SAZIYÊN JINAN Û MAFÊ MIROVAN, OLDARÊN HEQÎQÎ WERIN SER KAR!

nijeryaWelatekî dûr; li bakur rojavayê Efrîkayê. Di dibistanê de di dersên erdnîgariyê de û carcarna jî di nûçeyên dawî yên êvarî de bi kurtasî behsa vî welatî tê kirin. Wekî din jî ne haya me ji Nîjeryayê heye û ne jî ya wî ji me. Lê birastî jî min bixwe cara pêşîn rêxistina bi navê Boko Haram (Rojava Heram) bihîst hem bala min kişandibû û hem jî min gotibû vaye dîsa rêxistineke radîkal a olî ya din jî derxistin holê! Derxistin holê, ji ber ku em li rêxistinên radîkal ên Îslamî dinihêrin wisa hema bixwe, ji nav dînamîkên xwe yên herêmî, yan jî li ser pêwîstiyekê derneketine holê. Hema bêje hemû jî bi destê hêzên emperyal hatine avakirin.

Mînaka –rêxistina- El Qaîde li ber çavan e. Di dawiya salên 1970’yî de, Erebîstana Siûdî, Pakistan û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li dijberî Sovyeta Rûsya di avakirina El Qaîde de rol leyîstin. Desteka madî dan wan. Di şerê Efxenîstanê de bi ser ketin û Sovyet ji Efxenîstanê vekişiya. Piştî ku rola xwe ya esasîn leyîstin, yanê Emerîka karê xwe bi wan qedand, êdî dem hatibû El Qaîde ji holê were rakirin, belavkirin. Pêvajoya piştre jixwe tê zanîn; Emerîka bi operasyoneke mîna fîlimên Hollywoodê Ûsame Bîn Ladîn (sazkarê El Qaîdeyê) kuştin… Lê El Qaîde hê jî heye!

nijeryaBoko Haram jî rêxistineke li ser şopa El Qaîdeyê hatî avakirin. De îcar mirovê ji ku derê bawer bike ku ev rêxistin jî serbixwe ye, dixwaze ola Îslamiyetê belav bike û li dijberî Rojava, Kapîtalîzm an jî modernîteyê şer dike!

 Vê dema dawîn jî navê Boko Haramê bi revandina derdorî 300 keçên zarok û ciwan ên xwendekar di cîhanê de deng veda. Keçên ku ji dibistanan revandine, li gor xwe ji perwerdeya rojavayî, ya modernîst rizgar kirine. Wê bi vî rengî nehêlin ku ev keçên ciwan bi nirxên rojavayî bên perwerdekirin û li gor rêzikên Îslamiyetê jiyana xwe berdewam bikin. Bi qasî beşa bûyerê ya heta vê derê kesên ku piştperdeya van rêxistinan nizanibin wê bixwazin bişopînin.

Lê esas bûyer rengê xwe ji vir û şûn de nîşan bide. Kesekî bi navê pêşengê, rêberê Boko Haramê, çek di stûyê wî de, rûyê xwe pêçayî, bi cil û bergên nîv leşkerî, li derdora wî çend kesên mîna wî dixuyên daxuyaniyek di dest de dixwîne. Daxuyaniya ku bi zorekê dixwîne esas niyeta wan pir baş derdixe holê. Dibêje ev keçên hatine revandin wê di bazarên keçan an jî mirovfiroşan de werin firotin. Xwîn di damarên mirov de dicemide! Bêhemdî mirov dibêje ‘ka we yê van jinan rizgar bikira, teslîmî edaleta Îslamiyetê bikira?’ Çareseriya ji van keçan re dîtine ji koletiyekê avêtina koletiyeke din e. Bêyî ku ji wan bipirsin, îradeyek nîşan bidin!

Di Îslamiyetê de cihê tevgereke wiha di tu dem û diyardeyê de tune ye. Ji dema derketin û belavbûna Îslamiyetê ve em dinihêrin Hz. Muhemed cihekî girîng daye jinê. Kesa yekem ku pêxembertiya Hz. Muhemed nas dike, erê dike û heta dawiya jiyana wî destekê didê jinek; Hz. Xetîce ye. Hz. Muhemed rewşa jinê li gor berê baştir dike. Di jiyana wî de gelek mînak hene ku pêşiya jinê vekiriye, ji zilma mêr parastiye, mafên weke mîras (Sûreya En-Nîsa ayeta 11) daye jinê. Jixwe cihê dayîkê di Îslamiyetê de ew qas pîroz e ku Bihuşt di bin lingên dayikan de hatiye pênasekirin.

Dîsa di mijara koletiyê de jî rêzikên Îslamiyetê pir zelal in. Zeyd, koleyek e ku hatiye azadkirin, ji wan kesên ku pêşî pêxembertiya Hz. Muhemed, her wiha ola Îslamiyetê qebûl kiriye. Yanê di ola Îslamiyetê de kolekirina mirov ji mirov re tune ye, hatiye qedexekirin. Mirovên di şeran de dîl hatine girtin jî serbest hatine berdan. Di sureya Nîsa ayeta 92’yan de hukmekî wiha heye; kî ku bi şaşî mumînek bikuje pêwîst e koleyekî mumîn azad bike û heta afû nekin diyetê bidin malbata kesê hatiye kuştin. Di sûreya Nûr ayeta 33’yan de hikmê ji bo azadkirina kole tê pênasekirin.

Tu li ser navê Îslamiyetê ji bo rizgarkirina ev qas keçên ciwan bêyî îradeya wan rabî wan birevînî jixwe di destpêkê de li dijberî naveroka Îslamiyetê derdikevî. Ya din jî tevî ku di ola Îslamiyetê de firotin, stendin û kolekirina mirovan tune ye, hatiye qedexekirin jî tu yê van keçan weke kole bifiroşî. Tu eleqeyeke vê bi Îslamiyeta esasîn re tune ye. Ev Îslamiyeteke sexte ye ku li gor berjewendiyên xwe ava kirine, yan jî teşe dayînê ye.

Ji aliyê din ve Emerîka radibe daxuyanî dide û dibêje em ê herin Nîjeryayê wan keçan ji destê vê rêxistinê rizgar bikin. Dîsa ji bo xwe mijarekê dît ku mudaxeleyî welatekî din –ku jê re dibêjin welatên cîhana sêyemîn- bike, biçe bikeve nav pirsgirêkên hundirîn, desthilatiya xwe lê deyne! Çawa be ji bilî wan û welatên Rojava kesên din mafê mirovan, demokrasiyê nizane ya. Jixwe Fransa jî heman pêşniyar kiriye ku biçe keçên Nîjeryayî ji destê Boko Haramê rizgar bike.

Senaryoyeke mîna vê em ji Rojhilata Navîn jî bi bîr tînin. Di 2003’yan de bi hinceta ku çekên kîmyewî li Iraqê hene ketibûn Iraqê û Sedam Huseyînê bi destê xwe xwedî kiribûn girtibûn bêyî ku darizandineke berfireh lê bikin darde kiribûn. Çawa be cendirmeyên dinyayê ne ya, ew qas pêşketî ne ku li ku derê binpêkirina mafan hebe mafê mudaxeleyê di xwe de dibînin û diçin dagir dikin!

Neteweyên Yekbûyî di rewşên wiha de bi piranî dikeve dewrê lê heta niha hê dengek jê derneketiye. Dîsa gelek rêxistinên mafên mirovan ên serbixwe, sazî û dezgeyên jinan hene. Gelek rêxistinên misilman ên rastîn, terîqetên mirovparêz, şexsiyetên oldar, mele û şêx hene. Ger birastî jî ev hemû di îdîaya mafparêziya kesên mafê wan hatine binpêkirin de bin pêwîst e demek beriya demekê, bi lezgînî bikevin dewrê û çawa dibe ew dizane biçin wan keçan ji destê vê rêxistina paşverû xelas bikin. Keçên Nîjeryayî û malbatên wan hawar hawar a wan e, li hêviya alîkariyeke dostanî û mirovî ne. Yan na wê Emerîka weke di fîliman de nîşanî mirovahiyê dide dîsa xwe bike rola xelaskerê xizan û bindestan.

Sema Amed

On May 9th, 2014, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by