EZ NIKARIM JI TE HEZ BIKIM, QEHR BIBE!

KD20140814001-(7)Em çend hevalên jin dema me ev gotin bihîstin xwîn di damarên me de cemidî, tevzînek bi canê me ketin. Demekê em bêdeng man û me bi şaşwazî li hev nihêrî. Rojê hema çend caran em gotinên wiha ji çapemeniyê dibihîzin. Çima em heta niha ev qas bi van gotinan wiha bandor nebûn? Mesele jî di vê derê de ye jixwe. Roja bîst û sisiyê nîsanê –li Tirkiyeyê weke Hakimiyeta Netewî û Cejna Zarokan tê pîrozkirin- nava rojê me nûçeyan guhdar dikir. Li navçeyeke Amedê dayika çar zarokan bi sedema pirsgirêkekê çûbû qereqolê û li wê derê, ji aliyê polêsekî qereqolê ve hatibû xapandin û wê xistibûn rêya xerab. Ew navenda ku bi hêviya çareseriyê serî lê dabû bûbû qetla serê wê! Polêsekî wê qereqolê û du hevalên xwe bi du salan dayîk û zarokên wê yên du keçik û kurikek ên 6, 7 û 10 salî ji aliyê cinsî ve îstîsmar kiribûn. Keçika mezin êdî hew dikare li ber xwe bide û ji bavê xwe yê tevî wan namîne re vê rewşê dibêje. Bavê zarokan diçe gilî dike û bûyer bi vî rengî derdikeve holê. Bûyer di çapemeniyê de jî deng dide.

Ev gotinên ku li serê nivîsa me cî girtine jî keçika mezin di rojnivîsa xwe de ji bo dayika xwe dinivîse. Beriya her tiştî, zarok çawa ji dayik dibe û şûnde, pireha navbera zarok û dê hezkirin e. Dayik zarokên xwe bi vê hezkirinê mezin dike. Hemû cîhana zarok dê ye, beriya her tiştî çavên wê li dê ye. Dema ji dayîka xwe dûr dikeve an jî qut dibe, ev pira ji hezkirinê hildiweşe û zarok nexweş dikeve, mezin nabe, tehmekê ji cîhanê nastîne. Ji bilî dê tu kes û tu tişt nikare zarok aş bike. De îcar bala xwe bidinê ku ger zarokek ji diya xwe re bibêje “Ez nikarim ji te hez bikim, qehir bibe!” kî dizane êşeke çawa kişandiye, di ezabeke çawan de jiyan kiriye ku van peyvan dibêje. Dilekî ev qas biçûk jî vê rewşê qebûl nake.

Hesta herî xwezayî ya bêhesab, bêlêpirsîn û ya herî xurt ‘hezkirin’ nemaye. Di encamê de xerîbbûneke ji dayikê; ji mirov, dûrbûna ji xwezayîbûna xwe. De ka em bifikirin zarokeke ku vê ezabê dikşîne wê di civakê de çawa bi cî bibe, êdî ji çi hez bike, ji çi têr bibe, wate bide çi û nede çi? Ger ku bi diya xwe jî bawer nebe êdî wateya jiyana wê çi dimîne?

Dahûrandina vê rewşê ji aliyê hemû feylesof, fikirdar, femînîst, anarşîst, azadîxwaz û dijberên kapîtalîzmê ve bi sedsalan û bi hezar caran e ku tê kirin. Bi teoriyeke xurt pênaseya kapîtalîzmê tê kirin ka çawa li ser navê azadiya takekesî mirov ji civakê qut dike. Civakê qir dike û mirov dirizîne. Tu nirxekî mirovî pê re nahêle. Encamên pratîk di jiyanê de jî a bi bûyerên bi vî rengî derdikevin holê!

Di rojnameyan de her roj rûpelên dudo, sisêyan bi nûçeyên bi vî rengî tije ne. Hema kirine ku êdî civak vê rewşê normal bibîne. Lê di bingeha xwe de rewş ji ya dixuyê gelek cidîtir û giran e. Gihîştiye asteke wisa ku dayik û sê zarokên wê bi hev re bûne qurbanê vê qetlîamê. Qetlîam e ji ber ku ruh, giyan, nirx tê de nemaye, ji bilî rûyê mirov li ser navê mirovahiyê tiştek nemaye. Hemû pêşkêşî sîstemê hatiye kirin.

Dewlet û hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê bi zanebûn vê polîtîkayê didin meşandin. Ji bo dengê Tevgera Azadiyê bibire, bandora wê li ser kurdan û gelên din kêm bike bi taybet di bin navê ewlehîkariyê de erkdar dike. Hemû armanc mirovên kurd xistina rewşa xerab a û ya rastî di şexsiyeta wan de rezîlkirina mirovahiyê ye. Bila bi van pirsgirêkan re mijûl bibin û guh û bala xwe nedin rêxistinên şoreşger.

Ji aliyekî ve dibêje tu yê li herêmê nehêlî şervanên azadiyê birêxistin bibin û ji aliyekî ve jî ji bo civakê xera bikî bêsînor raye dide wan. Çawa be erkeke pîroz dikin; bi fedakariyeke mezin tevahîbûna Komara Tirkiyeyê diparêzin. Êdî ji wê û wêdetir çi bêexlaqiyê jî bikin ji xwe re serbest in! Çawa be erka xwe bi cî tînin! Bûyera ji mirov re hîn sosret tê jî kirina bavê van zarokan e. Çawa dibihîze diçe serî li hiqûqê dide. Polêsên vê zilmê, bêexlaqiyê kirine gilî kiriye. Lê bala xwe bidinê ji kê re? Dîsa ji heman kesan yanê ji polês, dozger û dadgerên vê sîstemê re. Gotineke gelê tirk heye dibêjin; “Ît îtî isirmaz” (kuçik kuçikekî din gez nake). Hemû jî mêr in û jinikeke dayik jî kirine tora xwe. Yên vê kirina dijmirovî kirine ew û çûye dîsa li gel wan gilî kiriye. Tu kî ji kê re gilî dikî? Ez nizanim bi çi aqilî û bi çi hêviyê! Derbarê polêsan de lêpirsîn doz nehatiye vekirin û bi ser de jî bi sedema ku gef li polîsan xwariye, îftira avêtiye wan û heqaret li wan kiriye 17 meh û 15 roj ceza hatiye birîn. Bi şertê ku heta 5 salan tu sûcê din neke ev ceza hatiye taloqkirin.

Gelo qet haya vî bavê belengaz ji vê sîstema qirêj tune ye ku heta niha ka di çend bûyerên wiha de sûcdar hatine cezakirin. Dozên hiqûqî bi salan berdewam kirine û bi sedema dembihurînê gelek doz hatine betalkirin jî. Birastî jî mirov şaş dimîne!

Qirkirina civakê ji her aliyî ve berdewam dike. Civak ji civakîbûnê hatiye derxistin. Roj bi roj hîmên civakîbûnê ji hev de tên xistin. Ger ji vir  û 20 an jî 30 sal berê bûya û bûyereke wiha bihata bihîstin wê civak qet jî bêdeng nemaya. Ji ber ku hê heta wan deman jî civakîbûn hîn xurt bû, helwestên polîtîk dihatin nîşandan. Tiştekî wiha bihata serê malbatekê weke ku hatibe serê hemû mirovên wan, eşîr an jî qebîla wan, taxa wan, gundê wan. Hemûyan bi hev re wê êşa vê bikişandina û qebûl jî nekirina.

Krîz û aloziya vê sîstema qirêj mîna di vê bûyerê de jî careke din derket holê ha ev bixwe ye: Civaka ku bi her cure qirêjî, bêexlaqiyê re rû bi rû hatiye hiştin! Tiştekî ku xwe pêve bigire û li ser piya bimîne nemaye. Lê çareserî, rêya derketina ji vê bîra kûr, ji vê avzêm û lîtavê jî dîsa di destê gelan bixwe de ye. Yên ku van polîtîkayan amade dikin û didin meşandin çengek mirov bin gel bi milyonan in. Ne tenê bi hejmarî bi hêz û manewiyata xwe jî bi hezaran caran xurttir in ji van serdest û hikumdaran, ji erkdar û hevkarên wan. Çawa ku her kuçe, tax, bajarok, semt, navçe, gund meclîsên xwe, komunên xwe ava bikin ne mimkun e ku ev bikaribin vê bêexlaqî û zilmê li gel bikin. Wê bikaribin di nav hevkariyekê de xwe birêxistin bikin û helwestên herî tund nîşan bidin, vana ji cî û warên xwe, ji welatê xwe bavêjin.

Îro ji her demî zêdetir civak xwedî van dînamîkan e ku bikaribe avahîbûnên xwe, rêveberiyên xwe yên cewherî li dar bixin. Sîstema harbûyî jî vê rastiyê baş dizane û ji ber vê ye jî karên xwe yên qirêj zêdetir kiriye. Em jî baş dizanin ku dawiya wan li ser van axan tune ye û ev ê jî ji wan re namîne. Civak ew qas jî bêparastin nîn e, mafê parastina xwe ya rewa wê bikar bîne wê demê ka wê xwe bikin kîjan kunan em jî meraq dikin…

 Sema Amed

On May 1st, 2014, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by