Divê gelên Rojhilata Navîn şoreşa Rojava biparêzin

kob-ketiba-dayike-asitiyeKoordînasyona YJA’yê der barê berxwedana li Kobanê de daxuyaniyek da û got, “Berxwedana Kobanê li dijî rêxistinbûyîn û hêzên emperyalîst, milîtarîst, paşverû, olperest, neteweperest û zayendîperest, têkoşîna hevpar a jin û gelan e. Ji ber vê yekê divê hemû bawerî, çand û gelên Rojhilata Navîn li vê eniya berxwedana demokratîk bicivin.”

Koordînasyona YJA’yê bi daxuyaniyeke nivîskî, berxwedana mezin a li Kobanê li ser bingeha xwedîderketina li nasname û pêşeroja xwe tê kirin, silav kir.

Koordînasyona YJA’yê da xuyakirin ku çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ), nîşaneya berçav a hêzên mêtînger, emperyalîst, paşverû, noker ên li Rojhilata Navîn e û hat destnîşankirin ku komkujiyên ev çete li ser gelan ferz dike, bi qasî ku ji dîrokê ders bê derxistin zelal e. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rawestandina van êrîşan rawestandina êrîşên milîtarîst ên hêzên emperyalîst bi sedan salane dixwazin li Rojhilata Navîn derxînin holê, rawestandina mêtîngerî û koledariya li ser jinan tê ferzkirin e. Di heman demê de pêşîgirtina li pevçûnên mezhebî ye ku ev yek birîna sedan salan a Rojhilata Navîn e. Hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li Rojava bi taybetî li Kobanê û li Iraq û Sûriyeyê dike, hovîtiya herî dijwar a sed salên dawî ye. Pêşînegirtina li vê hovîtiyê windakirina mirovatî û civakîbûnê ye, di heman demê de windakirina pêşerojê ye.”

Koordînasyona YJA’yê diyar kir ku hêzên mêtînger tu carî bawer nekiriye ku gelên bindest, çandên rastî qirkirinê hatine, baweriyên li hemberî hev hatine rawestandin û zayenda bindest bi berxwedanê azad bibin, serketinê bi dest bixin û got, “Bi şoreşa Rojava re gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd derba herî giran li zîhniyeta hêzên faşîst ên mêtînger, hêzên noker ên paşverû yên Rojhilata Navîn dane. Sedema bingehîn a êrîşên giran li hemberî Şoreşa Rojava ku sala xwe ya sêyemîn bi berxwedaneke mezin dadigire ev e. Hewl tê dayîn Şoreşa Gelan a Azad û Demokratîk û Şoreşa Jinê ya di kesayetiya gel û jinên Kurd de li Rojhilata Navîn hatiye afirandin, bê fetisandin. Şoreşa Rojava pêngava polîtîk û berxwedana şoreşgerî ya herî serketî, demokratîk û wekhev a sedsala 21′an e. Êrîşên di şexsê Kobanê de tên kirin, bi armanca pûçkirina vê pêngavê ne.”

Koordînasyona YJA’yê da xuyakirin ku xwedîderketina li berxwedana li Kobanê tê wateya xwedîderketina li aştî û yekitiya gelan a azad û demokratîk a li Rojhilata Navîn û got, “Berxwedana Kobanê, li dijî rêxistinbûyîn û hêzên emperyalîst, milîtarîst, paşverû, olperest, neteweperest û zayendîperest, têkoşîna demokratîk a hevpar a jin û gelan e. Ji ber vê yekê divê hemû çand, bawerî û gelên Rojhilata Navîn li vê eniya demokratîk bicivin. Di salvegera sêyemîn de mezinkirina Şoreşa Rojava, veguherandina bihara Anatoliyê bihara tevahiya Rojhilata Navîn berpirsyariyeke dîrokî ye. Xwedîderketina li vê berpirsyariyê jî, bi civandina li dora Şoreşa Rojava dibe. Li ser vê bingehê di serî de rêxistinên jinan em bang li hemû rêxistinên ciwanan û hêzên demokratîk dikin ku berxwedana gelê Kobanê mezin bikin, Şoreşa Demokratîk biparêzin û mayînde bikin.”

On July 9th, 2014, posted in: Daxuyaniyên Çapemeniyê, KJKONLINE by