Jinên Rojhilata Navîn bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dicivîn

Jinên Rojhilata Navîn bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dicivîn1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn li Amedê bi tevlibûna 250 jinan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ pêk bê. Endama Komîsyona Amedekariyê ya Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn Fatma Kaşan, destnîşan kir ku recm, sineta jinê, pir zewacî, di temenê biçûk de zewac, mafê siyasî û medenî, qetlîama jinê, paşverûtiya feodalîzmê hwd û bandora hêzên dagirker pirsgirêkên herî girîng ên jinên Rojhilata Navîn in û wiha got: “Em dixwazin van mijaran jî di vê konferansê de nîqaş bikin. Li hemberî feodalîte, modernîteya kapitalist û hêzên dagirker em ê têkoşîneke çawa bidin û bi hev re nexşerêyek derxin.”

1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn dê 31’ê gulanê û 1 û 2’yê hezîranê li Amedê bê lidarxistin. Ji 27 welatan 250 jin dê tevli konferansê bibin û li ser rol û mîsyona xwe rawestin. Aktîvîsta Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk û endama Komîsyona Amedekariyê ya 1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn Fatma Kaşan, destnîşan kir ku bi vê konferansê dê her sê siyasetmedarên kurd Sakîne, Fîdan û Leylayê bibîrtînin. Kaşan, got ku hevdîtina jinên Rojhilata Navîn li Amedê watedar e.

‘Civakbûna xwezayî û jin’

Fatma Kaşan, diyar kir ku mirovahî li ser erdnegariya Rojhilata Navîn hatiye sazkirin,  civakbûna xwe ya xwezayî li ser vî erdnegariyê saz kiri ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê sazkirinê de jin roleke azad, wekhev û edalet listiye. Ji civakê re serkeşiyê kiriye.  Dîroka jinê û dîroka civaka xwezeyî li vir hatiye sazkirin. Bi hezar salan li ser têkiliyên azad û wekhev li vir mirovahî jiyaye. İlm, helbest, bawerî, huner, zimanê yekemîn û bi tevahî berhemên civakî  li ser vê erdnegariyê pêk hatiye.”

‘Jin hatiye biçûkxistin’

Fatma, di axaftina xwe de bal kişand ser rol û mîsyona jinên Rojhilata Navîn û wiha got: “Di dîroka Rojhilat Navîn de dîroka jinê girîng dibinin. Bi hezar salan bi serokatiya jinê jiyan hatiye meşandin. Li ser vê esasî konferansa me girîng e, jin dê xwedî li dîroka xwe derkeve û bi derketina dewletê serdestî pêşket. Têkiliyên kedxwarî, milkiyet û kolekirina civak û jinê dest pê kir. Di her qadê de ev serdestî hat sazkirin. Ji ber vê yekî jî herî zêde li Rojhilata Navîn serdestiya zayendî li hemberî jinê li pêş e û li ser vê erdnegariyê bêtir jin hatiye biçûkxistin. Arkeolojî li ser vê erdnegariyê dîroka jinê carek din derdixe rûye erdê.”

Îslama siyasî li hemberî jinê xetereye…’

Endama komîsyonê Fatma, got ku dema di dîroka Rojhilata Navîn de, dîroka olî, sedsala niha û dîroka şoreşa gelan dinêrî, jin roleke pir mezin lîstiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin her tim pêşeng bûn. Heta îro. Di vê sedsalê de jî heman tişt  li pêş e.  Lê jin piştî ku rola xwe ya pêşengetiyê di şoreşan de list carekdin berê xwe da malê. Pêvajoya ku 3 sal in li Rojhilata Navîn dimeşe ji bo jinên rojhilatî bû tecrûbeyek. Mînaka herî girîng jî li Misirê pêk hat, ên ku pêşengetiyê kir û serokatiyê kir li qada Tahrîrê li hemberî dîktaroriyê berxweda jin bûn. Şoreşa Misirê şoreşa jinê û ciwanan bû. Li Tunûsê jî heman tişt hebû. Bi van şoreşan li dijî jinê şertek çêdibin, wek islama siyasî. İslama siyasî wek tehtîdek derdikeve pêşiya jinê û dixwazin mafên jinan ên ku bi salan bi dest xistine paşve bigirin û tên girtin jî. Li hemû welatên Rojhilata Navîn li hemberî jinê tehtîdeke. Em dixwazin van mijaran di konferansê de bigirin dest û binîrxinin.”

Recm, sineta jinê û pir zewacî…’

Di axaftina xwe de Fatma bal kişand ser li pirsgirêkên Rojhilata Navîn û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Recm, sineta jinê, pir zewacî, di temenê biçûk de zewac, mafê siyasî û medenî, qetlîama jinê, paşverûtiya feodalîzmê hwd û bandora hêzên dagirker pirsgirêkên herî girîng ên jinên Rojhilata Navîn in. Ji ber hêzên dagirker tacîz, tecawiz, fihûş, şîdet û koçberî li pêş ket.  Li Sûriyê, Fîlîstînê, Iraqê û Kurdistanê jin bi trajediyên dijwar re rû bi rû man. Em dixwazin van mijaran jî di konferansê de nîqaş bikin. Em ê çawa li hemberî feodalîteyî, modernîteya kapitalist û hêzên dagirker têbikoşin bi hev re nîqaşan bikin.”

Mijarên konferansê…

Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn li ser 3 xalan hat avakirin, Fatma wiha qala xalên konferansê kir: “Roja yekem li ser di dîroka Rojhilata Navîn de dîroka zayendî xwe çawa saz kiriye û di dîroka Rojhilata Navîn de dîroka jinê. Roja duyem de, cerîbandinên jinên Rojhilata Navîn yên dîrokî, rewşa tevgerên jinên Rojhilata Navîn û xetereyên îslama siyasî, netew dewlet, laîkiya hişk û nîjadperestiyê. Nîqaş bên kirin û roja dawiyê jî dê li ser rojeva bingehîn a dê çawa yekitiya jinên Rojhilata Navîn avabikin û em ê li ser modelê rawestin. Em ê dawiyê jî encamnameya konferansa xwe aşkera bikin.”

‘Bandora Ewropayê pir zêde ye’

Fatma, daxuyand ku di serî de Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk rexnedayîna xwe da û wiha got: “Tevgera Jina Kurd tevgereke 30 salî ye. Li Rojhilata Navîn de bandorekî vê heye.  Lê dema ku me nirxand bandora morderniteya demokratîk ne tenê li Ewropayê li Rojhilata Navîn jî bi bandor bû. Têkiliyên me bi jinên Rojhilata Navîn re dîtbarî nebûn.  Di nêzîkatiya tevgera jinên kurd û tirk de nêzîkatiyeke oryantalist hebû. Bêtir di nirxandin û analîzên me yên siyasî, wêje û tespîtan de nêzîkatiyên Rojava û dîroknasên van esas dihat girtin.  Bi zanetî nebû lê bandora wê hebû. Jinên Rojhilata Navîn jî bi çavên Ewropayê nêzî hev dibin û bi Ewropayê re têkiliyan datînin.  Referansa teorî û siyasî bi Ewropayê re tê danîn. Têkiliyên van bi hev re xurt nînin. Jin heman tiştî dijîn û heman qederê parvedikin lê ji hevdû dûrin û têkilî qels in.  Ji bo em hevdû nas bikin û hevdû fêm bikin û ji hevdû hêz bigirin konferanseke bi vî rengî hewce bû.”

250 delegeyên jin dê berê xwe bidin Amedê

Fatma, nêrînên xwe der barê têkiliyên dîplomasî de wiha anî ziman: “Piştî ku me dest bi xebatên konferansê kir têkiliyên me dîplomasiyê pêk hat. Me gelek welatan gelek tevgerên jinan re têkilî danî. Me dît ku li Rojhilata Navîn tevgera jinan gelekî xurt e. Her wiha tevgerên jinên Rojhilata Navîn nêz ve Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Azadiya Kurd nas dikin û dişopînin. Me ji bo konferansê dixwest ku yek an jî du delegeyan hilbijêrin lê wisa nebû gelek daxwaz hebû û me jî hejmara delegasyonê zêde kir. Hîn welatan 10 hin welatan, 12 û hîn welatan jî 5 jin wek delege hat bijartin. Me di serî de li ser 150 delegasyonê organîsazyona xwe dikir lê ji ber daxwazan me hejmara delegasyonê derxist 250. Serokên Tevgerên jinan, serokên partiyan, serokên saziyên sivîl, tevgerên femînist, rojnameger û akademîsyenên jin dê tevli konferasê bibin.”

Çima Amed?

Fatma, da zanîn ku Sakine Cansız pir dixwest ku konferanseke bi vî rengî pêk bê û li Ewropayê ketibû nav têkiliyeke bi vî rengî û Fatma wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me trajediyeke mezin jiya û me rêhevalên xwe bi wahşeteke mezin winda kir. Heval Sakîne ji bo li dar xistina konferansê bû hêzeke mezin.  Daxwaza wê ji bo me vasiyeteke. Amed paytexta kurda ne. Di paytexta kurdan de yên ku ruhê berxwedanê daye Tevgera Jinên kurd heval Sakine ye. Li girtîgeha Amedê li dijî îşkenceyan berxwedanek nîşanda. Di nava Tevgera Kurdan de rolek lîst. Seroka xeta azadiya jinê bû Sakîne. Sakîne, ruhe, sekneke, berxwedêreke, azadiye, ramaneke şoreşgeriyê, fikre, şexse û tenê di bedenekê de em nabînin. Ji ber vê yekî me xwest ku li Amedê, li paytexta kurdan ji bo bîranîna Sakîneyê konferansê li dar bixin.”

Amed dê 5 rojan mazûvaniyê bike

Aktîvîsta DOKH’ê Fatma Kaşan, di serî de li ser dirûşma konferansê rawestiya û wiha got: “Konferansa me bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ tê lidarxistin. Bi sala ne jin di çarçoveya bi vî dirûşmê de kar û xebatên xwe dimeşînin. Dema şahedeta Sakîne, Fîdan û Leyla pêk hat, ev dirûşm ji bo me bêtir watedar bû. Di şexsê heval Sakîne de bi milyonan kes got ‘Jin Jiyan Azadî’ 26 û 27 welatan jin dê tevli konferansê bibin. Ligel welatên Rojhilata Navîn hîn welatên bakurê Afrîkayê wekî Tunûs, Misir, Hindîstan, Afganîstanê delegasyonên me hene. Me delegasyona konferansa xwe li gorî erdnegariya Rojhilata Navîn nekir, li gorî erdnegariya siyasî hilbijart. Komîsyona sereke ji 10 kesan pêk tê. Bi dest pê kirina konferansê dê komîsyonên ku li gorî hewcedariyan bên zêdekirin. Komîsyonên teknîkî, wergervan û pêşvazîkirana mêvanan û komîsyonên dokumantasyonê jî hene.  Mêvanên me dê 5 rojan li Amedê bin. Ji bo delegasyonê jî bernameyên cuda jî dê bên organîzekirin. Xwedî malitiyeke baş bikin. Nasîna bajêr û şahî bên lidarxistin. Ji bo parvekirina xebatên Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk sînevîzyonek hat amadekirin. Her wiha bi 4 zimanan der barê jinelojî û danasîna DOKH’ê belgeyek hat amadekirin dê pêşkeşî delegesyonê bikin.”

‘Em ê xeyalên hevalên xwe bînin cih’

Fatma wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nav  têkoşîna azadiya kurd de jina kurd pêşengetiyê kir. Di şer de, li zindanan, di serhildanan de, ked û berxwedana jinan gelek zêde ye. Bi hezaran jinên şehid hene. Yen ku vê rûmetê dane me hevalên me yên şehid in. Ev jî dixwastin Kurdistaneke azad ava bikin. Xeyal û daxwazên van ev bû. Em di xebatan de van xeyalên van tînin cih.”

On June 2nd, 2013, posted in: KJKONLINE, Nûçeyên Jinan by