Şoreş pirsgirêkên jinê çareser nekir

Revolution didn’t solve the woman issueDamezrînera Tevgera Serhildana Jinan a Cîhana Ereban Farah Bargavî, diyar kir ku jin û mêr bi hev re di nav şoreşê de cih girt lê piştî demekî hewldana jinê nehat dîtin. Farah, daxuyand ku Tevgera Jinan li dijî cudakariya li hemberî jinê têdikoşe û wiha axivî: “Têkoşîna me ya neteweyî dest pê kir û piştre li hemberî jinê cudakariyeke mezin hat pêş xistin. Lê divê jin li dijî sansûra li hemberî xwe têbikoşe.”

Damezrînera Tevgera Serhildana Jinan a Cîhana Ereban Farah Bargavî, di axaftina xwe de bal kişand ser rêxistinbûna xwe û da zanîn ku li dijî îstîsmariya li hemberî jinê xwe birêxistin kirine. Farah, der barê Damezrînera Tevgera Serhildana Jinan a Cîhana Ereban de wiha nêrînên xwe anî ziman: “Me navê rêxistina xwe kir Tevgera Serhildana Jinan a Cîhana Ereban. Me xwest rêxistina me bibe dengê hemû jinên Ereban. Em dixwazin jinên berberî, ermenî, asurî, kurd û jinên din tevli rêxistinbûna me bibin. Li dar xistina Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ji bo me watedar e. Me di konferansê de gelek şoreşgerên jin nas kir. Ji bo şoreş pêk bê divê em ji şoreşê bibawer bin.”

‘Parvekirina tecrûbeyan girîng e’

Farah, diyar kir ku berê jî Tevgera Jinên Kurd nas dikir û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Min der barê Tevgera Jinên Kurd de lêkolîn kiribû. Ji bo min tişta herî girîng çend zimanê me cuda be jî em nirxên civakê parvedikin. Ji ber vê sedemê jî parvekirina me ya tecrûbeyan girîng e. Jinên li Fîlîstinê, Misirê û Kurdistanê heman zilmê dibinin. Lê jinên kurd têkoşîneke mezin didin meşandin. Li pêş hemû tevgerên jinên Rojhilata Navîn nin.”

‘Bandora xebatên hevpar girîng e’
Farah, got ku Tevgera Serhildana Jinan a Cîhana Ereban li dijî cudakariya malbatî, aborî û civakî ya li hemberî jinê têdikoşe. Farah, daxuyand ku ji bo jin mafê xwe bizane û ji bo mafê xwe têbikoşe hewldidin û wiha pê de çû: “Em dixwazin ligel tekoşîna cuda cuda têkoşîneke hevpar bidin meşandin û tecrûbeyên xwe parvebikin. Her wiha em dixwazin mijara jinê bi hêztir bidin nîqaşkirin û nîqaş jî bikin. Tiştên ku nayên nîqaş kirin nîqaş bikin. Niha li herêmê gelek jin di nav rêxistina me de têkoşîna xwe didomînin. Li Yemen, Tinus û Fasê rêxistinbûnê herêmî pêk hat. Her wiha ji bo me qada herî girîng qada hiqûqê ye. Ji ber ku jin di hêla qada hiqûqê de nayên parastin. Em ne tenê welatekî li hemû welatan xebatên hiqûqê didin meşandin. Ji ber ku hiqûq bi zimanekî komplike hatiye nivîsandin. Her wiha em dixwazin bi saziyên sivîl re jî têkiyan daynîn û xebatên hevpar bidin meşandin.”

‘Li hemberî şoreşa mêr û pergalê têdikoşin’

Farah, di axaftina xwe de bal kişand ser şoreşan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di şoreşan de jin û mêr bi hevre têkoşîn dane. Her kes wekî kesek tevli berxwedanê dibû. Lê piştî demek hewldanên jinê hat marjînalkirin û hat cudakirin. Lê ji ber vê nêzîkatiyê jin rêxistinbûna xwe ava kir. Me dît ku divê têkoşînek li hemberî zîhniyeta serdest a mêr bê dayîn. Di vê çarçoveyê de me di  nav cîhana Ereban de rêxistineke bi vî rengî avakir. Şoreş her tim domdare û tu carî naqede.”

‘Nahêlin jin xebatên hunerî bikin’

Farah, got ku jin her tim di hêla çand, perwerde û civakî de bi aktîf bûn, piştî ku li herêman hejmara saziyên sivîl zêde bû xebatên hevpar derketin holê. Farah, di axaftina xwe de bal kişand ser Enstitûya Reqsê ya Modern û da zanîn ku Wezareta Çandê girîngiyê neda vê enstitüye fona ku dida betal kir.  Em niha di merheleyeke kritik de nin. Ji bo me hemû jinan tişta herî girîng têkoşîna hevpar e. Divê me qedera xwe bi xwe xêz bikin. Heta wekheviya di navbera jin û mêran em ê têkoşîna xwe bidomîn.

Damezrînera Tevgera Serhildana Jinan a Cîhana Ereban Farah Bargavî, li Lûbnanê dijî û di  nav tevgera jinan de cih digire. Farah li Qahîreyê edîtorî û wergervana serbixe ye.

On June 6th, 2013, posted in: KJKONLINE, Nûçeyên Jinan by