KJB: Çareserî li gel jinê bi xwe ye

kjb kurulta (10)Koma Jinên Bilind KJB’ê destnîşan kir ku tenê li benda dewletê mayîn û ‘tenê bi şermezarkirinê’ têkoşîna nabe. KJB’ê diyar kir ku “çareserî li gel jinê bi xwe ye û bang li jinan kir ku parastina xweya cewherî pêş bêxin û wiha got: “Divê ku jin sistema xweya demokratîk bixwe avabike, li hemberî sîstema desthilatdar ya zilam alternatîfan ava bike, polîtîka û sekna siyasî divê pêşbêxe dikare bi sîstemekê xwe biparêze.”

Koordînasyona KJB’ê biboneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Dijî Jinê û Piştevaniya Navnetewiya Jinê daxuyaniyek nivîskî weşand. KJB’ê destnîşan kir ku sîstema kapîtalîst ya desthiladar ber pirsê şîdet, komkujî û şikestan li hemberî jinê ye û hat gotin ku li aliyekê sîstem bedena jinê dike meta, erzan û bênirx, keda wê binpêdike, li aliyê din jî li hemberî hemû bêçareseriyan bi awayekî sîstematîk şîdetê pêk tîne û bi awayekî kole jinê mehkum dike û bi vî awayî jî li ser pîyan dimîne.

KJB’ê destnîşan kir ku şikestina jinê her roja ku diçe li cîhanê dê zede bibe û wiha hat gotin: “ 25 Mijdarê ku Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdetê ye lê di cewhera xwede roja serîhildana li hemberî sîstema kapîtalîste jî. Divê çarçoveyê de em silav li hemû jinên ku li hemberî sîstema kapîtalîst li berxwedidin, têkoşîna binirx didin, ji bo azadî û demokrasiyê bedel dane dikin. Em hemû polîtîkayên şîdetê lanet dikin.” KJB’ê bi lêv kir ku ne mumkîne ku hêzên desthilatdar yên dagirker li hemberî nêzîkatiya zayendî û polîtîkayên xwe ji kolê biguherîne û wiha got: “ Berovajî yê vê herêmê ku şerê qirêj tê meşandin şîdet û komkujiyên li hemberî jinê ku pêk tên bi tu awayî leza xwe winda nekirine.”

HIŞMENDIYA KU DIBÊJE ‘MA JIN BE JÎ’ BERPIRSYAR E

KJB’ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Hişmediya ku divê jin be jî zarok be jî tiştêk ku hewce bike dê bêkirin, çavkaniya hişmendiya tundiya li ser jinê ye û serokwezîr jî çavkaniya xwe jê digre. Ev hişmendiya ku rê li ber komkujiya Roboskê vekir her roj jina li kolana, li cihê kar û li her qada jiyanê qetildike û rê li ber tundiya li ser jinê vedike. Ev hişmendî tundiya liser jinê bincil dike. Di esasê xwe de ev sûcekî ku li hemberî mirovatiyê ye.”

LI GORÎ AKP’Ê CIHÊ JINÊ MAL E Û XWEDIYÊ WÊ ZILAME

KJB’ê wiha ragihand: “Roja ku AKP’ê hatiye ser hikum û heya niha polîtîkayên xwe yên li hemberî tundiya li ser jinê bi awayekî sîstematîk berfireh kirine. Di demên dawî de kuştinên jinan zêdetir bû. Li tevahiya Tirkiyeyê rojê 3 jin tên kuştin. Bêgûman ev ji ber gotinên AKP’ê û Erdogan yên zayîndperestî pêk tên. AKP bi polîtîkayên xwe yên zayendperestî di civakê de dibêje cihê jinê male, xwediyê wê zilame, fabrîqeya zarokan anînêye, hewcehiyên zilam pêktîneye, bindestê zilam deye, yan jî li dijberê wê jin kuştin û tundiyê heq dike, dixwaze di civakê de avabike.”

KJB balkişand ser zextên  jinên ku ji bo azadî û mafên jinan têkoşînê didin û wiha got: “Hejmara girtiyên jin her ku diçe zêde dibe, AKP dixwaze dibin navê îslamê de qirkirin û mêtîngeriyê rewa bike. Dewleta AKP’ê ol û baweriya civakê  bi awayekî xirap bi kartîne û dike amûra şer. Pêkanînên  tundiya li ser jinê rewa dike.”

BI ÎSTÎSMARKIRINA DÎN RE TUNDÎ REWA TÊ NÎŞANDAN

KJB’ê bal kişand ser zextên li jinên ku ji bo azadî û mafên jinan têdikoşin, tê kirin. KJB’ê zêdebûna hejmara girtiyên jin bibîr xist û destnîşan kir ku AKP bi xeta Îslamê ya desthilatdar hewl dide polîtîkayên qirkirin û mêtîngeriyê rewa bike. KJB’ê di daxuyaniya xwe de got, “Dewleta AKP’ê, hestên bawerî, olî û durustiya civakê bi nebaşî bikar tîne, weke navgînekê ji bo şerê xwe yê qirêj bikar tîne û bi vî rengî hewl dide her şêweyên tundiya li dijî jinê rewa bike.

MALBAT PROTOTÎPA DEWLETÊ YE

KJB’ê koka polîtîkayên AKP’ê yên xwe dispêre malbatê wiha vegot:

“Malbat, ku prototîpa otorîteya dewletê ye bi hemû têkiliyên civakî û siyasî re bi dewletê ve hatiye girêdan. Di nava malbatê de mêr bûye siya dewletê, jin jî bûye siya mêr yanî hevser, bav û bira. Felsefeya jiyanê, îdealên jiyanê, utopyayên mirovan li dora rastiya dewletê şikil girtine. Olperestî, neteweperestî, zayendperestî yekane îdeolojiya ku dewletê li ser piyan dihêle, diparêze û xwedî dike ye. Îdeolojiya netewe dewlet nasnameyeke çawa bixwaze, nêrîneke çawa bixwaze, wê ferz dike.

DEWLETA KU TUNDÎ AFIRANDIYE, NABE CIHÊ ÇARESERIYÊ

Lewma civak jî, jin jî, mêr jî di çarçoveya vê îdeolojiya zayendperest şekil girtine. Bi îdeolojiya zayenperestiyê re li gel desthilatdariya li ser jinê, her wiya diyar dike ka jinê çawa bijî, çawa bifikire, çawa tevbigere. Ji ber vê yekê mejiyê mêr ê serdest, li ti qada jiyanê derfeta xweîfadekirinê ji jinê re nehiştiye û hemû navgînên parastinê ji dest girtiye.”

KJB’ê da xuyakirin ku dewlet bi xwe çavkaniya tundiyê ye û feraseta ku “li benda dewletê ye, dewletê weke cihê rizgariyê dibîne” rexne kir.

KJB’ê got, “Şermezarkirina bi tena serê xwe nayê wateya çareseriyê. Divê yên polîtîkayên komkujî û tundiyê dimeşînin werin kifşkirin û hesab jê were pirsîn.” KJB’ê destnîşan kir ku divê mekanîzma parastina cewherî ya jinê bê afirandin.

ÇARESERÎ LI GEL JINÊ BI XWE YE

KJB’ê diyar kir ku çareseriya esasî li gel jinê bi xwe ye û ev yek destnîşan kir:

“Li her cihê ku lê şer, tundî, neheqî, bêedaletî heye, jin dikare çanda xwe ya parastina cewherî bi pêş bixîne û bi vî rengî azadî û cewhera xwe biparêze. Ji ber vê yekê, feraset û rêxistinbûyîna parastina cewherî, li dijî îdeolojiya serdest a mêr çeka herî bi bandor e. Zanyariya rêxistinbûyî ya jinê, vîna wê ya siyasî û sekna wê ya polîtîk, dikare xwe li hemberî mejiyê mê biparêze û ewlekariya xwe bike. Jinên ji ziman, nêrîn û sekna polîtîka a xweparastinê bêpar, dê timî rastî talan û tundiya mejiyê mêr were.”

Daxuyaniya KJB’ê bi vê bangê bi dawî bû:

“Hêza pêşeng a aştî û demokrasiyê Jin, bi sîstemeke demokratîk, sîstemeek alternatîf a li hemberî sîstema serdest a mêr û bi sekna polîtîk, dikare xwe biparêze. Lewma, bi sekneke watedar, zana û bilind jin dikare bi pergaleke demokratîk li dijî çanda destavêtin û tundiyê ya mejiyê mêr, rawest in. Jin çiqasî xurt be û bi vîna xwe re xwedî gotin be, dê ewçend karibe xwe biparêze.

Li ser vê bingehê, di serî de jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî em bang li hemû tevgerên dijberên sîstemê dikin ku li ser bingeha jiyana azad û demokratîk a li dora jinê, bi ruhê yekitiyê têkoşîna azadiyê bi pêş bixînin û xurt bikin.”

On November 24th, 2013, posted in: Daxuyaniyên Çapemeniyê, KJKONLINE by