TEKOŞÎNA LI DIJÎ KUJERÊN GELAN ERKA HEMÛ KESÊN AZADÎXWAZ E.

şengal göçŞêr ku il Rojhilata navîn û li kurdistanê de didin meşandin, hemû cîhan, gerdûn u mirovatiyê dike nava metirsiyekî mezin. Ev şerê ku li Rojhilata navîn û li Kurdistanê tê meşandin, ne şerê azadiye, ne şerê xwe parastinê, ne jî şerê nirxên gelan, zimanê gelan û nasnamê gelan e. Şerê ku tê meşandin şerê mesheban e. Şerê ku DAÎŞ li Rojhilata  navîn û li Kurdistanê bi rêve dibe hemû mirovatiyê, civak û gerdûnê  dixe nava metirsiyekî gelekî mezin. Şerê bi destê  El-Qaîde, El-Nûsra û DAÎŞ’ê tê bi rêve birin, têde ti pîvana exlaqî, wicdanî nîne. DAÎŞ di sala 1991 dan de li  Îraqê, bi pêvajoya şerê kendavê ve weke rêxistinekî bi hêz bu. Ji xwe serokê rêxistina DAÎŞ’ê kesekî ji bajarê Samarayê ye. Lê belê di sala 2003 de, pergala ku  Saddem Husên dabû ava kirin hate hilwaşandin. Bi hilwaşandina desthilatdariya Saddam Hûsên re rêxistina DAÎŞ jî hate lewazkirin. Lê belê di sala 2011 de werçerxanê ku di Rojhilata navîn hate destpêkirin, carekî dîn ev rêxistin di rojeva cîhanê de cîh girt. Bi Teybetî jî rêxistinên mîna el-nûsra, el-qaîde û herî davî jî DAÎŞ li dijî vîna gelê me ya Rojvayê kurdistan’ê  hatine rêxistinkirin. Ji ber ku Gûhertinên sala 2011 yên li Rojhilata Navîn bune sedem kû Kurd bikaribin di nava rewşekî bi vî rengî de girêdayê paradîgmaya netewa demokratîk, di hêla hişmendî, mijarên mîna ewlekarî, parastin, çand, ziman, perwerde, aborî, siyasî û hwd de rêxistina xwe ava bikin. Gelê me li Rojavayê Kurdistanê xwe li gorî xeta 3’emîn bi rêxistin kir û siyasata xwe li ser vê yekê da meşandin. Artêşa jin YPJ û YPG mîna hêzên parastina gel, bi armanca parastina nirxê hemû gel û netewên li Rojavayê Kurdistanê hate bi rêxistinkirin. Di demekî kin de li Rojavayê Kurdistanê xwe di hemû aliyan de bi rêxistinkirin, bi vî rengî hêzekî parastinê ya mezin derxistin holê. Bi riya vîna gel ya derketî holê ve gel dikaribu xwe bi rêxistin bike û bi rêve bibe. Lê xuyaye kû hêzên navdewletî û yên heremî li  gel hin hêzên qaşo îslamî hewl didin bikaribin di kesayeta Rojavayê Kurdistanê de vîna gelê Kurd bişkînin û pêşî li demokratîzasyona heremê bigrin. Lewma weke ku di ragihandinan de jî hate rojevkirin, ji bo bigîhîjin armanca nîhayî bi hemû avahiyan alîkariya maddî û manevî dan hêzên mîna DAÎŞ û el-Nusra. Gele ku li Rojava bi şerekî dijwar re ru bir u bû, di ser de jî ji hêla Erdoxan û Barzanî ve ji ber daxistina deriyên sînor, birçî û bê av hatin hîştin. Her wiha ji ber kû gele Kurd nikaribin piştgiriya hev bikin li ser sînorên bakur û başur xendek hatin kolan. Di nêvengekî wiha de hemû rêbazên derwahî mirovahiyê li ser mirovên kurd hate ceribandin. Di aliye din de ji hêla ragihandinên Kurdî yên dewleta Tirk û PDK yên bi navê Rudaw, TRT 6 ve reşkirina rêxistina me ya Rojava esas hate girtin. Lewma heya niha jî rêxistinên  bi navê DAÎŞ û el-Nusra di van ragihandinan de ne mîna hêzên teröre, lê mîna mîlîtan têne bi lêvkirin. Êrîşên bi her avayî yên qala wan têne kirin her çendî gelek dijwar bin jî, lê van êrîşana û van êrîşkarana nedikarîn li hember vîna gelê Kurd û hêzên wê yên parastinê bisekînin. Keç û kurên Kurdan yên bi paradîgmaya Rêber APO hatibûn perwerdekirin, bi vîna xwe serî li wan hêzan dan tevandin. Îro hermû cîhan bi rengekî eşkere dît kû gelê Kurd bi vê sekna xwe dikaribu hêza xwe di her milî de her biçe zêdetir bike. Ev yek bu sedem kû rengê gelan derkeve holê. Em dikarin bêjin di vî parçê kurdistanê de îrada gelan serketiye,nasnama gelan serkeiye,pergala gelan ser ketiye.Îrada jinê azad serketiye.Ne tinê em dibêjin,hemû dinya vêna dibêji.Heta ev hezên tont rewa jî vêna dibêjin.

DAÎŞ, EL NUSRA, EL QAÎDE, HUDA PAR ya ku berdewamiyên  HÎZBÛLLAH’in, di ev nêvenga şerên mezhebi de dijîtiya xwe ji zû ve li hember vîna gelan, azadî û bi hevrebûna gelan, her wisa nirxên gelan eşkere kirine. Armanc di navbera gelan de hertim xurtkirin û gûrkirina agirê dijminahiyê wêdatir ne tiştekî din e. van hêzên navê îslamê bi kar tînin, bi van kiryarên xwe ve dijminahiya herî mezin ya li dijî felsefeya îslamê û gelên misilman ew bi xwe dikin. Êrîşên DAÎŞ ya li ser erdnîgariya Êraq’ê jî vê yekê piştrast dike. di bin navê şerê mezheban de DAÎŞ a kû hewl dide Êraqê vegerîne gola xwînê di carekî de serê 1700 xwendekarên şîa yên dibistana leşkerî jêkirin. Hin mînak henin kû bi tenê dikarin di fîlmên tirsê de bibînin. Yek ji wana ew e kû serê mirovan jêdikin û pê serên wan topê dilîzin. Dilen mirovan bi saxî derdixin. Ev mînakên wiha nîşaneya hovîtiya van hêzana bi rengekî eşkere radixe ber çavan. Di  bin navê şerîatê de tevdigerin û dikarin li gorî dilê xwe nêzîkî keçan û jinan bibin. Wan qetil bikin, li xwe mahr bikin. Helal û heram ew destnîşan dikin. Pîvanên misilmanî ango yên îslamê li gorî hovîtiya xwe careke din bi dilê xwe sererast dikin. Di derbara kesên li gorî vê yekê tevnagerin de fetwayên kûştinê didin. Fetwayan li mizgeftan didin xwendin, kesên misilman û ulemayên kû di xwendina wan fetwayan de amade nebin jî fermana kuştina wan didin.

Lê ji hemiyan jî xirabtir ev e kû hemû cîhan û hêzên qaşo demokratîk li hemberî van hovîtiyana bêdengiya xwe diparêzin. Ne tenê bêdeng dibin, her wiha di gelek hêlan de piştgiriyê jî didin. Weke mînak bi destpêkirina şerê DAÎŞ’ê ya li ser Êraq’ê ve, dewleta Tirk rêxistina el-Nusra ji lîsta terorîstiyê derxist. Ev yek bi serê xwe hevkariya van ya qirêj piştrast dike. çawa dibe kû rêxistinekî wisa tevî zarok, jin, mêr û xitîyar serê mirovan jêdike, wan dişewitîne û bi dehan rêbazên dervayî mirovahiyê bikar tîne, weke rêxistinekî terorê neyê bi navkirin. Di hêlekî de dewleta Tirk, li hêla din PDK û hin hêzên din her çendî qaşo hin rexneyan li van hêzên dij îslam bikin jî, lê di esas de bi rengekî temametî di pozisyona hevpiştiya wan de ne. Bi fêlbaziyekî wisa ve qaşo hewl didin hevkariya xwe ya li gel van hêzan veşêrin. Mijara revandina şofêran û di serde girtina konsolosiya tirk ya li Muslê mînakên vê fêlbaziyê ne. Diyare ku van hêzana di mijara ji holê rakirina Malîkî de li hev kirine. Her wisa seneryoyekî din jî ev e, ku wê bixwazin li Êraq sê dewletokên biçuk bê avakirin ku ji Kurdan, ji Şîa û ji Suniyan pêk tê. Lê ew jî vê yeke gelek baş dizanin kû di rewşekî bi vî rengî de ne çareserkirina pirsgirêkan, berovajî wêya qat bi qat mezinbûna pirsgirêkan bibe mijara gotinê. Divê bê zanîn ger ev yek bikeve meryetê wê ne tenê gelên li Êraqê, her wisa tevahî gelên li heremê ji vê rewşê bi rengekî neyînî bi bandor bibin. Eşkere dibe kû qaşo ev rêbaza çareseriyê di eslê xwe de bi armanca bê çareser hîştina pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn hatiye hizirîn. Stratejiya van hêzana eva 400 sale bi tenê bê çareser hîştina pirsgirêkên heremê, gelan û baveriyan bi hev dana qirkirin e. Şerê navbera gelan dibe sedem ku pergala netewdewlet û modernîteya sermayedariyê bikaribe hebûna xwe bike bin ewlekariyê û bidomîne. Encama tevahî destwerdanên derekî heya niha vê yekê bi rengekî rûn û eşkere raxistiye ber çavan kû armanca hêzên derve ne çareserkirin, lê; domandin û dijwarkirina pirsgirêkên heremê  ye. lewma bi hemû hêzên xwe berê xwe didin nirxên gelê Kurd yên bi kedên bê hempa hatine afirandin.

Şerê kû îro li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê bi rêve diçe ji bo gelê Kurd him avantajekî dîrokî ye û hem jî xeterên mezin di nava xwe de dihewîne. Ji ber vê çendê divê hemû beşên civaka Kurd bikaribin sedema bîrdozî û siyasî ya van êrîşkariyana baş şîrove bikin, bixwênin û bikaribin bi armanca têkbirina xiyalên dijminên gelan erkên ser milên xwe bi cîh bînin. Bi taybetî jî jinên ku xwe bi felsefe û ramanê Rêber APO perwerde kirine, bikaribin xwe di her milî de bi rêxistin bikin. Ji ber ku bi hezaran jin bi destê mêrên xwe, bavê xwe, birayê xwe, xizm û kes û karên xwe tên kuştin. Piştî ku DAÎŞ  bajarê Musulê desteser kir, yasayên qaşo şerîatî ya li mizgeftan da xwedin de xala yekem ya yasayê di derbara jinê de bu. Li gorî vê xalê divê jin dernekevin derve, ger derketin jî divê bikaribin xwe binixûmînin û li gel van mêrê wan an jî mirovekî nêzî wan hebe. Ger li gorî destûrê tevnegerin wê serê wan bêne jêkirin. Dîsa keçên şîa û jinên şîa yên bêwejin wê bikaribin bi qasî heft rojan bi xwe mahr bikin. Ji vê xalê jî diyar dibe ku mafê mirinê jî di navê de, ji jinan  re ti maf nayê dayîn û jin mîna xenîmetekî şer tê bi dest  girtin. Her çendî ji hêla van hêzên tûndrew bi dest girtina jinê wiha be jî, lê jinan bi riya tekoşerî û berxwedana xwe ya li çeperên şer ev feraseta kambax ya van çeteyan yên li ser jinan têk birin. Jinê dikaribu ji hemû dost û dijminan re vîn, wêrekî , hêz û biryardariya xwe nişan bide.

Dema kû êrîşkariya li ser jinan bi hewqasî gîştgir be, divê jinên li herema Rojhilata navîn jî bi kîjan nîjad, ol, bawerî û çînê dibin bila bibin bikaribin li dijî dijminê hevbeş bi rengekî gîştgir xwedî helwestekî yekgirtî bin. Ji holê rakirina hişmendiya dijê jinê ango dijminahiya jinê, bi tenê dikare di encama pêşxistina rêxistin û tekoşînekî hewbeş ya jinan gengaz bibe. Ji ber kû ger li cîhekî êrîşkariyekî gîştgir hebe, divê li wê derê tekoşînekî gîştgir jî bikeve rojevê. Li gel van yekana teva ji ber kû di nava van şeran de ya kû herî zêde bi bandor dibe û berdêlan dide jin e; lewma divê berxwedaniya herî bi rêxistinkirî jî ji hêla jinan bê pêşxistin. Jin divê bikaribin di tekoşîna mafdaran ya li dijî dagirkeran de bi rola pêşeng rabin. Di dîrokê de jî hatiye piştrastkirin kû jinên tekoşer yên Kurd û yên Rojhilata Navîn ti caran jiyanekî koletî qebûl nekirin. Hertim di kesayeta xwe de, di jiyana xwe de  jina kurd çanda xwedawend Înana û Îştar parastine. Dîrok û mirovahiya pêşwerû careke din li me bi hêvîne kû em weke jinên Kurd bikaribin bi armanca bi davî kirina desthilatdariya mêr, bikaribin bi yek bibin, bi jinên gelên din yên mezrabotan re bikaribin hevkariyê esas bigrin û bikaribin parazwaniya nirxên dayîka xwedavend bikin. Ji bo bikaribin di kesayeta jinê de davî li kuştina civakê bînin, divê bikaribin bi rêxistinekî bi hêz, bi feraseta perwerdeyekî bi berdewamî û bi esas girtina zanistiyê ve hişmendiya sermayedariyê û yê mêrê desthilatdar têk bibin. Ji ber kû di bin navê yasayên şerîatê de van hêzên mijarê gotinê herî zêde jî êrîşkariya li ser jinê esas digrin, ku ti peywendiya wan bi dur û nêzîk ji îslamê tûne ye, divê li dijî vê yekê herî zêde jî jin bikaribin di nava tekoşînekî dijwar de bin. Eşkereye kû di vir de girêdana jinan ya bi baweriyên xwe yên manevî, tê xwestin li dijî wan mîna çekekî bê bi kar anîn. Bi kurtî mirov dikare bêje kû êrîşkariya esasî ya li hember cîhana manevî ya jinan e.

Lê van hêzana vê rastiyê ji bîr dikin kû jin jinên berê nînin. Îro di erdnîgariya Kurdistanê de jinên bi vîn, ya xwediyê nirxên xwedavendên mezrabotan bi ramana Rêberê gelê Kurd Rêber APO bi hêzekî mezin li dijî pergala sermayedar ya baviksalar têdikoşin. Diyare kû wê jinên Kurd bi vê biryardarî û wêrekiyê ve bikaribin ne tenê pêşî li azadiya xwe û civaka Kurd, her wiha tevahî civakên Rojhilata navîn û cîhanê vebikin. Her wisa wê bikaribin heremê ji vê qeyrana heyî rizgar bikin û aresteya dîrokê bigorin. Di vê erdnîgariyê de her çendî bihara Ereban him ji ber xwe ranegirtina erîşên derekî û him jî ji ber pêşnexistina amadekarî û pêşbîniyên pêwîst vegeriyabe zivistana heman gelan jî, lê; bihara Kurdên azad ya hatî destpêkirin xuyaye kû nikare pêşî lê bê girtin.

Ji bo bi destxistina azadiyê yek jê pêdiviya esasî bê goman pêşxistina yekîtiya netewî ye. Di vî warî de li darxistina Kongreya Netewî xwedî girîngiyekî jiyanî ye. lê belê PDK ji ber girêdana xwe ya hêzên dij Kurd û ji ber berjewendiyên xwe yên hizbî û eşîretgerayî li pêşiya li darxistina Kongre weke astengekî disekîne. Ev yek sekneke li dijî îttîfaka navbera Kurdan. Gelê me her çendî di derbara vê mijarê de her wext xwedî helwestekî netewî be jî, divê bi taybetî di vê pêvajoyê de ev helwest vegere zextekî li hemberî feraseta PDK. Eşkereye kû Kurdên yekbuyî bikaribin ne tenê di heremê de bibin hêzekî jiyanî, her wisa wê bikaribin di destnîşankirina çarenusa gelên heremê de jî rolekî pêşeng bilîzin.

Newroz Şemzînan

On August 6th, 2014, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by