SAKÎNE MANFESTOYAME A JİYANÊYE

777Jiyan di bin siya pergala bavik salîr de ji bo jinan bûye işkenecekî rojane. Ji bo  jinan pergala desthilatiya mêr du rê hiştiye, an wê teslîmê vê jiyana kole, bê wate û bê armanc bibin, an jî wê xwe bukujin û jiyanê buxwere bidin kuştin. Lêbelê bi derketina PKK’ê re li ser bingeha pirensbên azadiyê jin, malabat, mêr ,evînî û jiyan ji nuhve hate pênase kirin û rêya civakbûyina azad hate vekirin. Ev hişt ku ji destpêkê û heta nuha PKK’ e û tevî hemû propagandayê şerê taybet jî, bibe ciyê ku jin lê hebûna xwe dibînin. Ev rastî hişt ku rêheval Sakîne Cansiz bê dudilî bibe Rêwiya vê riya pîroz. Dibê ku di wê demê de zanista azadî ewqas ne xurt bû lê belê hetsên azadî xwaz hişt ku bibe şervaneke azadiyê a qehreman . Rêheval Sakîne bi sekna xwe a serhildêr li himber faşîzmê ji bo jinan perspektîfekî nuh afirand ,perspektîfa “ jin kare li hember hemû rengê bindestiyê serîhilde û biserkeve” ev ji bo jinên Kurd dihat wateya ku jin ne mehkûmê jiyana kole a ku desthilatiya mêr datîne pêşiya wê, jiynekî din heye ew jî jiyana bi tekoşîne,ji ber  têkilyên azad û wata jiyanê ancex bi tekoşînê mirov kare bi afrîne. Bi sekna xwe û berxwedaniya xwe, rêheval Sakîne mîltantiya jin pêşxist û li her çar perçên Kurdistan bû perçakî  nirxên civaka Kurd. Ev jî di jinan de bi xwe bawerî û cesaretekî mezin avakir. Her weha civakbûyina nuh a gelê Kurd  li derdora şoreşa jinê her roj mezin û firehtir dibû. Ev hêza jin herdem tirsekî mezin di desthilatiya mêr de çêdikir. Ji bo ku vê serhildana jinê bêbandor bikin û vîna derketiye bişkînin, êrîş tu car nehatin rawestandin. Mirov kare bêje komkujiya Parîsê lûtka van êrîşane. Ermanca vê komkujiyê biqas ku têkbirina pêvejoya çareseriyê  a ku ji hêla rêber APO’ ve dest pêkirbû, ewqas jî derbe li tekoşîna azadiya jin xistin bû. Pergala bavik salarî ku xwe dispêre bindestiya gelan û koletiya jinan, azadiya jinê wekî destpêka mirina xwe dibîne. Lewma jî her rengê komplo,komkujî û dek û doloban rewa dibîne. Wê neşaş be ku mirov bêje ger heta nuha aktorên ku destê wan di komkujiyê de heyî nehatine tesbîkirin , ev dide diyarkirin ku hev karî heye û hêzên Gladiyo ên navnetewî bihevere ev komkujî pêkanîne. Hêjaye gotinêye ku ev hêzên tarî hîn jî li ser karin, û wê ne şaş be ku mirov bêje; hêzên komkujiya Parîsê pêşxistine heman hêzên ku îro destk didin DAİŞ’ê. Komkujiya Praîsê û komkujiya ser  jinên Şengalê xizmeta heman ermancê dikin. Her du komkujî jî di kesayeta jina Kurd de dixwazin vîna Kurdan bişkînin û mehkûmî koletiyê bikin.

Lêbelê rastiyek heye ku mixabin ev hêz naxwazi nasbikin ,ew jî çiqas êrîş mezin û dijwar dibe ewqas israr û cesareta jinan xurtir û mezin tirdibe. Bi rastiya berxwedana Kobanê û di rastiya Arîn Mîrkan de hate diyarkirin ku meşa rêheval Sakîne,Fîdan û Leyla destpêkirine wê ji hêla bi meliyonan jin bê berdewam kirin. Her weha dan diyarkirin ku pêwîste herkes bi rêzdarî, bi pirensîb û bicîddiyet nêzî vê hêza derketiye holê bibe. Dîsa di berxwedana Kobanê de jinan dan nîşan dan ku jinên Kurd gihaştine asta ku karin xwe biparêzin û tola xwe ji pergala, derewker, zordar û hov a mêr bigrin. Jinên Kurd êdî bûne perçakî ji agir,  biqasi ku cihanê bi berxwedan û cesareta xwe ronahî dikin ,ewqas jî dijminê azadiya jin dişewitînin û ji holê radkin. Careke din hate nîşandan ku bi komkujiya Parîsêre jinên Kurd ne tirsiyan û paşdenektin, bervajî ew êdî bûne hêza ku çarenivîsa şer û aşîtîyê diyardikin.  Jinên Kurd ew azadiya ku bihezaran sal wenda kirine bi hêza azadî û aşîtiyê ku afirandine rê lipêşiya hevpeymaneke civakî a nuh vedikin û bûne hêviya mirovatîyê. Meşa ku Sakîne, Fidan û Leyla nivçe hiştin îro li Kobanê, li Şengalê û di kesayeta her şervaneke jin de roj biroj ber bi serkeftinê ve dere. Û çawa ku rêheval Sakîne manîfestoya me a jiyanê  bû wê ji bo jinan her dem hevpeymana jiyana azad be.

Zaxo zagros

On January 7th, 2015, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by