TU GEL KOKA GELEKÎ DIN NAQELÎNE

pg02Her cara ku qirkirina Ermeniyan tê gotin em mirovên li ser axên Kurdistanê mezin bûne diçin zarokatiya xwe. Dengê kal û pîrên me careke din di guhê me de olan dide: ‘Em cîranê hev bûn’, ‘ew kirîvên me bûn, destebirakên me bûn’, ‘Ermeniyên me’ û çîrokên dema kokqelandina wan dihatin vegotin. Her çiqas wan deman bi wî aqilê zaroktî me zêde wateyekê nedida van gotinan jî ji axîn û keserkişandinên kal û pîrên xwe me fêm dikir ku hesretekê ji wan deman re heye. Êşên giran hatine kişandin. Lê haya me ji bayê felekê tune bû. Dîsa ji bo hin avahî û cihên pir xweş û tekûz re digotin cî û warê Ermeniyan bûne lê îro hinekên din têde rûdinîn. Bi dilê zarokatî çi tiştê derbarê Ermeniyan de di hişê min de mabin li ser başî, qencî, zîrektî, ostayî, karê bi dîsîplîn û dostaniyê bûn. Yanê heta ku me di pirtûkên saziyên qirkirina spî de derbarê wan de tiştên xerab xwendin û bi me dan jiberkirin, me di nav gel de derbarê cîranên xwe yên qedîm de tiştên xerab nebihîstibûn.

Jixwe me çawa gava xwe avêt saziyên qirkirinê yên sîstemê; dibistanan, em ê jî bi qirkirineke cuda re –ya rast berdewama qirkirina kurdan- rû bi rû bimana. Bi zimanekî ku me tenê ji memûrên dewletê, stranên radyoyê û polêsan bîhîstibû dixwestin me perwerde bikin. Bi hişê zaroktî em dîsa ne di ferqê de bûn ku em jî rêwiyên heman rêya dost û cîranên xwe, Ermeniyan bûn! Di dersên dîrokê de ew dost û cîranên ku me ji kal û pîrên xwe behsa başiyên wan bihîstibû bi her xerabiyê dihatin vegotin. Her tim ji bo sîstemê bûbûn xeteriyeke potansiyel, rêxistinên dijberî Komara Tirkiyeyê vekiribûn, serî rakiribûn û hwd. Bi berdewamî jî dihat gotin ku artêşa tirk a qehreman weke hemû xeteriyên dijberî Komara Tirkiyeyê rêxistinên Ermeniyan jî têk biribû. Bi kurtasî koka wan qelandibûn.

Ne tenê Ermenî; gelên din ên xwediyên esas ên Anatolya Navîn; Rûm, Çerkez, Arnavût, Kurd, Asûrî, Suryanî û hwd. hemû weke hindikahî dihatin nîşandan. Jixwe tenê navê rêxistinên wan û derbarê wan de agahiyên kurt derbas dibûn. Weke ku gelên ji nav hatibin tune bûne, komên biçûk ji bo Komarê hilweşînin tenê yek du rêxistin ava kirine –ew jî bi desteka hêzên dijberî Komarê- bi kurtasî derbas dibûn.

Piştî derbeya 1980’yî êdî wisa dihat hesibandin mîna ku di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de ji bilî gelê Tirk, Tirkî, Misilmantiyê tu gelekî din, baweriyeke din, zimanekî din nemaye. Li derdorî salên 1990’î, bi bilindbûn û berfirehbûna Têkoşîna Azadiya Kurd re derket holê ku ev rewş ne wisa ye. Çiqas qir kiribûn jî nikaribûn koka gelê Kurd biqelînin.

Careke din dest bi propagandayên terorîzekirinê kirin. Yek ji argumanên wan jî; tekoşerên azadiyê weke Ermenî nîşandan bû. Çiqas rêxistina PKK’ê, çalakî û bandorên wan diketin rojevê di asta serokwezîr de diketin dewrê: “Ev hemû dolên, neviyên Ermeniyan in, dijminên dîn û îmanê misilmanetiyê ne, hemû xwedanenas in, komunîst in…” Bi van vegotinan gelê Ermenî weke gelekî xerab, gawir didan nîşandan û ew biçûk didîtin. Her wiha me Kurdan jî dişibandin wan. Ji ber ku bi dehsalan, her kesên ne Tirk û Misilman weke yên din, mîna kesên potansiyel ji bo sîstemê, ji bo Komarê xetere ne hatibûn nîşandan. Di perwerdeyên dibistanan de wisa dabûn hînkirin. Di nav sînorên Komarê de kî ne Tirk û Misilman be mafê wan ê jiyanê jî tune ye. Piştre vê hê jî pêşde birin û gotin: “An hez bike an biterikîne, biçe!”

Tu car ji bîra min naçe, di salên 90’î de ku şerê gel ê şoreşgerî li Kurdistan û Tirkiyeyê geş bûbû de, min û xuşka min a mezin bi hinceta em tevlî kar û çalakiyên rêxistinî bûne ji malê girtibûn biribûn qereqolê. Du roj li qereqola navçeyê em dabûn ber lêpirsînê, ji ber ku encama dixwestin ji me negirtibûn îcar em biribûn navenda îşkencexaneya herêmê, Amedê. Beriya ku me bikin hucreyê çi tiştên li ser me hebûn ji me girtin. Lê di vê navberê de polêsekî ku vî karî dike ji min pirsî; ka tu sureyên Quranê dizanî an na û yek bi yek bi min dabû xwendin. Bi rastî ji ber ku temenê min jî hê di ciwaniya nû de bû min mane nedabû xwendina van sureyan. Ka gelo çima li ber derê îşkencexaneyê vana bi min didin xwendin. Jixwe di çend rojên dûre de ew qas îşkenceyên giran li me kiribûn ku ev bûyer di bîra min de jî nemabû.

Pir paşê min ê mane bidaya ku ji ber ku em hemû li ber çavên wan teror, Ermenî ne, ji bo Komara Tirkiyeyê parçe bikin dixebitin li me wiha kiribûn. Xwestibûn hîn bibin birastî jî em Ermenî ne, bê dîn û îman in an na. Lê ez bawer im min bi nezanî be jî di şexsê xwe de ev îmaja hanê derewîn derxistibû. Di rojên piştre de ew qas îşkence li me kiribûn ku xuya bû bi nezanî be jî xwendina van sureyan tu feyde ji rewşa min re nekiribû!

Her ku dem derbas bû û me dîroka gelan ji çavakniyên cuda yên derveyî pirtûkên dîrokê yên li dibistanê bi me dane jiberkirin xwend me hîn bi zelalî polîtîkayên qirkirinê dîtin. Vegotinên li her derê herêmê ji aliyê kal û pîran ve dihatin gotin ji nû ve di hişê me de zindî dibûn ku hemû rast bûn. Me agahiyên xwe ne ji pirtûkên dîroka nivîskî yên saziyên qirkirina spî, lê ji dîroka zindî ya vegotinî, ya esas girtibûn: Ew rejîm û hêzên Rojavayî ku berjewendiyên wan ên stratejîk li ser axên Kurdistanê hebûn xwestibûn gelan berî hev bidin, bi hev bidin qirkirin. Destpêkê gotibûn ku Ermenî hemû ne misilman in, fileh in, qetla wan helal e, kî nizanim çend ji wan qetil bike deriyên bihuştê wê ji wan re vebin… û bi derdoreke teng a paşverû û hevkarên xwe ev dabûn bawerkirin û qebûlkirin jî.

Li gor hesabê wan gelê Kurd wê ku bi vê propagandaya reş bixapiya û gelê Ermenî qetil bikira. Lê şaşiya wan a mezin ji vê derê dest pê kir. Hêzên dewletê, leşker û karmendên rejîmê dest bi qetilkirinê kirin. Bi sirgûn û cîguhertinan ew avêtin cihên dûr. Jixwe di rêyan de bi deh hezaran ji wan ji ber şert û mercên giran miribûn. Yên xelas bûbûn jî dîsa li wan digeriyan û ew didan kuştin. Her wiha bi vî rengî li gor reqamên îstatîstîkî ji milyonek û nîv zêdetir însanên Ermenî hatin qetilkirin, ji cî û warên xwe hatin dûrxistin.

Li gor vegotinên hê heta niha jî di nav Kurdan de tên vegotin jî; rewş gelek cuda bûye. Bi hezar salan e ku ev her du gel û gelên din li ser axên Kurdistanê di nav hev de jiyan dikin. Hema bêje bi giranî li gelek deverên Kurdistanê xaniyên wan bi hev ve bûne, dêr û mizgeftên wan li ber hev bûne. Niha jî mirov dikare bermahiyên wan li her derî bibîne. Hurmeta her kesî ji çand, ziman û baweriyên gelên din re hebûne. Ev bixwe jî nîşaneyeke gelek xurt e ku heta sedsala 19. heta ku polîtîkayên modernîteya kapîtalîst neketine dewrê tu pirsgirêkeke gelan bi hev re tune bûye. Yan na îbadetxaneyên xwe li gel hev nedidan çêkirin. Wêjeya devkî ya ya kurdî bi çîrokên evîna fileh û misilmanan ve tije ne. Ger mirov bi nêrîneke, bi rêbazeke zanistî jî li vê rewşê binihêre mirovê bigihîje encamekê wiha; ev gelên ev qas di nav hev de jiyane, ji hev hez kirine, ne mimkun e di nava çend salan de bûbûn dijminê hev û koka hev qelandibin.

Vegotinên kal û pîran li ber çavên me careke din dibin tabloyeke zindî: Dijberî vê rewşa ku rejîma faşîst a Komarê dixwaze bide qebûlkirin gelê Kurd gelê Ermenî ji qirkirina leşkerên Tirk parastine. Ji bo ji qirkirinê birevin ew şiyar kirine, rê û derfet dane wan. Wan di mal û şikeftên xwe de veşartine. Zarokên ji kuştinê xelas bûne anîne di nav zarokên xwe de mezin kirine. Ji bo leşker dest navêjin jinên Ermeniyan û wan nekujin anîne ew di malên xwe de veşartine, hinekan li xwe mar kirine, hinekan gihandine malbatên wan. Mal û milkên wan parastine, heta demekê dest nedane tu tiştekî wan.

Li kîjan heremê mezin û giregir, êdî weke axa û begên Kurd hebin Ermeniyên wan jî hebûne. Yanê di wateya ku wan parastine de wan wekî “Ermeniyên me” bi nav kirine.

Niha pêwîst e ev mijar bi berfirehî bên lêkolînkirin û nirxandin. Ji ber ku encamên xwe heta niha jî di nav gelan de gelek giran bûne. Bûne amûrên polîtîkayên navdewletî. Ji ber wê yekê jî hewcetî bi zelalkirinê heye. Lê rastiya heyî nîşanî me dide ku bi lêkolîn, belge û çavkaniyên heyî yên zanistên civaknasiyê wê zelaliyeke bi vî rengî pir zêde pêk neyê. Ji ber ku ev îstatîstîk, çavkanî û belge zêdetir di destê dîroknas, siyasetmedar û hêzên dewletî de ne. Bi vî rengî jî mirov nikare pir zêde bibêje ku hemû rastiyan nîşan didin. Her dema dîrokê nîşanî me dide ku qirkirinên gelan, bi taybetî jî qirkirina destebirakên me yên Ermenî di nav dewletên emperyal de, li dijberî dewleta Tirkiyeyê bûye fersendekê ku dem bi dem li gor hevsengiyên polîtîkayê tên bikaranîn. Ji ber vê yekê ye ku divê lêkolînên alternatîf werin kirin.

Dîroka nivîskî her tim xwe dispêre belgeyên ji aliyê dewletan, desthilatdariyan ve hatine girtin. Ji bilî van tu çavkanî qebûl nake. Her wiha dîroka devkî li derve dihêle, bawerî pê nayne û mîna çîrokên di nav gelan de tên vegotin lê dinihêre. Dema wiha dibe jî di encamê de tenê dîroka serdestên mezin ên şer û pevçûnan, talanan derdikeve holê. Weke dîroknasiyeke rastîn ku bikaribe paşeroja cîhanê û ya gelan ronî bike pêwîst e çavkaniyên devkî jî li ber çav bên girtin. Dema ku ev rêbaz jî esas bên girtin zanista dîroknasiyê êdî dikare bigihîje agahiyên tam ên bêalî. Ji ber ku gelek caran bûyerên dîrokî yên nehatine qeydkirin, di nav gelan de hê gelek zindî tên vegotin. Em viya jî di çîrok, metelok, stran û gotinên pêşiyan ên gel, bi  kurtasî di nav çand û hunera wan de dibînin.

Di mijara qirkirina Ermeniyan de jî pêwîst e heman rêbaz werin bikaranîn. Heta çend pirtûkên ku ji van vegotinên devkî çavkaniyên xwe girtine û hatine tomarkirin jî ji bo dîroknasiyê mirov dikare weke mînak nîşan bide. Guhar; romaneke dîrokî ye. Behsa serboriyên xortekî Ermenî ku li herêma Dêrikê di 50 salên dawîn de jiyaye dike. Jiyana Ermenî û Kurdan a di nav hev de û bi hezkirin û hurmet tê vegotin. Pirtûka Kara Kefen (Kefenê Reş) ku Gulçîçek Gunel Tekîn nivîsiye jî mijarên xwe ji hevpeyvîn û vegotinên zarokên Ermeniyên ji qirkirinê xelas bûne pêk tê. Nivîskar bixwe jî di nav wan de mezin bûye. Her serborî bi serê xwe vegotineke dîrokeke devkî ye. Yek jê jî pirtûka Nîşanci ya Metîn Aktaş e. Ev pirtûk jî ji belgeyên nivîskî yên şervanekî tevlî serhildana Şêx Seîd bûye pêk tê. Derbarê qirkirina Ermeniyan a li Kurdistanê de agahiyên girîng ên zû bi zû di tu derekê de nehatine weşandin an bihîstin dide me.

Îro di serî de dewletên Fransa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê her dem hewl didin ku di senatoyên xwe de bidin qebûlkirin ku li Tirkiyeyê Ermenî hatine qirkirin. Û li gor vê jî Tirkiyeyê mehkûm bikin û daw û dozên navdewletî vekin. Ji bo vê jî lobiyên Ermenî yên hevkarên van dewletan li ser kar in. Lê dema em li polîtîkayên van dewletan ên li ser Kurdan dinihêrin heman helwesta azadîxwaz û demokrasîxwaz nabînin. Ji ber ku hema bêje bi giranî çekên di şerê qirêj ê li Kurdistanê tê meşandin de tên bikaranîn em dinihêrin çavkaniya xwe van welatan in. Wê demê mirov ê bêfikar bipirse: Hûn hesabê qirkirina gelê Ermenî ku beriya niha bi 99 salan hatiye kirin dipirsin lê hûn çima di şerê qirêj ê li ser gelên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn tê meşandin de cihê xwe digirin? Ji bo me pirsa esasîn ev e. Ger birastî jî dixwazin qirkirinên di dîrokê de ronî bikin û mafê gelên bûne qurban bidin wan, dikarin destpêkê helwestekê aştîxwaz li dijberî vî şerê qirêj nîşan bidin.

Dîsa tam jî di salvegera qirkirina Ermeniyan de hikûmeta AKP’ê bi devê serokwezîr Erdoxan, weke ku tu eleqeya vê dewletê, rejîmê di vê qirkinê de tune be ji gelê Ermenî re sersaxiyê dixwaze. Mirov gava ku li piştperdeya vê helwestê dinihêre pir bi hêsanî tê dîtin ku ev jî parçeyekî polîtîkaya navdewletî ya me li jor anî ziman bixwe ye. Ger hikûmeta AKP’ê di vê helwesta xwe de israr bike wê yek ji lingên girîng ên avakirina modernîteya demokratîk qut bike. Ev jî tê maneya şer û pevçûneke hîn dûrûdirêj a li Kurdistan û Rojhilata Navîn. Ji bo li herêmê rê li ber kaoseke hîn xerabtir jî venebe dewleta Tirk bi rengekî mirovî ji bo qirkirina hatiye kirin ji gelê Ermenî lêborînê bixwaze. Da ku bikaribe di nav dîroka mirovahiyê ya bi rûmet de cihê xwe bigire…

 Sema Amed

On April 24th, 2014, posted in: Jineolojî, KJKONLINE by