Di şoreşa Misirê de şoreşa jinê nehat dîtin

Borders are just dust, fighters are the sameNazly Hussein bi aktif di  nav şoreşa Misirê de cih digire, da zanîn ku jinên misirî li dijî tacîza zayendî û marjînalbûnê her tim di nav têkoşînê de bûn û wiha got: “Têkoşîna jinê ya di  nav şoreşê de bandoreke mezin li ser civakê hişt.

Nazly Hussein bi aktif di  nav şoreşa Misirê de cih digire û da zanî ku di 25’ê cilê sala 2011’an heta îro şoreşa Misirê didome, gel li dijî şîdeta polîs zext û zordariyan rabû ser piyan. Nazly, destnîşan kir ku piştî ku îstîfaya serokomarê Misirê Husnu Mubarekê jin di şoreşa Misirê de aktif cih girt. Nazly, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di şoreşa Misirê de jin aktif rol girt û heta îro jî aktîf e. Di şoreşan de tenê mêr nîne. Jin li hemberî zext û zordayan têkoşîna xwe didomînin.  Ez di nav xebatên projeya ‘Peyva Jinan a Misirê’ de xebitim.”

Testa qizbûnê dihat kirin’

Nazly, daxuyand ku zîhniyeta serdest a mêr dixwest ku têkoşîna jinên birêxistinê ya li Misirê marjînal bike û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Gelek kes tevli şoreşa Misirê bû bi taybetî jî hejmara jinê zêdetir bû. Lê tiştek balkêş hebû tevlibûna jinê nehat dîtin.”

Nazly, diyar kir ku alîgirên rejîma Misirê jinê wekî tehdîtek dibîne û ji bo jin ji têkoşînê dev jî berde gelek rêbaz cerîband. Nazly, wiha axivî:

“Li gorî Husnu Mubarek û Muhsin El-Fengerî jin li hemberî rejîmê tehdîteke mezin e. Li hemberî vê jî nexwestin ku jin û mêr bi hev re têbikoşe. Li dijî têkoşîna jinê artêj jî rêbazên cuda birkaranîn. Rêbaza herî girîng jî testa ‘qizbûnê’ bû. Dema jin ji hêla artêşê ve dihat binçavkirin testa ‘qizbûnê’ dida pratîzekirin. Jin li qadan ji hêla leşkerên artêşê ve dihat binçavkirin û li vir lêgerîna cih û bergan dikir. Ev tişt tên dihat wateya îstîsmariya zayendî. Jinên Misirê li dijî vê nêzîkatiyê însiyatîfek ava kir. Bi şoreşê di  nav civakê gelek guhertin pêk hat. Êdî gel li hemberî tacîzên zayendî rabû ser piyan û bertek nîşan da.”

Em ê têkoşîna xwe bidomînin

Nazly, di axaftina xwe de bal kişand pêşiya şoreya li Misirê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek jin û ciwan pêşiya şoreşê jiyaneke marjînal dijiya. Tu carî daxwazên jinan nehat dîtin. Lê dema ku jin bi mêran re di  nav şoreşê de cih girt vê deme jin dît ku mêr û jin wekhevin. Her wiha dema tacîza zayendî li qadan zêdebûn, dadgeh biryar da ku qad ne cihê jinê ye. Lê gel û jin li dijî vê biryara parlamentoyê bertek nîşan da. Em jinên li Misirê heta ku daxwazên me bên cih em ê têkoşîna xwe bidomînin.

On June 5th, 2013, posted in: KJKONLINE, Nûçeyên Jinan by