Komkujiya Parîsê dewama komploya navneteweyî ye

98Di kesayetiya hevala Sara de vîna azad û rêxistinbûyî ya têkoşîna me ya azadiya jinê hedef hatiye girtin. Hewl hatiye dayîn meyl û yekbûyîna gelên Rojhilata Navîn a li dora têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, were parçekirin. Bi vê komkujiyê re careke din hatiye xwestin ku vîna azad a gelê Kurd bê bêdengkirin, teslîm bê girtin û gelê Kurd serê xwe li pêş qirkirinê bitewîne.

Komkujiya Parîsê dewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me ye. Çawa ku di 9’ê cotmehê de bi komploya naveteweyî ya li hemberî sedema hebûna gelê me; Rêberê me starta êrîşên komkujî û qirkirina gelê Kurd hatiye  dayîn, heman hêzan di 9’ê Çileyê de li eniyekê gihaştin hev û komkujiya Parîsê kirin. Hevala Sara, ku hiş û mejiyê zindî yê tevgera me ya azadiya jinê û milîtaniya berxwedêr a tevegera azadiyê ya Kurd e û hevalên Rojbîn û Ronahî, bi zanebûn hedef hatine girtin. Guleyên li hevalên me Sara, Rojbîn û Ronahî hatin barandin, guleyên li tevgera PKK’ê û Têkoşîna Azadiya Jinê ku cewhera wê temsîl dike, hatine barandin.

‘DEWLETÊN EWROPAYÊ RASTERAST AN JÎ NERASTERAST DI NAVA KOMPLOYÊ DE NE’

Kiryarên vê komkujiyê NATO-Gladyo ya navneteweyî, dûvikê wê Ergenekona kesk û hêzên dewleta paralel e. Van hêzan ev 200 sal in gelek komkujiyên ku nayên jimartin li Kurdistanê kirine. Komkujiya Parîsê jî ji aliyê van hêzan ve hatiye kirin. Armanca bingehîn a dewleta paralel a li Tirkiyeyê xwe daye rûniştandin û hikûmeta AKP’ê, tinekirina vîna azad a gelê Kurd PKK û tevgera me ya azadiya jinê ye. Lewma dewletên cîhanê li pêşberî vê bêdeng mane û hînê jî vê helwesta xwe dewam dikin. Bêdengî û helwesta temaşekar a dewleta Fransa û tevahiya dewletên cîhanê li pêşberî komkujiya Parîsê nîşan dide ku ew li aliyê kiryarên vê bûyerê cih digirin. Di ser komkujiya Parîsê re salek derbas bû û tevî ku kiryar diyar in jî, reaksyoneke cidî ya ji bo ronîkirina komkujiyê nehatiye nîşandan. Dewletên Ewropayê yên xwestin ser komkujiyê binixumînin, nîşan dane ku bi vê helwesta xwe re rasterast yan jî nerastesrast careke din di nava komployê de cih girtine.

Dîrokê careke din, ji tenêhiştin û qetilkirina gelê Kurd re şahidî kiriye. Li dû komkujiya Parîsê hêzên mêtînger herçend hewl dan rûyê xwe yê rast veşêrin jî, her çend hewl dan ser komplo û komkujiyê binixumînin jî, gelê Kurd ev rû dîtiye, kujer û komploker nas kiriye. Bi zanebûna bersiva ji mêtînger û komplokeran re têkoşîna xwe xurt kiriye, berxwedana xwe ya mezin û bi heybet careke din li dîrokê nivîsandiye û bersiveke mezin daye hêzên komploker.

Vê komkujiyê di nava gelê Kurd de, di nava jinên Kurd de asta zanyarî, ruh û biryardariyê bilind kiriye. Ji Ewropayê heta Amedê, ji Dêrsimê heta Mersînê, ji Qamişlo heta Silêmaniyê li gelemperiya Kurdistanê û çar aliyên cîhanê, ruh, sekin, xwedîderketina ji heft heta heftê saliyan li hevalên şehîd, xeta partiyê û doza azadiyê ya Kurdistanê, mesaja komplokeran û hêzên komkujî kirine, parçe parçe kiriye. Kurdên li Ewropayê, di serî de jin û hemû dostên me bi xwedîderketineke mezin re li Parîs û cihên din herikîn qadan û bi qîrîna azadiyê re her şewêyên çalakî û xwepêşandan lidar xistine. Li dijî vê komkujiyê bi mîlyonan mirovan, bi vîn, biryardarî û ruhê şoreşgerî yê mezin xwedî li her sê hevalên me yên şoreşger derketine û biryardariya ji bo xwegihandina jiyan û civakeke demokratîk û azad destnîşan kirine.

Li gel pêşwazîkirina bi heybet a gelê Kurd, ev heval li tevahiya cîhanê weke nirxên şoreşê xwedî li wan hatiye derketin û bûye xwedî îfadeyeke gerdûnî-enternasyonal. Weke tevgera azadiyê ya jinê, jîndarkirina vê wateyê, êdî wezîfeya me ya sereke û deynê me ye. Hevlaa Sara bûye mejiyê dîroka azadiya jinê ya beriya xwe û ev yek ragihandiye ji nifşê nû re. Hevala Rojbîn li qada navneteweyî bûye dengê gel û jinên Kurd. Hevala Ronahî jî nasnameya jinên ciwan di kesayetiya xwe de temsîl kiriye. Her sê hevalên me jî di rêya têkoşînê de bi serbilindî meşiyane û kesayetiya serketinê di cewhera xwe de afirandine. Em weke hevalên têkoşînê yên wan diyar dikin ku emê di şopa mamosteya xwe ya têkoşînê û fermandara xwe hevala Sara de bimeşin û mîrateya wan bigihêjînin serketinê. Em careke din soza xwe ya serketinê dûbare dikin. Li ser vê bingehê di serî de jin em bang li tevahiya gelê Kurd, dost û derdorên demokrat û şoreşger dikin ku xwedî li têkoşîna hevalên me Sara, Rojbîn û Ronahî derkevin û têkoşîna wan bilind bikin.

On January 6th, 2014, posted in: Daxuyaniyên Çapemeniyê, KJKONLINE by