di rewşa heyî de gelekî dûrî vê nuqteyê ye. Hozat got, “Emê têkoşîna xwe bi berfirehî dewam bikin. Bêyî li benda dewletê bimînin emê sîstema xwe ya xweseriya […] read more

On November 27th, 2013, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by

PKK partiyeke jinê ye


Hevseroka Desteya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat destnîşan kir ku têkoşîna 35 salan a PKK’ê di heman demê de têkoşîna azadiya jinê ye û got, “PKK partiyeke jinê ye.” Hevseroka Desteya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe  de, 35. salvegera damezrandina PKK’ê ji aliyê azadiya jinê ve nirxand. Hozat destnîşan […] read more

On November 26th, 2013, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by

PKK êdî sîstemeke civakî ye


Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji komeke ciwanên Kurd û Tirkiyeyî pêk dihat û heta 1978’an weke ‘Apoyî’, ‘UKO’yî’, Rizgarîxwazên Neteweyî’ dihatin naskirin, di 26-27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîs ê Licê, li mala malbata Zogûrlû ya ji roja destpêkê ve piştgirî da tevgerê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî û bû partî. Di […] read more

On November 25th, 2013, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by

Êdî zarokên xwe nexin xizmeta pergalê


Endama Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK Ayten Amed der barê boykota dibistanên li Bakurê Kurdistanê de bang li malbatên Kurd kir ku êdî zarokên xwe nexin xizmeta pergalê. Amed destnîşan kir ku divê jin û ciwan di afirandina pergala alternatîf a perwerdeyê de rola pêşengiyê bileyzin. Endama Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya Koma Civakên […] read more

On September 12th, 2013, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by

Avesta: Rêber Apo temînata hevgirtina gelan e


Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bal kişand ser guherînên pergalî yên KCK’ê û destnîşan kir ku bi pergala nû re xebatên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê hîn bêtir bikevin rojevê. Avesta got, “Li qada navnetewî jî wê ji bo naskirin û qebûlkirina komkujiyên li dijî gelê Kurd hatine […] read more

On July 13th, 2013, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by

Ji KCK û KONGRA GEL “Dokûmana Helwesta Siyasî”


KONGRA GEL û KCK’ê, biryarên li ser pêvajoya çareseriya siyasî û demokratîk ên di 9. Civata Giştî de wergirtin, bi raya giştî re parve kirin. Di dokûmana bi navê “Dokûmana Helwesta Siyasî” de helwesta siyasî ya bingehîn a li çar parçeyên Kurdistanê bê nîşandan, bi 10 sernavan hatin rêzkirin. Bandora 9. Civata Giştî ya KONGRA […] read more

On July 13th, 2013, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by