JİNA DİL DERYA!

1 (76)

Navê kod: ROJÎN GEVDA (faraşîn)
Nav û paşnav: Sûreyya Aslan
Cih û dîroka ji dayik bûnê: 1978-Wan
Navê dayikê: Bahar
Navê bav: Avdi
Dîroka beştarbûnê: 1993
Dîroka şahadetê: 2012 Zagros

ROJ-Û-JÎN
Di ber banga temenek çiyayîde
ref bi ref
kew difirin
çûk dibizdin
goçberiyê şermok
li ber bayek dîn dikevin
wek pelek zer
wek çûyinek bê xatir
û wek xûnavek xêmbar
li ber şahîdiya çiyayê pîroz
di siya cûdabûyinek bê ser û ber
vegere
dûrbûyîn, qûtbûyîn
ava rihê canê me zûhadike
ger ti bêy
em ê kenê zarokê bê guneh maçîbikin
ger ti bêy
wê xwedavend neviya xwe yî dilşat  hembezbike
were da ku di jiyana me de roj vebe
were da ku roja me jîn bibe
ger tu vegerî wê mij barbikin
wê çiya fermandariyeke destanî silav bikin
were rêhevala dil girav
stranên êşîrê u avazê ya çiyayî
bendewarê tene
bêrîkirin li ber sinbilek genimî xwe dimeyîne
rûyê  qûtbûyînê her tim zerdayek payîzîye
ji çavê êwra av di palîne
vêgere
ji bo xatirê silavek gerîllayî
ji bo dildariyek ezmanî
em deyndarê evînatene
di meşek aso yîda
em  dîsa şopdarê dozatene…..

ş, rojin gevda

JİNA DİL DERYA!

Navê Rojîn Gevda qet ne xerîbê van çiyan e, di hemî bîranînên kevnar de dengê lêdana dilê wê heye. Şuna rêçên wê li hemî deşt u zozanê Kurdistanê nîşanek mayînde bû. Lewra ev rêwînga têkoşînek bê hempa bû. Di qiyameta bê nav u nîşan de ew wek bablîsokek lûtkeyê bû. Gelo mirovek din wek wê heye ku di zinara de wek kulîlkeke ser hildêr be? Kî ev kas dikare were hezkirin, kî dikare wek bayek hênik xwe li nav dile agir bide? Legerînvanê aşq û azadiyê kefilê xewn u xeyalên peşerojê ne. Encax evîndarê azadiyê dikarin temenekî diyarî lêgerînê bedew bikin.Yek ji van şervanê azadî û lêgerînvanê bedew jî Rojîn Gevda bû. Di temenek piçûk de berê xwe da çiyayên Kurdistan’ê ku ew qet ne xerîbê çiya bu  keçek aşîrî û şopdara çanda kurdînî bû. Di nav malbatek welat parêz de mezin bû.  wêneyên zaroktiya Rojîn bi nexşê Botan’ê xemilî bû. Ew wek keçek botanê bi cewherê jina kurd dilê xwe yî egîtî mezin kir. Ji ber wê sedemê sekna xwe wek tilîlîyek cengawer bû. Û bi van hestan, disa li xaka botanê, sala 1993’yade dest bi gerîllateyêkir. Salên dem dirêj li botanê şahidîya destanên lehengiyê kir.

Rojîn bi serpêhatiya xwe wek dîroka zindî bu. Ev ê gelek keçên kurt ên gulî sor pê bidaba naskirn, ew ê gelek xortê şerud bidîtaya. Bi wan re meşiya, bi wan re di yek çeperî de, di nav şerê bê eman de rastiya dîrokî careke din kifşkir. Rojîn Gevda ku bi bandora rihê serhildanê tevlî refê gerîlla bû her tim xwast wek pêşengên ku ew ê navên wan bihîstbû jiyan bike. Dixwast wek Berîvan serhildêr be, weke Mizgîn fermanadareke bê tirs û dilêr be. Salên dirêj di nav zorî û zahmetiyên pir mezin de jiyan kir, qetek nan bi hevalê xwe re parvekir. Wê gelek caran lêvên xwe yî zühabuyî bi çengek av şilkir. Wê tama jiyana gerîlatiyê bi hemî awayî tamkir, bi dehan caran heya roj diçû ava di çepera xwe de şerkir. Rojîn Gevda piranî gerîlatiya xwe li Botanê, di nav şerê dijwar de jiyan kir, pênc cara birîndar bû lê ewçend jî ji jiyanê hizdikir ku bi mirinê re di nav berxwedanê de bû, ji vê boneyê wê pir birînên xedar bi binxist û ti birînan nikarî pişta wê deynê erdê. Rojîn piştî tecrube û ezmûnên gelek bi nirx bi rastî jî xwe gîhand xeyalên xwe. Bi lehengîya jinek serhildêr yek bi yek li van çiyan gerîya, rihê ava ku diherike naskir, rûwê axê naskir. Her ku sal çûn  Rojîn şibiya jina ku di xeyalên xwe de her tim zindîbûn. Weke mizgîn bu fermandarek dilêr, weke Berîvan ti carî serî li hemberî zilm u zoriyê netewand. Di tekoşîna xwe de bawermendî, bi kedkarî û fedekariya xwe dihat naskirin Rojîn. Ew kedkara arteşbûyîna jinê bû, bi qasî ku di şerê xwe de xurt û bê tirs bû, di pîvanê militantiyê de jî bê tavîz bû.

 Hemî rêhevalên Rojîn wê bi teybetmendiyên wê yî xwezayî, bi rêhevaltiya wê ya bê hêsap û bi şêvazê jiyana wê ya dilnimiz nazdikin. Rojîn ji hezaran keç û xortên kurt re fermandarî kir, wan fêrî gerîllatiyê kir, tecrûbên xwe diyarî wan kir. Di mijarên taktîk û çalekgerî de pêşengî kir. Bi kesayetiya xwe yî nirxdar nirxên pir mezin avakir. Ew jinek bedew bû û bi keda xwe mezin bibû. Di sala 1999’an de piştî veguherandina stratêjîk û vekişandina ji qadên bakûr, Rojîn jî weke gerîlayên din hate qada başûr’ê Kurdistan ê û li vê qadê giranî da perwerdeya îdeolojîk. Di demeke pir kurt de lêhûrbûnek kûr jiyankir. Rojîn jinek ji wan jinên kedkar bû ku di arteşbûna jinên Kurdistan ê de rol û misyoneke pir mezin da ser milê xwe. Ew xwedî coş û moraleke mezin bû, ew ê xwe bi keda xwe mezinkir. Şoreşgeriya ku di kesayeta xwe de jiyan dikir bi manewiyat û bi wate dagirtî bû,  ji ber wê jî di encamên êşên pir mezin de gihîştibû zanistiya haqiqetê.

Sadebûna wê, dil aramiya wê û girêdana wê yî  azadiye weke destaneke evinê ya li ser zimanê rêhevalên wê bû. ROJÎN GEVDA bi kesayeta xwe ya fedekar, biryardar, bawermend, her tim di dilê hevalên xwe de di textê hizkirinê de rûniştîbû. Bi qasî ew şervanek azadiyê bû û dilê wê bi evîna reber APO re lêdida ew qas jî fermandareke rê diyar bû. Piştî salên direj di têkoşîna azadiyê de jiyankir, di kongre ya PAJK’ê ya 8’mîn de  erka meclîsa PAJK’ê, da ser milê xwe, di rêgeza azadiya jinê de milîtantiyek bê qisûr lêgerîna wê yî esasî bû. Li gel wan erkên xwe yî îdeolojîk û rêxistinî ti carî erkên xwe yî piratîkî jî ji bîrnekir. Wek rêveberiya konseya leşkerî ya YJA Star -û- HPG’ê di pêvajoya stratêjîk a çaremîn de bi bîryardarî meşiya, wê weke ku di hemî qonaxê şerê gelê şoreşgerî de rol leyîst, di qonaxa operasyon û tevgerê gerîla de jî bû xwedî mîsyonek mezin, her wiha li qada Zagros ê di pêşxistina şerê gel ê şoreşgerî de wek fermandareke dilêr û bê tirs her tim di pêş de meşiya.

Bîranîna wê yî  giran biha, nirxê ku bi destê xwe avakirine ne mûmkûne ku werin ji bîrkirin, herî dawî li qada zagrosê wek fermandara eyaletê têkoşîna xwe dida meşandin. Li qada Zagros’ê di nav şer de, di pevçunek dijwar de berxwedaniyek bê hempa danîşandan heta mermîya dawî, heta dilopa xwîna xwe ya dawî şerkir, têkoşînkir, jiyanek destanî bi dawîkir û tevlî kerwanê nemiran bû. ROJÎN GEVDA destana jiyana xwe wek jinek dil pak, wek gerîlayeke evîndar jiyankir û weke şervaneke ji dil, di şer de xatir ji jiyanê xwest… Mirovên rasteqîn; weke şewata agir raste rast ji dilin, hatina wan jî, çûyîna wan jî rastin!…
  

Medya Doz

On July 24th, 2013, posted in: Jiyanên Fedayî, KJKONLINE by