Di her rêhevalên wê de ez Sakîne dibînim

resimlerimbank (1)Bi çîrokên wê yên berxwedanê nifşek mezin bû. Mirova ku jiyana xwe fedayî îdealên xwe kiriye Sakîne Cansiz. Dizanim ku bi hevpeyvînekê re ew nayê vegotin û li gel vê yekê jî diçim gel birayê wê Metîn Cansiz. Hem dizanim ku ev ne pêkane, hem jî dixwazim ew qalê bike, hîn bêtir qalê bikê. Bi Metîn Cansiz re em 55 salên dagirtî yên têkoşerê diaxivin.

Eger em ji zarokatî û ciwantiya Sakîne Cansiz destpê bikin, ji wê demê çi di bîra we de maye der heqê Wê de?

Ya herî berçav e; li gel temenê xwe yê ciwantiyê jî gelekî qîmet didît, gelekî dihat hezkirin. Hem ji aliyê hevalên xwe ve hem jî ji aliyê şêniyên taxê ve. Di vî warî de gotineke diya min hebû, digot; ‘Eger keça maleke dinbûya, xwezî biba bûka min’. Ji karên malê heta karên destan gelekî terwende bû, paqij bû. Yanî ew taybetmendiya terwende ya wê, ji wê demê ve tê. Di demeke kurt de dikarîbû hevaltiyê deyne. Li rewşa malbateke otorîter mezin bû. Diya min jineke otorîter bû. Di nava wê rewşa otorîter de dîsa jî tişta ku jê bawer bû, tişta rast didît, bicih dianî.

MERAQA MAMOSTEYÊ DIBISTANA SERETAYÎ

Li dibistanê xwendekareke serketî bû. Mamosteyê dibistana seretayî rojekê hat malê. Malbata xwendekareke ewçend serketî meraq kir û xwest nas bike. Di 23’ê Nîsanê de xwendekarên serketî li qoltixa rayedarekî didin rûniştandin; di 23’ê Nîsanekê de Sakîne kiribûn Mudura Perwerdeya Milî. Gelekî zîrek û jêhatî bû. Notên nebaş di karneya wê de nebû, nota herî kêm pûanek di binê nota herî baş de bû. Yanî ji 10’an 9, ji 5’an 4 nota wê ya herî kêm bû. Pêwendiya xwe bi qadên li derveyî dibistanê jî hebû.

Tişta hevpar a her kes der heqê salên wê yên ciwantiyê de bêje; bedewî û zîrekî bû. Bavê min li Almanyayê karker bû. Diya min di sala 1974’an de çû Almanyayê, gel bavê min. Em 8 xwişk û bira bûn. Sakîne li me miqate bû. Wê hemû pêwistiyên me tedarik dikir. Şîva me çê dikir, kincên me dişuşt. Li gel vî karî jî diçû dibistanê. Qet ji bîra min naçe, hin Dêrsimî dizanin, demekê li Dêrsimê nexweşiya gurî rû dabû. Sakîne ne di navê de em her kes bi wê nexweşiyê ketibûn, diviyabû kincên me di ava kelandî de bihata şuştin. Wê hem ev dikir, hem jî diçû dibistanê. Qet gazin nedikir. Salekê li me miqate bû.

NASKIRINA ŞOREŞGERÊN KURDISTANÊ

Bi çi rengî dest bi şoreşgeriyê kir?

Ji xwe di heman pêvajoyê de Sakîne şoreşgerên Kurdistanê nas kir. Hînê berî dayika me biçe, li binê mala me di maleke ji axê de man. Komek ji xwendekaran bûn. Ya ku bala me kişand; mirovên gelekî paqij bûn, enerjiyeke germ dida derdora xwe. Me dizanîbûn şoreşger e, lê ne dizanî ji kîjan rêxistinê ne hwd. hingî cudahî nebû. Ji tirsa diya min, zêde nedihatin gel me. Lê belê têkilî bi Sakîne re danîbûn. Haya diya min jî jê hebû. Me elektrîk bi qaçaxî didan wan, ji şaneşînê me kabloyek kişandibû mala wan. Carna me êzing ji wan re dişand. Piştî ku diya min hat Almanyayê, êdî ew hatin mala me. Destpêka sala 1975’an bû. Me yekemcar şoreşgerên Kurdistanî hingî nas kir.

Di dema hatina hevalan de ez zarok bûm. Dema cara yekemîn hat, min got ji bo revandina Sakîne hatine. Min li gorî xwe amadekarî kir, merdane dît. Min xwe li paş derî veşart. Min got eger tiştekî bikin, ezê li serê wan bidim, biqîrim; sûbayek li jorê hebû, min got ewê were alîkariyê bike.Lê piştî demeke kurt min cudahiya wan ferq kir. Ji ber têkiliya navbera Sakîne û min de; em hem xwişk û bira bûn hem jî hemsir bûn. Piştî demekê hêdî hêdî dema behsa Kurdistanê, behsa Kurdbûyîna me kirin, me ew nas kirin. Ez jî di nava wan de hem kuryeyê Sakîne hem jî yê hevalan bûm. Êzingxaneyeke me hebû. Me ew der kirin depoya pirtûkan. Bi qasî 3 baholan pirtûkên me hebûn. Lîste dan min. Bi çirayê ez diçûm wê derê, min pirtûk dianî û dida wan.

LI DÊRSIMÊ RÊXISTINBÛYÎNA DESTPÊKÊ LI SER BINGEHA JINÊ HAT KIRIN

Piştî vê dema hevnakskirinê, bi ‘şoreşgerên Kurdistanê’ re tevgeriya?

Sakîne di demeke kurt de komeke ji jinan ava kir. Demeke kurt dewam kir, çend hefte piştî ku hatin malê û çûn, Sakîne jinên li derdorê kom kir. Komeke ji jinan ava kir, ji 10-12 kesan. Van jinan demekê li mala me xebata perwerdeyê meşandin. Timî dixwendin, nîqaş dikirin. Ji koma destpêkê heval hatin, Halîmî Yildirim, Velî Teyhanî hwd. Vê koma jinan piştî demekê zor da mêran. Di warê teorîk de lêkolîn dikirin, pirs dipirsiyan û nîqaş dikirin. Li Dêrsimê rêxistinbûyîna me bi jinan destpê kir. Koma yekemîn ji aliyê jinan ve hat avakirin. Dûre belav bû.

JI ZAROKATIYA XWE VE JIYANA WÊ TIMÎ ŞER BÛ’

Piştî salekê dema diya min vegeriya, Sakîne tengav bû. Diya min destûr nedida, zehmetî derdixist. Digot, “Tu jinî divê tu van neke.” Gotina “Jiyana min timî şer bû” ku Sakîne weke nav li pirtûka xwe kir, behsa zarokatiya wê dikir. Şerê Sakîne timî hebû; bi malbatê re, bi civakê re, bi derdorê re. Lê belê ev şer ne hilweşîner bû, li hemberî tiştên neheq didît serî radikir, qebûl nedikir.

Berî PKK’ê bi ti rêxistinên din re têkilî danî?

Ji Denîz Gezmîşan, Îbrahîm Kaypakkayayan bi bandor bûbû. Sempatî û meyla wê ya li çepgiriyê bi sempartiya li Denîzan, Mahîran, Îbrahîman destpê kir. Mesela li derdora me sempatîzanên THKO hebûn. Bakî Polat ê ku Sakîne piştre çû Îzmîrê û pê re zewicî bû, ji wê derdorê bû. Sakîne bi wan derdoran re jî nîqaş dikir, lê belê bi ti rêxistinê ve ne girêdayî bû. Cara yekemîn bi şoreşgerên Kurdistanê re xwe girê da.

TIMÎ ALIYEKÎ WÊ YÊ CUDA HEBÛ

Dema li malê jî bû, aliyên wê yên pêşengiyê derdiket pêş?

Li malê jî bû hebû, li nava koma hevalan jî bû, hebû. Timî xwe dida hezkirin, timî dida kirin. Li nava malbatê jî wiha bû. Bi awayekî, me dixist nava tevgerê. Bêguman min ev piştre fêm kir. Dema dixwînim hîn bêtir pê dihesim. Sakîne miroveke cuda bû, ne miroveke ku bi carekê karektera wê were fêmkirin. Hem xwişka min bû, hem jî rêhevala min. Xwişka min a 40-50 salan bû, lê niha bi xwendinê nû nû wê dibînim, ferq dikim hin aliyên wê. Lê belê di dema zarokatî û ciwantiyê de timî aliyên wê yên cuda hebû.

Kengî ji malê derket?

Diya min di sala 1975’an de vegeriya. Piştî ku diya min vegeriya dest bi zextê kir. Digot ez dikarim çi bikim, dixwest ji malê biçe Wê demê ev rewşa xwe bi hevalan re jî parve kir. Wê bi Bakî Polat ê di heman demê de pismamê min e bizewiciya û biçûya Îzmîrê. Biryar da ku bi vî rengî şoreşgeriyê bike. Ji ber zexta malbatê ev kir. Di sala 1977’an de Sakîne li Îzmîrê bû.

DIRÛŞMA ‘BIJÎ KURDISTAN’

Li Îzmîrê dest bi xebatê kir. Li febrîqeyekê dixebitî, ji bo rêxistinkirina karkeran. Nêzî 10-15 Kurd hebûn, ew birêxistin dikir. Wê demê mîtîngek hebû. Ez jî çûbûm cem wê. Me kortejek çê kirin. Me dirûşmên “Ji Kurdan re Azadî”, “Bijî Kurdistan”, “Bimire Mêtîgerî” qîriyan. Wê demê Rizgariya Gel organîze kiribû. Komîteya Amadekar ji bo em van dirûşman neqîre, em hişyar kir. Dema me ev hişyarî bicih neanîn, me lêdan xwar. Ew bûyer mezin bû. Sakîne got, “Li vê derê tevgerbûyînek heye. Karkerên Kurd hişyar dibin, bila heval dest li rewşê werdin” û ez şand Dêrsimê. Dema vegeriyam rêxistinbûyîneke xurt çê bûbû. Dema me cara yekemîn afîşên Hakî Karer daliqandin li Încîraltiyê forûmek me organîze kir. Me li dora 80-100 kes di forûmê de kom kirin.

sakine cansız zindanGIRTINA YEKEMÎN PIŞTÎ GREVA LI TARÎŞÊ RÛ DA

Sakîne û karkerên din li Tarîşê dest bi grevê kirin. Li ber peykerê Hasan Tahsîn ê li Konak a Îzmîrê di encama destwerdana polîsan de hat girtin. Ev yek girtina yekemîn a Sakîne bû. Piştî wê girtinê nêzî salekê li Girtîgeha Bûca hat ragirtin. Ez diçûm rûniştinên dadgehê. Dema dianîn avahiya edliyê ya li Konakê, ji maşîna rîngê heta avahiya dadgehê bi tena serê xwe dirûşme diqîriya. Digot, “Bimire mêtîngerî”, “Ji Kurdan re azadî”. Piştre got ezê biçim Kurdistanê û di demeke kurt de ji bo meşandina xebatê hat Çewlikê.

DI WÊ NIFŞÊ DE ENERJÎ, COŞ Û BAWERIYEKE MEZIN HEBÛ

Beşdariya Sakîne çawa çê bû, derdora xwe çawa qanih kir, ew bawerî çawa derket holê?

Li Tirkiyeyê pêşketineke çep hebû, dûre jî komek derket û got, ’em Kurd in.’ Qanihkirin bi rastî jî gelekî zehmet bû. Pêşketinên mezin çê bûn, lê belê zehmetiyên mezin hatin jiyîn. Li Dêrsimê hîn bêtir zehmetî hebû; me timî bi şer û pevçûnan behs, vegotin. Em timî bi tundî dihatin pêşwazîkirin. Me Kurdbûyîn hînê nû hînî xwe bi xwe dikirin. Di warê hejmarê de em kêm bûn. Lê belê di demeke kurt de bala mirovan kişand. Ji ber ku tiştên dihatin gotin rast bûn. Em mafdar bûn. Me cara yekemîn di sala 1977’an de bi tevgerên din re mîtînga rê-av-elektrîk lidar xistin. Korteja me girseyî bû, em 400-500 kes bûn. Di 1’ê Gulana 1978’an de êdî korteja herî girseyî em bûn bawerim. Me dest bi çûyîna gundan kir. Bi taybetî ji nava xwendekaran me bersiva xwe didîtin. Ji ber ku em mafdar bûn. Zehmet bû lê belê dibe ku cewhera ewçend xurtbûyînê de ev yek hebû. Mirovên ji wê nifşê gelekî bi enerjî, coş, bawerî û heyecan bû. Sakîne jî welê bû. Ya rast, Sakîne timî welê bû. Heta destpêka sala 2013’an bi wî rengî bû.

sakine cansiz (1)DEMA BEHSA TIŞTEKÎ NÛ DIKIR, GELEKÎ KÊFXWEŞ DIBÛ

Dema bi kesekî/ê re diaxivî, kesek nû nas dikir û behsa tiştekî nû dikir, gelekî kêfxweş dibû. Coşa wê demê gelekî bi heybet bû. Hemû, em hemû ciwan bûn. Yê herî mezin ji me 20-25 salî bû. Ez 14 salî bûm. Di temenê gelekî biçûk de me berpirsyariyên mezin hilgirtin. Li gel vê jî me bi kêm kêmasiyan meşandin. Nifşekî lêkolîner bû û gelekî dixwend. Nifşekî eleqedar bû. Tevî ku mirovên temen biçûk bûn jî barekî gelekî giran hilgirtin û rêxistineke bi heybet PKK ava kirin.

QESRA SPÎ YA DÊRSIMÊ!

Di navbera salên 1975-1977’an de gelek tişt qewimîn. Bûyer mehane diqewimîn. Serok cara yekemîn di zivistana 1977’an de hat cihê me. Me êzingxaneya xwe bi boyaxa spî boyax kir, ji ber ku Serok dihat. Navê jî me kir Qesra Spî. Cihê civîna yekemîn a li Dêrsimê bû. Li gorî tevgerên din em tevgera herî dereng ketibûn Dêrsimê bûn, lê belê piştî demekê em bi hezaran dimeşiyan.

Tevgerên din xwe gelekî birêxistin kiribûn, “belayên serê taxan” ji me re mabûn. Lê belê ji wan mirovan gelek egîd derketin. Vê tevgerê veguherîneke bi heybet kir. Sakîne weke jinekê, cihêrengî derxist holê. Di navbera tiştên ku Sakîne dixwest bike û mayîna wê li malê nakokî hebû û wê ev nakokî şikand. Îdealên wê timî derket pêş hestên wê.

SAKÎNE BI AVAKIRINA TEVGERA JINÊ RE HAT WEZÎFEDARKIRIN’

Tiştên ku der heqê avabûna PKK’ê, der heqê kongreya yekemîn de tên bîra we? Me dizanîbû ku dê rêxistinbûyînek pêk were. Wê demê di Serxwebûnê de manîfesto derketibû. Lê belê me partîbûyîn tasavvûr ne dikir. Ez li girtîgehê hîn bûm ku partî ava bûye. Bi çalakiya li dijî Bûcakan ez hîn bûm. Di kar de cudahiyek xuya dikir.

Sakîne hîn bêtir bi tevger bûbû. Jin birêxistin dikir. Em piştre hîn bûn ku ev tê çi wateyê. Sakîne di Kongreya 1. de bi avakirina tevgera jinê re hatibû wezîfedarkirin. Wezîfeya wê ya dema destpêkê ew bû. Timî tê gotin ku cewhera PKK’ê jin e. Sakîne jî timî digot. Yek ji hêmanên ku PKK dikir PKK ev bû. PKK’ê cihê herî hesas ê li nava civakê, cihê herî bi pirsgirêk zevt kiribû. Û ji ber ku hînê di kongreya yekemîn de kir biryar, di destpêkê de bi vê rewşê hesiya bûn. Wê demê bêguman me fêm nedikir. Tiştek dihat guhertin, lê em baş tênedigihiştin. Bêlê êdî haya me jê hebû ku ev qalik êdî nikare vê rake. Lê belê tişta ku wê ava bibe çiye, partî wê çawa çê bibe, me baş fêm nedikirin.

HEWLDANÊN FÎRARÊ BI SER NEKETIN

Eger em werin ser mijara pêvajoya girtîgehê, yek ji demên ku mora xwe li jiyana Cansiz xist berxwedana li Zîndana Amedê bû. Hûn bi Sakîne Cansiz re di heman demê de li Zîndana Amedê man. Hûn dikarin hinekî behsa wê demê bikin?

Ez berî Sakîne hatim girtin. Rewşa awarte hebû. Li Dêrsimê em li girtîgeha sivîl diman. Em bi girtinên li Elezîzê hesiyan. Yekemîn operasyona mezin a fermî ya li dijî PKK’ê bû. Dewletê ev dît; ji Elezîzê destpê kirin ber bi sazîbûyînê, partîbûyînê ve diçin. Cara yekemîn li Elezîzê dest bi rêxistinbûyînê kirin, lewma dewletê xwest li Elezîzê derbê lê bixe, PKK’ê biqedîne. Gotin ku Şahîn Donmez bûye îtirafkar. Dûre em anîn Elezîzê. Dezavantaja me ya wê demê ew bû, ku piraniya me qet girtîgeh û îşkence nedîtibûn. Bi tenê Kizilkaya, Vîetnam xwendibûn. Bi rêya ew tiştên xwendin e, hewl dan li ber xwe bidin. Em cara yekemîn bi tiştekî wiha re rûbirû man. 15 rojan mayîna di îşkenceyê de giran dixuya. Wê demê gelekî behsa helwesta Sakîne dihat kirin. Gelekî behsa berxwedana Sakîne, Aytekîn Tûglûk dihat kirin. Di Nîsana 1979’an de em hatin girtin. Piştî meh û nîvekê jî ew. Dûre doza me kirin yek. Dema em şandin Girtîgeha Elezîzê min Sakîne dît. Tişta ku ji Elezîzê di bîra min de maye ew e ku Sakîne timî hewl dida fîrar bike. Lê belê hemû hewldanên fîrarê bê encam man. Herî dawî bi gotina “berxwedanê birêxistin dike” ew sirgûnî Meletiyê kirin. Dema li Meletiyê bû me di sernavekî rojnameyekê de dîtin, digotin Sakîne fîrar kiriye, em gelekî kêfxweş bûn. Dema me nivîsa jêrî sernavê xwend, me fêm kirin ku fîrar kiriye lê hatiye girtin. 12 saetan li derve maye. Piştî demekê tevahiya dozên PKK’ê li Amedê kom kirin. Eger şaş nayê bîra min weke koma Elezîzê em 171 kes bûn, em çûn Amedê. Sakîne û girtiyeke din a jin jî anîn.

DEMA ÎŞKENCE LI ME DIHAT KIRIN DENGÊ WÊ BILINDTIR DERDIKET

Tiştên li Zîndana Amedê jiya, nerasterast digihaşt me. Wê bi xwe zêde behs nedikir. Dema yekemcar em çûn, li korîdorê bi îşkenceyê em pêşwazî kirin. Dema wan îşkence li me dikirin, qîrîna Sakîne dihat guhê me. Diqîriya û digot, “Bênamûsno, namerdno”. Li wê jî îşkence dikirin, lê wê herî zêde di dema îşkenceya li dijî hevalên xwe de diqîriya. Me dizanîbûn ku zêdeyî îşkenceya li me dihat kirin, li koxûşa jinan dihat kirin. Mesela kod navê gardiyanên li wê derê hebûn. Navê gardiyanê koxûşa jinan “horoz-dîk” bû. Ev bi xwe jî şerekî psîkolojîk bû. Me dizanîbû ku ji me bêtir îşkence li koxûşa jinan dikirin, lewma ji me re behs nedikirin.

Mesela piştî salekê li girtîgehê her kes neçar ma li gorî pîvanan tevbigerin. Esat Oktay bi sîstema anonsa navendî mizgîniya vê dida û digot, “li vê girtîgehê mêşeke mêr jî nemaye ku li gorî pîvanan tevnagere.” Jin li derve dihişt ji ber ku jinan hînê li ber xwe didan. Ez dizanim, berxwedana jinan a li Amedê berxwedaneke ku li cîhanê nehatiye dîtine. Kesî nekarî behsa detayan bike.

Zehmet e behskirin…Di sala 1978’an de tahliye bûm. Di nava wê demê de bi tenê 2 yan jî 3 caran min ew dît.

sakine cansiz (3)XWESTIN BIRA BERDIN BIRA

Em di rojiya mirinê de bûn. Heval hatin, li qatê yekemîn li hucreya yekemîn bûm. Hevalên Karasû, Riza hebûn. Şener hebû. Encam gotin. Hevalên Karasû û Riza li hev nihêrî û gotin ’em bêjin’. Gotin me Sakîne di rojiya mirinê de winda kirin. Ez cemidîm. Ne gotinek, ne jî tevgerek…Dûre sûbay hat, got nûçe şaş hatiye fêmkirin. Minê ji çi bawer bikira? Min got eger nûçe şaş be, eger ew dijî hingî min bibin cem wê, naxwe ezê rojiya mirinê dewam bikim. Min bir cem wê, hevdîtina me ya yekemîn bi wî rengî bû.

Polîtîkaya îtirafkirinê ji koxûşa me destpê kiribû. Dema ez ji dadgehê derketim, min li rîngeke taybet rîna îtirafkaran siwar kirin. Demekê dema li paş xwe zîvirîm min Sakîne dît. Welê li min dinêrî ku weke dixwest min parçe bike…Min dizanîbû ku Sakîne şaş fêm kiriye. Wesayît sekinî, min lê nihêrî got, ‘bênamûs, bê şeref’ peya bû û çû. Mîna vegera ji her dadgehê, wê rojê jî dema îşkenceyê destpê kir. Lê wê rojê qet nayê bîra min ka çawa li min dan, ew zincîr çawa li min dan. Bi tenê tê bîra min ku ez ketim tiwaleta koxûşê û mîna zarokan ez giriyam. Tiştên bi vî rengî jî dihat kirin. Piştî bi salan dema me behsa van dikirin, min hêmbêz dikir….

YEK JI DAMEZRÎNERÊN DESTPÊKÊ YÊN SAZIYÊN KURDAN E SAKÎNE

Dema em ketin girtîgehê tevgera Apoyî bû, dûre PKK guherî, mezin bû û sîstema xwe ava kir. Vê pêvajoyê bandoreke çawa li we kir? Piştî bi salan we Sakîne Cansiz, PKK çawa dîtin?

Me pêngava 1984’an li girtîgehê bihîstin. Kêfxweşiya wê nayê gotin. Ya ku em li girtîgehê da jiyîn jî ew hêvî bû; bi gotina Xeyrî Dûrmûş; ev qîrîna mirovan wê li derve ji aliyê hin kesan ve were bihîstin. Dihê-Şemzînan ev hîs afirand. Sakîne di sala 1991’ê de ji girtîgehê derket. Demeke dirêj li Stenbolê ma. Li wê derê gelek xebatên wê çê bûn. Ya rast, yek ji damezînerên gelek saziyên Kurd ên niha Sakîne ye. Dûre me ew anî Ewropayê. Wê derbasî qada Rêbertiyê biba. Mîna zarokan bi heyecan bû, ji ber dîtina Rêbertiyê. Digot; ‘tişta yekemîn ku ezê bikim, ezê xwe çeng bikim û Serok hembêz bikim”. Heyecan, coş, kêfxweşî bi hev re bûn.

Baweriyeke bê dawî, dilsoziyeke mezin bi Rêberiyê re hebû. Ewçend dilsoz bû ku dema di xewna xwe de didît, mîna zarokan kêfxwe dibû. Bi rastî jî Serok weke saziyekê didît. Bi heman rengî Rêbertî jî Sakîne datanî cihekî cuda. Piştî wê demê di sala 1993’an de min ew li Zelê dît. Ji bo xebatên meclîsa neteweyî çûbûm. Di mijara rêxistinê de, rêxistina ku min di dema koma destpêkê de dît û piştre dît, ji hev cuda bûn. Sakîne her çend qewet ketî xuya dikir jî, lê belê hînê coş û heyecana wê mîna berê bû. Sakîne efsaneyeke zindî bû. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr ji bo me li cihekî cuda bû. Sakîne jî ji bo me li cihekî bi wî rengî bû.

heval sara 2  (1)XEYRÎ DÛRMÛŞ: KESA QET TAWÎZÊ NADE SAKÎNE YE

Sakîne Cansiz, kê nas dikir jê bi bandor dibû. Gelek tişt hene ku der heqê her pêvajoya jiyana wê de bê gotin. Lê belê di hemû vegotinan de gelo hûn dibêjin ev alî kêm maye?

Gelek kesan behsa hevala Sakîne kiriye. Piştî şehadeta wê jî her tiştên der heqê wê de hatin gotin behsa wê dikin. Berî niha bi demekê hevalekî/ê got, “Di dema qetilkirinê de eger çend saniyeyên wê yên ji bo fikirînê mabe, teqez yên din fikiriye”. Bi rastî jî Sakîne welê bû. Ji bo hevalên xwe, rêhevalên xwe, doza xwe, îdealên xwe tiştek kêm nedihişt. Di vê nuqteyê de kesayeteke hevgirtî, miroveke raperîner bû. Gotina Xeyrî Dûrmûş e; “Li vê girtîgehê kesa ku qet tawîz nedaye Sakîne ye”. Tawîz nedida.

MEYÊ DI BIHARA 2013’AN DE LI ÇIYÊ HEVDU BIDÎTA

Piştî şehadeta wê ez çûm çiyê, çûm gel rêhevalên wê. Bi Sakîne re em axivîbûn, meyê di wê biharê de li wê derê hevdu bidîta. Lê belê ez bêyî wê çûm. Sakîne ew kesa hevalên wê behsa wê dikirin bû. Dayika wan, xwişka wan, rêhevala wan bû. Di çilrojiya piştî şehadeta wê de, li Parîsê ez mêvanan pêşwazî dikim. Jinek hat bi destê min girt. ‘Kekê dizanî; em zarok bûn wê demê em girtibûn. Li me didan. Leşkeran ço li destê me didan. Sakîne em diparast. Dûre em xwedî dikir. Destên me difirkand.’ Tiştên ku wê jinê got, ez nikarim bêjim. Sakîne miroveke xwedî karektereke bi wî rengî bû.

Bi aliyekî xwe hestewar-humanît, bi aliyê din jî têkoşer, hêrsokî bû. Bi hêrs bû; li dijî tiştên jê bawer nedikir, li dijî tiştên berevajî partiyê û vê îdeolojiyê bi eks bû. Têkoşîneke tund li dijî vê dida meşandin. Lê belê min qet Sakîne nedît ku piştî şer û pevçûnan xeyidî be.

JIYAN DAGIRTÎ JIYA

Tiştekî bê qîmet di jiyana wê de nebû. Ev yek, yek ji taybetmendiyên wê yên diyarker bû. Ez tiştekî ku wê jê re gotiye ev biçûk e, ev ne girîng e, nizanim. Her tiştên der heqê vê jiyanê de ji bo wê girîng bû, ji jêr heta jorê. Heta welateyekî/e ji rêzê. Mesela nîvê şevê yekê tiştekî bipirse, eger li gel xwe not girtibe, wê teqez lê vegere û bersivê bide.

Jiyan bi vî rengî dagirtî jiya. Mîna ku xwest, jiya. Ez vê dizanim windahiyeke mezin e, ji bo gelê Kurd ji bo tevgera azadiyê. Ev pêvajo pêvajoyeke ku wê hesret dikir. Di tevahiya nivîsên wê yên 4-5 salên dawî de heye, van pêvajoyan timî nîqaş dikir. Li Kurdistaneke azad, li Amedê, li Dêrsimê…Mayîna li welatekî ji kulîlkan…Gelek xeyalên Sakîne hebûn.

ÊRÎŞ LI DIJÎ CEWHERA VÊ TEVGERÊ HAT KIRIN

Piştî 9’ê Çileyê gel bi heybetî xwedî lê derket. Di nava vê sala dawî de ya ku herî zêde bandor li we kir çi bû? Sakîne bi xwedîderketineke ku heq dikir, hat pêşwazîkirin. Sakîne xwedî têkiliyên berfireh bû. Di şehadeta xwe de jî bi wî rengî xwedî lê hat derketin. Bêguman vê xwedîderketinê em gelekî kêfxweş kir. Ji bo kesên Sakîne nas dikin, ev yek rewşeke matmayî nîne.

Di rojnivîsa Sakîne de jî heye. Timî bikar tîne. Mijareke ku Serok gelekî derdixîne pêş; jin cewhera vê têkoşînê ye. Ev êrîş li dijî vê cewherê hat kirin. Eger hûn ji min bipirsin ji xwe armanca pêkhatina vê êrîşê jî ev bû. Êrîşa li dijî jinê bû, sedema êrîşa li dijî jinê jî êrîşa li hemberî cewherê bû. Qetilkirina Sakîne wan, bûyereke ji rêzê nîne. Ji xwe bi salane dijmin li Kurdistanê êrîşî jinê dike. Li Cizîrê, Amedê, Colemêrgê êrîşî jinê dike. Dewletê jî ev didît; di cewhera vî karî de jin hene. Bi dîtina min bi zanebûn hatiye hilbijartin.

LI GEL HER HEVALÊN WÊ, EZ ALIYEKÎ SAKÎNE DIBÎNIM

Piştî şehadeta wê, ez çûm cihên ku herî dawî ew lê geriya bû. Nêzîkatiya hevalên wê, rêhevalên wê min gelekî kêfxweş kirin. Min dîtin ku Sakîne ji bo rêxistina xwe, ji bo gelê xwe gelekî bi nirx û qîmet e. Cihekî wê yê taybet di nava vê rêxistinê de heye. Dema dixwînim kûrbûna vê hîn bêtir dibînim. Bi salan dibe ku me sohbetên kûr nekirin. Niha nivîsên wê dixwînim, nameyên wê, rojnivîsên wê. Bi kûrbûneke mezin a wê, dihesim.

Beriya her tiştî hurmet nîşandana ji Sakîne re, ji bo me ferdên malbatê jî, bi hurmetdayîna rêxistinê dibe. Me ev hurmeta xwe ti carî winda nekir, lê piştî şehadeta Sakîne ev hurmeta me zêdetir bû. Min ew çiyayên ku wê bi coş û hesreteke mezin behs dikir, ew rêhevalên wê ku timî behs dikir, dît. Piştî ku min ew dît, dilsoziya min cudatir bû.

Şehadeta Sakîne tiştekî cuda li gel me afirand, gotinê nabînim ji bo vegotina vê. Dikarim vê bêjim; hînê rûbirû nebûm. Bi vî rengî vedibêjim, lê hînê bi şehadeta wê re rûbirû nebûm. Gelo dikarim vê rakim, wê nizanim. Ji ber ku berê Sakîne timî li cihekî bû.

Lê ez ji vê jî bawerim. Ez li gel her yek ji we, aliyekî Sakîne dibînim. Min parçeyek ji Sakîne teqez dît. Di her rêhevalên wê de ez Sakîne dibînim û ev yek min gelekî kêfxweş dike. Sakîne nirxek afirandiye û ez dibêjim divê em hîn bêtir xwedî li vê derkevin…

NÎLAY EGELÎ – ROTTERDAM

On January 6th, 2014, posted in: Jiyanên Fedayî, KJKONLINE by