Derbarê me de

KJK- BAYRAĞI[1]KOMALÊN JINÊN KURDİSTAN (KJK)

Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, Têkoşîneke Jinê ya Gerdûnî ye

Bersiva pirsgirêkên bingehîn ên mirovahiyê, îro di azadî û demokrasiyê de veşartî ye. Pirsgirêka dîroka mirovahiyê ya herî veşartî û bingehîn a azadî û demokrasiyê jî, pirsgirêka vesazkirina têkiliyên di navbera zayendan de ye. Bi gotineke din, pirsgirêka jinê, pirsgirêka azadbûn û demokrasiyê ya rastiya cîhana me ya îro ye. Em ji pirsgirêkên şer û aştiyê bigirin, heya pêkanîna jiyaneke azad-demokratîk, azadiya jinê di wateya giştî de kilîda çareseriya gelek pirsgirêkan e.

Jinên Kurd ku bawer dikin divê demokrasî, edalet û wekhevî, ne li derve, beriya her tiştî di hundir de bê avakirin, rêxistinbûnên xwe yên yekemîn û berfireh dispêrin ser vê esasê. Nêzîkbûna rêgezî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a azadiya jinê weke azadbûna civaka Kurd digire dest, bi xwe re tevlîbûneke jinê ya xurt a ji têkoşîna sih salî ya PKK’ê re aniye. Bi hezaran jinên Kurd ên ku ber bi çiyayan ve herikîne, ji aliyekê ve ji bo nasnameya neteweyî û azadiya gelê Kurd li dijî êrîşên artêşa Tirk a mêtînger ku ev êrîş bi armanca tunekirinê li ser gelê Kurd tên pêşxistin -ku ji bo tunekirina gelê Kurd artêşa Tirk a mêtinger tevahî desteka NATO’yê girtiye- têkoşîna xwe ya çekdarî daye, ji aliyê din ve jî li dijî desthilatdariya zilam a pênc hezar salî perspektîfa zanista cewherî, rêxistina cewherî û têkoşîna cewherî esas girtiye û bi afirandina rêxistinbûna xwe ya xweser ve têkoşîna azadbûna jinê ya weke zayend daye meşandin. Pratîka vê têkoşînê cewhera teoriya şoreşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire nava xwe û xwe dispêre ser perspektîfa “Azadiya civakê, di azadiya jinê de derbas dibe. Pêwîst e ev, beriya her tiştî di pêvajoya şoreşê de pêk were”. Jinên Kurd sparteka felsefî û dîrokî ya têkoşîna xwe ya azadiyê li ser vê perspektîfê çêkirine, di tevahiya pêvajoya têkoşîna ku ji damezirandina PKK’ê û vir ve dewam dike de hem têkoşîna zayendî dane, hem jî têkoşîna rizgariya gelê Kurd a weke neteweyî dane meşandin. Bi vî rengî têkoşîneke du alî ya pirr zehmet meşandine.

Kurtedîrokçeya Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê

Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, yekemîn analîza xwe ya pirsgirêka azadiya jinê bi gotina “Bi jina kole re şoreş çênabe” dest pê kiriye. Her ku sal çûne, di berfirehiya pirsgirêka azadiya jinê de, di mijarên azadiya jin, malbat û zayend, rêbaz-amûrên têkoşîna wê de rexne, analîz û perspektîfên xwe kûrtir kiriye.

Di salên 1990’an de, di encama civakîbûna hizrên azadiyê yên PKK’ê de, bi pêşengiya jinê li Kurdistanê yekemîn car di sala 1989’an de li bajarê Nisêbînê pêvajoya serhildanên gel dest pê kiriye. Nirxandin û analîzên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser jinan çêkiriye, bi taybet jî di mijara pirsgirêka azadiya jinê, malbat û civakê de li ser jinan bandoreke berbiçav çêkiriye. Ji lewra jin bi bandora van nirxandin û analîzan re ber bi refên gerîlla ve herikîne. Tengasiya ku zayendparêziya civakî xwe dispêre ser avahiya feodal-eşîrtî di jinê de çêkiriye û zextên çînî-neteweyî yên ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd giran kiriye, hiştiye ku jinên Kurd bi salên 1990’an de zêdetir tevlî têkoşîna gerîlla bibin. Hêrsa jinê ya li hemberî êşkence û girtinên ku dewleta Tirk li ser Kurdan pêk tîne û qedexekirina her tiştê ku Kurd û Kurdistanê eleqedar dike, her wiha lêgerîna azadiya zayendî û neteweyî, di tevlîbûna jinên Kurd a ji nav têkoşînê re bûye sedema bingehîn. Her ku tevlîbûnên ji PKK’ê re û hatina nav gerîlla pêş dikevin, bi qandî wê jî hema hema li her herêma Kurdistanê û di cihên weke Ewrûpa ku tê de sirgûn tên jiyîn de tevlîbûna ji xebatên siyasî û çalakiyan re jî xurt dibe. Yekemîn ezmûna rêxistina jinê, ji ber zîhniyeta dewleta Tirk a tuneker û qedexeker, ne li Kurdistanê, di sala 1987’an de li Almanya li bajarê Hannover bi navê YJWK pêş ketiye. Rêxistinbûna xweser a jinên Kurd ên ku li sirgûnê dijîn YJWK ye û têkoşîna wan a azadiyê kiriye hedef.

Artêşbûna Jina Azad

Bi salên 1990’an re tevlîbûna bi hezaran jinan a ji nava refên gerîlla re, daneheveke çendayetî û çawayetî afirandiye. Vê pêşketinê ji bo jinên Kurd, li Kurdistan û bi taybet jî di nava gerîlla de rêxistinbûneke nû pêwîst dîtiye. Li ser vê bingehê di sala 1993’yan de di nava hêzên gerîlla de yekemîn yekîneyên jinên gerîlla yên xweser hatin çêkirin. Bi vî rengî artêşbûna jinê hate damezirandin. Di qonaxên destpêkê yên artêşbûnê de teşeya jinê ya kevneperest û bandora taybetmendiyên civakî yên feodal, hiştiye ku jin di rêxistinbûyîna ku xwe dispêre ser hêza xwe ya cewherî û di têkoşînkirinê de zehmetiyan bikişîne. Lê belê baweriya azadiyê ya jinên Kurd, lêgerên wan, xwe spartina wan a ser hêza cewherî û baweriya ku rêxistinbûna xweser afirandiye, hiştiye ku rêxistinbûn ji aliyê bîrdozî, leşkerî, siyasî û civakî ve bi awayekî lez pêş bikeve. Meşa bi serketî ya ku jinên Kurd di gelek qadên têkoşînê de -ev qad jî aîdî zilaman dihatin dîtin- pêk aniye, di jinê de baweriyeke mezin a cewherî pêş xistiye. Di zîhniyeta zilam de, ji lewra di zîhniyet, jiyan û avahîsaziya civakî ya Kurd de, her wiha di azadbûn û demokratîkbûnê de jina Kurd gelek guhertin-veguhertinên ku di wesfa “Di nav şoreşê de şoreş” de ye afirandiye. Vê jî di vênerîn û zîhniyeta zilam a desthilatdar-kevneperest a li hemberî jinê de rê li ber guhertinên girîng vekiriye

Xebatên siyasî û civakî yên ku jinên gerîlla girêdayî artêşbûna jinê di nava civakê de meşandine, hiştiye ku jinên Kurd xwe di nava bajêr û gundan de jî bi rêxistin bikin. Di encama vê pêşketinê de jî biryar hatiye girtin ku rêxistinbûneke berfirehtir a ku artêşbûna jinê jî digire nava xwe û rêxistinbûna siyasî ya di nava civakê de dike hedef bê pêşxistin. Li ser vê bingehê di sala 1995’an de, di Kongreya Azadiya Jinên Kurdistanê ya yekem de, bi navê YAJK (Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê) rêxistinbûna yekîneyan hatiye sazkirin. Rêxistina YAJK’ê, li ser ezmûnên ku di artêşbûna jinê de hatine jiyîn pêş ketiye. Ev pêvajo ji bo bûyîna hêz û rêxistinê, ji şibandina zilam an jî bûyîna cîgirê wî zêdetir, ji bo ku jin karibe bi vîna xwe ya cewherî vênerîneke polîtîk û civakî pêş bixe, bûye qonaxeke girîng.

Bi armanca bi jinên din re parvekirina asta ku jinên Kurd bi YAJK’ê re gihiştinê, bi tevgerên jinan ên ku di qada navneteweyî de ji bo azadiya jinan têdikoşin re lêgerên tifaqan hatiye pêşxistin. Li ser vê bingehê YAJK’ê ji xebat û konferansa jinê ya NY’yê ya ku di sala 1995’an de li Pekînê hatiye çêkirin re tevlîbûn çêkiriye.

Bîrdoziya Rizgariya Jinê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo zanebûna ku hatiye qezenckirin û ezmûnên ku tên jiyîn bi pêşdetir bibe, teoriya qutbûnê ku têkoşîna rizgariya ji sîstema desthilatdar a zilam û şexsiyeta jina kole digire nava xwe, xistiye rojeva jinan. Teoriya qutbûnê; qutbûna jinê ya weke ruhî, zîhnî û çandî ya ji sîstema desthilatdariyê îfade dike. Bi teoriya qutbûnê re naskirina sîstema desthilatdariyê pêk hatiye û di têkoşînkirina li dijî wê de zanebûn, wêrekî û sekn hatiye qezenckirin. Jin, bi nasnameya xwe li tevahî qadên ku jê hatiye dûrxistin cih girtiye, di rêxistinbûnê de ezmûnên pêwîst qezenc kiriye û di rêvebirina xwe û giştî de serwer bûye. Ji bo zilam azad bibe û xwe veguherîne, di paralela teoriya qutbûnê de xebatên cur bi cur ên bi navê “Projeya Veguhertina Zilam” hatine pêşxistin.

Di 8’ê Adara 1998’an de, bi Bîrdoziya Rizgariya Jinê ve û di pêşengiya jinê de rêgezên bingehîn ên şoreşa civakî hatine diyarkirin. Rêgezên bingehîn ên Bîrdoziya Rizgariya Jinê ev in; welatparêzî, bi hizir û vîna azad tevlîbûna ji jiyanê re, rêxistinbûn, têkoşerî û estetîk. Bi armanca pratîkbûna Bîrdoziya Rizgariya Jinê, di 8’ê Adara 1999’an de PJKK (Partiya Jinên Karker ên Kurdistanê) hate damezirandin û bi vê damezirandinê re partîbûyîna jinê hate destpêkirin. Partîbûyîna jinê ya yekemîn, di lêpirsîna sîstema şaristaniya zilamê desthilatdar û her cure teşe û pêkanînên wî de bûye destpêka qezenckirina venêrîneke nû.

Partîbûyîna jinê pêşketina xwe, bi paralelî pêşketina têkoşînê, li gorî asta ronîbûn û zanista ku di civakê de derdikeve holê, bi gelek guhertinên weke teşeyî û naverokî ve domandiye. PJKK (Partiya Jinên Karker ên Kurdistanê) ku di sala 1999’an de hatibû damezirandin, navê xwe guhertiye û berfirehkirina perspektîfa xwe ya rêxistin û têkoşînê esas girtiye. Bi vê ve girêdayî, Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê di sala 2000’î de bi rêxistinbûna PJA (Partiya Jinên Azad) ve, berpirsyariya gerdûnî hilgirtiye û bi baldarî hewl daye ku ezmûnên jinên Kurd bi jinên gelên din re parve bike. PJA, di bingeha hevpariya bi jinên cîhanê re Hevpeymana Jinê ya Civakî amade kiriye û di sala 2000’î de, di organîzasyon û xebatên ku tevlî bûye de pêşkêşî nêrînên jinên din kiriye. Bi vê pêşnûmeya Hevpeymana Civakî ya ku amade kiriye tevlî nîqaşên destûra bingehîn a jinên cîhanê bûye. PJA, gelek Tevgerên jinên Şoreşger ên cur bi cur di serî de, bi rêxistinên ku di mijara mafên mirovan, aştî û demokrasiyê de xebatan dimeşînin re jî di nava têkiliyan de bûye. Partiya jinê rêxistinbûna xwe di sala 2004’an de, bi PAJK’ê (Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê) re berfirehtir kiriye û rola bûyîna partiya sîwan a hêza jinên ku di gelek qadên rêxistina Tevgera Azadiya Kurd de cih digirin hilgirtiye. Lê belê her ku têkoşîn pêş ket û rêxistinbûn kûrtir bû, di Kurdistanê ku tê de ronîbûn û ronesansa jinê tê jiyîn, pêwîstiya rêxistinbûneke jinê ya hîn nerm, berfireh û konfedal ku partiyê derbas dike derket holê. Ji ber vê sedemê jî di nîsana 2005’an de, bi çêbûna sîwan a Koma Jinên Bilind (KJB) ve ku ligel her çar parçeyên Kurdistanê tevahî rêxistinbûna jinên li derveyî welat dixe nava xwe, rêxistinbûna jinan a konfederal hatiye damezirandin.

Jina Kurd ku bi têkoşîna bêhempa ya azadiyê ve bi cewhera xwe re hevdîtin çêkiriye û xwe nas kiriye, di hundirê civakê de rola xwe ya bûna hêza pêşeng a di guhertina civakî de lîstiye û di rêjeyeke girîng de li Kurdistanê şoreşa civakî pêk aniye. Jina Kurd bi KJB’ê re, bi destketiyên bîrdozî, teorî, polîtîk û stratejîk ve zêdetir bûye xwedî karaktereke bi wêrek û bi pêngav. Berîvan (Binevş Agal) ku di nava gel de di serhildanan de tevlîbûna pêşeng raber kiriye û li hemberî êrîşên leşker û polîsên Tirk bi awayekî egîdane li ber xwe daye, alî daye lêgerên azadiyê yên bi hezaran jinan. Bi hezaran şexsiyetên jinên pêşeng ên weke Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Zîlan (Zeynep Kinaci), Şîlan (Meysa Bakî), Viyan (Leyla Muhammed) û Ronahî (Şîrîn Elemhulî) bi berxwedan û têkoşîna xwe di şerê gerîlla de, di artêşbûn û di fermandarbûna jinê de, bi qasî ji bo Tevgera Jinên Kurdistanê, ji bo têkoşîna azadiya jinên cîhanê jî kevneşopiyeke bi heybet a têkoşînê afirandine. Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, bi şoreşa zîhnî, çandî û civakî ya ku bi ezmûna YJWK, YAJK, PJKK, PJA, PAJK û herî dawiyê jî KJB’ê ve di tevahiya dîroka têkoşînê de pêk aniye, dîroka jinên Kurdistanê ya ku hatiye berevajîkirin ji aliyê azadiya jinê ve berevajî kiriye û azadiya civakî kiriye ewlehiyê. Civaka Kurd, di asteke berbiçav de gihiştiye demokrasiya xwe, lewma diyardeya kesayeta azad-civaka azad. Bi vê re di têkoşîna gihiştina civaka azad de gavên pirr ciddî hatine avêtin.

Koma Jinên Bilind (KJB)

Koma Jinên Bilind di 20’ê nîsana sala 2005’an de hatiye damezirandin. Koma Jinên Bilind koka xwe ji têgîna “KOM” ango ji şêwazê rêxistina civaka komunal a serdema neolîtîkê digire. Rojaneyîbûna şêwazê jiyana civakî ya ku di serdema Neolîtîkê de, li esasê jinê ye, îfade dike. Tevgera jinê, ji xwe re nirx û dîroka Mezopotamya ku civaka neolîtîk têde hatiye afirandin, nirxên civakî û kevneşopiya têkoşîna ku gelan û jinan di tevahiya dîrokê de ji bo azadiyê dane meşandin dike mîras û li ser dimeşe.

Dema KJB modela rêxistina konfederal weke pêwîstiyekê datîne holê, armanc dike ku tevahî pêvajoya guhertin û veguhertina ku di mijara nakokiyên ku ev pênc sed hezar sal in sîstema bavik-dewletperest li ser bilind dibe, di mijara van nakokiyên ku xwe di kaosa sîstema kapîtalîst de didin derve û çareseriya wê de jiyaye, bi her kesê ku di lêgera azadiyê de ye re parve bike. Waneyên ku ji têkoşîna azadiyê ya gelan û jinan ên di paşerojê de hatine jiyîn hatine derxistin û gelek bandorên weke pêdiviyên rojane, perspektîfa KJB’ê ya têkoşînê çêdikin.

Armanca KJB’ê; bi hedefa civaka demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya zayendî ve pêşxistina rêxistina jinê ya konfederal û di pêşengiya jinê de avakirina konfederalîzma demokratîk e. Li ser vê bingehê; bi têkoşîna li dijî zîhnîyet û avaniya zîhniyeta zayendparêziya civakî ve derbaskirina sîstema civaka bavik û dewletperest, di bingeha Bîrdoziya Rizgariya Jinê de li her qada jiyanê pêşxistina nasnameya jinê ya azad esas digire. Ji bo vê jî; di bingeha pêşxistina demokrasiya civakî ya ku xwe dispêre jinê û weke rêxistinbûna konfederal a jinê, tekoşîna xwe di qadên bîrdozî, civakî, siyasî û parastina rewa de pêş dixe, ji bo vê xwe digihîne rêxistinbûnên pêwîst û di nava tevahî baskên xwe de li gorî koordînasyona rol û kar dixebite. Xwedî hêza milîtanên jin ên hezaran derbas dike û hêza girseyî ya jinan ku milyonan derbas dike ye. Her wiha li Tirkiye-Sûriye, Îran ku Kurdistan di bin desthilatdariya xwe de digirin û li Kurdistana Başûr a Konfederal, dîsa Ewrûpa, Rusya û Ermenistan di serî de, li derveyî welat, ango di tevahî cihên ku jinên Kurd lê dijîn de xwedî hêza rêxistin û têkoşînê ye.

KJB, Rêxistina Jinan a Demokratîk-Konfederal e

Di erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê ku çand û baweriyên cuda di têde cih digirin, çavkaniyên rojane û dîrokî yên konfederalîzma civaka demokratîk pirr zêde hene. Di dîroka bihurî de yên ku li ser vê erdnîgariyê jiyane, di nava têkiliya federasyon û konfederasyona xwezayî de bûn. Ji ber vê sedemê jî pirsgirêkên civakî, di tu serdeman de bi qasî sedsala 20’emîn giran nehatine jiyîn. Jin, di tu deman de bi qasî pêvajoya modernîteya kapîtalîst rewşa tunebûnê nejiyane. Pirsgirêk, bi feraseta rêveberiya navenda dewleta netewe û bi kûrkirina neteweperestiyê giran bûne. Gel, jî êşa feraseta vê şêwaza rêveberî û siyasetê, pirr kişandine. Lewma, ji bo Rojhilata Navîn konfederalîzma demokratîk dibe rêya çareseriya herî bi bandor.

KJB, bawer dike ku asta azadiya civakê bi asta azadiya jinê ve girêdayî ye û vê diparêze jî. Rastiya ku mayîndebûna demokrasiyê pêk tîne û di rewşa ewlehiya wê de ye, azadiya jinê ye. Di serê xalên sîstemên herî lewaz de bîrdoziyên zilamê desthilatdar a ku jinê dike meta û zîhniyeta zayendparêziya civakî bi saz dike tê. Heya li dijî bîrdozî, exlaq û çandên zilamê desthilatdar têkoşîn neyê dayîn, nikare qala demokratîkbûna rastî, afirandina jiyaneke sosyalîst û azad bê kirin. Ji ber vê sedemê jî divê mirov nêzîkbûna şoreşgerî ya ku xwe dispêre ser azadiya zayendan bixe bingeha veguhertina civakî. Axên Mezopotamya ku jiyana xwezayî û komunal têde pêk hatiye, xwedî wê potansiyelê ye ku dikare ji pêkhatina ronesansa jinê re jî pêşengiyê bike.

Wesfa demokrasiyeke ku zanista ekolojîk esas nagire û hedef nake ku zordestiya mirov a li ser xwezayê ji holê rake, wê lewaz bimîne û wê nebe hilbijêrka civakê ya rastî. Di kokên paşverûtiya ku mirovahî bi şaristaniya çînî ya pêncsed hezar salî re jiyaye de, di rastiya mirovahiyê ya ku xwezayê dixe bin zordestiya xwe de û venêrîna mirov a ez navend û hiyerarşîk a ku xwe weke parçeyekî xwezayê û parçeyekî wê yê wekhev û azad nabîne û ji vê venêrînê dûr ketiye, tê. Ji bo derbaskirina vê venêrînê pêwîst e mirovahî ji nû ve vegere ser feraseta xwezaya zîndî û bi berhem. Ji bo vê jî şoreşeke ekolojîk a ku zîhniyeta hiyerarşîk a destpêkê mirovahî û paşê jî xweza xistiye bin desthilatdariya xwe veguherîne, pêwîst e. Sîstema KJB’ê ji sîstemên din cudatir, hedef dike ku bi guhertina ku xwe dispêre ser şoreşa ekolojîk û zayendî ve demokrasiya kûr û radîkal ava bike.

Bernameya Koma Jinên Bilind

KJB, bi stratejiya xwe ya nû ya têkoşînê re pêşengiyê dide qada civakî û nirxeke stratejîk dide avakirina sîstema demokratîk a gel û jinan a cewherî. Azadkirina qada civakî û bi vê reyê re esasgirtina berfirehkirina qada jiyana demokratîk a gel, pêşxistina feraseteke siyasetê ya ku dewletê li hemberî vê qada jiyanê bi hestiyar dike, bernameyeke wê ya bingehîn a rêgezî ye. li şûna îktîdarê li ser avahîsaziya civaka dewletperest-bavik a ku dewletê di yekdestiya xwe de derxistiye holê bê bilindkirin, an jî veguhertin bi destxistina îktîdarê re di jor de li ser civakê bê ferzkirin, -ku ev hem li dijî pênaseya demokrasiyê hem jî li dijî zagona hebûna civakê ye- vîna civakê bi rêxistinên civakî re derxistina holê û ew anîna rewşa bûyîna kirde, rêgeza herî bingehîn a ku KJB’ê di siyaseta nû de ji xwe re weke mîsyon diyar kiriye ye.

Ne Rêzikname, Hevpeyman

KJB, bi hevpeymana mekanîzmaya xebatên ku di bin sîwana xwe de digire ya di navbera rêxistinên ku ji qada civakî heya qada parastina rewa de xwedî mekanîzmayeke xebatê ya cur bi cur û di baweşîneke berfireh de ye re, pêk anî ye. Lê di heman demê de her rêxistina ku pêve girêdayî ye jî di nava xwe de xwedî mekanîzmayeke rêziknameyî ya li gorî mekanîzmeya xebatên xwe ye. Rêxistinên qada bîrdozî û rêxistinên der barê qadên civakî û siyasî, ji hev pirr cuda ne. Hemû rêxistin di nava hevpeymana KJB’ê de nasnameyên xwe yên rêziknameyî diparêzin û berpirsyariyên xwe yên li hemberî rêxistina sîwan bi cih tînin. Bi mekanîzmeya xebatên ku weke rêxistina sîwan hatiye sazkirin ve, di mijarên ku tevahiya tevgera jinê eleqedar dike de biryar û vîna hevpar esas e. Hevpeymana KJB’ê, huqûqa di navbera rêxistinan de û bingehên mekanîzmaya ku rêxistin xwe dispêrin ser nas dike û pênase dike. Konseya Rêveber a KJB’ê ku ji nûnerên her rêxistinê pêk hatiye; di mijarên ku tevahiya Tevgera Azadiya Jinê eleqedar dike de xwedî biryar û vînê ye. Bi vê hevpeymanê, di heman demê de armanc dike ku der barê rêxistinan de demokrasiya yekser û rêxistingeriya ku xwe dispêre ser bingeha qada civakî pêş bixe.

Tifaqên Wê

Ezmûnên rêxistinbûna jinê ya gerdûnî, ku di cîhan û Rojhilata Navîn de bi armanca pêkanîna azadiya civakî û ronîkirina diyardeya jinê hatine pêşxistin, bûne çavkaniya bingehîn a ku jinên Kurd xwe pê pêş dixin. Ji ber karaktera vê diyardeyê, bi rastiya Kurd re lihevanîna vê ezmûnê hewlên xweser pêwîst dîtiye. Jina azad; jina ku gerdûnîbûna xwe derxistiye zanebûnê, vê gerdunîbûnê li ser hevsengiya hêza demokratîk dide rûniştandin û di têkiliyên xwe yên civakî de azadî û wekheviyê dide meşandin îfade dike.

• KJB, xwe weke parçeyekî tevgera jinên cîhanê pênase dike. Û di vê bingehê de jî pêşxistina yekîtiya hêza demokratîk esas digire. Li gorî vê; KJB, ji bo ku di çarçoveya şoreşa demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya zayendî û bîrdoziya azadiya jinê de sîstemeke ku di mîhvera jinê de ye çêbike, hevdîtin û têkoşîna hevpar a bi rêxistinên civaka sîvîl, rêxistinên jin, bi şexsan û bi hêmanên hwd. re esas digire. Ji bo derbaskirina pirsgirêkên ku tevahî jin dijîn, hedef dike ku piştgiriya rûbirû, parvekirina maddî û manewî bi pêş bixe.

• KJB, armanc dike ku bi rêxistinên jinan ên jorî neteweyan re yekîtiya çalakiyê û bi tekiliyên stratejîk re jî saziyên hevpar pêş bixe. Projeyên jinên ku di rêxistinên di civaka sivîl, parêzvanên aştiyê, mafên mirovan û sosyalîst, ekolojîk û demokratîk de cih digirin destek dike û projeyên hevpar pêş dixe.

• Ji bo pêşxistina platformên jinan ên di çapa heremî û navneteweyî de, xebatan dimeşîne.

• KJB, bi tevgera jinên femînîst ên cîhanê re xebatên hevpar dimeşîne û pêşxistina yekîtiya hêza demokratîk esas digire.

Modela Rêxistinbûna KJB

Modela rêxistina wê; ligel rêxistinbûna bîrdozî, rêxistinbûnên girseyî û stratejiya veguhertina demokratîk, bi rêxistinên qadên parastina rewa ve pêk tê. Di qada bîrdozî de rêxistina PAJK (Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê), di qada girseyî de YJA (Yekîtiya Jinên Azad), di qadên parastina rewa de jî YJA-STAR û rêxistingeriyên Jinên Ciwan digire nava xwe.

YJA-STAR (Yekîniyên Jinên Azad),  perspektîfa KJB’ê ya têkoşîna di qada bîrdozî û rêxîstînî de dipejirîne. Li ser bingeha mîrasa Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê hatiye rêxistinkirin. Lê ji ber avahîsaziya wê ya leşkerî, di rêxistinbûna konfederal a KJB’ê de xweser e. Hêza parastinê ye. Armanca wê ya bingehîn; parastina jin, gel û aştiyê ye.

PAJK, ku rêxistina pêşeng û bîrdozî ya KJB’ê ye, li hemberî jiyanîbûna bîrdoziya rizgariya jinê ya di tevahî qadên rêxistinî de û di gihandina kadroyên wê de berpirsyar e. ji Lewra endamên PAJK’ê di tevahiya xebatên KJB’ê de weke kadroyên pêşeng cih digirin. PAJK, bi perwerdeyên ku bi awayekî bi sîstem pêş dixe û bi xebatên xwe yên bîrdozî, felsefî, teorîk, akademîk, çandî û hunerî ve di şexsiyeta jinan de lêhûrbûn û nêzîkbûnên azadîperest kûr dike.

YJA, rêxistina çalakiyê ya demokratîk şoreşger a bîrdoziya azadiyê ye, ku li dijî zîhniyeta hiyerarşîk-dewletperest û her cure bandorên wê têkoşîna pakbûnê dide, veguhertina zîhnî dixe mîhvera têkoşîna xwe, ji bo bîrdoziya rizgariya jinê bigihîje tevna civakî û bi rêya komun û meclîsan rêxistinên cewherî yên civak û jin demokratîk bibin mîsyon hilgirtiye. Rêxistineke herêmî û bi qasî wê jî gerdûnî ye ku jinên Rojhilata Navîn û Kurdistanê têde di derdora armanca hevpar de têne cem hev û zanebûn, dil, hêz û çalakiyê di tê de dikin yek e. YJA, xwe di bingeha rêxistinbûna konfederal demokratîk a jinê de li hemberî çêkirina siyaseta yekîtiya demokratîk neteweyî û meşandina wê de berpirsiyar dibîne.

Beşa herî zêde modernîteya kapîtalîst xwe bi rêya seks, spor û hunerê digihînê, beşa ciwanan e. Ji bo ciwan, bi taybet jî jinên ciwan karibin xwe li dijî her cure êrîşên bîrdozî, siyasî, derûnî û fizîkî biparêzin, pêwîstî bi rêxistinbûnên xweser heye. KJB, ji ber vê sedemê di nava tevgera giştî ya ciwanan û qada civakî de komîteya jinên ciwan rêxistinkirî ye. Jinên ciwan, li hemberî zextên civakî, çandî û aborî yên ku civak û sîstema kevneperest li ser wan didin meşandin jinan û ciwanan diparêze û li dijî jerontokrasiyê ku di bingeha bikaranînê û sûdê de nêzî hêza guherîner a ciwanan dibe, têkoşînê esas digire.

Avabûna wê ya rêxistinî û mekanîzmeya wê ya xebatê

Komcivîna (Kurultay) Azadiya Jinê

KJB, weke organîzasyoneke ku ji rêxistin û kesayetên ku pêkanîna biryarên ku Komcivîna Azadiya Jinê girtine û projeyên ku çêkirine hilgirtiye ser xwe pêk hatiye tevdigere.

Dezgeha herî bilind a biryarê ya KJB’ê, Komcivîna Azadiya Jinê ye. Komcivîn, salê carekê tê çêkirin. Komcivîna KJB’ê, li gorî rêjeya nûneriya her rêxistinên ku endamên KJB’ê ne, herî kêm bi tevlîbûna ji sisêyan du delegeyên ku bi hilbijartinê hatine diyarkirin kom dibe.

Dezgeha ku di navbera her du Komcivînan de pêkanîna xeta bîrdozî-polîtîk a ku di komcivînê de hatiye diyarkirin koordîne dike û bi rêve dibe ye. Konseya Rêveber a KJB’ê, ji nûnerên rêxistin û xebatan ên ku hatine hilbijartin pêk tê. Konseya Rêveber a ji 23 kesan pêk tê, di navbera xwe de koordînasyona xwe ya ji 7 kesan pêk tê hildibijêre.

Konseya Rêveber a KJB’ê di mijara polîtîkayên giştî de bi girtina nêrîn û pêşniyarên rêxistinên endam ve giştînameyê diweşîne û perspektîfan pêşkêş dike.