Gavên ji bo demokrasiyê bên avêtin dê pêvajoya aştiyê pêş bixe

ankara konferansı

Di encamnameya Konferansa Aştî û Demokrasiyê de  wiha hat gotin: “Ji bo pêvajo bi aştiyekî mayînde bi dawî bibe divê hemû sazî demokrasiyekî azadîxwaz û piralî pêk bînin û vê yekê bi hêz pêk bînin. Demokrasî û aştî bi hev dû re girêdayîne û gavên ji bo demokrasiyê bên avêtin dê pêvajoya aştiyê pêş bixin.”

Encamnameya Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya ku li Enqere bi tevlibûna 500 kesan pêk hatî hat aşkerakirin. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku elewî, ermenî, suryanî, kurd, tirk, sunnî, erep, romen, komên bi bawer, kesên bêol, rewşenbîr, akademîsyen, ciwan, jin, LGBT, kedkar, sendîkavan, partiyên siyasî û komên din ji bo muzakareyên hatin destpêkirin bi aliyekî rast ve pêş bikeve û aştiyekî mayînde bê înşakirin. Di encamnameyê de hat gotin ku ji bo pêşerojekî demokratîk, wekhev û azadiyê bi hev re tevgerîn ji bo çareseriyê înîsiyatîf girtin û tevgera aştiyê ya civakî di konferansê de em hatin cem hev.

Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Ji bo pêvajo bi aştiyekî mayînde bi dawî bibe divê hemû sazî demokrasiyekî azadîxwaz û piralî pêk bînin û vê yekê bi hêz pêk bînin. Demokrasî û aştî bi hev dû re girêdayîne û gavên ji bo demokrasiyê bên avêtin dê pêvajoya aştiyê pêş bixin. Hikûmeta AKP’ê bi siyasetekî hişmendiya otorîter û hegemonî divê li hemberî pêvajoya aştiyê nebe pirsgirêk.”

Di encamnameyê de qala rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat kirin û wiha hat destnîşan kirin: “Divê şertên birêz Abdullah Ocalan ên tendûrîstî, ewlehî û azadiyê bên sererastkirin û derfetên têkiliyan bi heyetên ji aliyê derdorên cuda ên civakî re tên avakirin, pêk bîne bên afirandin. Her wiha di serî de girtiyên nexweş û zarok girtiyên siyasî serbest bên berdan û em daxwaza demildest zagon bên sererastkirin dikin. Ziman, çand, bawerî û mafên nasnameyan ên gelan gerdunîne û ev nabin amûrê bazirganiyê. Divê ji bo aştiyekî rast û mayînde bi hemû komkujî, cînayetên kiryar nediyar, winda û qirkirina re rû bi rû bên. Têkoşîna muzakreya aştiyê ya civakî berfireh bikin û pêş bixin, têkoşîna wekhevî, azadî, lêgerîna mafên ked, ekolojî û edaletê bi birşyar bi demokrasiyê bi dawî bikin bi vînekî bi hêz îlan dikin.  Divê êdî teqez gavên demokratîkbûnê bên avêtin. Divê zagona ceza bê nûkirin. Divê her kes bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibîne. Pêdiviya ewlehiyê û baweriyê kritîk e. Ji ber vê yekê divê teqez bêçalakî berdewam bike. Dîsa divê rastiya Girtîgeha Amedê bê dîtin. Zilma ku li gelêRoboskiyêhat kirin divê hesap jê bê pirsîn.”

Di dawiya encamnameyê de hat diyarkirin ku xebat dê niha şunde, bi komîsyonên ‘Haqîqat, Hevrûbûn û Edalet’, ‘Hiqûq, Paqijiya Rê û Makezagona Nû’, ‘Muzakereya Civakî û Siyaseta Demokratîk’ û koordînasyona van pêk bîne.

On May 27th, 2013, posted in: KJKONLINE, Nûçeyên Jinan by