Lİ HEMBER KOMPLOYA 15 ŞUBATÊ TOLHILDANA HERÎ MEZİN SERKEFTİNA PROJA NETEWA DEMOQRATÎKE

15 sibatDi sal vegera 16. a komploya nav netewî a 15 şubatê de, careke din bi awayekî rast û Têr şirove kirin, bi qas ku ji bo demên derbas bûyî xwedan girîngiyekî mezine , her weha ji bo rewşa ku nuha em wekî gelê Kurd dijîn pênasekirin û jibo fihimkirin û vala derxstinê planên dijber ên nuh jî bi gelek dersan tijeye. Bi firasetê dest girtin hem erkekî netewiyeye hem jî pêdviyeke siyasî û exlaqiye.

Wek tê zanîn di diyalîktîka dîroka vê axê de mixabin  ji dema xweda vendan û heta nuha, komplo herdem mîna rêbazekî li hember jinan, gelan û hêzên azadîxwaz haytiye bi karanîn. Dema ku hêzên desthilatdar  dibînin ku nikarin bighên ermacên xwe, serî li vê şêwazê şer didin. Bi derew, dek û dolab û bi şêwazên xapînok hewldidin bighêjin ermancên xwe. Her weha gelê Kurd jî yek ji gelê herî kevnareye ku herdem di nav çembera komploya de perpitiye. Ji dema Sûmeran  û heta nuha ji bo ku gelê Kurd teslim bibe û bi nirxên xwe re xiyanet bike, heredem li hember rê û rêbazên weha rû bi rû maye. Bi vê rasiytyê ve girêdayî mirov kare bêje ev 200  salên dawî jî salên herî ku tê de komployê  kirêt hatine bi rêvebirin. Her ku Kudan xwestiye serîhildin û doza mafên xwe bikin, bi rastiya komplu re rû bi rû mane. Wê ne mubaleğe ku mirov bêje hemû serokên Kurd ên ku serkîşîyê serhildana  kirine bi bi riya  komplo bi şêwazên herî hovane ve hatine Kuştin. Rastiya şêx Said, Seyd riza, Abdurehman Qasimlo,Şeref Kendî,Dr Şivan,Seid Elçî û bi dehan ên wekî wan vê rastiyê radixe ber çavan. Herî dawî jî komploya nav netewî a ku di kesayeta rêber APO’ de li hemebr nasnama civakî a Kurdan pêşket xeleka herî tracîdî a vê rastiyêye. Bê guman gelek aliyên hev beş di nav bera komplyên berê û a 15 şubatê de heye. Lê gelek aliyên cawaz jî hene. Tiştê cawaz ewe ku ji roja yekê ku tevgera azadiya Kurdistan destpêkir û heta dema îro herdem bi rengekî ji hêla hêzên hegemonîk ve û hêzên ku Kurdistanê dagirker dikin û sîxwrên wan ên Kurd ve mîna nîçîrvana, dema firset dibînin êrîşdikin. Ji şehadeta rêheval Hakî Karer û heta nuha, tevger dibin şopandinê deye û herdem bi planên tarî re di nava şerdeye. Wê ne şaş be ku mirov bêje dîroka PKK’ di wateyekê de dîroka berxwedanî û vala derxitina van lingên derve û hundir ê van komployane. Tiştê herî giran ewe ku hêzê komploger ewqas xwe di civaka Kurd de rêxistinkirine dostê te û kesî herî nêzîte jî carna dijminatiyê dike. Ev jî rastiya herî bi êşe ku herdem xwe mina nexweşiyekî xerab ferzkiriye. Rêbr APO’ jî perçakî ji vê rastiya bi êş a gelê Kurd e. Di Kurdisatnê de du rastî xwe derxistin holê, serokên sexte ên ku bi gelê xwe re xiyanet kirine û xwe firotine û serokên ku vê bi doza gelê xwe ve girêdayîne, jê nereviyane û bi her awahî xwe di riya azadiya gelê xwe de xwe fedakirineye. Rêbr APO’ ji wan kesên ku tu car ruhê xwe teslîmî vê rastiyê nekir û hedem helwda ku vê qederê perçebike û şûna wê riyeke jiyanê a nûjen bi afirîne. Bi meşa xwe re, herdem hewlda ku wan maskên sexte ên ser ruyê  hêzên komploger bixîne û rastiya wan bi mirovatiyê û gelê Kurd re bi de naskirin.  Li hember veya û Ji bo ku ev meşa azadî bi ser nekeve hemû xwedayên şerê ên sed saliya 20 an Bi yek helwestê careke din di kesayeta rêber APO de fermana Kurdan destpêkirin. Dîsa gelê Kurd encama hin peymanên siyasî ên qirêji hate firotin û bi pêvejoyekî qirkirnê a nuh re rû bi rû hiştin. Lê belê vê carê wê hêzên komploger neghaştana ermancên xwe, jiber rêber APO’ bi israr û biryar û bi sekna xwe a bi rûmet hewlda ku buhayê wê çi dibe bela bibe, edî Kurd divê nebin qurbanê vê komployê û divê meşa azadî û rûmetê ku gelê Kurd destpêkiriye bighê serkeftinê. Her weha rêber APO di tabûta İmralîde, ji bo bi milyonan gelê Kurd  ev 16 sale şerê jiyanê dide û hemû zorî û zehmetîyan bi rûmetekî mezin pêşwazîdike.

Perspektîfa netewa demoqratîk tolhildana herî mezin bû li hember komployê

Di demeke ku herkes li hêviyê bû ku rêber APO’ jî bi awayekî klasîk bersîvê bide vê tracîdiyê. Lê careke din herkes li hemebr bersîv dayin wî matmayî ma. Hemû siyasetvan di gotin wê”  APO’ şer bilind bike û wê Tirkî û Kurdistan bibe gola xwînê” lêbelê taybetmendiya pêşdîtinê a pir tûj ku li gel rêber APO heye, hişt ku  pir zû têkeve ferqa vê plana mezin û şûna ku şer dijwar bike,proja komara demoqratîk pêşwazî kir û doza agir besê kir. Cûdahiya herî mezin jî ewe ku  terzê intîqamê ê rêber APO’ ne wek ê ti kesaye. Ew zane çawa palnên dijber bervajî bike û hemlên siyasî ên dijber pêşbixe. Her weha ermanca sorkirin û kûrkirina şer a ku hêzên komploger jêre plankirbûn di wê demê de heta radeyekê vala derket. Ji ber birastî jî ger di wê demê de helwestek  weha dernektiba, bi hezara fedayêyên ku amadebûn û hestyariya heyî  divê ku rê li pêşiya encamên gelek giran vekiraya. Lêbelê ger ev felaket çêbenbû sedema wê helwesta berpirsyar a rêber APOye, û herkes deyindarê wêye. Hêjaye gotinê ye ku ev 16 sale, rêbr APO bi tena serê xwe derfetên herî kêm bi kartîne,ta ku ev palanên  hêzên hegemonîk ku dixwazin gel dijminatiya hev bikin serû binî hev bike û elternatîfa wê avabke. Bi taybet hêza fikrî û wateyê a ku di van 16 salana de  di nav çar dîware de pêşket, Manîfestoya şoreşa rojhilata navîn a  nuh danî holê.  Bi guhertina paradîgamasal re û bi xistina masaka dewleta netew,kapîtalîzîm û endusturîyalîzmîre , dîsa bişîrove kirina desthilatî û rastiya şere re ne tenê ji bo gelê Kurd , ji bo hemû rojilata navîn û cîhanê rêya çaraserkirina pirsgirêkan danî holê. Paradîgma ku xwe dispêre ekolojî, demoqrasî û azadiya jinê û Perspektîfa netewa demoqratîk bingeha felsefîk, bîrdozî û pergalê a  komployê çareser kir. Her weha mirov kare bêje maskên sexte ên ku hêzên dagirker û sîxwirên xwe dibin vedişartin hate xistin û bi her awahî rastiyawan  hate deşîfrekirin. Li hember moderînîteya kapîtalîst pêşxistina modernîteya  demoqratîk ji gelên bindest û jinan û bi taybet jî ji bo pirsgirêkê rojhalata navîn û aloziya heyî mîna tu ruh bide miryekî bi bandor û pêdivî bû.

Ev 200 sale ku rojava bi pêşengiya İngîlîzan, bi rîya dewleta netew rojhilata navîn perçedike û gelan dide qirkirn. Mixabin ne gelên serdest ne jî ên bindest  vê yeka fehim nekirin û herdem di wê çerxê de çûn û hatin. Ev lîstok heta nuha jî berdewame. Nav,aktor, Tên guhertin lê ermanc heman tişte. Rojhilat bavîn bi şerê nav xweyîre mijole, rojava jî mêtinkariya xwe berdewam dikin. Lêbelê ev lîstika qirêj ji hêla rêber APO’ ve tenê ne hate deşîfre kirin di heman demê û ê girîngtirîn ew ku elternatîfa wê danî holê. Yanî piroja netewa demoqratîk ku vîna gelan,jinan û tavhî pêkahatên civakî bi cawaziyên wan dipejrîne û xwe dispêre jiyana demoqratîk, wekhev û azad. Bersîva herî bihêz û tola herî mezin bû li dijî ermancên komploya 15 şubatê. Heta netenê veya serkeftina vê projê wê rê li pêşiya komplyên nuh jî bigre.

Xwesriya demoqratîk a rojavayê Kurdistan mizgîna vala derketina komploye

Wekî ku di jorê de jî hate diyakirin, ermanca komploya 15 şubatê a bingehîn, careke din Kurdan bike amûrek pê dewletên dagirker terbiye bike, û bi riya wan dewletan jî herdem Kurdan dibin tehdîda komkujiyê de bigre. Lê belê bi pêşxistina rêbertiyame ji perspektîfa xweseriya demoqratîk re û proja netewa demoqrtîk re. Hişt ku Kurd derfetê xetekî siyasî a siyem bi dest bixin, yanî Kurd ne neçarin ku an bibin sîxur, an jî doza avakirina dewleta netew bikin. Bi vî rengî êdî Kurd xwedan elternatîfa binasnama xwe û bi nirxên xwe kare bi gelên dinre li ser heman axê bijî bi dest xist. Û di heman demê de bê ku yek ê din mêtinkar bike, hemû nasnamên etnîk, olî, mezhebî û cinsî karin bi hebûn û nasnama xwe di netewa demoqratîk de bibin xwedan maf û jiyaneke hevbeş par. Ev perspektîf mîna otopiya dihate dest girtin û heta pir kesan di gotin” derfetê pêkhatina wê nîne.” Lê belê bi avakirina xweseriya demoqratîk li rojavayê Kurdistanê li ser bingeha vê perspektîfê, di demeke kin de çiqas ev piroje li gor rastiya rojhilata navîne bi awayekî eşkere derket holê. Piştî 200 salî, cara yekêye ku gelên mezopotomiyayê derfeta xwe birêvebirinê û bi awayekî azad bi hevre jiyankirinê bi dest dixin. İsbat bû ku ger hêzên derve û sixurên wan destwerdana herêmên me nekin. Di nav gelan de tu car pevçûn û nexweşî çênabin. Her weha hate isbat kirin ku proja netewa demoqratîk piroja herî raste ji bo çareserkirina hemû qeyranan. Ji ber ev proje ne ji waşington, ne jî ji hêla londra ve hatiye ferzkirin. Ev proje li gor pêdiviyê gelan û hemû nasnamên civaka me hatiye amadekirin.  Dîsa isbat bû ku ciyê lê demoqrasî, azadî û wekhevî hebe. Ti sedemê pevçûn û şerê nav xweyî namîne. Yanî careke din eşkere bû ku pirsgirêka bingehîn a hermêma me nebûna demoqrasiyê ye. Ev 200 sale ku rojava bi riya zihniyeta nejat perestî, zayinde perstî, ol persetî û zanist perestî rê li pêşiya komkujiyên, çandî, siyasî û civakî ê mezin li rojhilata navîn vekriye. Hemû nasnamên rojhilata navîn mîna xefkê hevdû nîçîr dikin û bûne dijminê hev. Bi vî rengî li rojavayê Kurdistanê caa yekê Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û hemû pêkhatî bi vîna xwe a serbuxwe rêvbiriya xwe avakirin û parastina xwe bi hêza a xweser pêşdixin. Netenê veya; tevlê bûna jinê ji hemû qadên jiyanê re, rê li pêşiya şoreşa civakî vekir û berxwdana jinên Kurd hemû cîhan hejand.  Ev hemû bê guman ne encama tekoşîna 3 salên dawî a ku li rojava pêşket. Ked û tekoşîna rêber APO’ a nêzî 40 salî îro li rojava dibe jiyan û dibe pergal. Tekoşîna rêber APO’ a ku ji1979 li Kobanê dest pêkir ewe îro li berxwe dide.  Ew ruhê ku di xwestin bi komploya 15 şubatê teslîm wergirin û bukujin ji dost û dijmina re da diyarkirin ku hîn zindiye û binavê hemû mirovatiya azadî xwaz li berxwedide. Hêzên komplo ger bi derxistina rêbr APO’ ji rojhiata navîn, xwestin destwerdanê pêşbixin û hemû rojhilata navîn ber bi qeyranê ve bibin. Lê belê piştî 16 salan ew tuxumê ku rêber APO’ li wê axê çandibû bû dar û hemû mirovahî dibin siya xwe de hibêzkir û parast. Careke din û piştî 16 salan rêber APO’ bi xeta siyasî a demoqratîk ku xwe dispêre hêza gelê Kurd û hêza hemû nasnamên bindest bû xeta parastina bercewendiyê gelan û jinan. Ger îro rojavayê Kurdistan mîna sitêrkekê her roj di nava vê qeyran û taryiyê de di be hêvî ji bo hemû mirovatiyê, çav kaniya xwe ji heqîqeta xwe a ku xwe dispêre fikr û felsefa azadî û demoqrasî a rêber APO’ digre. Bi taybet di sala 2014 de diyar bû ku Kurdê li hember komplya 15 şubatê li berxweda ew Kurdê ku îro li hember DAİŞ’ ê jî li ber xwedide. Ew jinên ku xwe li der dora rêber APO’ kirin çeberek ji agir ewin ên ku îro li Kobanê li berxwedidin. Her weha derket holê ku Kurdê ku teslîmî komplo bû û cî tê de girt ew heman Kurd bû ku Şengal berda û teslîmî DAİŞ’ê kir.   Di encama vana hemiyan de rastiyek heye, ew jî hemû cîhan neçar ma ku li hember ruhê Kurdê azad birêzdarî bisekine û hêzên komploger li hember vê rastiyê kumê xwe derxin. Çi navî lê bikin bela bikin di rastiyê de DAİŞ rengê komplo ê nuhe. Bi riya DAİŞ’ê di xwazin vîna gelên herêmê bişkînin û careke din destwerdanê pêşbixin. Lê çawa ku rêbr APO’ bi helwesta xwe a bi rûmet ev 16 sale hewldide komploya 15 Şubatê vala derxe û pûçbike. Îro jî bi fikrê xwe, bi xeta siyasî a siyemîn ku navê wê xeta netewa demoqratîke û bi hêza rêxistinî û parastinê a ku di gel Kurd de afirandiye, carekedin komploya a bi navê DAİŞ’ê vala derdixe. Bi vî rengî şoreşa rojava tolhildana herî mezine li hember komploya 15 şubatê û hemû komployên ku pêşeroja gelan hedefdike.

Şoreşa jinê bersîva herî bi wateye li hember komploya 15 şubatê

Yek ji ermancên komplo jî ew bû ku proja azadiya jinê a ku rêber APO’ destpêkir bû çarmixbikin û bifetisînin. Lewma jî hêzên komploger bi rengê cûda cûda herdem xwestin vîna jiyana azad di jinên tevgera azadîyê de  bişkînin û dîsa wan mehkûmê koletiyê bikin. qetilkirina heval Gulan, heval Şilan û heval Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan û Leyla Şaylemez asta mezin bûna komploya li himber xeta  azadiya jinê dide nîşandan. Herî dawî jî bi riya DAİŞ’ ê hêzên komploger xwestin jinê dîsa vegerînin dema serdema navîn. Lêbelê jin ji destpêkê û heta nuha hêza herî ku bi hişyarî li hemebr komplo derket û hewlda vala derxe. Bi çalakiyên fedayî, bi xwe şewtandinê û bi gelek şêwazan  hewldan li himber hemû bandorên komplo derkevin. Tevî hemû rengên êrîşan jî jinên Kurd tekoşîna xwe di van 16 salana de bê hempa berdewamkirin. Di hemû qadên jiyanê de rêxstina xwe netenê di warê civakî û siyasî de; her weha li her çar perçan Kurdistan hêzê parastina jinê avakir û guhertin û veguhertineke mezin di tevna civaka Kurd de çêkir.  Ger îro jinên Kurd li himber hêzekî hovane mîna DAİŞ’ê bê tirs li berxwe didin û bala hemû cîhanê kişandine serxwe û bûne sembola berxwedaniya jinê, bê guman  bingeha xwe ji vê mîrasê digre. Bi rastiya jinê di rojavaya Kurdistanê de ew vîn û zanesta azadî  ku bisalaye herkes ji nedîtîve nêzdibû , kûr bi çav kir, ker bi guhkir û dengê xwe gihand hemû jinên cîhanê.  Vîn û berxwedana bê pênase a ku jinên Kurd li Kobanê û Şengalê û Mexmûrê dan nîşan dan, bi qas ku pergala bavısalarî a rojhilata navîn hejand, ew qas jî pergala hêzên komploger ên ku xwe dispêrin jina kole jî hejand. Hêzên komploger ê ku nûnertiya pergala bavık salarî dikin, neçar man ku  li vê rastiyê mukur werin(itiraf) û asta azadiyê a jinên Kurd bibînin. Ger  jinên Kurd îro li cîhanê  bûne mînak û pêşengên tevgra azadiya jin di cîhanê de . Ev jî dide diyarkirin ku lingekî bingehîn ê komploya 15 şubatê vala derketiye û negihaştiye ermanca xwe.

Bi ketina komploya navnetwî ketina sala 16. derdikeve holê ku di astekî bilind de ev komplo vala derket, ji ber tevgra azadiya Kurdistan û rêbertiya xwe îro di asta gerdonê de bi bandorin.  Xeta siyasî ku rêber APO’ pêşxist hiştiye ku Kurd bibin mifta hemû pirsgirêkên herêmê. Dîsa paradîgma ku daniye, ji bo hemû qeyranan manfestoya çarseriyêye. Lê belê tevî vana hemiyan em nikarin bêjin ku komplo bi dawî bûye . Ji ber  heta çaseriyeke mayinde neyê pêşxistin û azadiya rêber ,tendurustiya wî û ewlkariya wî neyê misogerkirin û bi guhertinên yasayî neyên gerantîkirin, em nikarin bêjin me dawî li komployan aniye. Lewma jî her çiqas em wekî tevger di astekî pêşektî dene, lê pêwîste em dîsa jî xwe ji hemû ihtîmalan re amade bikin. Ji ber ku mixabin ne dewletên herêmê ne jî sîxwirên wan hîn jî ne di zanebûna komplyên nuh ên ku tên plankirin dene. Ev jî dihêle ku di siyasetên xwe ên klasîk de israr bikin û rê li pêşiya dest werdan û komplyên nûh vekin. Rewşa li Tirkî vê rastiyê baş datîne holê. Ger hukumeta AKP’ê  di ferqa lîstikên ku tên kirin deba, bi vî rengî nêzî proja çareseriyê a rêber APO’ ji bo bakurê Kurdistan û proja xweseriya demoqratîk a rojavayê Kurdistan  nedibû. Lewma jî mixabin ji ber ku hîn jî hêzên dagirkerên Kurdistanê di siyaseta xwe a nejat perstîyê de berdewam dikin. Ev dihêle ku hêzên hegemonîk herdem bibandorbin û aloziya heyî kûrtir bikin. Lê tevî hemû aliyên neyênî dîsa jî cara yekêye ku Kurd ew qas nêzî azadî û serkeftinê bûne. Ji ber bi rastî defetên sobjektîf û objektîf tu car ewqas hevdû temam nekirine. Ger  em şaştiyên mezin nekin,ez bawerim ku çawa me komploya nav netewî bê bandorkir emê di sala 2015 bikin sala çareseriyeke mayin de û emê tekoşîn, ked, fedekarî û zehmetiya bi dehan sal bi serkeftineke mayinde tacîdarbikin. Hêza me, baweriya me , hêviya me û birayara me ji her carê bêtir  mezin û xurt re. Ger em dil û mejyê xwe sağlem bigirin tu hêz nikare li himber me vê meşa rûmetê bibe asteng.

ZaxoZagros

On January 11th, 2015, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by