ÇÎROKA ŞAHMERAN

sahmeran1

Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran.,,

Di dîrokê de mîtolojî, ji bo rastiyan gelek daneyên bingehîn didin. Di dîroka jinê de jî hin çîrokên mîtolojîk rastiyan jinan vedibêjin. Yek ji wan jî mîtolojiya Şahmaran e. Jinan çawa her tişt afirandine, bingeha zanist, rastî, başî çawa ji aliyê jinan ve hatina afirandin bi awayeke baş nîşan dide. Me jî xwest li ser vê mîtolojiyê lêkolîneke pêk bînin…

Rojek xortekî bi dayika xwe û bi hevalên xwere diherin derveyî bajêr. Di rêde rastî bîrekî ku gelek mozê hingiv xwe lê digrin tên. Hevalên vî xortî wî qanih dikin ku dakeve vê bîrê û ji wanre hingiv derxe. Ew xort dadikeve binê bîrê gelek hingiv dibîne hemû lalîka dadigre û bi benekî ji hevalên xwe re dişîne jor..

Piştî ku gelek hingiv hat derxistin hevalî vî ben di nêvî de qut dikin û wî di binê birîde dihêlin. Dema ku ew xort fêhm dike hatiye xapandin û lî îxanet hatiye kirin dest bi gerandina rêya derketinê dike. Bê heşê xwe binê bîrê dikole. Destpêkê bêhemdê xwe dikeve bihûrkekê (geçît). Pişt re xwe di kolanê bajarekî de dibîne. Ev bajar bajarê şahê mara bajarê Şahmaran e. kralîçe hema wê gavê fêhm dike ku kesî xerîb ketiye bajêr û gelek nerihet dibe. Ji alîkarê xwe dixwaze ku wî kesî hema zû bînin cem wê.

Lawik her wiha ev xortê bê îcaza şehmaran ketiye bajarê wê wa dizane ku yê kralîçe wî bikuje, ji bo wê gelek li berxwe dide ku were efû kirin.

Dema Şehmaran fêhm dike niyeta lawik ne xerabe û ji aliyê hevalên xwe ve hatiye xapandin Şehmaran jêre dibêje; “ê mirina min bi destê tebe, lê rexmî vê ez te nakujim. Tê di qesra min de bimînî”. Xort çend sala li wir dimîne û piştre bêriya dayika xwe dike dixwaze her mal. Şehmaran di serî de naxwaze wî bişîne lê dema xort gelek daxwaze xwe dibêje Şehmaran dibêje; “başe here. Lê zilamê ku li min digere yê ji te cihê min bipirse, ji bo min bikuje. Lazime ti jêre cihê min nebêjî.” Lawik soz dide ku yê hişyar be û xatirê xwe dixwaze. Lawik li pişta marekî suwar dibe û hema xwe li mala xwe dibîne. Di bajarê wî de qral demek dirêj bi nexweşiyek mirinî ketiye û ti bijîşk û hekîm jêre çare nabînin. Ji diyarekî dûr sêhrvanekî Yahûdî hatiye û soz daye ku qral baş bike. Dermanê nexweşiya qral jî li gor zanebûna xwe gotiye serê Şehmarane. Bi hemû hêza qral dixwaze here Şehmaran bigre. Sêhrvanê zanist bi zanebûnê xwe dizane ku kesê bi maran re nêz di bedenê wande nîşaneyek heye. Ji ber vê yekê sêhrvan emir daye hemû şêniyên gund ku ew bi xwe wan kontrol bike..

Dema rêza kontrolê hatiye lawik cilê xwe ji xwe kirine û xwe lê daye meyîzandin. Lê ji xwe di bedena wî de her tişt eşkereye ku bi Şehmaran re ji nêzve daye û sitandiye. Ji ber di bedena wî de hemû dexmê reş hene. Ev dibe delîlê ku lawik cihê Şehmaran dizane. Wî dikşînin lêpirsînê. Xort yek tişt negotiye û li Şehmaran mikur nehatiye. Lê cardin sêrvan devjê bernedaye.

Rojekê lawik dere ser devê bîrê û bi Şehmaran re hevdibînin. Van bûyera hemûyan jêre dibêje. Şehmaran dibêje; “de başe, ev tê wata ku dawiya jiyana min hatiye. Ew serê min dixwazin. Bi taybet jehra serê min dixwazin. Ji bo ev jehr nekeve destê wî sêhrvanî bi salan ez dibin erdê de xwe vedişêrim. Lê cardin cihê min fêrbûye. Ez te nas dikim ji ber vê ez ê sirê xwe ji te re bibêjim. Tê min bikujî û serê min jêkî. Tê bibî ji sêhrvan û qral re. Yê sêhrvan serê min carkê bikelîne, qedehek wê avê derxe, piştre cardin bi kelîne qedehek din û cara sisiya qedehek din derxe. Qedeha yekemîn yê bide te. Di wê de jehr heye. Di ya didiya de şifa heye yê wêjî bide qral. Di ya sisiya de zanistî heye yê wêjî ji xwere bibe. Ti çi bikî bike qedeha sisiya bigre û zanistiyê bigre cem xwe.

Lawik hemû gotinên Şehmaran pêkanîne. Sêhrvan jehr vexwariye û miriye. Qral sax bûye û lawik jî bûye zanistê herî mezin yê cîhanê. Di temenê xwe yê mezin de ji bo zanistiyê xwe derbasî yên dû xwe jî bike li ber ava çemê Dîcle rûniştiye û dest bi nivîsandinê kiriye. Dema nivîsandina xwe xelas kiriye bayekî gelek bi hêz hatiye û hemû kaxizê wî firiyane nav avê. Tenê kaxiza ku di destê wî de maye agahiyên li ser vê zanistiyê ku heta roja îro gîhaştine me ne.

MÎTOLOJÎ BINGEH E

Wek gelekî şerê rizgariya netewî didin, dema em dîroka xwe ji nûve diafirînin û nû dinivîsînin em nikarin ji mîtolojiyê qut bi dest bigrin. Mitoloji di nêrîna yekem de dibe ku şopek ne ilmî bide diyar kirin. Lêbelê ger dîroka fikir û derketina holê ya ola were lêkolîn kirin yê were dîtin ku ew mît qet ji rastiyê ne qutun û ne tenê berhemê hin xeyala ne. Tam eksî vê yekê ger em bibêjin mîtolojî, ji aliyekî ve dibin şîrovê hindek rastiya yê gelek rastiyê ne dûr be. Ya ku maye mîtolojî bi serê xwe ilmeke, ilim bi xwe ne li ser xeyala li ser biresera bingehên madî tên pêşxistin ev yek bê nîqaşe. ,

Bi awayekî objektîf, dîroka kurda bi PKK ê hatiye nivîsandin û PKK jî bi Rêber Apo hatiye afirandin ger em vê rastiyê wek dane bi dest bigirin di der barê lêkolîna Rêber Apo aliyên dîrokî de û rêbazê ku daye şopandin de çiqas ronakbiriyê bi xwere tîne em ê aşkera bibînin. Rêber Apo dema dîroka mirovahiyê ya 5 hezar sala bi dest digre ne tenê zanebûna xwe ya dîrokî pêşxistin di heman demê de xebata ku dest pêkiriye û dide meşandin di heman demê de çavkaniyên ilmî û dîrokî ya ronesansa kurd datîne holê. Ger ev piştgirî û dane nebin ne gengaz e ku tezek an jî nêrînek bi hêsanî serkeftinê dest bixe. Bi vî awahî fikrandin xeşîmiye. Di van salê dawî de bi giranî li ser dîroka jin çavkaniya ku Rêber Apo li ser disekine em dibînin mitolojiye.

RASTIYA JINAN VEDIBÊJE

Ev çîroka di serî de ku wek ya şerq diyare bi gelek versiyona hêjayî lêkolînê ye. wek ku ji vê çîrokê tê fêhmkirin Şehmaran îfadeyeke mîtolojîk e. Ev mît ji bingehê aryenîke û li gorî rastiya jinê ye. Ev yek jî ji bo dîrokî û rojane gelek girînge. Her çiqasî ji aliyê gelek mîtologan ve tê zanîn û piştrastkirin ku bi Zerduştitiya aryena ve dîroka mîtolojiya gîhaştiye lûtkeyê jî, derveyî mîtolojiya hîndê mîtên gelê Aryen nehatine lêkolîn kirin. Di vê çîroka MakeŞah (moza kralîçe re ev nav tê gotin) de nîşaneyên dualîte yê mirin-jiyan, zanebûn- nezanebûn, başî- xerabî yê heye. Bi van sifatê xwe asta jin ya wê demê dide diyar kirin. Em dikarin bibêjin Şehmaran asta xwedavendiyê dide îfadekirin. Tam teqabilî dema desthilatiya zilam ku nirxê jin ji destê wê bi zorê digre tê. Demekî dirêj hiştiye ku Şehmaran dibin erdê de liber xwe bide. Lê belê hêjî jiyan, mirin, zanistî, di destê wê de ye. Zilam êdî hatiye warê ku bi zora dest wê tine bike. Jixwe di encam de ya ku pêk hatiye eve.

Ev mît cîroka trajîk ya şerê zayendiye. Her ku dema neolîtîk tê lêkolînkirin, efsana Şehmaran çiqas nêzî rastiyê ye tê diyar kirin. Di serdema neolîtîk û berî wêde jin bi topkirina fêkiya aboriya komika xwe re çiqas fêdeyek mezin daye pêkanîn tê zanîn. Bi topkirina fêkiya jin derbasî pêvajoya candiniyê dibe. Dêmekî di serdemên yekem de yê ku nebata bikartîne, kokên wan yê bi fêde, reh û pelê wan, kulîlkê wan ji herkesî bêhtir nas dike û di xebîtine jin bixwe ne. Di heman demê de nebatên bi zirar û bi jehrî bi ezmûnê xwe yê mezin dizane. Her wiha madeyên bi jehr û bi şifa dide çêkirin. ,

AFRÎNERIYA JINAN TÎNE ZIMAN

Ji aliyê din ve zayîn û sîfetê jiyan dayînê jin bi civakbûna xwe ya dayiktî di civaka xwe de ji her tiştî mezintir digire. Jina ku jiyan dide, şîfa dide, ji mirinê xelas dike hatina warê îlahebûn û pîrozbûnê de gelek hêcet hene. Dema civaka çînî pêşdikeve zilam jinê dixe nav çi tengaviyê û tinebûnê, xwe çawa hakim dike em dizanin. Ev şerê zayendî û pêşketina îktîdarê di mîtolojiya sumeran de gelek eşkere tê diyar kirin. Di mîtolojiyê de yê ku di şopîne kahînek an jî rahîbekî Yahûdî ye ev jî ne tesadufe. Ji ber Samî yan (civakê semîtîk) di olê yek xweda de tê zanîn cara yekem jinê bi rêya ol kole dikin. Em nêzîkatiyê Mardûk, Hz. Îbrahîm, Hz. Mûsa, Hz. Îsa, Hz. Muhemed de nêzîkatiyê ji jinêre dibînin.

Di mîtolojiyên herî kevn de tê zanîn mar pîroze. Wek mîtolojiyên Misir, Hînt, Yewnan…
Em dikarin hindek bi jehra ku radigre û ji baldariya bedena mar vê yekê girêbidin. Jehra mar ger di laşê mirova keve 25 heta 50 salî bandora xwe heye. Cardin ev jehr ne tenê bandora mirinê dike bandora şîfa jî bi xwere tîne. Em di ilmê tip yê hemdem de dibînin ku li ser dermanxana û hemû sazî û dezgehên tip de marekî xwe li darê alandiye heye. Herhalde ev jî ne tesadufe.

Di aliyê dinde em mêze dikin di mîtolojiya Samî yan de mar tê biçûkxistin, tê lanet kirin, di heman demê de tişta sosret eve ku jin jî di heman demê de rûbirûyî van nêzîkatiya tê. Ev heqaret di hemû olên semawî de heta roja îro van nêzîkatiyê xwe bi navê ayeta dişopîne. Dema mar keştiya Nebî Nûh kun dike, dema dayika Hewa di xapîne û Sêvê pê dide xwarin, lanetkirina jina û mar ya xwedê…

Em dikarin di rewşa yekem de vê bibêjin ku ev çîrok ji dema neolîtîkê heta roja îro hatiye. Lê piştî gelek guhartina hatiye. Ya duyem jî dibe ku ev çîrok di serdema navîn de bi berhem bûye. Di herdû rewşa de jî em dinêrin jin bi sîfetê xwe yê dayiktî, hezkirina mirovahî, hestê aştî parastinê parastiye û ji bo vê di nav têkoşînê de ye.

On August 6th, 2013, posted in: Jineolojî, KJKONLINE by