Neteweya Demokratîk û Jiyana Civakî

494Abdullah Ocalan

Jiyana modern a serdest li dora koleya herî kevin ango jinê bi temamî veguherandine xefikekê. Jin di kapîtalîzmê de xistine rewşeke welê ku mirov jêre bibêje ‘Qralîçeya metayê’ di cih de ye. Ne bi tenê bêheqdest tê xebitandin, bi heqdesta herî kêm dixebite û ji bo kêmkirina heqdestan weke amûrekê tê bikaranîn. Yek ji wan amûrên sereke ye ku bi nermî tê xebitandin. Makîneyeke zarokanînê ya endustriyel e ku timî ji sîstemê re nifşên nû amade dike.

Amûra sereke ya endustriya reklamê ye. Ji bo pêkhatina desthilatdariya cinsiyetparêz amûrek e. Ji împaratorê global heta bi împaratorê biçûk ê nava malê amûrê desthilatdarî û xweşiya bê sînor a hemû mêrên serwer e. Ji bo yên hîç desthilatdariya wan tune ye, alaveke desthilatdariyê diafirîne. Jin bi qasî ku di dema modernîteya kapîtalîst de hatiye îstîsmarkirin di demeke din a dîrokê de nehatiye îstîsmarkirin. Ji ber ku koletiyên din -koletiyên zarok û mêran- li ser şopa koletiya jinê têne çêkirin, jiyana civakî ya kapîtalîzm ferz dike, ji bilî efendiyan bi qasî ku her kesî dike zarok ew qasî jî dike kole. Jiyana sosyal a civaka roja me ya îro hem weke kalekî kiribin zarok zarokî kirine hem jî kirine mîna pîrekan. “Gel û civak hez dikin ku mîna pîrekan bêne birêvebirin” ev gotina navdar a Hîtler vê rastiyê îfade dike. Malbat saziya herî kevn e ku li dora jinê pêk hatiye û dîsa li dora jinê tam ji hev de dikeve. Tişta malbatê ji hev de dixe şêwazê danehevê yê kapîtalîzmê ye. Ev şêwaz çi qasî civakê nehêle, tune bike, ew qasî pêk tê, lewma encama mirov dibîne û li bendê ye ew e, çi qasî hucreya bingehîn a civakê ango malbatê biqedîne ewqasî wê karibe civakê biqedîne û atomîze bike.

Tib çi qasî were bipêşxistin bila were bipêşxistin, nikare nexweşiyên di nava civakê de mîna firêzê belav dibin, rawestîne. Pêşketina tibbê bi xwe îspat dike ku bi awayekî diyalektîkî nexweşî jî çi qasî pêş ketine. Sîstema kapîtalîst bi xwe nevrotîk û kanserolojîk e, lewma mirov dikare jê li bendê be ku ferdên civakê bi van nexweşiyên bi vî rengî bixeriqîne. Milliyetgirî, dîndartî, desthilatparêzî û cinsiyetparêzî hem weke sazî hem jî weke ferdî genên zîhnî û hestî yên kapîtalîzmê ne ku timî nexweşiyê belav dikin. Nexweşiyên fizîkî yên zêde dibin nîşaneya nexweşiyên zîhnî û derûnî ne, û ev encamên xwezayî yên wê civakê ne ku ji hev belav dibe û ji hev de dikeve.

Di jiyana civakî ya modern de erka perwerdeyê gihandina ferdê dij-civakî ye. Çi jiyana ferdê lîberal çi jî jiyana welatiyê dewleta netewe, li gorî hewcedariyên kapîtalîzmê têne programkirin û pêkanîn. Bi vê armancê, endustriyeke mezin a bi navê sektora perwerdeyê hatiye pêkanîn. Di vê sektorê de ferd bîstûçar saetan ji aliyê zîhnî û ruhî ve tê bombebarankirin û bi vî awayî wî dikin hebûneke antî-civakî. Ev ferd ji polîtîkbûn û exlaqîbûnê hatiye derxistin. Bi ferdên rojane li pey zêdexwarin, vexwarin û bikaranînê dibezin, bi kesên bûne pereperest, seksîst, şoven û şelaqên desthilatdariyê xwezaya civakê ji binî ve tê xerakirin. Perwerde ne ku ji bo duristbûn û têkûzbûna civakê te bikaranîn, berevajî ji bo hilweşandina wê tê bikaranîn. Der barê jiyana civakî de mirov dikare hîn gelek analîzan bike, lê ev analîz hemû îspat dikin ku em ji zû ve gihiştine ber wî sînorî ku ji me re dibêje, “Yan civak yan netiştekbûn.”

Zanistên ji bo berjewendiyên kapîtalîzmê têne pêşxistin li ser navê çi qeşmertiyan têne kirin bila bêne kirin, jiyana mirov beriya her tiştî jiyaneke civakî ye. Hîn dewlet û kapîtalîzm tune bûn jî civak hebû. Mirov bi civakê bû mirov. Civaka klan a dişibe malbatekê û bi awayekî besît bi milyonan salan dewam kir û em naecibînin nebûya, ne bajar, ne çîn, ne dewlet û ne jî şaristanî wê çêbûna. Bajar, çîn, dewlet û şaristaniyê civak pêş nexistine, berevajî hebûna ku ev diyarde hemû pêşde birin, civak e. Di jiyana mirov de tu tişt nikare şûna civakê bigire. Dest kişandina ji civakê, ji civakbûnê derketin, destkişandina ji mirovatiyê ye û derketina ji mirovatiyê ye. Neteweya demokratîk beriya her tiştî israra civakbûnê ye; li hemberî modernîteya kapîtalîst bi dirûşmaya “Yan civak an netiştekbûn” radiweste. Bi israr e ku civaka di nava çerxên modernîteyê de ji hev de tê xistin mayînde bike, weke rastiyeke dîrokî-civakî pêk bîne. Ji ber ku girîng e, der barê jin û malbatê de xaleke taybet datîne, lê divê mirov bi awayekî bingehîn civakê weke malbateke mezin bibîne. Ev malbat e ku tevahiya dîrokê mirov çêkiriye. Roja me ya îro her tişt bûye pere, desthilatdarî, seks, futbol û tiştên weke wan ên dînê modernîteyê ne ku ev paşê derketine holê û tu carî ferdan pêk nayînin, berevajî ferdan diqedînin.

Neteweya demokratîk modeleke alternatîf e ku pê ferd û welatiyê azad pêk tê. Neteweya demokratîk li dijî netiştkirina civakê, civaka alternatîf e; li dijî civaka desthilatdarî û dewletê yan jî li dijî bêcivakbûnê civaka demokratîk e. Li dijî qedandina civakê ya her şêweyê kolekirin û newekheviyê pêk tê û pê didin qebûlkirinê, civaka gihiştiye hebûna azadî û wekheviyê ye. Dema ku mirov ji aliyê jiyana civakî ve neteweya demokratîk binirxîne, bi hêsanî mirov digihîje van terîfan. Ji bo jiyaneke têkûz û durist yek ji şertê sereke ew e, divê civakbûna neteweya demokratîk pêk bê. Civaka ku dewleta netewe ew qedandiye, ji nû ve wê bi ser wê ve tîne. Civaka bi tenduristî, ferdê bi tenduristî digihîne. Ferdê digihîje tenduristiya xwe ya zîhnî û derûnî li hemberî nexweşiyên fizîkî jî berxwedana wî bi hêz dibe û nexweşî kêm dibin. Têgihiştina li perwerdeyê ya neteweya demokratîk bi sedema ku armanca xwe civakbûn û ferd-welatiyê azad e, diyalektîka pêşketinê ya ferd bi civakê re û civakê bi ferd re ji nû ve tê danîn. Rola zanistan a mirovan civakî, azad û wekhev dike ji nû ve derdikeve holê. Neteweya demokratîk netewebûyîna civaka der barê hebûna xwe de rast serwextbûyî ye.

Civaka Kurd a modernîteya kapîtalîst aniye ber îmhayê ji bo veguhere neteweya demokratîk KCK bi rola darê piştê radibe û ji bo jiyana civaka demokratîk û ferdê azad garantî ye. Ji bo ferdê Kurd û civaka wî li hebûna xwe serwext bibin, amûra bingehîn e. Alî û şaxa polîtîk û exlaqî ya civakê bi pêş dixe û dike ku li rastiya xwe serwext bibe. Di serdema me de neteweya demokratîk ew civak e ku li hebûna xwe serwext bûye û bi vê serwextiyê xwe diparêze. Civaka Kurd a di nava pençê dewleta netewe de ku ji aliyê çandî ve tê qirkirin, tenê bi netewebûyîna demokratîk dikare ji rejîma îmha û înkarê ya li ser tê ferzkirin bibihure. Neteweya demokratîk, KCK û ferdê azad yekpare ne, û ji hev nabin.

 

 

On June 2nd, 2013, posted in: KJKONLINE, Nûçeyên Jinan by