Jin dê bi biryardarî aştiyê bînin herêmê

konferans sona erdi (4)

Di encamnameya 1. Konferansa Jinê ya Rojhilata Navîn de hat destnîşankiin, ku  li dijî pergala serdest a mêr, dîktator û serdestan, konferans bingeheke têkoşîna hevpar e û hat gotin, “Xurtkirin û domdarkirina vê bingehê di destên me de ye. Em dibêjin jin bi xwe bawer û biryarin ku dê aştiyê bîne herêmê.”

1’emîn Konferasa Jinan a Rojhilata Navîn ku bi tevlibûna 250 delegeyên 26 welatan li Salona Otela Green Parkê ya Amedê di navbera 31’ê Gulanê û 2’ê Heziranê de pêk hat, bi dawî bû. Konfaransa bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” hat lidarxistin, 3 rojan berdewam kir. Konferansa ku hatî lidarxistin diyarî Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fidan Doganê hat kirin. Jinên Rojhilata Navîn li ser dîroka Rojhilata Navîn, dîroka jinê, tecrûbeyên têkoşîna jinê û li ser plansaziya pêşerojê rawestiyan. Jinan nîeqaşên xwe yên 3 rojan qedan û encamnameya xwe ya konferansa xwe aşkera kirin.

Di encamnameya 1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn de wiha hat destnîşan kirin: “Konferansa me bi armanca piştgirî û têkoşîna hevpar a jinan a navneteweyî û welatên ereban bi beşdariya bi sedan jinên ku ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê beşdar bûn, pêk hat. Ji ber ku dê pêvajoya pêşiya me ronî bike û bibe nexşerê, konferansa me xwediyê girîngiyeke dîrokî ye. Ji 26 welatan, em 250 jinên ku li hemberî rejîmên pêkutî û kedxwariyê, dagirkirina polîtîkayên neolîberal û dagirkeriyê têdikoşin, beşdarî Yekemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn a ku di navbera 31’ê gulanê û 2’yê pûşperê de li Amedê pêk hat, bûn. Me ezmûnên xwe parve kirin. Ligel têkoşîna jinan a azadî û wekheviyê em li ser geşedanên siyasî yên li herêmê jî sekinîn û me nîqaş kir.

Wek delegasyona konferansê ji ber ku em anîne gel hev em spasiyên xwe pêşkêşî Tevgera Jinên Azad û Demokratîk dikin. Beriya her tiştî em Koma Jinên Bilind (KJB) a ku ji bo ku jina kurd bibe vîneke siyasî, têkoşîneke mezin meşandiye û di têkoşîna azadiya jinê de veguherînên şoreşî pêk anîne silav dikin. Em vê konferansê jî wek encameke vê têkoşînê dibînin.

KONFERANS DÎROKÎ YE

Em di pêvajoyeke girîng de derbas dibin. Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê veguherînên girîng dijîn. Xwe ji nû ve sererast dikin. Ev pêvajo ji bo me jinan hem hinek derfetan û hem jî hinek rîskan bi xwe re tîne. Bi awayekî rêxistinbûyî û bi bandortir beşdariya me jinan a vê pêvajoya veguherîn û ji nû ve sererastkirinê ji bo azadiya me peywireke dîrokî ye. Ji ber vê yekê jî li gor baweriya me divê ev konferans ji bo mekanîzmayên beşdariya vê pêvajoya dîrokî û krîtîk xizmetê bike.”

Jinên Rojhilata Navîn di konferansê de ev biryar girtin: “Wek tevahiya jinên hevkarên konferansê emê armanc û biryarên konferansê bişopînin û xebatên bi vî rengî wek kevneşopiyekê bidomînin. Ji ber vê yekê jî wek biryarên konferansê;

* Em ê toreke têkiliyan a ku tevahiya beşdarên konferansê bigire nav xwe saz bikin.

* Heta ku konferansa duyemîn bicive, ji bo têkilî û piştgiriya polîtîk a di navbera delegasyona konferansê de û ji bo afirandina derfetên hevkariyê yên xurtir ên di navbera me de em ê komeke kordinasyonê ya ku ji jinan pêk bê damezrînin.

* Em ê ji bo şopandına kampên penaberan ên ku jinên ji ber şerê Suriyê reviyane lê dimîn komek avabikin.

* Guherînên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bandorê li jinan jî dikin. Jin jî bi awayekî çalak beşdarî vê têkoşînê dibin. Lê dema ku desthilatdariyên nû tên ser kar, mafên jinan ji destên wan distînin, bi pergala desthilatdar a mêrane re hevkariyê dikin, li dijî jinan tundî, destdirêjî û destavêtinê pêk tînin, me ji polîtîkayê, ji qadên giştî û ji mekanîzmayên biryargirtinê dûr dixin û hewl didin ku me jinan di malan de bigirin. Zanîna me ya dîrokî û ezmûnên me nîşan didin ku îslama siyasî û têgihîştina sekularîzmê ya netewdewletê ya yekparêz bi azadiya jinê re li hev nakin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî her du modelên ku jinê red û înkar dikin bilind bikin. Em ê pêvajoya guherînê bikin pêvajoya şoreşa jinê. Ev mijara têkoşîna me ya bingehîn e. Tu ol û bawerî ji bo pêkutiya li hemberî jinan nayê bikaranîn. Ji ber cil û berg û awayên xwe yên jiyanê yên ku tercîh dikin, divê bi tu cudakariyan re rû bi rû nemînin. Divê ji ber van sedeman ji mafên civakî, siyasî, perwerdehî û xebatê mehrûm neyên hiştin.

* Em jin ji raya giştî re radigihînin ku em ê li dijî destavêtin, recm, sinetkirina jinan, kuştinên jinan, tundiya mêr û dewletê ya li hemberî jinê, polîtîkayên neolîberal ên ku dixwazin jinan bi awayekî bê ewlehî bidin xebitandin, em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ji bo ku li hemberî jinên ku di bin gefa darvekirinê de ne hestiyariyeke navneteweyî pêk bê, ji bo têkoşîna li hemberî îşkenceya di bin çavan de û kirinên xebat em ê çalakiyên hevpar li dar bixin.

* Em dibêjin ku em li dijî hemû rengên cudakariyê yên etnîk, bîrdozî, baweriyên olî, nasnameyên zayendî û tercîhên zayendî ne. Li gor me divê mafên kesên ku baweriya wan a olî tune ye jî, bên parastin. Mafê gelan heye ku zimanê xwe yê zikmakî biparêzin, pêşve bibin, bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin û bijîn. Ev daxwaz di heman demê de daxwazên jinan in.

* Em li dijî hemû dagirkirin û destverdanê ji derve ve ne. Têkoşîna mafê jinê û têkoşîna gelan ji hev nayên cudakirin. Divê li gel hev bên meşandin.

* Em modela netew dewletê ya yekparêz red dikin. Em modela netew dewleta pir reng û demokratîk pêşniyar dikin.

* Jinên ji hemû welatên ku delegasyona konferansê temsiliyeta welatên xwe dikin, heta ku jinên girtiyên siyasî ên ku ji bo maf û azadiya me û demokrasiye têkoşiyane azad bibin, em ê di qada polîtîk, hiqûqî û demokratîk bilind bikin. Em bang dikin ku rêveberiyên welatan hemû girtiyên siyasî yên jin serbest bên berdin.

* Me biryar da ku 9’ê çilê, roja ku siyasetmedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin kuştin, ji niha û bi şûnde, li hemû erdnîgariya ku delegasyona konferansê nûnertiya wê dike, wek roja bîranîna jinên ku têkoşîna polîtîk meşandine, ji ber vê yekê şehîd bûne û roja têkoşîna li dijî kuştinên jinan ên siyasî, destnîşan kir.

* Li gor baweriya me jinan, heta ku nûnertiya wekhev û rastîn a jinan di hevdîtinên aştiyê de pêk neyê, dê aştiyeke rasteqîn jî pêk neyê. Di vê çarçoveyê de ji bo ku di hevdîtinên aştiyê de nûneriya jinê pêk bê, em banga bilindkirina têkoşînê li jinan dikin. Em piştgiriyê didin hevdîtin û muzakereyên ku di navbera Rêberê Gelê Kurd Ocalan û dewletê de dest pê kirine. Ji bo ku ji van hevdîtinan encamên ku daxwazên azadiyê yên gelê kurd derkevin em ê hewldanên xwe bidomînin. Em azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin.

* Em piştgiriyê didin têkoşîna maf û azadiyê ya ku li Kurdistana ku di sedsala 20’emîn de ji aliyê 4 dewletan ve wek mêtîngeh hatiye dagirkirin.

* Em jin, azadiya gelê Filîstînê û gelê kurd wek du pirsgirêkên bingehîn ên Rojhilata Navîn dipejirînin. Em dibêjin ku bêyî azadiya van her du gelan li herêmê aştiyeke rasteqîn pêk nayê. Di serî de gelê Filîstînê û gelê kurd, em piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya hemû gelan. Em careke din bi bîr dixin ku mafê gelan heye ku çarenûsa xwe diyar bikin.

* Konferans, piştgiriyê dide têkoşîna ku gelê Filîstînê ji bo vegera hemû penaberan û ji bo azadkirina axa Filîstînê dimeşîne û em dibêjindivê Zeynep Celaliyan û çalakgeran Tûnisî ya ku got ‘Bedana min a min e’ hat girtin, serokên Filîstînî Ahmad Saadat, Marwan Barguti û têkoşerê mafên mirovan ê Bahreynî Abdulhadi Al Khawaja serbest bên berdan.

* Em jin, hemû cudakariyên etnîk, birdozî û siyasî yên derbarê azadî û mafên jinan de red dikin. Bêyî ku em cudatiyên birdozî û siyasî li ber çavan bigirin, em diyar dikin ku em ê li hemberî pirsgirêkên xwe yên ku bingeha xwe ji jinbûnê digirin têkoşîna hevpar bimeşînin.

* Ji bo ku tundiya çi li qadên taybet û çi jî li yên giştî ya ku li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li dijî jinê pêk tê, bê berçavkirin û zanîn; em ê li dijî tundiya mêr û dewletê, bi awayekî hevdem, bi hevparî kampanyayekê li dar bixin. Wek dem jî em 25’ê mijdarê, roja têkoşîna li dijî her rengê tundî û cudakariyê, pêşniyaz dikin.

* Em ê li dijî têkçûna xweza û dîroka xwe ya çandî ya ku ji ber dagirkirin û şeran têk diçe, bisekinin.

* Konferansa me ya ku dixwaze li dijî pergala serdest a mêrane, dîktator û serdestan têkoşîneke hevpar a navneteweyî bimeşîne, ji bo me jinan zemînek e. Xurtkirin û domdarkirina vê bingehê di destên me de ye. Em jin dibêjin ku em bi xwe bawer in û dê jin aştiyê li vê herêmê bikin serdest.

On June 3rd, 2013, posted in: KJKONLINE, Nûçeyên Jinan by