Pêngava Berxwedan û Têkoşînê 4’e Nîsanê destpê dike..

kadınlar eylemdeRêbertiya me zêdeyî 15 sal in, bi nîşandana vîneke awarte, li dijî îşkenceya Îmraliyê ya li cîhanê bêhempa ye, li ber xwe dide. Hêza komploya navneteweyî Gladyoya NATO, bi sîstema Îmraliyê re di kesayetiya Rêbertiya me de, nasnameya Kurdê azad, nasnameya Jina azad û tevahiya nirxên mirovahiyê hedef girtiye û xwestiye encamê bigire. Sîstema modernîst a kapîtalîst bi hedefgirtina Rêbertiya me re xwestiya sîstema modernîteya demokratîk ji holê rake. Sîstema Îmraliyê navê pêkanîna nêzîkatî û lêgerîna dijberiya mirovahiyê ya Modernîteya Kapîtalîst e. Sîstema Îmraliyê sîstema demdirêj û rêk û pêk a îşkenceyê ye. Tevî vê yekê hêzên komploker ên navneteweyî xwestin di kesayetiya gelê Kud de Rojhilata Navîn biajo nava kaoseke nû û pêşî li yekitiya hêza demokratîk a gelan bigire. Plan û projeyên sîstema hegemonîk a kapîtalîst a li hemberî Rojhilata Navîn, di serî de têkoşîna azadiyê ya Kurdan li pêşber berxwedana demokratîk a gelan bê encam mane. Mînaka vê ya herî şênber li Rojavayê Kurdistanê, ku serketina paradîgmaya azadîparêziyê ya Rêbertiyê lê îspat bûye, tê jiyîn. Di destketî û serketinên di  hilbijartinên herêmî yên 2014’an ên li Bakurê Kurdistanê tê dîtin.

RÊBERTIYA ME DÎL TÊ GIRTIN

Li dijî vê sîstema taybet a îşkenceyê, ku mirovekî ji rêzê nikare rojekê jî xwe lê rabigire, Rêbertiya me 15 sal in roj bi roj, kêlî bi kêlî berxwedaneke awarte nîşan dide. Rêbertiya me bi vê berxwedan û têkoşîna xwe ya biryardar re komploya navneteweyî pûç kiriye, hesabên qirêj ê komplokeran xera kiriye. Lê belê komploker ji van armancên xwe yên qirê venegeriyane, komplo dewam dike. Nîşaneya vê ya herî berçav jî ragirtina Rêbertiya me di sîstema Îmraliyê ya bi pêkanînên dij mirovahî û dij hiqûqê ye. Mercên ragirtina Rêbertiya me yekser bi qewimînin li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê ve girêdayî ye. Rêbertiya me ku pêşengê îdeolojîk û çavkaniya îlhamê ya têkoşîna azadiyê ya gelan e, dîl tê ragirtin. Bi ragirtina Rêber Apo di sîstema Îmraliyê re pêşî li çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd tê girtin, lewma di neçareseriyê de israr tê kirin.

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ VEGUHERÎ ŞANTAJEKÊ

Li Îmraliyê ku ji destpêkê ve pîvanên hiqûqî lê derbas nabe, pêkanîna tecrîdê veguheriyek navgîneke şantajê. Li ser tevgera me ya teslîmiyet yan jî polîtîkayên tinekirinê hatiye ferzkirin, tê ferzkirin. Her çend biryara darvekirinê hatibe rakirin jî, bijarteya tinekirinê her tim hebûye. Hikûmeta AKP’ê, ji bo ewlehiya heyeta dewletê ya bi Rêbertiyê re hevdîtinê dike qanûnan derdixîne, ev yek nîşaneya herî berçav a rîska ewlekariya jiyana Rêbertiya me ye. Pêvajoyê venaguherîne muzakereyê û çarçoveyeke qanûnî jê re danîne. Bi vê yekê re hem di neçareseriyê de israr dikin hem jî Rêbertiya me ber bi pozîsyoneke ji ewlehiyê bêpar tê birin. Ji ber vê yekê tendurstî, ewlekarî û azadiya Rêbertiya me ji her demê bêtir girîng e û mijareke lezgîn e. Lewma bi temamî têkbirina komploya navneteweyî bi dawîanîna li dîlgirtina Rêbertiya me dibe.

‘Manîfestoya Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk’ a Rêbertiya me di Newroza Amedê ya 2013’an de deklare kir, li ser navê gel û jinên Kurd israra di jiyana azad û îlana misogeriya nasnameya azad e. Rêbertiya me ji bo serketina vê pêvajoyê sê qonaxên ji agirbest, gavên destûra bingehîn û qanûnî û normalbûyîn, destnîşan kiriye. Lê belê ev pêvajo, ji diyaloga di asta agirbestê de derbasî muzakereyê nebûye.

PÊVAJOYA YEKALÎ DIKARE BER BI HER ALÎ VE BIÇE

Ji ber hesabên desthilatdariyê, erzan û bê berpirsyarî yên hikûmeta AKP’ê li hewldanên aştî û çareseriya demokratîk a Rêbertiya me, pêvajoya heyî gihaştiye nuqteyek krîtîk. Pêvajoya ku heta niha bi hewldanên yekalî yên Rêbertiya me re meşiyaye, ji ber vê yekê dikare ber bi her alî ve biçe.

Li nameya Rêbertiya me ya li meydana mîlyonan a bi şiyara ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ hat xwendin, weke Koma Jinên Bilind KJB emê bi pêngavekê bersivê bidin. Li ser vê bingehê di 4’ê Nîsanê de em starta pêngava têkoşîn û berxwedanê ya ‘Jin ji bo Rêbertî û Azadiya xwe li çalakiyan e’ didin destpê kirin.

DEM DEMA HESABPIRSÎNA JI SÎSTEMA ÎMRALIYÊ YE

Weke jinên Kurd, ji bo dawîanîna li dîlgirtina Rêbertiya me, ku em jê re dibêjin ‘Azadiya wî azadiya me ye’, emê têkoşîna xwe derxînin asteke pêngavî û encamê bigirin. Bi vê bawerî, îdîa û biryardarî emê her qadê veguherînin qada çalakî, têkoşîn û berxwedanê û sîstema Îmraliyê têk bibin. Dem dema hesabpirsîna mezin a ji vê sîstema em hemû dîl girtin e. Ji bo bi temamî têkbirina komployê, destpêkirina pêngavekê ji her demê bêtir wezîfeyeke lezgîn e.

Bi vê bîr û bawerî û birdariyê em têkoşîna xwe bilind bikin, li ser bingeha ‘Parastina Hebûnê, Pêkanîna Azadiyê’ li dora Rêbertiya xwe bicivin, sîstema Îmraliyê têk bibin, dawî li dîlgirtina Rêbertiya xwe bînin û xwe bigihînin Rêbertiya xwe!

Li ser vê bingehê em bang li tevahiya jinên Kurd dikin ku bi awayekî çalak beşdarî pêngava ‘Jin ji bo Rêbertî û Azadiya xwe li çalakiyan e’ bibin, bibn parçeyek ji pêngavê û heta encam girtinê bênavber têkoşînê bimeşînin. Wekî din em bang li dostên gelê Kurd, rewşenbîr, raya giştî ya şoreşger-demokratîk, hemû jin û gelan dikin ku destekê bidin pêngavê, têkoşîna azadiyê bilind bikin.

Koordinasyona KJB

On April 1st, 2014, posted in: Daxuyaniyên Çapemeniyê, KJKONLINE by