Divê jin û ciwanên kurd têkoşîna Derwêşan bilind bikin

şengalde halkYJA’yê der barê êrîşên DAIŞ’ê ya li hemberî Şengalê daxuyaniyek da û bang li hemû Kurdan kir ku bexwedanê mzin bikin û li dora Şengalê bibin yek. YJA’yê da zanîn ku divê ciwan di nava refên berxwedanê de cihên xwe bigin û têkoşîna Derwêşan bilind bikin.

 Koordînasyona Yekitiya Jinên Azad (YJA) der barê qirkirina li ser Şengalê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk tê û berxwedana YPG’ê ya li herêmê nîşan dide de daxuyaniyek da.

 Di daxuayniyê de komkujiya ku DAIŞ’Ê li Şengalê pêk hatiye şermezar kir û got: “Em berxwedana YPG’ê silav dikin. Em hemû rêhevalên xwe yên şehîd bibîrtînin.

 QIRKIRINA ÇAND Û BAWERIYÊ YE

 Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku çeteyên ji aliyê dewletên ku bûne bazirganên çekan ve derketine holê li ser komkujî, qirkirin û şîdetê hebûna xwe didomîne û hat gotin ku çete bi destê hêzên bûne dewlet re êrîşa Kurdên Şengalê dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ev polîtîkaya qirêj li Rojava bi berxwedaneke mezin têk çûye û çeteya terorê DAIŞ ku ev hezm nekir vê carê berê xwe da Şengalê.  Daxuyanî wiha berdewam kir: “Tiştên îro li Şengalê tên jiyîn, qirkirina çand û baweriyane.

 DIVÊ HEMÛ KURD LI DORA ŞENGALÊ BIBIN YEK

 Kurdê Êzdî bi qirkirinekê re rû bi rû ne. Gelê Êzdî ji bo paratina bawerî û çanda xw her tim têkoşiyaye. Ligel bi dehan komkujî û êrîşan tavîz nedaye. Di vî alî de berxwedana Gelê me yê Êzdî xwedî cihekî bi rumete. Gelê me yê Êzdî îro bi qirkirina DAIŞ’ê re rû bi rû ye. li dijî vê qirkirinê divê hemû gelê Kurd li dora Şengalê bibin yek.

 PARASTINA ŞENGALÊ PEYWIRA MIROVAHIYÊ YE

Di daxuyaniyê de balkişand ser girîngiya Şengalê ya bo Kurdan û wiha hat gotin: “Parastina Şengalê bo Kurdan peywir û rumeta mirovahiyê ye. Her kesê ji bo xwe dibêje ez Kurdim divê ji bo parastina Şengalê seferber bin.

 LORÎNÊN WAN ÎFADEYA HERÎ ŞÊNBER A ÊŞA WAN E

 Her wiha di daxuyaniyê de balkişandin ser hovîtiya sînornenas ya li ser jin û zarokan û wiha hate gotin: “DAIŞ bi êrîşên xwe  di şexsê jinan de êrîşê civakê û di şexsê zarokan jî êrîşê pêşerojê dikin.

Pîroziyên herî mezin yên vê axê jinin. Lorînên Dayikên Şengalê îfadeya herî şênber ya hezar salîne.”

 DIVÊ TÊKOŞÎNA DERWÊŞAN BÊ BILINDKIRIN

 Koordînasyona YJA’yê  da zanîn ku îro li dijî hemû êrişan divê em di nava têkoşîna hevpar de bin û ev bang kir:Divê li her çar parçeyên Kurdistanê, derveyê welat Kurd, ji bo Şengalê seferber bin. Divê çalakiyan pêk bînin û bi tevlibûnan biherikin Şengalê.Divê ciwan li cem gelê meyê li Şengalê ye cih bigirin û têkoşîna Derwêşan bilind bikin. Divê jinên me têkoşîna berxwedanê bilind bikin û bigîhin rêxistibûnê. Roj roja xwedî derketina li pêşeroja xwe ye. em bang li hemû kesî dikin ku li dora YPG-YPJ û  HPG-YJA STAR  û gelê Şengalê bibin yek û berxwedana xwe bilind bikin.

On August 6th, 2014, posted in: Daxuyaniyên Çapemeniyê, KJKONLINE by