Şoreşgerên Amerîkaya Latîn Azadiya Ocalan Xwestin

alba 2

Li Amerîkaya Latîn, rêxistinên civakî yên sivîl ên pêşverû û şoreşger, Meclîsa Parzemînî ya Tevgerên Civakî (ALBA) damezirandin. Di damezirandina ALBA de Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî amade bû.

Kongreya Tevgera Gundiyên Bêerd, di navbera 16-20’ê gulanê de li Dibistana Neteweyî ya Florestan Fernandes a li gundê Guararema yê nêzî paytexta Brezîlya Sao Paulo hate lidarxistin. Kongre diyarî lîderê Venezuelayê Hugo Chavez ê di meha adarê de jiyana xwe ji dest da, hat kirin. Ji bo kongreyê KCK jî weke mêvanê rûmetiyê hat vexwendin û endamên Komîteya Piştgiriyê ya Amerîkaya Latîn û Kurdistanê, cihê xwe girtin. Her wiha li salona ku kongreyê lê dest pê kir, alên KCK’ê jî hatin daliqandin.

Ji Meksîka, Guatemala, El Salvador, Nîkaragua, Honduras, Porto Rîco, Giravên Domînîk, Haîtî, Panama, Kuba, Ekvador, Venezuela, Kolombiya, Paraguay, Şîlî, Peru, Arjantîn, Uruguay, Brezîlya, Bolîvya û Kanadayê 200 delege beşdarî kongreyê bûn. Ji wan welatan, sendîkayên karker û gundiyan, rêxistinên civakî yên sivîl, tevgerên ciwan û xwendekaran, komunên li hin welatan dixebitin, meclîsên gel, tevgerên jinan, platformên aştiyê, tevgerên parêzvanên xwezayê û saziyên perwerdeyê di kongreyê de cih girtin û gotûbêj jî bi tarzê komîsyonan hatin kirin.

Di kongreyê de bi sernavên “Dewlet û deshilatdarî”, “Li dijî êrîşên emperyalîst parastina rewa”, “Piştgiriya di navbera gelan de”, “Li welatên ku hêzên çepgir deshilatdar in, zêdekirina tevlîbûna tevgerên civakî ya li deshilatdariyê” , “Jin û neheqiya zayendî”, “Şêweyên têkiliya yekser a di navbera gelan de” civîn hatin lidarxistin.

Her wiha li ser pêvajoyên diyalogê yên li Kolombiya û Tirkiyeyê, analîz û civînên nirxandinê hatin kirin. Rojnamevan û Sosyolog Mehmet Alî Dogan ku weke qiseker hat vexwendin, di semînera xwe ya kongreyê de behsa van mijaran kir: Pêvajoya çareseriyê ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, sedemên biryara vekişîna HPG’ê, nêzîkatiyên dewleta Tirk, AKP’ê û welatên emperyalîst ên li herêmê, pêkhatina sosyalîzma komunan û konfederal a li Rojavayê Kurdistanê bi nêrîna “Konfederalîzma demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Heyeta Kolombiyayê jî di vê civînê de da xuyakirin ku pêkanînên antî-demokratîk û kontrgerîlla yên li Tirkiye û Kolombiyayê weke hev in û ji ber aqilmendên van her du dewletan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye, her du jî gelekî dişibin hev.

Heyeta Bolîvyayê jî kampanya “Ji Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” da naskirin û hemû delegeyên kongreyê jî kampanya îmze kirin. Her wiha biryar hat stendin ku hemû delegeyên kongreyê, metna kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin welatê xwe û îmzeyan berhev bikin. Encamên kampanyayê jî wê di dema pêş de ji komîteya amadekar re bê rw_logo_-albaagihandin.

Di kongreyê de her wiha biryar hat girtin ku ji bo danasîna Kurdan li welatên Amerîkaya Latîn hin rêzeçalakî werin lidarxistin. Di civînên navbera heyetên Kolombiya û Kurdistanê de biryar hat girtin ku ji meha tebaxê û pê ve, bi vê armancê hin rêzekonferans, pêşandana fîlmên Kurdî û çalakiyên çandî werin lidarxistin.

On June 2nd, 2013, posted in: KJKONLINE, Nûçeyên Jinan by