Meclisa Şengalê Wê Bibe Dendika Xweseriya Demoqratîk A Ezîdiyan

zaxo zagrosDamezrandina meclîsa Ezîdiyan li çiyayê Şengalê gavekî dîrokiye û bersîva herî bi wateye li himber  73 fermanên ku gelême ê Ezîdî li himber wê rû bi rû ma. Ji ber sedema bingehîn a ku rê lipêşiya fermana vekir ne bûna rêxistin û vîna xwe parastinê bû.

Gelekî nerêxsitinkirî û nikaribe xwe birêvebibe û xwe biparêze, ew gel mehkûmê komkujiyêye. Lemwa jî avakirina meclîsê  gava sereke û a herî raste ji bo rêxistina kirina azadiyê . Fermanên ku heta nuha çêbû da nîşandan ku divê gelême tu car baweriya xwe bi hêzên derve neyine û divê xwe bispêre ramanên xwe ê xweser, rêxıstina xwe a xweser û parasitina xwe a xweser.

Nexwe wekî ku pêşiyên me gotine “çavê li deriya xwelî li seriya” ye. Ev gotin bi xwe berê bi hezar salan nehatiye heta vê rojê, ev felsefeyekî raste û her roj  rastiyê wê tê isbatkirin.

Heta nuha herdem Kurd hatin xapandin û dijmin wan ji hemû çekên xwe parastinê mehrûm kirin. Ji bo ku Kurdan bikin xulam û xizmetçiyên xwe wan nezan, bê rêxısitin û bê çare hiştin. Her weha Kurdan leşkertî ji bo herkesî kirin lê tenê nebûn leşkerê xwe. Hemû dewletên ku Kurdistan dagirkirine, li ser ked û xwîna Kurda hatine avakirin. Herkes bû xwedan welat, ax û maf,  lê Kurd herdem belengaz û perîşan man. Lê belê êdî ew dem û dewran tê guhertin û Kurd ketine ferqa hebûna xwe û êdî zanin ku tenê yek tişt kare wan rizgar bike, ew jî XWEBÛYİNE.

Xwebûyin tê wate mirov di her alîde bibe ê xwe. Yanî di hemû aliyan de divê mirov jiyana xwe bi xwe birêvebibe û çarenivîsa xwe teslîmê tu kesî û ti hêzê neke.  Mirov kare bêje gelême ê Ezîdî perçê herî berxwedanvan ku xwestiye XWEBÛNA xwe bi parêze. Li himber 73 fermanan serî netewand û baweriya xwe, nasnama xwe, zimanê û nirxên xwe parast. Ger îro Kurd nehatine tune kirin û bi temamî nehatine qirikirin deyindarê ev sekına bi rûmet a gelême ê Ezîdiye. Lêbelê ji bo ku ew koka kevnare hişkbibe û têkbiçe, tucar êrîş nehate rawestandin. Ji bo wê jî bê guman êrîşa DAİŞ ku li ser gelême ê Şengalê çêbû di bingeh de êrîş li ser koka Kurda bû. Ewan baş di zanîn ku ger Şengal qribikin tê wata  tunekirina koka Kurda. Lewma jî ev êrîş êrîşeke bîrdozî, çandî, siyasî û leşkerîbû.

Tevî hemû êş û azariyan berxwedana ku îro li Şengalê tê meşandin, avakirina meclîsa Şengalê, mandina bihezaran Ezîdiyên bi rûmet li ser çiyayên Şengalê dide diyakirin ku ev komkujî negihaşt ermanca xwe. Avakirina YBŞ, YPJ- ŞENGAL û avakirina meclîsa Şengalê bersîva herî bi wateye û gavên herî pîrozin. Ev gav biryara gelê Şengalê di XWEBÛYİNÊ de dide nîşan dan. Pêwîste herkes ji aliyê xweve xwedî li vê gavê derkeve û ji bo serkeftina wê seferber bibe.

Ev meclîs berî hertiştî banga vegerêye. Divê gelême ê Şengalê berê xwe bide axa pîroz. Divê li  derdora meclîsa xwe bibe xelekek ji agir. Çawa ku agirê Laleşê herdem geş ma, divê em nehêlin agirê  berxwedana Şengalê tucar sar bibe û vemire.  Û divê ev meclîs bibe sîwana ku hemû Ezîdiyan himêzbike .  Ger em xwedî li xwe derkevin wê hemû cihan xwedî derkeve. Berxwedana Kobanê divê derbarê de mînake.  Bê guman hem hêzên dagirker hem jî hin Kurdên paşverû di vê ku hewlbidin vê projeyê vala derxin û bê wate bikin û ji bo têkçûna wê bi xebitin.

 Hêjaye gotinêye ku ji nuhave ên ku dijbertiya şoreşa  Rojava dikirin û ji bo binkeftina wê dixebtî, îro li dijî avakirina meclîsa Ezdiyên Şengalê jî di nava heman helwestê dene. Divê derbarê de wekî hercar qenala TV a RÛDAW û piştgirên wê  serkêşiya vî  şerê taybet dikin û dîsa li ser karin. Bi riya hin kesên xwe firoş hewldidin vê projê reş bikin û ji wata dûrbixin.

Lê çawa ku şoreşa rojava hemû hewldanên  qirêjî ê van hêzana vala derxist. Vîn, helwest û rıhê berxwedanê ê gelê Ezîdî jî xwedan hêze ku van oparasiyonên  paşverû vala derxe û çarenivîsa xwe bi xwe bide diyarkirin.

Zaxo zagros

On January 19th, 2015, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by