Peyama 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê

SerokApo~4Bi qasî ku qiyasa wê bi ti dema dîrokê re neyê kirin di vê demê de pêwistî bi sosyalîzmê heye. Li gel vê pêwistiyê, dûrmayîna ji pratîk û îdeolojiya sosyalîst, bi qasî krîza kapîtalîmzê, krîza sosyalîzmê jî îfade dike. Krîza sosyalîzmê xwe naspêre sedemên objektîfî. Krîz ji ber bandorên subjektîf; kêmasiya hişmendiya hevgirtî, rêxistin û çalakiyê ye. Bêguman di vir de hegemonya îdeolojîk a kapîtalîmzê, bandora herî girîng a derve ye. Lê belê ya diyarker; bêparmayîna ji pratîk û îdeolojiya sosyalîst e. Nêzîkatî û pratîka eklektîk e.

Di serdema hegemonîk a kapîtalîzma fînans de êrîş ne tenê li dijî cîhana kedê, li hemberî tevahiya civakê, dîroka wê, ekolojî û pêşeroja wê ye. Hatiye asta; ya sosyalîzm ya barbartî, ya civak yan jî tuneyî.

Genê kapîtalîzmê ku di dehlîzên dîrokê de mîna mişkên kojoker xwe dide der, di serdema me de kansereke ku binyatiya civakê xistiye nava lepên xwe. Bêguman di vê de yekdestiya agahiyan jî roleke sereke lîstiye. Lewma divê şerê agahiyan ê ji bo rizgariya civakî, bi şerê civaka polîtîk û exlaqî re di nava hevgirtinê de were dayîn. Ji bo vê jî, pêwîste li hemberî sê lingên sîstemê li ser piyan digire; li dijî yekdestiya sermayeyê, endustriyalîzm û netewedewletê, em bi sosyalîzma xwe dispêre ekonomiya komunal, endustriya ekolojîk û neteweya demokratîk bersivê bidin. Bi gotineke din divê em li hemberî modernîteya kapîtalîst bi modernîteya demokratîk bibin alternatîf. Sîstemên têkel ên ji reel-sosyalîzm, sosyal demokrat û rizgariya neteweyî, ji ber ku li hemberî modernîteya kapîtalîst nekarî xwe ji ekonomîzma pêşvebirina li ser yek lingî rizgar bikin, têk çûn. Kapîtalîmz veguherandin cinawirekî har. Rêya rizgariyê modernîteya demokratîk û siparteyên wê neteweya demokratîk, endustriya ekolojîk û ekonomiya komunal e.

Xeleka herî qels a roja me ya îro ya sîstema hegemonîk, li erdnîgariya Rojhilata Navîn derdikeve holê. Rewşeke mîna sêyemîn şerê cîhanê tê jiyîn. Kurdistan li navenda vê erdnîgariyê ye. Tevgera azadiyê li têkoşîna antî hegemonîk a hemû komên çandî, neteweyî û gelên li vê erdnîgariyê re pêşengiyê dike. Karker û bêkar neçarin bi îdeolojiya cewherî û çeka xwe ya pratîkê ji vê têkoşînê re rêbertiyê bikin. Bi wergirtina dersê ji dîroka bihurî re; bi xwedîderketina li dîroka gelên herêmê re di serî de gundîtî û berbajarî, divê ji bo tevahiya civakê rola rêbertiyê bileyzin. PKK mîsyona xwe ya dîrokî bi vî rengî pênase dike, piştevaniya enternasyonalîst a bi gelên ehrêmê, hemû gelê kedkar û çîna karker a Tirkiyeyê re bi biryardarî tîne ziman û pratîka vê bicih tîne.

Bijî Piştevaniya Çîna Karker û Hemû Gelan!

Bimirine Hegemonyatiya Kapîtalîst!

Abdullah OCALAN

Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê

25 Nîsan 2014

On April 30th, 2014, posted in: KJKONLINE, Rêberê Azadiyê by