Ji KJB’ê peyama 4’ê Nîsanê

logokjbRoja 4’ê Nîsanê ku roja 65’mîn salvegera ji dayîkbûna Rêber Apo ye, 8’ê Adarê ku bi pêşengiya jinan bûye serhildan, bi rûhê Newrozê û coş pîroz dikin. Weke tevgera jinan roja ji dayîkbûna Rêber Apo ku hêvî û zanîsta azadiyê daye me jinan û gelê Kurd, bi biryarekî mezin a tekoşînê bi keyfxweşiya cejin û bi coş pêşwazî dikin.

Di peyamê de cih hate dayîna van gotinan: “Di kesayeta Şehîdên me yên Amarayê Mahsum û Mustafayan de cardin hemû şehîdên xweyên tekoşînê bi rêzdarî bibîr tînin û em baweriya xwe a ku wê meşa îsal a Amarayê bi rûhê rêhevalên me yên şehîd, bibe meşa herî bi heybet a dîrokî û vegere pîrozbahiya 4’ê Nîsanê.

Ji dayîkbûna Rêber Apo ji nûde dayîkbûna mirovê azad û jiyana azade. Bi 4’ê Nîsanê jina ku ji rûpelên dîrokê hatibû jêbirin di kesayeta gelekî de ji nûde bi civakekî azad hat afirandin, pêşketin û bi îradebûna afirand. Zanîst û lêgerîna gihiştina pîroziya heskirina rast û heqîqetê. Di ronahiya vê ji dayîkbûna pîroz de, di raman û dilê hemû kesê ku îro li qadan ber bi azaqdiyê ve dimeşe zanîsta welatparêziyê, jiyana azad û hesreta ji bo civakê heye, heskirin, hest û ramana wê pêşket. Ji dayîkbûna 4’ê Nîsanê ji bo xwezayê, mirovahiyê û gerdûnê, xebata bi azad û hêza wateyê bû hêvî û zayîna ku cardin ji bi afirîne ye.

Di Kurdistanê de li ser şopa Rêber Apo tekoşîna gel a berxwedêr û bi rûmet bi civakbûnê re bû yek û bû meşa bi milyonan ku ber bi azadiyê ve rê girtiye. Ramanên Rêber Apo, di serî de tekoşîn û heskirina wî ya mezin li çar parçeyên Kurdistanê û di hemû civaka Rojhilata Navîn de zanîsta netewa demokratîk û îradebûna wê afirand. Li çar aliyên Cîhanê gelê Kurd ku bi Newrozê re bû ye, bi Newroza 2014’an re carek din bi azadiya Rêber Apo û gelê Kurd re bû yek û hesreta xwe a ji bo azadiyê cardin da nîşan dan. Gelê Kurd li rexmê hemû sextên hêzên talanker, di serî de di şoreşa Rojava de li hemû qadên tekoşînê de bi îradeya rêxistinbûnê, li ser bingehê xweseriya demokratîk bi berxwedanekî mezin cardin girêdana xwe a ji bo Rêber Apo îlan kirin.

Ji dayîkbûna Rêber Apo di jinê de zanîsta zeyendî û fikirîna bi îrade û heskirina pişt dide azadiyê, hêza xweparastina cewherî derxist holê, rastiyên ku desthilatdariya zilam ters kirine cardin rastiya wan derxistiye holê û biharbûna jinê afirandiye. Bi vê bûneyê bi pêşengiya jinê ber bi civakekî azad a demokratîk ve rêyekî mezin girtiye. Êdî jinên Kurd di her qada tekoşîna me de bi pêşeng kirinê bûye hîmên bingehîn yên civakbûnê. Ev rastî hem di şoreşa Rojava de û hem jî di hilbijartina rêveberiyên xweser yên ku bi dirûşmeya “bi rêveberiya xweser ber bi nasnameya azad ve” di hilbijartinan de bi hemû zelalbûna xwe derketiye holê.

Weke jinên Kurd ji bo ku bibin hêjayî keda mezin a Rêber Apo ku ji bo me deriyên azadiyê vekirine, bi bûneya 65’mîn salvegera ji dayîkbûna Rêber Apo cardin didin nîşankirin. Hemleya me ya bi pêşengiya KJB’ê a “Jin ji bo Rêbertiya xwe û azadiya wî di çalekiyan dene” a vê salê wê mûhra xwe li hemû tekoşîna me bide. Azadiya Rêbertiya me û jinan wê bibe hêza me a bingehîn.

Li ser vî bingehî di serî de pîrozbahî û festival ku li cihê jidayîkbûna Rêber Apo Xelfetî û Amarayê, li hemû qadan çalakî û pîrozbahiyên ku pêkwerin bi îdia û biryarbûnekî pir mezin, tevlîbûn çêbikin û tekoşîna xweya azadiyê bilind bikin û dawî li esareta Rêbertiya xwe bînin!

Bi vê wateyê weke jinên ku dil daye doza azadî û Rêber Apo, bibiryarbû û rûhê tekoşînê yê ku di 8’ê Adar û Newroza îsal da daye nîşan dan, hîn bilind bikin û dîwarên Îmralî yên ku derdora roja me a azadiyê girtine em bi hilweşînin!  Ji bo vê yekê şert û mercên me yên tekoşînê ji hemû demê hîn zêdetir dest dayîne.

Li ser vî bingehî li hemû cihên ku gelê me lê dijî, ji hemû demê zêdetir bi coş û şahiyekê em vedixwînin ku bi çalakî, coşek bi heybet û xwedî derketinê xwedî li vê zayina mezin derkevin û pîroz bikin.

Carekî din 4’ê Nîsanê li hemû jin û gelê me pîroz be.

On April 3rd, 2014, posted in: Daxuyaniyên Çapemeniyê, KJKONLINE by