Ji bo Mirov Weke Civak li ser Piyan Bimîne…

SerokApo~4Abdullah Ocalan

Em tên û diçin gelekî serî li vê prensîba bingehîn a felsefeyê didin, ji ber ku Kurd yek ji wan diyardeyên dîrokî û civakî ye, gelekî zêde hatiye înkarkirin û îmhakirin. Yekdestdariya mêtinkarî û zordestiyê ya di mantiqê şaristaniya dewletdar de tevahiya dîrokê ji ser serê Kurdan tu carî kêm nebûye. Kurd weke mîrasgirê herî kevin ê civaka qebîleyê ya bi hemû heybeta xwe bi şoreşa neolîtîkê rabûye, ew qasî di vê serdema mirovatiyê de bist bûye, hema bêje şopên jiyana beriya bi panzdeh hezar salan hê jî li ser hene. Li aliyê din jî dikeve bin bandora hêzên hegemonîk ên global ên serdemê. Di vê çarçoveyê de wê weke ferd çi bi serê me bihata? Mimkun bû ku em ji civakbûnê derketana? Em heta nebûna beş, xwecih, em ê çawa bibûna global? Me hê nû gavên xwe avêtibûn jiyanê, Kurdîtiyê weke zincîrekê lingên me girê dabûn. Derketina ji Kurdîtiyê belkî bibûya çareserî û mirov bi vî awayî bifikiriya. Lê di berdêla çi de? Hingê ji mirovbûnê wê çi di destê me de bimana? Pirsgirêka Kurd ne weke her pirsgirêka neteweyî bû, ne weke her pirsgirêkeke civakî bû jî. Eger weke Kurdîtî em behsa rengekî gelekî mêşmirî dikin, hingê em jî bi awayekî mîna hovan di çarçoveya marjînal de mehkûmê wê bibûn. Cezayekî gelekî giran e ku mirov weke hovekî marjînal mehkûmê jiyanê bibe. Parastin çi qasî kûr û berfireh dibû mîna bîrekê mirov dikişand hundirê xwe û bi tenê bi vî awayî ji me dihat ku em xwe nas bikin. Li aliyekî di kûrahiya dîrokê de em li xwe digeriyan, li aliyê din jî di pêngavên serdemê, modernîteyê de ku pê parçeyên me yên mayî dadiqurtand, me pê hewl dida rastiya xwe nas bikin. Em ji ya xwe nedihatin xwarê û me dixwest em bibin ferdên mirov ên bi rûmet û vê jî weke wezîfeyekê li ser me ferz dikir ku em ji her alî ve heqîqetê keşf bikin. Wezîfeyeke bi vî rengî jî di çarçoveya gotina navdar a Hegel de em bi ser şopê xistin. Ma ne Hegel gotibû “Rastî Yekpare ye”.

Jiyana min a şexsî sedema parêznameya min e, parêznameya min jî ya jiyana min a şexsî ye. Ez ne weke her kesî, lê weke Kurdekî bi pirsgirêk neçarî jiyanê bûm û ev jî encama bi pirsgirêk a diyardeya Kurd e. Ji bo mirov weke civak li ser piyan bimîne, divê mirov li dijî ferd û civaka bêrpirsiyarî ya lîberalîzm hewl dide bi hêza xwe hemûyî pêk bîne, li ber xwe bide. Qutbûna ji civaka Kurd a ji hêza xweparastinê mehrûmkirî bi awayekî nîsbî bêhtir hêsan e. Jixwe çerxa ku civakê bi demê re qir dike ji bo bi awayekî hêsan qutbûn çêbibe şertên pêş hemû amade kirine. Lewma bêyî xatirxwestin jî qutbûna ji Kurdîtiyê pêkan e. Ji ber ku gelê bêparastin hêza wî ya lêpirsînê tune ye encamên bi vî rengî yên malkambax derdikevin holê. Ji nava gelekî qutbûn ev qasî bi awayekî xweber bi hêsanî pêk bê, mirov nikare ji wî gelî mîna civakên modern û civakên dewleta netewe li bendê be, xwedî li welat, ekonomî, jiyana azad û parastina nasnameyê derkeve. Bendewariyeke bi vî rengî tewş e. Emperyalîzm û mêtingerî timî li pey ferd û civakên bêparastin dikevin. Bi hemû hêza xwe hewl didin ferd û civakên bêparastin çêkin. Di vê mijarê de dema dor tê Kurdan rewş bêhtir kambax û malwêranî ye. Kurdan ne bi tenê nikarîbûn xwedî li hebûna xwe ya civakî derkevin, nikarîbûn welatê xwe û azadiya xwe biparêzin, her wiha ew xistine rewşekê ku ji xwe tirsiyane, ji xwe reviyane û ji ber xwe şerm kirine.

Diyardeya Kurd û rewşa wê ya problematîk bi gelek awayên bi heman rengî mirov dikare diyar bike. Ez gelek caran ji serhatiyên xwe û çîroka xwe mînakan didim û sedema vê jî ew e ku ez alîkariya vê wesfkirin û rengdanê bikim. Lê ev wesf û rengên wan ji ezman nehatin, bi destê mirovan bi xwe hatin afirandin. Kî ne, ev mirov, peyayên kîjan hêzan in? Bersiva van pirs û pirsgirêkan hemûyan wê yekparetiya rastiyê îspat bikira. Yên ez kirim êsîr bêguman ev hêz bûn. Hemû jî bi maske bûn. Yek ji wan jî weke xuya dikir nebû, nedibû ku weke xuya dikirin jî bibûna. Ji bo ku mirov li rastiya wan a sergirtî serwext bibûya hewcedarî bi xebateke mezin hebû. Ji bo min, gavavêtina nava van serhatiyan û dewamkirina wan, ji jiyana mirovên destpêkê yên li nava daristanan belkî bêhtir zor û zehmet bû. Ji ber ku mirovên modern ên xwe amade kiribûn hebûneke civakî tasfiye bikin, bi awayekî mirov nikare wan bi tu cinawir û hovên tu serdemê bide ber hev bi talûke bûn, bi plan bûn, bi rêxistinî bûn û xwediyê cihêwaziyekê bûn ku kuştin kiribûn huner û pê radibûn.

Eger min jiyan bi Kurdîtiyê re, Kurdîtî jî bi jiyanê re wekhev nedîtiya, min ê tu carî nikarîbûya civakbûneke rastî fêm bikira. Pîvana bivênevê ya jiyaneke hevgirtî bi rastiya civakbûnê re têkildar e. Di dîroka modernîteya kapîtalîst de rola dane zanistên civakî ew e, qutbûna ji rastiya civakî rewa û heta weke pêşketinekê ferz dike. Li ser navê zanistê derbeke girîng a li civakbûnê tê xistin jî ev e. Dema di çarçoveya Kurdan de behsa vê yekê bê kirin, qutbûn bi rizgarbûnê re wekhev tê dîtin. Kurdan bi xwe qutbûna ji xwebûnê kiriye sedema rizgarbûna xwe. Dema mirov bibêje tu têkiliya min bi xwebûna min re nemaye, ev dikare mirov rehet û biste jî bike. Encama vê gavavêtinê jî ew e, heman kesên gav avêtine bi kîjan nasnameyên li wan rasthatî re bûbin yek, bi çavkorî û çavsorî li van nasnameyan xwedî derketine.

Mirov Kurdîtiyê tenê weke diyarde lêbikole, ji bo terîf û danasîna wê têrê nake. Ji ber ku aliyekî din ê meseleyê heye, ew jî çawabûna wê ye. Kurdîtî ji dema ku weke diyarde bi gewde bûye û vir ve pirr zêde bi pirsgirêk bûye û lewma jî Kurdîtî bêşans e. Şert û mercên jeopolîtîk jiyana bi pirsgirêk weke çarenûsê pê daye qebûlkirin. Me dît, di tevahiya serdemên dîrokê de ev bi vî rengî ye. (Me Kurdî halê xwe wer dî) Jixwe dema dor tê modernîteya kapîtalîst, pirsgirêk êdî ne bi tenê pirsgirêk in, bi temamî dibin qirkirin. Êdî guftûgo tê kirin, gelo wê karibe hebûna xwe biparêze yan na, heta wê hebe yan jî tune be.

Mirov xwe bide ber Kurdîtiyeke pirsgirêkên wê û diyardeya wê ew qasî dîrokî û berfireh, tiştekî wisa ye, mîna ku mirov xwe bide ber barê çiyayekî. Me PKK û varyasyonên wê bi sedema xwe bidin ber vî barî kirin amûr û navcî. Hêsan nîn e ku mirov xwe bide ber barên civakî. Hela ev bar di nava lep û pencên qirkirinê de bin, mirov dikare fêm bike ku kesên bibin navcî û xelaskar hewldanên wan çi qasî di rîskeke mezin de ne. PKK û yên ji wê zêdebûn, hem xwecihtiya Kurd weke diyardeyeke bi pirsgirêk, hem jî di warê gerdûnîtiyê de li beramberî vê diyardeyê çi tê weke heqîqet îfade dikin. Xwe weke berdevkên sereke yên heqîqeta Kurd û çalakgerê wê îlan dikin. Êdî PKK û yên jê zêdebûn weke îfadeya diyarde û heqîqeta Kurd dest bi rêwîtiyeke diyalektîk kirin. Kengî diyarde-bîrewerî (heqîqet) bibe rastî pêvajoya em jêre dibêjin pêkhateya diyalektîk an jî tevgera rizgariyê bi xwe derdikeve holê.

On August 10th, 2013, posted in: KJKONLINE, Rêberê Azadiyê by