Reyhaneh Jabbari hat darde kirin

reyhaney cabbabiDi derbarê jina bi navê Reyhaneh Jabbari ya ku berî niha 7 salan tecawîzciyê xwe kuştî de di 21’ê Nîsanê de cezayê dardekirinê hat dayîn. Piştî cezayê dardekirinê ji bo rakirina cezayê dardekirinê kampanya hat despêkirin û kampanya rastî eleqeyek mezin hat. Li gel hemû bangên ji bo paşde vegerandina ceza  jî Reyhaneh hat dardekirin.

Di sala 2007’an de jina 26 salî Reyhaneh Jabbari ya dekorator dema ku ji bo dekorekirina ofîsa Morteza Abdolali Sarbandi diçe ofîsê û li wê rastî tecawîzê hat. Ji bo xwe biparêze tecawîzciyê xwe xiste ber kêran û piştî bûyerê hat girtin. Li Tahranê ew xistin girtîgeha Evîn. Reyhaneh bi cezayê dardekirinê hat cezakirin. Li pêşberî dozger diyar kir ku wê tenê parastina xwe kiriye. Lê ji wê re hat gotin ku divê ji malbata Morteza lêborînê bixwaze û bi rizaya wan dikare cezayê dardekirinê bê rakirin. Reyhaney jî diyar kiribû ku ewê tucarî lêborînê ji malbata Morteza nexwaze, ji ber tuştek ya lêborînxwestinê jî nebû.

Ji bo rakirina cezayê dardekirinê yê Reyhaneh rêxistinên navnetewî bi dehan caran bang kirin.

Herî dawî dê di 1’ê cotmehê de Reyhaneh dardekiribana lê daredekirina wê rastî bertekên mezin hatibû û ji ber zêdebûna nerazîbûnan cardin hatibû paşxistin. Lê weke Îranê bi hezaran mirov darde kirî îro Reyhaneh jî dardekir.

On October 28th, 2014, posted in: KJKONLINE, Nûçeyên Jinan by