ji bo gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî name

SerokApo~4Karesatên ku modernîteya kapîtalîst a nûnerê dawî yê sîstema şaristaniya navendî ye, di nava mirovahiyê de rê li ber vekiriye, îro ji aliyên gelên cîhanê bi taybetî jî yên Rojhilata Navîn ve zelaltir tên dîtin. Ji trajediyên gelan ên çerxa mêtîngeriyê di nava dema dîrokî de bêyî lê binêre ku hegemon e yan jî hindikahiya di bin mêtîngeriyê de ye ew ji xwe re kiriye qurban, gelek dersên mezin hene ku jê bên derxistin.

Rewşa gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî ya ji rastiya gelekî di dîroka qedîm a Mezopotamyayê de Împaratorî ava kiriye, bi şûrên tûj ên qirkirinan ketiye rewşa ‘hindikahî’ yan jî ‘civatan’, ji bo dîtina asta xeteriya pê re rû bi rû ye gelekî girîng e. Ji ber ku windakirina gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî, ji bo çanda Rojhilata Navîn windahiyeke gelekî mezin e û ev yek rastiyeke ne cihê nîqaşê ye. Mîna ku gelek caran dibêjim, Pirsgirêka Neteweyî ya vî gelê qedîm, çîroka hezîn a dêwekî şaristaniyê yê Rojhilata Navîn e. Li ser bingeha ji nû ve vejîna gel û çandeke bi vî rengî ya rehdar a di pêşketina şaristaniya Mezopotamyayê de rolên girîng girt ser milê xwe, xilasbûna ji vê çîroka hezîn, li pêşberî mîrateya mirovahiye ya dîrokî ez weke wezîfe û berpirsyariya herî girîng a gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê dinirxînim. Aşkera ye ku ev vejîna li ser bingeha Jiyana Azad, bi derbaskirina Şaristaniya Navendî û Modernîteya Kapîtalîst, bi pêvajoyeke veguherînê ya li dora Şaristaniya Demokratîk û Modernîteya Demokratîk pêkan e.

Di vê çarçoveyê de, bi daneheviya mezin a çandî û dîrokî re gelekî girîng e ku di avakirina Neteweya Demokratîk a bi gelên xwişk-bira yên li ser heman erdnîgariyê cih bigire û tevkariya pêwîst lê bike. Yanî rola dîrokî ya Asûrî-Suryanî-Keldaniyan a bi awayê Neteweya Demokratîk, wê tevkariyeke bêhempa li rizgariya Şaredariya Şaristaniya Demokratîk a tevahiya mirovahiyê, bi taybetî jî Rojhilata Navîn bike. Ji ber ku diyar e, pêwîstiya tevahiya mirovahiyê li jiyaneke azad a alternatîf a di nava yekgirtiyeke çandî de, bi qasî avê, bi qasî hewayê, heye. Li ser vê bingehê gelekî girîng e ku gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî yê li çar aliyên cîhanê belav bûye tevlî pêvajoyên avakirina li ser bingeha Welatê Hevpar-Neteweya Demokratîk a li ser xaka xwe ya qedîm bibe, di vê çarçoveyê de bibe hevparê lêhûrbûnên mezin. Bi êrîşên dawî re xeteriya komkujiyê ya hat serê gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî yê li Deşta Nînve ji parastina cewherî-rêveberiya cewherî bêpar in û tabloya giran a trajîk a di encama vê de derket holê, jiyaniya pêwîstiya di vê mijarê de radixe pêş çavan. Pirsgirêkên neteweyî-civakî yên giran ên li herêma me û şer û pevçûnên ji ber van pirsgirêkan derketine holê, ancax dikare bi rêxistinbûyînên li ser bingeha parastina cewherî-rêveberiya cewherî û veguherînên radîkal ên Modernîteyê ji holê rabin. Ez dixwazim careke din bînim ziman, ku bi sê milyaketên rizgariyê yên Modernîteya Demokratîk (Civaka Demokratîk, Civaka Ekonomîk, Civaka Ekolojîk) re li dijî nemaneke gengaz pêngaveke hebûneyî dikare bê avêtin.

Li ser vê bingehê, ez tevahiya gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî bi hesreteke mezin silav dikim, dixwazim careke din baweriya xwe bînim ziman ku vejîna çanda qedîm wê di mozaîka gelan a Rojhilata Navîn a Konfederal a Demokratîk de cihê heq dike bigire.

ABDULLAH ÖCALAN

On January 14th, 2015, posted in: KJKONLINE, Rêberê Azadiyê by