Têkoşîna jinên îranî bi têkoşîna jinên Rojhilata Navîn watedar e

Têkoşîna-jinên-îranî-bi-têkoşîna-jinên-Rojhilata-Navîn-watedar-eShiler Aminiya îranî diyar kir ku Konferansa Jinên Rojhilata Navîn ji bo pêşerojê girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber rejîma Îranê jin bi şîdeta meran re rû bi rû dimînin û bi keviran tên qetilkirin. Şhiler, daxuyand ku li dijî rejîma Îranê divê jinên Rojhilata Navîn têkoşîneke bi rêxistinî bide meşandin.”

Aktîvîsta Weqfa Farzad Kamanger û berpirsa Îranê ya Komîsyona Şopandina Îşkenceyê ya Ewropayê Shiler Amînî, tevli 1’emîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn bû û bal kişand ser rejîma Îranê. Shiler, destnîşan kir ku ji ber rejîma Îranê jin bi şîdeta meran re rû bi  rû dimînin û bi keviran tên qetilkirin. Şhiler, daxuyand ku li dijî rejîma Îranê divê jinên Rojhilata Navîn têkoşîneke bi rêxistinî bide meşandin.

‘Divê siyasetmedarên jin bibe dengê hemû jinan’

Shiler, di axaftina xwe de bal kişand ser îşkenceyên ku li girtîgehên Îranê pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez di nav civaka ku di  nav şerîatê de hatî şekildayîn de dijîm û îşkenceyên li girtîgehan dişopînim. Li Îranê rewşa jinê gelek bi xetere ye. Xebatên ku ez li dijî îşkenceyê dikim ji hêla der dora zextparêzan ve tê şopandin. Jinên Ewropayê rewşa jinên îranî fêm nakin û bi hestiyar tevnagerin. Di konferanseke bi vî rengî de nîqaşên ku em dikin gelek girîng e. Siyasetmedarên jin ên Rojhilata Navîn divê bibe dengê jinên îranê û her wiha bibe dengê parlamenterên jin.”

‘Şoreşa jinên Rojava bû mînak’

Shiler, di axaftina xwe de bal kişand ser azadiya cih û bergan a li Îranê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Îranê jin ji ber cih û bergan rastî zext û zordariyan tên û tên teşhirkirin. Rast ne rast heke gotinek hebe ev jin tê teşhîrkirin. Jinên kurd li Îranê hem ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê û hem jî ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê rastî zextan tê. Lê rastiyek heye Îran nikare li hemberî jinên kurd raweste. Şoreşa li Rojavayê pêk hatî şoreşa jinê yê û ev rastiya jina kurd û bi hewldana jina kurd pêk hatiye. Jinên girtî yên li Îranê li dijî îşkenceyan têkoşîna rizgariya jinê didin.”

‘Jin dê stratejiya xwe bi xwe diyar bike’

Li gorî Shilerê konferansa Rojihalata Navîn ji bo jinê gaveke girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dê welatên ku ji xwe re dibêjin em pêş ketine dê rastiyê fêm bikin ku jin êdî stratejiya xwe ya siyasî bi xwe diyar dike. Heke jinên Rojhilata Navîn têkoşîneke hevpar bide meşandin tê kedxwarî ji wî welatî ji holê rabe. Tişta ku em winda bikin nîne, tenê tiştek heye têkoşîna hevpar.

On June 5th, 2013, posted in: KJKONLINE, Nûçeyên Jinan by