Gav bi Gav ber bi Sînemaya Kurdî ve

sinemaSînema, di roja me de weke hunera heftemîn tê binavkirin û wer jî tê naskirin. Ligel wan jî her şeş hunerên din jî di nav xwe de dihewîne û hunereke nûjen a sedsalê ava dike. Sînema, di roja me de di nav civak û mirovan de bûye amûreke hevdu naskirin, pêşxistina pêwendiyan û ragihandinê. Lewma xebatên sînemayê bûye hunereke ku dest jê nayê berdan.

Gelê Kurd bi têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistan ku bû xwedî derfetên pirr girîng û her roj ew derfet ji her alî ve hîn zêdetir dibin, di beşa sînemayê de xebatên giranbuha tên pêşxistin. Lê belê mirov dikare bêje ku ji bo bi awayekî li gorî standartên cîhanê pêşxistina sînemaya Kurdî, tenê bi çêkirina fîlmên Kurdî yan jî di fîlman de tenê bi nîşandana jiyana Kurdan têr nake.

Pêwîstî bi rêxistinbûyîneke bi rêk û pêk, hem di nav kesên ku bi sînemayê re eleqedar dibin heye û hem jî divê ev xebat ji gel cuda neyên destgirtin. Ango divê diyalektîkek bi hêz di navbera sînema, gel û kesên bi sînemayê re eleqedar dibin werin pêşxistin.

Bêguman li Kurdistan û li derveyî welat gelek fîlmên sînemayê yên Kurdî yan jî yên ku Kurdan dikin mijar tên çêkirin. Ev ji bo dahatûya sînemaya Kurdî baş e. Ev gav me ber bi sînemayeke Kurdî ve dibe û ji gelek pirsên ku di mijara xebatên sînemaya Kurdî de di serê me de ne, dibin bersiv.

Cara yekemîn li Ermenistanê fîlmê sînemayê yê Kurdî bi navê “Zare” hatibû çêkirin. Mijara fîlm eşîrên Kurd ên Êzîdî bûn ku li ser sînorê Rusya û Kurdistana Bakur dijiyan. Ji wê demê heta roja me ya îro gelek sînemavan û sînemahezên Kurd çêbûne û her wiha bi sedan fîlmên sînemayê yên civak û mirovên Kurd kirine mijar hatine çêkirin. Lê belê di aliyê temaşekirinê de bi giştî ji sedî 10 e. Sedema wê jî mirov dikare bêje ku bi awayekî bi rêk û pêk tunebûna sînemayeke Kurdî ye.

Her sal gelek fîlmên sînemayê yên Kurdî tên çêkirin. Ew fîlm di festîvalan de xelatan digirin. Dîsa her roj produktor (ên fîlman çêdikin), derhêner, lîstikvan û sînemavan zêde dibin. Tenê ya kêm û ya ku pêwîst e were kirin avakirina sînemaya Kurdî ye ku li jor jî me behsa wê kir.

On June 2nd, 2013, posted in: KJKONLINE, Nûçeyên Jinan by