Peyama Newroz a 2014

Reber-APoJi temamên dostên ku dilê wan bi agirê Newrozê û aştî û azadiyê geş dibe, merheba!

Ez gelê xwe yê li Mezopotamyaya ku dergûşa şaristaniyan e, agirê Newrozê veguherand şahiyeke hişyarbûn û demokrasiyê silav dikim. Di şexsê we de ez hezkirinên xwe ji hemû jin û ciwanên welatê xwe re dişînim.

Ez bang dikim li hemû kesên ku di dilê xwe de ji aştiyê re cîhek veqetandiye, li dengê me guhdarî kiriye, ku bi ruhê piştgiriya sedsalan bibin yek. Ez cejna hemû gelên Rojhilata Navîn û Asyayê ku dergûşî ji dîroka şaristaniya dinyayê re kirine jî pîroz dikim.

Gelê Tirkiyê, yê xoşewîst!

Dîrokê nîşanî me daye eger rêbertiyeke aştiyê ya biryardar neyê pêşandan, pirsgirêkên dîrokî bi ya xwe dikin û bi gelemperî bi veguherînin pir bi windahî, bersivên xwe hildiberînin. Pirsa herî girîng a li pêşiya me, ku li benda bersivê ye, gelo bila darbe her tim xwe dubare bikin, an jî bi demokrasiyeke tam û radîkal em rêya xwe bimeşînin?

Rewşa rojane ya şênber ku ji Newroza dawîn û heta îro em dijîn, tam jî vê riya veqetînê ku dijwartir dibe şanî me dide. Ya ewê rejîma komploker û darbeker a ku, pişta xwe spartiye modernîteya kapîtalîst, ya van 200 salên dawîn, ji nûde xwe restore bike û dewam bike, yan jî têkiliyên Kurd û Tirkan ên ku li ser armanca xwe ya dîrokî hatine rûniştandin di reformên demokratîk ên berfireh re derbas bibin û bi rejîmeke xwedî destûrnameyeke demokratîk makenîzmayên komploker û darbeker parçe bikin û çareseriyê bînin. Hemû riyên navber û demî êdî mîada xwe dagirtine.

A ku heta niha dewam dikir pêvajoyeke diyalogê bû û girîng bû. Di vê pêvajoyê de herdu aliyan jî niyetên hev ên baş, heqîqet û têrbûna asta hev ceribandine. Vê ceribandinê daye xuyakirin ku ligel helwesta xwegirankirin, ji bingeha qanûnî revîn û dirêjkirina demê ya hukûmetê, herdu alî jî di lêgerîna aştiyê de bi biryar in. Lê herwiha ligel ku pêvajoyên diyalogê girîng in jî bi hevûdin ve bi temamî ne girêdayî ne. Ji ber vê yekê, ji bo aştiyeke mayînde ewlehiyeke têr û tije dernaxin holê. Li vê qonaxa em gihîştinê, ji bo rêkûpêkiya muzakereyan çarçoveyeke qanûnî bûye pêwistiyeke nebe nabe..

Aştî ji şer zortir e, lê aştiyeke her şerî heye. Dema ku me li ber xwe dida em neditirsiyan, dema ku em li hev bên jî emê netirsin.

Berxwedana me ne li hemberî gelên bira bû, lê li hemberî pergala hegemonîk, înkarker, a ku tune dikir û zilim dikir, bû. Herwiha aştiya me jî ne ji bo hukûma û dewletan e, ji bo gelên ku nirxên vê axê yên kevn û hezar salî dahurandine û amadekarên bêhempa yên mîrata çandî yê dinyayê ye, ji bo gelên Enedolê, Kurdistan û Mezopotamyayê ye. Hukûmet û dewlet divê li gorî vê rastiyê tevbigerin û barê wan pêşxistina cidiyeteke li gori vê rastiyê ye.

Rêwîtiya me ya mezin a aştiyê ji Osloyê heta Parîsê, ji Geverê heta Licê, ji operasyonên KCKê heta helwesta zalimane ya li ser nexweşên girtî, rasti gelek êrîşan hatiye. Ya ku van lîstokên qirêj tev xera bike, serdestiya Gladyoya Navnetewî hilweşîne û vala derxe ev tevger e; yanî hûn in. Di bêtesîrkirina hemû pergalên wêristî yên di herêmê de, para mezin a têkoşîna ye. Li hemberî komployên navnetewî, ku bi hezar şêweyî derdikevin pêşiya me, divê em baldar bin, ev peywireke me ya dîrokî ye. Ev aştî di serî de li Rojava, li temamê herêmê ancax wê bi çareseriyên demokratîk ên qanûnî bê xurtkirin.

Jin, ligel potansiyela azadî û wekheviya mezin, bi lêzêdekirina nirxên exlaqî û bedewî, yên nû, ku wê li pêşveçûna demokratîk a civakî zêde bikin, wê bibin barhilgirên esasî yên vê aştiyê. Tevgera me wek tevgereke ciwan destpê kiriye û her tim ciwan maye. Li hemberî êrîş û provakasyonên li ser vê aştiyê, wê dîsa ciwan bibin parastvanên wêrek û berxwedêr. Gelê me yê ku di serî de Ewrûpa, koçberî çar aliyên dinyayê bûye, wê bibe dengê me yê ku ji dinyayê re aştiyê û jiyana bi rûmet û azad diqîre. Bi baweriya welatekî tam demokratîk ku têde temamê gel û bawerî, çand û keda xwe azad hîs bikin, bi hestên xwe yên herî şoreşger ez we tevan silav dikim.

Bangî her kesên ku li hemberi dem û mirovahiyê xwe berpirsiyar dibînin dikim ku bibin kevirên avahiya aştiya me ya mezin. Silav li yên ku ji bo biratiya gelan dixebitin.

Abdullah Ocalan
Girtîgeha Îmraliyê

 

On March 21st, 2014, posted in: KJKONLINE, Rêberê Azadiyê by