Komkujiya Helepçe de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin

logokjbEm, yên di Komkujiya Helepçeyê ya 16’ê Adara 1988’an de ji aliyê rejîma Baasê ya Iraqê ve bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Li gel vê em 180 hezar mirovên xwe yên di qirkirina Enfalê ya 1988-89’an de hatin qetilkirin, bibîr tînin. Hêzên qirkirin kine, nokerên wan û bi taybetî jî hêzên navneteweyî yên bi alîkarîdayîna madî û manewî ji rejîma Baasê re berpirsyariya wan di vê komkujiyê de hene, bi nefret careke din şermezar dikin.

Komkujiya Helepçeyê ya ku di salvegera 26. de em lanet dikin û qirkirina Enfalê ku komkujiya Helepçeyê parçeyek jê ye, mîna herî hovane ya dema nêz a qirkirina li dijî Kurdan e û di heman demê de rastiya modernîteya kapîtalîst bi awayekî zelal raxistine pêş çavan. Ev qirkirina ku di navbera salên 1988-89’an de li Başûrê Kurdistanê rê li ber qetilkirina zêdeyî 180 hezar Kurdan vekir, yekser pêwendiya xwe bi polîtîkayên înkar û tinekinê yên ku sed sal in li ser gelê me tên ferzkirin, heye. Netewe dewletên di destpêka sedsala 20’an de ji aliyê sîstema hegemonîk ve li Rojhilata Navîn hatin avakirin, weke rejîmên mêtîngeriyê hatin destnîşankirin. Bi dewletên Erebi Tirk û Fars re hewl hatiye dayîn gelê Kurd ji sê aliyan ve ji bo tinekirinê bê dorpêçkirin. Qirkirina Çandî ya li dijî Kurdan, ku xwe gihand heta komkujî û qirkirina fîzîkî, ji ber vê yekê encama polîtîkaya afirandina netewe dewletê ya ne wekhev a modernîteya kapîtalîst li herêmê ye. Ji dilsoziya jiyana azad a gelê Kurd re jî her tim bi komkujî û qirkirinan bersiv hatiye dayîn.

Komkujiya Helepçeyê ya 1988’an, ji ber vê yekê xelekek din a fermana qirkirina Kurdan a di salên 1920 û 1930 de li Bakurê Kurdistanê hat meşandin e. Bi parçekirina axa Kurdistanê bi sînorên netewe dewletê re, fermana vê qirkirinê hatiye dayîn. Ev komploya li dijî yekparebûna Kurdan, di roja me ya îro de jî dewam dike. Nîşaneya vê ya herî berçav îro li Rojava tê jiyîn.

Sîstema mêtîngeriyê ya sedsalan a hêzên hegemon li Rojhilata Navîn, îro li Kurdistanê bi taybetî jî li Rojava bi şoreşa Kurdên azad têk diçe. Ji bo pêşîgritina pêvajoya avakirina sîstema cewherî ya gelan a bi pêşengiya jinên Kurd, sîstema kapîtalîst a global û hêzên paşverû yên wê, îro careke din serî li polîtîkayên komkujiyê didin. Herî dawî di 10. salvegera serhildanê de li Qamişloyê êrîşekê rû da û di encamê de bi dehan mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Divê ev êrîş jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin.

Ji her demê bêtir îro wezîfeyeke lezgîn e, ku ji bo dorpêçiya qirkirinê bê parçekirin her qad veguhere qada têkoşîna azadiyê. Jinên kurd ên bi şiyara “Bi Jina Azad re ber bi Neteweya Demokratîk ve” li qadên 8’ê Adarê nîşan dan ku mîsyona pêşengiyê hilgirtine ser milê xwe, wê di Newrozê de bêjin “Rêberê Azad Kurdistana Azad” û têkoşîna xwe derxînin asteke bilindtir. Weke jinên Kurd, em ji her demê bêtir nêzî hedefa xwe ya berxwedanê ya azadkirina Rêberê xwe ne, ku azadiya Rêbertiyê weke azadiya xwe dibînin.

Rêber Apo beriya niha bi salekê, bi Deklarasyona Çareseriya Demokratîk a dîrokî ya pêşkêşî Newroza Amedê kir re, pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad da destpêkirin. Weke KJB em bang li hemû jinan dikin ku Newroza îsal bi ruh û berxwedaneke pêngavî pêşwazî bikin. Pêngava Avakirina Jyana Azad a ku dê sîstema qirkirinê têk bibe, yekane rêya xwedîderketina li bîranîna şehîdên me yên pîroz ên Komkujiya Helepçeyê û hemû şehîdên me yên têkoşîna azadiyê ye. Di heman demê de yekane rêya bicihanîna hesreta wan e.

Li ser vê bingehê, di salvegera 26. de em careke din mirovên di Komkujiya Helepçeyê û Qirkirina Enfalê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe careke din dûbare dikin ku berxwedana xwe bilind bikin û azadiyê pêk bînin.

 

On March 16th, 2014, posted in: Daxuyaniyên Çapemeniyê, KJKONLINE by