Li Başûr dengê jinê hatiye birîn

resim5154545f5e044Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ronahî Serhat, , rewşa jinan a li Başûrê Kurdistanê  nirxand.

Ji dema ragihandina rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê, yanî ji sala 2003′an û vir ve pêwîste ji aliyê jinê ve nirxandineke ciddî bê kirin. Bidestxistina mafê xwe birêve birinê re, ku Kurd bi mafdarî jê kêfxweş e, di jiyana civakî ya Başûrê Kurdistanê û ji bo jinan çi guherand, çi tevli jiyana jinê kir, rê li ber pêşketineke çawa vekir? Divê ev yek ji aliyê zanistiya civakî ve hûr were kolandin. Heta niha em li xebateke ewçend bi îddîa li Başûrê Kurdistanê rast nehatine. Ev pêwistî hînê li benda mûxatabên xwe, hi benda rewşenbîrên xwe ye. Eger rastiya jiyanê ya li Başûrê Kurdistanê bi hevokekê were kurteberkirin mirov dikarin bêjin; feodalîz bi cîlaya kapîtalîzma ji hev ketî, bi şêweyê herî paşdemayî tê jiyîn.

Em bi awayekî zelal dibînin ku her guhertineke siyasî, guhertineke bingehîn nîne. Ji ber ku guherîna bingehîn bêyî di mêjî de, di paradîgmayê de bê kirin û bêyî armanceke bi vî rengî hebe, pêk hat. Ji ber ku azadî bi tenê weke bicihkirina desthilatdariya xwe li şûna desthilatdariya netewe-dewlet dihat zanîn, ji vê wêdetir tiştek nehat kirin. Ne raste ku tiştekî din jî bihata hêvîkirin.

Civak xwe bi xwe birêve nabe. Ji bo tevli rêveberiyê bibe ti rêyek xwe nîne. Di hilbijartinên çar salan carekê de hatina ser desthilatdariyê ya partiyên ji berê ve encama wê dihat zanîn, nayê wateya xwe bi xwe rêvebirina gel. Li başûrê Kurdistanê siyaset civakiyî, demokratîk jî nîne. Civakeke vekirî, siyaseteke vekirî, rewşeke siyasî ya gel bi nêrînên xwe yên azad û çalakiyên xwe beşdar dibe, li holê nîne.

Deng û pêjna jinê hatiye birîn

Jin jî di siyasetê de nîne. Li hin partiyên ku di şekil de cih didin jinê, ji bilî fîgurbûneke siyasî ti roleke jinê nîne. Li polît buro yên jinê, li mekanîzmayên rêveberiyê yên bijarte de cihê jinê nîne. Ji bilî rêvebirina ji aliyê mêrê serdest û bicihanîna polîtîkayên tên destnîşankirin, ti fonsiyoneke jinê nîne. Ji xwe di nava partiyên siyasî de hejmara jinê gelekî kêm e. Ne pêkane ku mirov li nêrîna siyasî, deng û pêjna jinê rast bên. Biryarên ji bo her qadên jiyanê, ji aliyê mêran ve tên girtin. Gelo di ti karekî dîplomatîk ên partiyekê de, di hevdîtineke girîng de, di karên aborî û çandî de, di perwerdeyê de, di mîtîngan de hûn rastî jinan hatin ku ji civakê re diaxivin? Mixabin em neçarin bersiva na bidin. Ji ber ku armanca demokratîkkirin û azadkirina civakê ya partiyên siyasî yên bi desthilatdariya mêr tineye, nayê bîra wan ku cih bidin jinê. Rêveberiya bi jinê re yan jî nêrînek li ser vê bi xwe partiên siyasî yên bi mora mêr, dixe nava tirs û fikaran. Dema dem û cih tê destnîşan dikin ku ew qîmetê didin jinê. Ya rast mirov li Başûrê Kurdistanê nikarin behsa hebûna çanda partiyeke siyasî ya bi pîvanên gerdûnî yên asayî bikin. Ya heyî, kesayet, û hêza siyasî ya hêza xwe ji kevneşopiya malbat-eşîrê digirin û bi sermayeya kapîtalîst û berjewendîparêzan girêdayî, hene. Ev partiyên mijara gotinê, mekanîzmaya rêveberiya navxweyî ya demokratîk a ji rêzê jî bicih nînin. Biryar ji jorê ve li ser jêrê tê ferzkirin. Bi tevlikirina her şêweyên nêrîna azad, bi nîqaşan biryar nayên stendin. Hiyerarşî û zordarî aliyê herî diyarkar ê wan e. Gelo jin çawa dikare beşdarî rêxistinbûyîneke bi vî rengî ya partiyê bibe, eger beşdar bibe wê çawa hilmê bistîne, yan jî wê çawa hebûna xwe biparêze?

Di vê mijarê de PÇDK modeleke gelekî cuda pêşkêşî me dike. Bi sîstema xwe ya hevserokatiyê, bi bernameya xwe ya partiyê, bi armancên xwe yên ji bo jinê re xwedî gelek aliyên balê dikşîne ye. Lê belê ev xet jî xwedî wê pirsgirêkê ye ku li nava civakê belav bibe, mezin bibe û bi rêxistinbûyîneke xurt xwe bigihêjîne girseyên gel ên berfireh. Lê ji niha ve, performansa wê ya ji bo azadiya jin û civakê, ji bo çareseriya pirsgirêkên demokratîkbûyînê, rê li ber coş û baldariyê vedike.

Teqlîda netewdewletan tê kirin

Divê jinên li Başûrê Kurdistanê, li derveyî partiyên siyasî yên heyî ji xwe re rêyeke din destnîşan bikin. Pêwistî bi qîrîneke siyasî-civakî ya jinê heye. Gelekî baş hatiye fêmkirin ku bi partiyên heyî yên siyasî re pêşketin çê nabe. Ji xwe azadiya jinê pêwistî bi navgînên cuda yên rêxistinbûyînê, bername, hewldan û têkoşîneke cuda dibîne. Jin nikarin problema xwe ya azadiyê ji rasthatinê, ji hin kesên din, ji wicdanê mêr re, ji ber xwe û ji demê re bihêlin. Her çend di hin partiyan de hînê nû hewldan rû didin jî ev ji rizgarkirina zewahîr wêdetir tiştek nîne. Ji ber ku der heqê cewhera demokrasî û azadiyê de hînê ti nîqaş nehatiye destpêkirin. Civakek ku pirsgirêka demokratîkbûyînê nîqaş neke, wê çawa bi pêş bikeve. Qels be jî mûxalefet li holê heye ku di vî warî de bi pêş dikeve. Lê belê ev jî rastî zext û gefan tê. Pêşketina siyasî, civakî, çandî û aborî gelekî paşdemayî y. Çima? Ji ber ku hilberînerî qels e, lewma.

Kargehên li dû hev vedibin, avahiyên mezin û bilind, otel û hwd. hilberîneriya aboriyê nîşan nadin. Divê weke zêdehiya navgînên navendên talankirinê yên karsazên derve, werin dîtin. Jin, ciwan, ji her temenî mirov di nava vê hilberîna civakî de heye? Nîne. Hemû kinc û xwarin ji derve bi awayekî amadekirî tên wergirtin. Jiyaneke ewçend xwe sipartiye derve, ancax di berdêla pere de dikare pêk were. Civakeke neafirîne, tevli hilberînê nebe, nebe xwedî rol, ew civak dejenere dibe. Wê exlaqê winda bike. Erozyona çandî bijî. Ji niha ve li hin navendên bajaran nîşaneyên vê tên dîtin.

Li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka civakîkirina aboriyê heye. Pirsgirêka guherîna demokratîk a civakî-çandî heye. Pirsgirêka perwerdeyê heye. Di bingeha van hemûyan de pirsgirêkeke ronakbîriya zîhniyetê ya rehdar heye. Dema em ji aliyê fikir-zikir-çalakiyê ve binirxînin, bi zîhniyeta heyî re ji bilî teqlîda sermayedarên kapîstalîst, netewe-dewletan wêdetir, tiştek nayê hêvîkirin. Qadên kar ên ji bo ciwanan hatine afirandin leşkeriya bi pere, polîs hînê pîşeyên herî zêde balê dikşînine. Ji ber ku perwerdeyeke bi kalîte, bi xebatên xurt ên zanistî tê dayîn. Em bi ciwanên bê perwerde, jinên bê perwerde û civaka bê perwerde re rû bi rû ne. Ev yek nayê wateya biçûk dîtina ya heyî. Ji bo rast were fêmkirin; civaka bi perwerde hilberîner e.

Jin nîne kole heye

Ji bo jinan rewş bêtir xeternak e. Jin di jiyana gundewariyê de heta mirinê li ber xwe dixebite, li ber xwe dide. Bi tenê ji bo malbat û zarokên xwe kedê dide, lê tevî ku hurmet û qîmeta mafê wê ye nayê dayîn, ji tundiyê jî para xwe digire û nayê fêmkirin ka li gel vê rewşê jî bi çi rengî dikare xwe li jiyanê bigire. Rastiyeke bi vî rengî li holê ye. Ya li bajêr jî dijî, li gorî rewşa xwe, her çend di warê bedenî û tenduristî de cudahî hebe jî, ji aliyê statuya tê de tê ragirtin ve weke hev e, di statuya koledariyê de ye. Ji bilî xizmeta ji mêr re, çêkirina zarokan û xwedîkirina malbatê ti roleke xwe nîne. Cînayetên jinê, hejmara jinên nema karî xwe li vê êş û azarê rabigirin û xwe dişewitînin, ne kêm e. Li Başûrê Kurdistanê ji bo jinê jiyan û dojeh mîna hev in.

Rizgariya ji Saddam jinên Kurd azad nekir. Jiyana wan bedewtir nebû, sîstemeke civakî ya bi hezkirin û hurmetê ava nebû. Jin a mehkûmî jinbûyîna kevneşop hat hiştin, dîsa bi heqaret, tundî û zexta mêrê desthilatdar re rû bi rû ma. Ji ber vê yekê pirsgirêka jinê pirsgirêkek ji pirsgirêka neteweyî wêdetir e. Li Başûrê Kurdistanê şoreşa jinê şert e. Bi awayekî din ne civak dikare bi pêş bikeve, ne rejîm dikare demokratîk bibe, ne jî hemû beşên civakê dikarin bêhnekê vede. Bi kurtasî divê pergala civakî-siyasî ji nû ve li ser bingeha demokratîk bê avakirin. Ji bo vê jî pêwistî giranî ji nîqaşên ronakbîriyê yên bi dengê bilind, were dayîn.

Em çi bikin, ji ku destpê bikin?

Tevgerên jinê jî ji bo azadiya jinê xwedî xebatên girîng in. Lê belê veneguheriye têkoşîneke ku civakê bixe bin bandora xwe, rê nîşanî civakê bide yan jî têkoşîneke bi bandor a siyasî-civakî bimeşîne. Ji asta komalbûyînê wêdetir neçûye. Pirsa em çi bikin, ji ku destpê bikin, çawa bikin, ji bo tevgerên jinê cihê xwe yê di rojevê de diparêze. Heta ku navendên perwerdeyê yên jinan ên xweser neyên avakirin, di siyasetê de pêngava jinê neyê avêtin û li her derê deng û qîrîna azadiyê ya jinên ji her kolanê neyê, bajarên bê reng ji bo me jinan ancax wê were wateya malên bêdeng ên mirinê. Pêwîste em ji rêxistinkirina gundên xwe destpê bikin û bi komunên jinan xebatê bimeşînin, hemû xebatên heta niha hatine kirin mezin bikin. Li kîjan partiya siyasî, li ku derê dibe bila bibe, divê jin her tim li cem hev bin, karibin li hev kom bibin. Heta ku vê neke nikare qezenç bike. Divê cihên mora çand û mêjiyê mêr lê ye tavilê werin terikandin, wargehên jinan, demên jin tên cem hev werin zêdekirin. Divê em parvekirinê, piştevaniyê, têkoşîna bi hev re weke pîvaneke jêneveger destnîşan bikin. Hingî hêza jinê ya rêxistinbûyî wê weke hêza rastî ya guhertinê derkeve holê.

On June 13th, 2014, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by