Keçek Kurd a serhildêr: Leyla

leyla şaylemez (1)Leyla Şaylamez di 9’ê Çile de li Parîsê bi du hevalên xwe re hate qetilkirin. Dema hat qetilkirin hêj 24 salî bû.  Ew şoreşgereka ciwan a ku li dijî koledariya hezaran salan tevli doza azadiya gelê kurd bûye ye.

Leyla Şaylemez bi navê din Ronahî. Ji Licê ya Amedê ye. Malbata wê di 1978’an de koçî Mersînê dike. di 1988’an de Leyla wek zaroka sêyemîn a malbatê tê dinê. Ew dem demek di alî serhildanan de cihê avêtina reviyan bû. Bavê Şaylemez, Cumalî Şaylemez wê demê tevgera azadiya kurd nas dike. Di wan salan de zext zêde bûn. Bavê Şaylemez di encama van zextan de di 1994’an de koçî Ewropayê dike.  li bajarê Halle ya Almanyayê bi cih digere. Ji têkoşînê qut nabe. Komeleyên kurd nas dike. dest bi xebatên siyasî dike. sê sal şûnde hevser û zarokên xwe jî digire cem xwe.  Zarokên xwe dişîne dibistanê, Leyla 9 saliye û di dibistanê de heman Almanî hîn dike.

Leyla di temenê biçûk de diçe komeleyan. Diçe folkrolê, piştre di komîsyona ciwanan de cih digire.  Malbat êdî bi hemû giştî di têkoşînê de cih digirin. Kurdên derdorê digotin malbata Şaylemez komele dagir kirine.

Leyla Şaylemez ku demekê faliyetan dimeşîne, perwerdehiya xwe berdide û biryar dide tevli tevgera azadiya kurd bibe. Li Ewropayê li bajarên cuda faliyetên ciwanan dimeşîne. Du salan li çiyayên Kurdistanê dimîne.  Leyla jiyana xwe ya kurt têr û tije derbas kir.

Heta 9’ê çileyê 2013’an..

Malbata Şaylemez ligel ku di ser komkujiyê de salek derbas bû jî, hêj bawer nake.  Xwişk û birayên wê xemgîn, bê guman ya ku herî zêde êşê dikine jî dayik Şifa Şaylemez e. Hêj reş girê dide. Ruyê wê bi êş e, wesatî û bêzar e. Dema behsa keça xwe dike rondikên çavan dibarîne.

Dema keça wê Leyla tevli Têkoşîna azadiya kurd dibe, newiyê wê çêdibe û navê ê Leyla lê dike.  Leylaya 5 salî niha yekane sebra ber dilê pîra xwe ye.  Şîfa Şaylemez diyar dike ku bîhna keça wê jê tê…

 leyla şaylemez (5)MALA KU VEGERIYA MUZEYÊ

Mala malbata Şaylemez hêj  jî tê ziyaret kirin. mal ji maleke normal wêdetir, wek muzeyekê ye.  Hemû dîwar bi wêneyên Leylayê û hevalên wê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine xemilandin.  Li odeyekê cil-berg, nivîn û amûrên Leylayê wek heyî hatine danîn.

Di salvegera komkujiyê de me bi dê û bavê Leyla Şaylemez re der barê zarokî, ciwantî û cînayetê de axivî.

ÇALAKIYA YEKEM: LI DIJÎ POLÎSÊN ALMAN

Leyla zarokek çawa bû. Hun dikarin hinek vebêjin?

Cumali Şaylemez: Ez destpêkê hatim Almanyayê, piştre min malbat xwe anî. Li bajarê em diman malbatên kurd tunebûn. Me zehmetî kişand. Zarok tenê bûn. Ziman nedizanîn. Li dibistanê biyanî bûn.  Lê zû almanî hîn kirin. serkeftî bû Leyla.

Di 1999’an de polîsan bi ser mala me de girt.  Zarok diçûn dibistanê.  Pere bi min re hebû.min da Leylayê min got bibe ji cînarê me yê ligel me rudine. Leylayê ev bi cesaretek mezin kir.  Piştî Leyla çû li çenteyê zarokên din nihêrt. Piştre polîs diçin dibistanê û li çenteyê Leylayê dinêrin. Lê tiştek nedîtin. Leylayê tişta ku me gotibû kir. Bi vî awayî çalakiya xwe ya yekemîn kî kiribû.

Leyla wê demê çend salî bû?

Cumali Şaylemez: 11 salî bû.

We çima navê neviya xwe Leyla danî?

 Şifa Şaylemez: Dema Leyla çû bûka min ducanî bû. Min navê wê Leyla danî. Min pir ji keça xwe hez dikir. Rojekê hat malê got ma ez mirime, tu navê neviya xwe Leyla datîne û bertek nîşan da.  Nizanim ev psîkolojiyek çawaye, lê sankî min berê dizanî.  Min jî go wisa nefikire, bi vî awayî wekê ku tu her tim ligel minî ye. Pir ji biraziya xwe hez dikir, lê jê re nedigot Leyla, digot Yasemîn.  Ji zarokan hez dikir. Gula mala me bû.  Ne ku ew şehîd ketiye em wisa dibêjin, bi rastî jî wisa bû.

Navbera wê û xwişk û birayên wê çawa bû?

Ligel ku ciwan bû jî, ji bilî keça min wek hevala min bû.  Ligel ku pir bi coş û kelecan bû, hestiyar û xesas bû.  Ne tenê bi malbatê, bi hevalên xwe re jî wisa bû. Dost bû, can bû, têkiliyên wê baş bûn. Hevalên wê jê hez dikir. Neheqî qebûl nedikir. Pereyê partiyê tu car xerc nekir. Tu car bo xwe mesref nedikir. Heta piştî çû çiyê û hat pir guherî.

AHMET KAYA GUHDARÎ DIKIR

Dema xwe çawa derbas dkir. Ji bilî dibistanê çi dikir?

Şifa Şaylemez: Keça min dema xwe vala derbas nekir.di navbera dibistan û malê de diçû û dihat. Dem bi dem diçû cem hevalên xwe. Dawiya hefteyê diçû komeleyê. Pir ji komeleyê hez dikir. Zarokên min hemû wisa bûn.

Kîjan muzîk guhdar dikir, kîjan fîlm temaşe dikir?

Her tim Ahmet Kaya guhdarî dikir. Strana ‘ez serî hildidim’ guhdarî dikir.  Fîlmên qerfî temaşe dikir. Fîlmên Kemal Sunal temaşe dikir. Pirtûk dixwend.  Bi taybet yên Abdullah Ocalan dixwend.

Leylayê kengî dest bi faliyetên siyasî kir?

 Cumali Şaylemez: di 2005’an de ekîba folklorê hat avakirin. Leyla û Mîkaîl jî çûn. Sê salan çûn. Piştre di komîsyonên ciwan û jiê de cih girt.

Kengî ji mal veqetiya?

Ji me re negot û çû. Ez hinek hêrs bûm. Têkiliyên me baş bûn. Dibe ku wê demê fikiribe, gelo ez bêjim dê çi bikin. Em li dijî biryara wê rêzdar bûn. Piştre rojekê min ew dît û min got, te biryarek wisa girtiye, teqez ruyê me reş neke..

leyla şaylemez (4)MIN QET TEXMÎN NEDIKIR KU EZ BI DESTÊ XWE BIBIM

Dema çû te çi hîs kir?

 Şifa Şaylemez: Roja çû pirsek ji min kir; yên tevli vê têkoşînê dibin, digihêjin armanca xwe? Tu dibêjî çi? Min jî got ev doz doza namûs û rumetê ye.  Dixwest hestên min hîn bibe.  Dema derket ez hembêz nekirim. Ji ber ku ez fêm nekim. Çû dibistanê û nehat. Dema êvarê nehat me fêm kir. Min 6 mehan qet nedît.  Rojekê me li ser întenetê hevdîtin kir. Piştre hat malê. Min çûyîna wê qebûl nedikir. Ez digiriyam. Çend mehan carê dihat. Lê ji min dur bû. Herî dawî min û bavê wê bir. Min ji hevalên wê re got;Kê bawer dikir, ez rojekê leylaya xwe bi destê xwe tînim teslîmê we dikim.  Hevalên wê ez hembêz kirim.  Leylayê ji min re got; Ma dayê te her tim nedigot ev rê riya  şeref û namûsê ye, min jî ev tercîh kir. Ez bê deng mam. Piştre çû çiyê. Du salan me agahî jê negirt.  Min wisa bifikar lê nihêrt. Wê ez hembêz kirim. Got hevala ez şandime.

Herî dawî te kengî dît?

Li Almanyayê hinek pirsgirêk hatibûn jiyîn. Ji ber wê dema dihat malê demildest diçû. Çû Parîsê. Mehek berê bû. Lê di sersalê de bi her kesî re axivî. Ev axaftina me ya dawî bû. Tu tiştek wek berê nîne li vê malê. Ev mal û ev malbat piştî 9’ê Çile cuda dijî.

XEYALA WÊ YA HERÎ MEZIN NEWROZA AMEDÊ BÛ

Xeyala Leylayê çi bû?

Xeyala wê ya herî mezin Newroza Amedê bû. Digot ger heval desturê bidin, ezê biçim Newroza Amedê.  Ji her kesî re digot em Amedîne.  Leylayê qet Amed nedît. Mereq dikir. Bi hirs bû.  Rojekê em li mîhrîcanê bûn, ji hevalên xwe re got ez jî tevli pêşbirka bezê dibim. Tevli bû. Bû yekemîn. Xelata wê jî hevala Sakîne da.

We bûyer çawa bihist?

 Cumali Şaylemez: Ev du meh bû ez li Mersînê bûm. Dayika min nexweş bû. Ez hatim Almanyayê. Kurê min hat ez girtim. Mala me tije bû. Min got belkî dayika min wefat kiriye. Min dît ku tv vekiriye lê deng tune. Min wêneyê Leyla dît. Piştre hevalên wê ji min re gotin.

Şifa Şaylemez: Yasemînê got dayikê Leyla geriyaye, xwestiye em ji doktor randevuyê bigirin. Got biçe randevuyê bigire dê Leyla bê. Piştre min agahî girt. Dunya li serê min xera bû.

BI TÊKOŞÎNA KURDAN DÊ DERKEVE HOLÊ

Salek derbas bû lê tiştek nû tune.  Rayedarên Fransayê çi dibêjin?

 Cumali Şaylemez: Min heta niha gelek name şand. Lê 5 meh berê gazî me kirin. em hemû malbat çûn. Civîn kirin. tiştên em tatmîn bikin gotin. Ji me re gotin piştî komkujiyê di nava pKK’ê de yek bi yek lêpirsîn kirine. Gotin encama wê jî derketiye holê ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye kirin.

Lê li pişt vê komkujiyê Gladyoya Ewropayê heye.  Tirkiye di vir de wek piyon hatiye bikaranîn.

Em kurd divê teqez bertekên tund nîşanê vê bidin. Divê çalakiyên prostetokirinê bê lidarxistin. Sala borî em çûn Çiyayê Kurdistanê û me bi hevalên Ronahî re hevdîtin kir. Ji me xemgîntir bûn.

Piştî vê komkujiyê di malbatê de çi guherî, çawa bandor li ser we kir?

Cumali Şaylemez: Bê guman bandorek mezin li ser me kir. Êşek mezin me jiya. Em hejiyan. Di nava rojê de keça me û du hevalên wê kuştin.  Ev komkujiyek hovane bû. Em malbatek welatparêzin. Ev bi salane wisaye. Jiyana me jî wisa meşiya. Piştî 9’ê Çile ev bar girantir bû.

ALÎ GULER – HALLE

On January 8th, 2014, posted in: Jiyanên Fedayî, KJKONLINE by