Rewşa Jinên Kurd Li Her Çar Parçeyên Kurdistanê, Pirsgirêkên Azadiyê Û Rêyên Çareseriyê

JIN1 (1)

Ji pirsgirêkên bingehîn ên herêma me bi giştî û Kurdistanê bi taybet pirsgirêka malbatê û jinê ye. Wê ne şaş be ku mirov bêje, ev pirsgirêk sedema hemû pirsgirêkên aborî, civakî, tenduristî, ekolojî, polîtîk, perwerdeyî û zagonî ye. Lewma eger têkiliyên di navbera jin û mêr de neyên fêmkirin, tu pirsgirêk ne tên fêmkirin, ne jî tên çareserkirin. Di dîrokê de bindestî û serdestiya civakî, çînayetî û statuya neteweyî li ser bingeha vê pirsgirêkê ava bûye. Îro jî modernîta kapîtalîst bi her awayî jinê mîna karkerekî bêpere û bi koletiyê re lihevhatî dixwaze bi rê ve bibe. Tevî ku koletiya jinê prototîpekî hemû koletiyên civakî ye jî, di serî de sosyolojî û hemû zanistên civakî ev negirtiye dest û ev qad di tariyê de hiştiye. Ji bo hemû pirsgirêkên heyî bêne çareserkirin pêwîstî bi nerîneke nû û azadîxwaz heye. Lewma jî jîneolojî ji bo ev pirsgirêk bên ronahîkirin û çareserkirin wê di vê sed salê de xwedî roleke girîng be. Gerdûn, cîhan, dîroka mirovatî, sosyolojî, zanist, şaristanî, felesefe, exlaq, femînîzm, şer, ekonomî û her wiha hemû jiyan bi çavên jinê şîrovekirin, ji bo ku heqîqet aşkere bibe û feraseta zayendperestî bê keşfkirin şertekî bingehîn e û hîma sereke ya demokrasiye ye. Di heman demê de ji bo avakirina jiyaneke azad û hevjîn, beriya her tiştî pêwîstî bi nêzîkatiyeke ku jinê têxe navenda tekoşîna wekhevî û azadiyê heye. Eger ne wiha be, em nikarin ne azadyê û ne jî wekheviyê bi dest bixin. Li ser vê bingehê dema em civaka Kurdistanê jî bigirin dest, bi van pîvanan nirxandin û pirsgirêk pênasekirin wê nêzîkatîya herî rast be. Civaka Kurdistanê encama polîtîkayên çewisandinê ku dewletên dagirker pêş xistine, hiştiye ku hemû pirsgirêk hîn bi awayekî kûr bi aloz bibin. Encama feraseta zayendperestî, nîjadperestî, olperestî û zanistperestî ku bi awayekî pergalî ji hêla mêtinkarên Kurdistanê û hêzen navneteweyî ve tên birêvebirin, hiştiye ku jina Kurd bibe xwedî nasnameya herî bi qeyran. Di Kurdistanê de hêzên dagirker bi du xetên bîrdozî dixwazin guhertina civaka Kurd bandor bikin û bi rêya jinê civaka Kurd bi awayekî nû dagir bikin. Yekemîn xet lîberalîzma nû ye, pîvan û exlaqê kapîtalîzmê bi rêya (seks, spor û hunerê) belav dike û civaka me ji cewhera wê dûr dixe. Ya duyemîn jî xeta Îslama siyasî ye, ew jî Îslamê ji naveroka wê ya civakî û çandî dûr dixe û olê ji bo berjewendiyên siyasî û desthiladarî bi kar tîne. Her du xetên bîrdozî jî jinê mîna amûr bi kar tîne, dijbertiya azadiya jinê dike û xetereyeke mezin ava dikin. Di Kurdistanê de mêr nûneriya dewletê di malbatê de dike, çawa dewlet ji bo gelê Kurd hemû rengên bêmafî û şîddetê rewa dibîne, mêr jî heman tiştî li ser jinê dimeşîne. Encama feraseta bavik û polîtîkayên dewletê di nav xwe de tehekumkarî, kujerî, çavnebarî û hesûdiyê xwedî dike. Hiştiye ku di civaka me de her roj bi dehan jin an xwe bikujin, an jî bêne kuştin. Ji hêla mêr ve jiyan bi têkiliya cinsî ve tê sînordarkirin, lewma bê hed û hesab zarok çêkirin, ji bo mêrê Kurd mîna berdewamiya jiyanê tê dest girtin û mîna çavkaniya hêzê ye. Bi vî rengî ji bo dewletên dagirker jî hejmareke mezin ji karkerên xwedî heqdestên erzan û artêşeke ji kesên serberdayî ava dike ku ew jî tişta herî xizmeta wan dike. Li ser vê bingehê jî xanedantî (malbata mezin) mîna saziyeke herî berbiçav xwe di Kurdistanê de diparêze û dewletên dagirker jî heta dawiyê vê destek dikin. Ev zordariya di hundirê malbatê de bi polîtîkayên hêzên mêtinkar re dibin pergal û li hember jina Kurd di nava şerekî de ne. Di qada huqûqî de zagonên heyî li ser bingeha zayindperestiyê hatiye amadekirin, lewma ji pêkanîna wekheviyê jî dûr in. Di warê aborî de jî jin bi awayê herî xerab tê mêtinkarkirin. Keda jinê ya mezinkirina zarokan bê qîmet tê dîtin û karê ku jin dike karê bêwate tê destgirtin. Jixwe gelek jinên ku dixebitin jî heqdestê werdigirin yanî (pere) ji hêla bav an jî mêr tê bikaranînin û mafê jinê yê bikaranînê nîn e. Her wiha di warê tenduristî, perwerde, polîtîka, çand û hunerî de jî, ji encama vê feraseta zayendperest a bavik û dewletên dagirker, jinên Kurd rewşeke bi aloz dijîn. Çanda destdirêjiyê ku di vê sedsala dawî de gelekî pêşve çûye, derbasî hemû damarên têkiliyên malbat û civakê bûye. Birçîbûna cinsî ku modernîta kapîtalîst belav dike, di civaka me de jî bi bandor e. Bi taybet têkiliyên derveyî exlaq ê di nav malbatê de her roj hîn pirrtir dibin, li kêleka wê siyaseta fuhûşê ku dewletên dagirker bi zanebûn di civaka me de pêş dixin, rê li pêşiya felaketeke civakî vedike. Di warê perwerdeyê de li derveyî Başûrê Kurdistan zimanê dayikê yan qedexe ye, yan jî mîna zimanê perwerdeyê bi kar nayê. Di heman demê de encama zîhniyeta zayindperest de, gelek keç hene ku malbat wan nadin xwendin. Ev jî rê li pêşiya nezanî û gelek pirsgirêkên cuda vedike. Tevî ku em di sedsala 21’emîn de ne jî li hin deveran keç tên sunnetkirin û bi navê namûsê tên recmkirin û kuştin. Bi giştî mirov dikare bêje, îro di kesayeta jina Kurdistanê de şerekî bîrdozî, çandî, civakî û polîtîk li dijî civaka me pêş dikeve û pêşî li demokratîzebûnê tê giritin . Ji bo wê jî pirsgirêka jinê di Kurdistanê de ronîkirin û çareserkirin wê bê wateya ku hemû pirsgirêkên neteweya Kurd ên heyî wê ji tariyê rizgar bibin û pêşî li çareseriya wan bê vekirin. Li ser vê bingehê eger mirov rewşa parçeyan bigire dest:

REWŞA JINÊN LI BAKURÊ KURDISTANÊ:

Di Bakurê Kurdistanê de piştî avakirina Komara Tirkiye û pêve, gelê Kurd bi siyaseta pişaftinê qirkirina çandî re rû bi rû ma. Ziman, çand, huner, folklor, nasnameya siyasî û civakî ya gelê Kurd hatiye qedexekirin û hemû rengên komkujiyê hatine bikaranîn. Şerê taybet ê dewletî jî herî zêde bi rêya jin û ciwanan hatiye pêşxistin. Komkujiyên ku di destpêka sedsala 20’emîn de li wî parçeyî hatin pêkanîn rê li pêşiya tirsê, xwe înkarkirinê û pêşî li qeyranên civakî ên mezin vekiriye. Polîtîkaya dewletê ya ku li ser civaka Kurd dimeşe mîna xizanî, nezanî, pişaftin û bêêxlaqî dema bi feraseta zayendperestî ya mêrê Kurd re dibe yek ev bi xwe re ji bo jina Kurd encamên gelek giran derxistiye holê. Mirov dikare bêje ku ev rewş heta damezrandina PKK’ê dewam kiriye. Ji bo jinê derketina Tevgera Azadiya Neteweyî weke zayendineke nû mirov dikare bi nav bike. Bîrdoziya tevgera azadiyê ku prensîba wê ji hêla Rêber APO ve hatiye danîn, pirsgirêka azadiya jinê weke pirsgirêka sereke girtiye dest û çareserkirina wê ne piştî şoreşa neteweyî, di nava şoreşa neteweyî de şoreşa jin hatiye pêşxistin. Exlaq û çanda azadiyê ku PKK’ê di civaka Kurd de belav kir, hişt ku di nav refên jinan de bandoreke mezin ava bibe û di asta şoreşê de guhertin di civaka Kurdistanê de çêbibe. Her wiha bi avakirina Tevgera Azadiya Jinan ve bi hezaran jin tevlî nav refên gerîlla bûn ku vê jî rê li pêşiya artêşbûna jinê vekir û bi sed hezaran jin tevlî serhildanan bûn. Vê ramana azadiyê ya Rêber Apo hişt ku gelek nêrînên zayendperest mîna ( jin nezane, jin nikare xwe biparêze, jin lewaz e, jin namûs e û hwd. ) di civaka Bakur de bêne şikandin . Êdî jin di şer de pêşeng e, di serhildanan de serkeş e, di siyasetê de xwedî rol e. Bi vî awayî ji bo jinên vî parçeyî jiyan ne tenê çêkirina zarokan, kirina karê malê û xizmetkirina mêr e. Êdî jin di her qadê de xwedî maf, xwedî rola pêşengtî û bi bandor e. Wê ne şaş be ku mirov bêje qehremanî, fedakarî û asta zanistê ku jinên Kurd di Bakur de afirandiye, ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo jinên Tirk û tevahî jinên Rojhilata Navîn jî, mîrasekî mezin ava kiriye û ji gelek gavên yekemîn re pêşengî kiriye. Cara yekê ye ku Partiya Azadiya Jin ava kiriye, Hêza Parastina Jin pêş xistiye, ji sedî 40 kotaya cinsan di partî û meclîsên giştî de bi dest xistiye û pergala hevseroktî di wî parçeyî de hat pêşxistin, di heman demê de yekemîn ajansa jinê li wî parçeyî hat vekirin. Yanî di vê sedsalê de jinên vî parçeyî mohra xwe li gelek gavên yekemîn dan. Bêguman dema ku em van vedibêjin nayê wateya ku hemû pirsgirêkên jinan hatine çareserkirin. Îro ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk ve şerekî qirêj tê meşandin û herî zêde jî ev şer li ser jin û zarokan dimeşe. Hemû rengên asîmîlasyon, komkujî, çanda destdirêjkirinê li hember jin û zarokên Kurdistanê tê bikaranîn. Civaka Kurd bi rêya esrar û fuhûşê tê xerakirin û hemû rengên bêexlaqiyê tê bikaranîn. Ji bo ku têkoşîna azadiya jin lewaz bike û bê bandor bike, bi her awahî êrîşî jinê dike. Ji kuştinê bigire heta girtin, êşkencekirin, destdirêjkirin, di dibistanên taybet de perwerdekirin û bi bîrdoziya dewletê û xweînkarkirinê ve şûştina mejiyê jinan, weke polîtîkaya bingehîn a dewleta Tirk e. Bi rêya hemû rengên birçîbûna ajoya cinsî, ajoya birçîbûnê û her wiha bi şerê biyodesthilatî ve, hewl dide bi rêya jina Kurd civaka Kurdistanê ji cewhera wê derxe û li gorî berjewendiyên xwe terbiye bike. Hukûmeta AKP’ê ku dijminatiya azadiya jinê dike, piştî ku hate ser hukûm û pêve, bi awayekî vekirî û balkêş êrîşên li ser Tevgera Azadiya Jin bilind bûye. Bi rêya çapemeniyê Tevgera Azadiya Jin tê hedefkirin, bi hezaran jinên siyasetmedar û akademîsyen hatin girtin û ji bo ku rê li pêşiya xebatên tekoşîna azadiya jin bigire, hemû rengên êrîşên bîrdozî, psîkolojîk û fizîkî pêş dixe. Û bi rêya çapemenî re hemû rengên teşhîr, terorîzekirin û reşkirinê bi kar tîne. Ev siyaseta AKP’ê ya faşîst ku xwe li ser Îslama siyasî dide rûniştandin, dema bi zîhniyeta feodal û paşketî a zayendperest ku hîn jî xwe di civaka me de berdewam dike, dibe yek, dihêle ku di malbatê de hemû rengên zorê û bêçaretiyê li ser jinê bê ferzkirin. Ji ber ku asta pêwîst a zanistî nehatiye bidestxistin û saziyên ku ji pirsgirêkên jinan re bibin bersiv kêm in û yên hene jî ji hêla dewletê ve an qedexe dibin an jî tên girtin. Her wiha encama polîtîkayên dewletê û zîhniyeta zayendperest ku rê li pêşiya, nezanî, xizanî, bêçaretî, şîddetê vedike, di hêla ku jin mehkûmî rewşa heyî bibin û rê li pêşiya kuştinên bi navê namûsê veke yan jî gelek jin xwe intîhar bikin. Ji hêla Tevgera Azadiya Jin a Bakur ve gelek kampanyayên li dijî cinayetên namûsê, zora li hember jinê, ji kuştina jinan na re çêbûn. Bêguman di aliyê ronîkirina pirsgirêka jin de û balkişandina ser zora ku li ser jinê tê meşandin gelek enacamên erênî derketin. Ji bo ku ev karên wiha xwe bigihînin encamên mayînde diyare ku pêwîstî bi têkoşîneke mezin û berdewam di warê civakî, aborî û çandî de heye.

REWŞA JINÊN ROJHILATÊ KURDISTAN:

Piştî şoreşa Îslamî û vir ve bi zagonên herî zayendperest civaka Rojhilatê Kurdistan jî hate birêvebirin. Mêr bi her awahî der barê jinê de xwedî maf e. Encama muhafezekarî û Îslama siyasî ku desthilatdariya Îranê bi kar tîne jinê bê vîn dibîne. Di sîstema Komara Îslamî ya Îranê de jin bexçeyê mêr e, çawa dixwaze wiha diajo. Piştî Komara Mahabad û vir ve têkoşîna ku hat birêvebirin, di warê civakê de bandora wê lewaz ma û ji bo jinê jî guhertin neda avakirin. Her çi qas jinên Kurd di vî parçeyî de bi her awayî xizmeta partî û rêxistinên siyasî bikin jî, ev veneguheriye rêxistineke xweser û hêzeke çalak. Lewma jî bandora van rêxistinan di aliyê civakî û rêxistinkirina azadiya jin de gelekî kêm maye. Bi damezirandina PJAK’ê re û bi avakirina rêxistina Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistan (YJRK) re jin di wî parçeyî di warê hişmendî, rêxistinî û çalakiyan de pêşketinên girîng çêkirine. Tevlîbûna bi sedan jinan ji Tevgera Azadiyê re û bi tevlîbûna serhildanan re gelek qalibên civakî hatine şikandin û rêya jiyaneke nû li pêşiya jinên Rojhilat vebûye. Qehremantî û berxwedana jinên Kurd mîna Şîrîn Elemhûlî û bi sedan ên wek wê , di dîroka wî parçeyî de rûpeleke nû vekir. Îdamkirina Şîrîn Elemhûlî asta tirsa Komara Îranê ji şoreşa jinê re pirr zelal datîne holê. Li Îranê jî feraseta zayendperest a mêrê Kurd û feraseta Komara Îranê di nav lihevhatinekê de êrîşî jinan dikin. Heta niha jî gelek jin di bin navê namûsê de bi kuştin, recm û zorê re rû bi rû dimînin. Ji ber ku ji jinan re tu rêyên rizgariyê nemane gelek jin an xwe dişiwetînin, an jî xwe bi darve dikin. Û ji ber xwekuştin mîna kafirtî tê binavkirin, tu encam nayê derxistin û dîsa jin sûcdar e. Her wiha ji ber ku tevgerên jin qedexe ne û bi îdamê tên cezakirin, ev nahêle ku têkoşîna azadiya jin pêş bikeve û rêxistinên jinan ava bibin. Lewma pirsgirêk her roj hîn bêhtir kûr dibin û kuştina jinan zêde dibe.

REWŞA JINÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ:

Ji salên 1990’î û pê ve, di encama têkoşîna bi dehan salan û raperînên gel, di warê pirsgirêka neteweyî de pêşketinên erênî di wî parçeyî de derketin holê. Di van 12 salan de bêguman gelek pêşketin di warê çandî û civakî de çêbûn. Di aliyê pêşketina civaka sivîl a jinê de gavên girîng hatin avêtin û di vî parçeyî de jî lêgera azadiyê di nav jinan de zêde bûye. Lê belê dema mirov li asta tevlîbûna jinan a siyasetê, aborî û hemû qadên jiyanê meyze dike, gelek pirsgirêkên demokratîzebûyinê hene. Tevî ku tevlîbûna jinan ji sedî sed ji raperîn û serhildanên salên 90’î re çêbûn û jinan roleke mezin di têkoşîna neteweyî de lîstibin jî mixabin tevlîbûna jinê ji sedî 30 ji parlamentoyê re û tenê wezaretek ji hêla jinê ve tê birêvebirin. Ev jî rewşeke ku divê bê şîrovekirin. Li gorî rapirsên ku çêdibin û bûyerên ku di ragihandinê de tên xuyakirin, her 24 seatan jinek bi şîddeta mêr re rûbirû dimîne. Ev bêguman di serî de çavkaniya xwe ji zîhniyeta zayendperest a aşîretî ku hîn jî li ser civaka me serwer e digire. Di temenekî biçûk de keç dana zewicandin, nedana xwendin, vîna jinê nasnekirin û biçûkxistin, nakokiya di navbera çanda eşîretî û çanda modernîteya kapîtalîst de û bandora wê li ser jinê, di jinê de aloziyeke mezin ava dike. Li gorî ku tê şopandin tevgêrên azadiya jin jî di pêşxistina zanestiya zayendî, rêxistin û çalakiyê de lewaz dimînin, di heman demê de di xwe gihandina stratejiyên hevbeş û projeyên civakî de jî gelek kêmasî hene. Jinên Kurd di wî parçeyî de roleke pêşeng di parastina çanda neteweyî de lîstin û eger îro ziman di wî parçeyî de ne hatiye pişaftin çavkaniya xwe ji vê digire. Lê bele, di salên dawiyê de û bidestwerdana Amerîka ji Iraqê re di rêya TV, huner, înternet û hwd. de çanda Rojava tê belavkirin û ev dihêle ku jin û ciwanên Kurd ji çanda Kurdayetiyê dûr bibin, berê xwe bidin çanda Rojava û li hember xwebûna xwe biyanîbûn pêş bikeve . Yek ji Pirsgirêkên bingehîn ku divê mirov li ser bisekine jî xeteriya Îslama siyasî ye. Di van salên dawî de Îslama siyasî bi awayekî berfireh ji aliyê hêzên derve ve, di Rojhilata Navîn de tê rêxistinkirin û di Kurdistanê de jî tê belavkirin. Hedefa Îslama siyasî ew e ku bi navê olê koletiya jinê restore bike û jinê careke din têxe xizmeta berjewendiyên desthilatdariya mêr û hêzên hegemonîk ku naxwazin çandeke azad û demokratîk pêş bikeve. Pevçûna ku ji hêla lîberalîzma nû û Îslama siyasî ku li ser jinê çêdibin, hem di jinê de, hem di ciwanan de pirsgirêkên giran ava dike, di hêla ku kesayet parçe bibe û ji hişmendiya azadiyê dûr bikeve. Lewma bi qasî ku têkoşîn ji bo demokratîzekirina çanda eşîretî û bavik pêwîst e, divê em têkoşînê li hember pişaftina çanda Rovayî û pêla Îslama siyasî jî pêş bixin.

REWŞA JINÊN LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ:

Ev parçe jî piştî Duyemîn Şerê Cîhanê bi giranî ji hêla Partiya Baas ve bi qirkirina çandî û înkarkirinê re rû bi rû maye. Partiya Baas bi rêya zagon û siyasetên xwe zayendperestî rewa kiriye û jin li dervî hemû qadên jiyanê hiştiye. Li hember vê her çi qasî tevger û partiyên siyasî ên Rojava ji destpêkê ve heta niha di programên xwe de cih bidin pirsgirêka jin jî di warê pratîkî de tu guhertinên berçav çênekirine. Eger niha di kongreya niştîmanî de jin bi hejmareke gelekî kêm cihê xwe digirin encama vê rewşê ye. Di Rojavayê Kurdistanê de her tişt ji hêla Sîstema Baas ve hatiye dagirkirin û tenê saziya malbatê maye. Lewma hem jin hem mêr di nav paşverûtiya vê saziyê de aloziyeke mezin dijî. Malbat hem nasname ye, hem stargeh e hem jî cihê parastinê ye. Ji ber ev sazî pîroz tê dîtin, ji bo belav nebe hemû rengê koletî û desthilatî tê daqurtandin. Girêdana jin û mêr bi vê saziyê re astengeke mezin li hember demokratîzebûyina civakê çêdike. Piştî Tevgera Azadiya Kurdistanê derbasî wê qadê dibe bi şoreşa Bakur ve girêdayî di civaka Rojava de jî bandoreke mezin çêkir. Tevlêbûna bi hezaran jinan ji refên şoreşê re, bi telîbûna bi deh hezaran jinan ji xebatên siyasî re di nêzîkatiyên zayendperest de hejandineke mezin çêkiriye û gelek qedexeyên jiyanî ji ser jinê hatin rakirin. Îro eger di hemû meclîsên TEV-DEM’ê de ji sedî 40 jin cih digirin encama tekoşîna bi salan ku jinê daye. Bi tevlîbûna nav refên gerîllayan bi qasî pêşketina ruhê neteweyî, ew qasî jî di jinên vî parçeyî de baweriya bi hêza xwe, ketina ferqa koletiya xwe çêbûye û asteke bilind a zanistiya azadiyê afirandiye. Di zîhniyeta zayendpereset de jî qonaxeke mezin ava kir. Ji ber ku hukûmeta Baas ji bo xwe ev pêşketin bi tehlîke didît, bi hemû rengên êrîş û qedexeyan bi ser Tevgera Azadiya Jin de çû û bi awayekî faşîzane bi dehan siyasetmedarên jin û welatparêz girtin. Weke berdewama siyaseta AKP’ê li Rojava jî hemû rengên bêexlaqî di civaka Rojava de hate birêvebirin. Bi rêya dublajkirina filmên Tirkî, bi rêya şebekeyên esrar û fuhûşê û dîsa bi siyaseta birçîbûnê hewl didin ku derbeyê li civaka me bidin. Her wiha bi lewaziya zanistiya civakî û qedexekirina tevgera azadiya jin re têkoşîna azadiya jin heta berî şoreşa Sûriyeyê zehmetiyên mezin dijiya. Di wî parçeyî de jî di salên dawî de xwekuştin, bêexlaqî û zora li hember jinê di asteke xeter de rû daye. Ev jî dide nîşandan ku bi awayekî lez û bez divê tevgerên azadiya jin têkoşîna xwe bilind bikin, firsendê û dema heyî baş bi kar bînin.

REWŞA JINÊN KURD ÊN LI EWRÛPA:

Nêzîkî milyonek Kurd li wê derê dijîn, hejmara pirr ji Bakur e, piştre Rojhilat, Başûr û Rojava ye. Koçberiya yekemîn di salên 1960’an de di encama xizaniyê de, di salên 1990’an de di encama êrîşên nîjadperestî yên dewleta Tirk ve koçberî çêbû. Penaberiya hemû parçeyên din jî ji ber encama nîjadperestiya dagirkerên Kurdistanê ye. Malbata Kurd ku xwe li ser feodalîteyê dide bicihkirin li hember çanda Rojava êdî tê hilweşandin. Lewma bûyerên berdanê di malbatên Kurdan de zêdebûne. Ji ber jin nema statuya xwe ya heyî qebûl dike û mêr dest ji rola xwe ya desthilatdar bernade dibe sedem ku aloziyên mezin rû bidin. Bandora çanda Rojavayî û pişaftina çand û ziman ku ciwanên Kurd pêre rû bi rû dimîne, nakokiya di navbera zarok, dê û bav de jî zêde dibe. Piştî qeyrana aborî ku li Ewrupa dest pê kir, ji ber bi giranî jinên Kurd ne xwende ne, dihêle ku yan pirsgirêka kar an jî heqdestiya kêm pêş keve. Di van salên dawî de û ji ber çanda exlaqî a Rojavayî ciwanên Kurd bandor kiriye gelek ciwan ji pîvanên exlaqî yên civaka Kurd dûr bikevin, ev jî rê li ber kuştinê li ser navê namûsê vekiriye. Di salekê de 4 jin hatine kuştin. Jinên ku di nav têkoşîna azadiyê de cih digirin hîn bêhtir sîstemê çareser dikin û pirsgirêkên wan hîn kêm in. Di van salên dawî de li gorî nifşa yekemîn û duyemîn nifşa sêyemîn a Kurdan bi giştî xwende ne û di gelek aliyan de aktîf in. Bi vê ve girêdayî rola ku jinên Kurd di siyasetê û dîplomasiyê de dilîzin li ser jinên çepgir û demokrat ên Ewrûpî bandor dike û xwedî sekneke alternatif e. Ketina jinên Kurd a parlamentoya Ewrûpa jî vê baş nîşan dide.

REWŞA JINÊN KURD LI RUSYA Û ERMENISTANÊ:

Heta salên 1990’an pirraniya Kurdan li Ermenistan û Kazakistan diman. Ji bo ku Kurd nebin hêz, Stalîn wan koçber dike. Her çi qasî derfetên xwendinê serbest in jî lê di encama muhafezekariyê û bi navê parastina ziman û nirxên de xwe gelek jinan dibistan nexwendiye vê rê li ber nezantiye vekiriye. Ji bo pêşxistina çand û hunera Kurdî, jinên Kurd li van welatan di parastina zimanê Kurdî de rolek mezin lîstine û pêşengî kirine, radyoya Êrîvanê mînaka herî balkêş e . Piştî salên 1990’an û pêve di encama bêkariyê de gelê Kurd ji gundan derbasî bajarên mezin bûn. Piştî vê pêvajoyê û pêve jin jî bê rol û kar dimînê û çavên xwe berdidin çanda kapîtalîzmê. Bandora çanda biyanî li ser mêrê Kurd hiştiye ku jinê tenê mîna amûra ajoya zayendî bi dest bigire û bi kar bîne. Mêr di warê exlaqî de û bi taybet di bajaran de ketinê dijî, jin jî ji ber pirsgirêka ziman û bêkariyê girêdayî mêr dimîne û mehkûmî çar dîwaran dibe.

Weke Koma Jinên Bilind em xwe di ber rewşa heyî de berpirsiyar dibînin. Ji ber ku em rewşa jinên Kurd ne bi mêr re ne jî bi dewletên dagirker re nikarin îzah bikin. Her çi qasî di warê bîrdozî, rêxistinî û çalakî de kedeke mezin çêbûbe jî, me nikarîbû em pêşî li çanda destdirêjiyê bigirin û asta pêwîst nehat bidesxistin. Êrîşên zîhniyeta desthilatdariya mêr û hêzên dagirker çi qas mezin jî be eger jin zane bibe, bê rêxistinkirin û çalak bibe, tu hêz nikare li hember wê bisekine. Li ser vê bingehê weke Koma Jinên Bilind KJB wê ked û hewldana me ew be ku em ê vê têkoşînê bi biryar û bi israreke mezin pêşve bibin.

RÊ Û RÊBAZÊN ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA AZADIYA JINÊ LI HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ

Dema em li rewşa jinan a li her çar parçeyên meyze dikin, mijarên hevbeş hîn bi awayekî zelal derdikevin holê. Di hin mijara de cewazî hebe jî, di bingeh de ne pirr cuda ye. Li ser vê bingehê eger mirov rêyên giştî ên têkoşîna azadiya jin destnîşan bike:

Xebatên Bîrdozî :

  • Azadî ji bo kesên ku di ferqa koletiya xwe de ne, ji ber ku kesê ne di ferqa koletiya xwe de be doza azadiyê jî nake. Bi qasî ku jin û mêr asta zanistî û hêza watedayinê di kesayeta xwe de pêş bixin ew qasî dikarin azad bibin. Lewma pêşxistina xebatên perwerdeyî, bi rêya (akademiyên jin, malên perwerdeyên jinan, semîner, pêşxistina perwerdeya mêran, bikaranîna çapemeniyê, kovar, rojname û hwd) pêwîstiyeke sereke ye.
  • Li hember hemû amûrên bîrdoziya bavik bi awayekî programên perwerdeyî yên dibistanan, tv, radyo, huner, spor têkoşîn pêşxistin.
  • Ji bo em bi nerîna jin hemû qadên jiyanê şîrove bikin û pênase bikin, di heman demê de ji bo em bandora zîhniyeta bavik ji ser her qadên jiyanê rakin, pêwîst e em zanista jin pêş bixin. Di navend û akademiyan de xebatên pêşxistina jineolojiyê ji bo azadiya civakê şertekî bingehîn e.
  • Li hemberî xeta lîberalîzma nû û Îslama siyasî pêşxistina zanistiya civakî.
  • Ji bo ku jin xwe ji hemû rengên xefkên bîrdozî yên mêr mîna zayendperestî, nîjadperestî, olperestî û zanistperestî rizgar bikin, pêwîstî bi avakirina akademiyên bîrdozî, çandî û civakî yên hevbeş hene.

Xebatên Rêxistinî:

  • Ji bo têkoşîneke bi hêz bê meşandin pêwîstî bi rêxistinên mezin heye. Yekîtiya di nav jinan de şertekî bingehîn ê serketinê ye. Lewma çi qas mijarên cewaz jî hebin bi awayekî rêxistinî û hevbeş têkoşîn pêşxistin mijareke jiyanî ye. Di serî de rêxistinên jin ê her parçe divê di nav xwe de hevbeş tevbigerin û bi parçeyên din re di nava diyalog û hevkariyê de bin. Xwegihandina organîzasyonên hevbeş, înîsiyatîfên hevbeş avakirin û xwe gihandina rêxistinên hevbeş wê bihêle ku encamên bi lez û bi hêz derkevin holê.
  • Di hemû parçeyan de di nav rêxistinên giştî de pêşxistina rêxistinên jin ên xweser.
  • Bi qasî girîngiya yekîtiya rêxistinî ya jinên Kurd, bi jinên Ereb, Fars, Tirk, Ermenî û Asûrî re jî têkilî avakirin û tevgerkirineke hevbeş ji bo têkoşîna azadiya jin mijareke bingehîn e.
  • Divê hevbeşbûna jin ne be qurban ji bo tu berjewendiyên partiyên siyasî, mezhebî, olî û kesayeti
  • Li hember xizaniyê pêşxistina kooperatîfên jin.
  • Li hember çanda destdirêjkirinê û zîhniyeta zayendperest navendên çandî yên jin avakirin.
  • Li hember zewacên ku di temenekî biçûk de çêdibin park û cihên perwerdeyên jinên ciwan avakirin.
  • Bi txwestekên hevbeş têkoşînkirin ji bo guhertin û veguhertinan mijareke nebe nabe ye.
  • Komîsyonên lêkolînê ên hevbeş avakirin mîna lêkolîna întîhara jinan, cinayetên li ser navê namûsê, sunnetkirina jinan û encamên wan bi raya giştî re parve kirin.
  • Li hember hemû rengên êrîşan rêxistinên parastina cewherî pêşxistin.

Xebatên Çalakî Û Aktîvîteyan

  • Divê çalakiyên me ji bo xizmeta azadiya jin û demokratîzekirina civakê be.
  • Li hember tundiya ku li ser jinên Kurd heyî çalakî pêşxistin.
  • Ji bo di hemû sazî, rêxistin, encûmen û parlamentoyê de û hwd, kota her du cinsan bibe ji sedî 40 xebatên hevbeş û kampanyayên hevbeş bên pêşxistin.

Kampanyayên demkurt û demdirêj li gorî mijaran pêşxistin.

  • Li dijî darvekirina jinan û recmê ku li Rojhilatê Kurdistanê pêk tê, çalakî û kampanya pêşxistin.
  • Li hember zewaca di temenê biçûk de çalakî û kampanya pêşxistin.
  • Li dijî cinayetên namûsê çalakî pêşxistin.
  • Ji bo serbestberdana jinên Kurd ên ji bo sedemên siyasî hatine girtin çalakî pêşxistin.
  • Li dijî întîharên jinan li her parçeyan çalakiyên hevbeş pêşxistin.
  • Li hember fuhûşê û bêexlaqiyê çalakî pêşxistin.
  • Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê çalakî pêşxistin.
  • Di rojên bi jina ve girêdayî plan û çalakiyên hevbeş pêşxistin.
  • 9-13’ê gulanê ku rojên şehadeta Şehîd Leyla Qasim û Şîrîn Elemhulî ye. Di asta neteweyî de bê destgirtin û pêşwazîkirin.
  • Ji bo guhertina zagonên ku bi zîhniyeta zayendperest hatin avakirin têkoşîn pêşxistin.
  • Li hember destdirêjkirin û hemû rengên êşkenceyan çalakî pêşxistin.
  • Ji bo serbestberdana zarokên Kurd ên di zîndanên Tirkan de çalakî pêşxistin û kampanyayên cur bi cur pêşxistin.

Di dawî de mirov dikare bêje ku îro asta ku jinên Kurd gihiştinê tevî hemû kêmasiyan, asteke ku mirov jê serbilind be. Jinên Kurd ji dema xwedawendan bigire heta Zerîfe û Leyla Qasiman, ji Zîlanan bigire heta Şîlanan, ji Viyanan bigire heta Şîrîn Elemhuliyan ji bo azadiya neteweyî û azadiya jinê destanên qehremantiyê ava kirine. Hezkirina xwe ji welat û azadiyê re di hemû şoreşan de danîne holê û hîn jî xwedî heman helwestê ne. Lê ji bo ku jinên Kurd van destanan bikin desketiyên mayînde, pêwîstî bi têkoşîneke hevbeş heye. Jinên Kurd îro xwedî wê zanestiyê û dînamîzmê ne. Asta ku jinên Kurd di warê, zanistî, rêxistinî û çalakiyê de bi dest xistine, ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jin û civaka Kurdistanê, ji bo hemû Rojhilata Navîn jî wê asoyeke nû veke. Ked û mîrasa salan, şehîdên jin û berdêlên azadiyê, hêvî û daxwaziya jinên Kurd ên azadiyê me bi berpirsiyariya dîrokî re rû bi rû dihêlin. Bersiva herî rast ji bo van hemûyan, xwegihandina stratejiyên hevbeş û di nav jinên Kurd de yekîtîyeke li ser prensîbên azadî û demokrasiyê avakirin e. Di heman demê de pêşengî ji Yekîtiya Neteweya Demokratîk re kirin e. Baweriya me ew e ku her jinek azadîxwaz a amade û ne amade, berendam e ku berpirsiyariyeke wiha bide ser milê xwe. Hêviya me jî bêsînor e ku her kes wê bi vê zanebûn û ciddiyetê tevbigere. Di dawî de em hemû jinên beşdar silav dikin û serketinê dixwazin.

On June 2nd, 2013, posted in: Jineolojî, KJKONLINE by