Emê bibin barkêşên aştiyê

çiçek tekoşinEndama Koordînasyona PAJK Çîçek Têkoşîn peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de nirxand û diyar kir ku hêza bingehîn a aştiyê pêk bîne, jin e. Têkoşîn diyar kir ku jin yek ji mûxatabên esasî yên pêvajoya aştiyê.

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Çîçek Têkoşîn peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de hat xwendin nirxand û destnîşan kir ku hêza bingehîn a aştiyê pêk bîne, jin e. Têkoşîn diyar kir ku jin yek ji mûxatabên esasî yên pêvajoya aştiyê ye û got, “Aştî rengê jinê ye. Lewma di pêkanîna aştiyê de mîsyona herî zêde ya jinan e. Jin û ciwan dînamîkên civakî ne. Ev her du hêzên ku hêzên modernîteya kapîtalîst li derveyî jian û civakê hiştine, bi pêşengiya tevgera me ya azadiyê re êdî hêzên bingehîn ên civakê û navenda jiyanê ne.”

AKP BI HESABÊN HILBIJARTINÊ NÊZÎ PÊVAJOYÊ BÛ

Têkoşîn da zanîn ku di peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de hat xwendin, xala ku herî zêde derket pêş ew bû ku divê pêvajoya çareseriyê wergere qonaxa muzakereyê û got, “Rêbertiya me di nava saleke dawî de ji bo çareseriyê û pêkhatina aştiyê ked û hewldaneke mezin nîşan da. Ev saleke bi dewletê re hevdîtin dewam dikin. Lê belê destnîşan dike ku vê pêvajoya pêvajoya diyalogê derbas nekiriye û ji bo çareseriyeke mayînde pêwîste pêvajo derbasî muzakereyan bibe û li ser bingeha qanûnî bê rûniştandin. Di ser vê pêvajoyê re salek derbas bû. Ji bo pêvajo bimeşe, diviyabû hikûmeta AKP’ê gavên samîmî biavêtibûya. Di vî warî de tevgear me ya azadiyê barê dikeve ser milê xwe bicih anî. Me agirbest îlan kir, leşkerên dîlgirtî serbest berdan û di 8’ê Gulana 2013’an de meşa azadiyê ya gerîla dan destpêkirin. Lê belê aliyê dewletê û hikûmeta AKP’ê bi hesabên hilbijartinê nêzî pêvajoyê bûn. Çareseriya vê pirsgirêkê nexist rojev xwe û hesab kir ku bi çi rengî dikare bi awayekî xurt ji vê pêvajoyê derkeve.”

JI BO ÇARESERIYÊ ŞENSA DAWÎ

Têkoşîn da xuyakirin ku AKP’ê di vê pêvajoyê de ti berpirsyariyên xwe bicih neaniye û axaftina xwe wiha dewam kir: “Hînê bi hezaran girtiyên KCK’ê hene. Rakirina dadgehên xwedî erka taybet û guhertina dema dirêj a ragirtinê bi tenê bi kêrî çeteyên li Kurdistanê komkujî kirine, hatiye. Hînê bi sedan girtiyên nexweş hene. Kurdistan hînê di bin dagirkeriyeke leşkerî de ye. Çêkirina Qereqol-Kalekol, HES û bendavan dewam dike. Lewma heta niha ti gaveke ji dil nehatiye avêtin. Hikûmeta AKP’ê niyeta baş a Rêbertiya me û gelê me ji bo aştiyê, îstîsmar dike. Rêbertiya me di peyama xwe ya dawî de ji bo pêkhatina aştiyê û çareseriyê şenseke dawî da hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk. Pêwîste hikûmeta AKP’ê vê mesajê rast bixwîne, pêvajoyê di çarçoveyeke qanûnî de bide rûniştandin û qonaxa muzakereyê tavilê bide destpêkirin.”

TI ÊRÎŞ WÊ ME JI RÊYA ME VENEGERÎNE

Têkoşîn der barê komplo û provokasyonên ku Ocalan bal kişand ser nirxandin kir û got, “Di dema tevgera bi kom û partîbûyînê de tevgera me rastî komplo, darbeyên leşkerî hat. Rastiya komploya navneteweyî li holê ye. 40 sal in tevgera me li dijî van komployoan û darbeyan, li hemberî van êrîşan li ber xwe dide. Ti carî ji berxwedana xwe venegeriya. Berxwedanê em mezin kir. Beriya her tiştî tevgera me tevgereke gel e. Em ti carî ji nêzîkatiyên înkar û tinekirinê netirsiyan, ji ber ku bi rastiya bexwedana xwe re me ev hemû pûç kirin. Bi hezaran şehîdên vê têkoşînê hene. Gelê Kurd di komkujiyan re derbas bû, rastî sirgûnan hat, ji cih û warên xwe ma, di kuştinên kiryar ne diyar de bi hezaran zarokên xwe qurban da. Lê belê ji têkoşîna azadiyê venegeriya. Rêbertiya me dibêje aştî ji şer zehmetir e. Weke tevgera azadiyê em niha hewl didin çanda xwişk û biratiyê ya ji aliyê sîstema serdest a mêr ve darbeyek mezin xawriye, ji nû ve li ser vê axê zindî bikin. Li vê axê demokrasî nebe aştî jî nabe, aştî nebe azadî jî nabe. Em natirsin, Rêbertiya me ev yek li pêşberî mîlyonan anî ziman. Azadî, aştî û biratî di felsefeya têkoşîn û jiyanê ya Rêbertiya em de ye. Têkoşîna ku 40 sal in şer dike, bêguman dikare aştiya mezin jî biafirîne.”

DERENGKETIN DIKARE RÊ LI BER KARESAETÊ VEKE

Endama Koordînasyona PAJK’ê Çîçek Têkoşîn da zanîn ku pêvajo ji provokasyon û komployan vekiriye û bang li her kesî kir ku bi berpirsyarî rabin. Têkoşîn kar û barên divê hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk di vê mijarê de bike wiha anî ziman: “Pêvajo ji provokasyon û komployan re di rewşeke vekirî de ye. Rastiya hêza paralel heye. Pevçûnekî desthilatdariyê di navbera Dewlet û Cemaetê de heye. Hêzên rêhevala me Sara qetil kirin, dibe ku bûyerên bi heman rengî bikin. Ji ber ku vana 40 sal in ji vî şerî xwe xwedî dikin. Pêwîste gavên divê werin avêtin tavilê bên avêtin. Divê Rêbertiya me azad bibe. Hewceye hikûmet di destûra bingehîn de guhertinan bike û Rêbertiya me azad bike. Ji bo dewleta Tirk deregketin dikare rê li ber karesatê veke. Bêyî derengmayînê divê derbasî muzakereyê bibe, Rêbertiya me weke rêberê gel nas bike û sîstema Îmraliyê ji holê rake.

EM YEK JI MÛXATABÊN VÊ PÊVAJOYÊ NE

Têkoşîn gotina ‘hêza aştiyê hildigire jin û ciwan e’ ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan nirxand û der barê wezîfe û berpirsyariyên Tevgera Azadiya Jinê ya di pêvajoya muzakereyê de wiha peyivî: “Rêbertiya me ne tenê di vê peyama xwe ya dawî de, di tevahiya felsefeya xwe ya têkoşînê de wateyeke cuda û qîmeta azadiyê dide jinê. Li hemberî zîhniyeta koledarî ya 5 hezar salan, azadiya jinê xist rojevê. Got, ‘Bêyî azadiya jinê, civakek azad nabe.’ Lewma şoreşa azadiyê ya jinê kir bingeha şoreşa azaiya gelê Kurd. Jin çavkaniya enerjiyê ya pozîtîf a potansiyel e. Ev enerjiya jinê di asta enerjiya guherîn û veguherîna gerdûnê de ye. Ji ber vê yekê dema jin ket nava tevgerê, dê guherîn û veguherîn ji sedî sed pêk were. Jin xwedî hêzeke ewçend qudret e. Jinên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ji şoreşê re pêşengiyê dike. Hêzeke zane bûye, xwe birêxistin kiriye. Siyasetê dike, xwe û gel diparêze. Weke tevgera azadiyê ya jinê em yek ji mûxatabên bingehîn ên vê pêvajoyê ne. Em xwe bi vî rengî dibînin, divê her kes jî bi vî rengî bibîne. Jinên Kurd bi awayekî çalak di nava siyasetê de ne. Hêza avakirin û afirandinê ya civakî ye. Hêza ku di nava civakê de zanyariya azadiyê bi pêş dixe ye. Tevgera Azadiyê ya Jinê di avakirina neteweya demokratîk de hêza sereke ye. Weke Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, ne tenê di xebatên avakirinê de, di siyasetê de jî em xwedî gotin in. Lewma di biryarên der barê aştiyê de werin wergirtin de, emê xwedî gotin bin.”

Têkoşîn ragihand ku hêza bingehîn a aştiyê pêk bîne jin e û kar û barên divê jin û ciwan di pêvajoyê de bikin bi vî rengî anî ziman: “Ji ber ku aştiyê rengê jinê ye. Lewma di pêkhatina aştiyê de mîsyona herî zêde ya jinê ye. Jin û ciwan dînamîkên civakî ne. Ev her du hêzên ku hêzên modernîteya kapîtalîst li derveyî civak û jiyanê hiştine, êdî hêzên bingehîn ên civakê û navenda jiyanê ne. Ti guhertin û nûbûn, bêyî van her du hêzan nabe. Jin û ciwanan keda xwe kirine nasnameyek. Ev nasname nasnameya azadiyê ye. Her du hêz wê bi vê nasnameyê tevli pêvajoyê bibin. Emê pêvajoyê bi hesasiyet bişopîğnin. Emê timî ji Rêbertiya xwe re bibin rê heval. Tevgera Azadiyê di 8’ê Adarê de nîşan da ku wê çawa beşdarî pêvajoyê bibe. Bi serketina di hilbijartinên herêmî yên 30’ê Adarê de wê vê biryardariyê derxîne asta herî bilind.

Têkoşîn herî dawî bang li gelê Kurd kir ku bi ruhê Newrozê beşdarî kampanya ji Rêberê Gelê Kurd re azadî bibe.

On March 24th, 2014, posted in: KJKONLINE, Rojeva KJK by