JINEOLOJÎ Hevdîtina Jinê Ya Bı Heqîqetê Re Ye

JIN1 (17)Jineolojî weke peyv tê wateya zanista jin. Di Kurdî de “JIN”, weke peyv tê wateya jinê. Di Kurdî de ji peyva “JIYAN”ê, ku ev peyv tê wateya jiyanê, afiriye. Ev peyv li Rojhilata Navîn û di tevahiya zimanên Hînt-Ewrûpî de di wateya jiyan, zindîbûn, dîsa ZÎN an jî ZEN ango JIN’ê de tê bikaranîn. Jin, weke ya ku yekem car weke zayend ketiye ferqa xwe tê qebûlkirin. Ya ku cara yekem her tiştê ku der barê jiyanê de ye pêş xistiye jin e.

Ango jiyan, li ser bingeha rêgezên exlaqî û polîtîk li dora jinê hatiye vehûnandin. Civakîbûn li ser vê bingehê pêşketiye. Ya ku civaka xwezayî bi nirxên exlaqî û polîtîk ve ava kiriye, jin e. Loma dema tê gotin “jiyan” hema jin, dema tê gotin “jin” jî hema jiyan tê bîra mirov.  “JIYAN”, di wateyeke din de jî di bedena jinê de diherike.

Ducanîtî û xwîna mehane (regl), di heman demê de girêdana jinê ya bi jiyanê re û rola wê ya di domandina jiyanê de didane holê. Jin, hem di pêşxistina nirxên jiyanî de, hem jî di warê bedenî de bi jiyanê re hatiye wekhevkirin. Ji ber vê sedemê di navbera jin û jiyanê de girêdanên ku qut nabin hene. Di vê hêlê de jin; li hemberî rastiyên jiyanê zêdetir wergirvan e (kapsayıcı).  Di heman demê de li gorî zayenda zilam jî, zêdetir berpirsyar e. 

Jin, hem weke fizîkî hem jî weke wateyî beşa herî berfireh a xwezaya civakî çêdike. Jixwe wekhevkirina jinê ya bi jiyanê re jî, çavkaniya xwe ji vê rastiyê digire. Di vê hêlê de jinolojî ku zanista jinê ye, di heman demê de zanista jiyanê ye jî.

Jineolojî; bi qasî ku li hemberî ji nû ve pêşxistina girêdana jinê ya bi jiyanê re berpirsyar e, di heman demê de li hemberî azadkirin, xweşikkirin û dayîna jiyandina jiyanê erk û berpirsyariyên dîrokî û rojaneyî yên mezin dikeve ser milê wê.

Rêber APO jineolojî, bi parêznameya xwe ya bi navê “Sosyolojiya Azadiyê” re xistiye rojeva me.  Rêber Apo divê mijarê de van xalan diyar dike; “Li şûna femînîzmê, têgîna jinolojiyê (Zanista Jinê) wê karibe armancê baştir pêşwazî bike.”

Rastiyên ku wê jinolojî derxin holê, herhal wê ji rastiyên ku teolojî, polîtîkolojî, eskatalojî, pedagolajiyê, bi kinahî ji gelek “lojiyên” der barê sosyolojiyê de kêmtir nebin. Tê zanin ku jin, hem weke fizîkî hem jî weke wateyî beşa herî berfireh a xwezaya civakî çêdike. Lewma ev nikare bê înkarkirin.  Wê demê ma wê çima ev beşa herî girîng a civaka xwezayî nebe mijara zanistê? Çima em ê wê nekin mijara zanistê?

Eger sosyolojiya ku heya ji pedagolojiyê (zanista perwerde û terbiyeya zarokan) re hatiye dabeşkirin jineolojî çênekiribe, ev bi rastiya sosyolojiyê ya bi zîhniyeta wê ya nêr ve girêdayî ye. Heya ku xwezaya jinê di tarîtiyê de bimîne, wê xwezaya civakê jî ronî nebe. Ronîbûna civaka xwezayî ya rast û berfireh, bi ronîbûna rasteqîn û berfireh a xwezaya jinê ve gengaz e.

Aşkerekirina dîroka mêtingerkirina jinê, haya mêtingerkirina wê ya aborî, civakî, siyasî û zîhnî wê di aşkerekirina tevahî mijarên din ên dîrokê û heta aşkerekirina bi her alî ya civaka rojane de tevkariyeke mezin çêbike… Zanista exlaqî û estetîk, parçeyek ji zanista jinê ye û jê qut nabe. Wê rasttir be ku zanista aboriyê jî, weke  parçeyek ji zanista jinê bê pêşxistin.

“Aborî, teşeyeke xebata civakî ya ku jin ji destpêkê û vir ve tê de rola hîmî dilîze ye… Tevgera jinê ya azad, wekhev û demokratîk ku femînîzmê jî digire nava xwe û xwe dispêre ser zanista jinê, aşkere ye ku wê di çareseriya pirsgirêkên civakî de rola sereke bilîze.” 

Weke ku dê ji vê nirxandinê jî bê fêmkirin Rêber Apo weke zanista jinê jineolojî di berfirehiya perspektîfa pradîgmaya nû ya zanista civakî de girtiye dest û wê weke şaxeke Sosyolojiya Azadiyê dihizire. Zanist, çalakiya hizir a ku xwe dispêre ser ceribandinan ku bi awayek rêk û pêk bûyer û diyardeyên di gerdûnê de lêdikole, hest û rawêjan (varsayım) biçûk nabîne û inkar nake ye. Di cewhera xwe de beşeke felsefeyê ya biçûk a ku xwe gihandiye agahiyên ku misoger bûne ye.

Her pêkhatin û bûyerên ku di nava xwe de pêwendiyên bi mantiq û yekbûnên ramanî çêdikin, mijara zanistê ne. Zanist, dibe rêbaza mirov a guhertin, girêdan, bertek-bandora rûbirû ya pirr pêşketî ya di nava gerdûneke pirr zindî de. Rastiyeke ku vê xwe tenê ne spartiye ser aqlê analîtîk, berevajî xwe weke berhema pêşketin û jiyîna civakî û dîrokî ya pirr dirêj pêk aniye. Di vê wateyê de zanist, berhemeke aqlê civakî ya ku xwe digihîne hêza guhertin û veguhertinê ye. Rastiyeke ku piştî zanîn ji amûra îktîdarê re hate veguhertin, ji koka xwe û bitûnîtiya civak-xwezayê hate qutkirin. Darbeya herî mezin a ji zaninê re, qutkirina wê ya ji zanista exlaqe ye. Lewma ev qutkirin hiştiye ku zanîn ji cewhera xwe ya rastî re biyanî bibe. Zemîna ku herî zêde ev xwe di tê de dide nîşandin û xwe bi awayekî herî aşkere îfade dike jî, dibe zanist. Lewma zanist, dibe qada ku herî zêde zayendperestî xwe li dijî jinê di tê de kûr dike ye. Avahîsaziya zayendperestiya zanistê, tenê bi vederkirina (ötekileştirmek) jinê û ew li derveyî xwe dîtinê re ne bisînor e. Em ji venêrîna zanistê ya ji xwezaya civakî re bigirin heya venêrîna wê ya ji gerdûn, xweza û dîrokê re, di hemû venêrînên wê de zayendperestî bi teşeyên cuda ve xwe nîşan dide. Di rastiya roja me ya îro de jî derdikeve holê ku vê ne tenê jin; civak, xweza û zilam jî îstîsmar kiriye, ew ji dîrok û xwezaya xwe re daye biyanîkirin û ji her cureya bikaranînê re vekirîtir hiştiye. Zanistê, xwe tam weke xwedayekî zilam ava kiriye. Lewre Zanistên-civakî, civakê li gorî desthilatdariya zilam ava dikin û di vê wateyê de endezyartiya civakê dikin. Zanistê kengî çavkanî û dîroka xwe ji venêrîna pozîtîvîst qut kir, xwe weke ku fermana xwedê ye kir desthilatdar û anî rewşa rastiya ku teqez e û nikare bê nîqaşkirin; hingê xiyanet li çavkaniya xwe ya bingehîn kir. Va ye niha nûnerê xiyaneta ji çavkaniya xwe re ye. Lê belê jineolojî di wateyekê de dibe zemîneke girîng a ku zanist karibe xwe li ser ji nû ve bigihîne çavkaniya xwe ya cewherî û wateya xwe ya rastî.

Weke ku tê zanîn heya roja îro jî di zanistên-civakî de tu disîplîn an jî şaxeke ku bi taybet jinê bike mijara zanistê tune ye; ji bilî jinekolojiyê. Di nava şaxên tibê (tıp) de yek jî ji şaxên herî ciwan, jinekolojî ye. Bi kinasî jinekolojî, di zemîna civakî de qada piştgiriya zanebûna jinê ya herî xwezayî ye û ji ber çand û ezmûnên ku xwe dispêrin ser bi hezaran salan nehatiye navendkirin. Ev qad jî bi temamî di destê jinê de ye. Weke qada pisporbûneke zanista tibê jinekolojî, bi teşeya şaxeke ku girêdayî nexweşî û pirsgirêkên ku di fîzyolojiya zayenda biyolojîk a jinê de heyî ve tê pêşxistin. Di çarçoveya zayînbariya (dogurganlık) jinê de, tenê xebîtîna ku di bedena jinê de xwe dide nîşandan û pirsgirêkên ku bi vê girêdayî ye digire nava xwe. Sedema ku zayînbariya jinê ku xebitîneke xwezayî ye û fonksiyonên di bedena wê de yên bi vê ve girêdayî ye ew qas dikin mijara tibê bêguman ev e;  sîstema desthilatdar a zilam hewl dide venêrîna li ser bedena jinê di heman demê de li ser avahiya demografîk a civakê jî pêk bîne û di çarçoveya pêdivî û polîtîkayên sîstema îktîdarperest de vesaz bike.  Di bin navê tenduristiya jinê de di destên dewletê û tibê de yekdestdariya venêrîna zayînê, qisirkirin an jî bedena jinê veguherandina makîneya zayînê, di heman demê de berhemeke polîtîkayên sîstema desthilatdar a paqijkirina qewmî û qirkirinê yan jî polîtîkayên neteweperestiyê, dewleta netewe ya nîjadperest-şovenîst e. Di vê çarçoveyê de pêwîst e pirsgirêka zayînê di bingeha pirsgirêka azadiya jinê û civakê de, bi vîn û zanebûna jinê ya cewherî ve were destgirtin. Di roja me ya îro de kansera rehm heya gelek diyardeyên ku weke “nexweşiyên jinê” tên binavkirin, tev çavkaniya xwe ji destlêwerdana bi armanca desthilatdariyê û bi venêrîna zêde ya ji xwezaya jinê re digire. Naxwe zayînbariya jinê, civakî, aborî, çandî, civakî-derûnî ye, ji bo jinê jî wateyeke wê ya ku yekbûna wê ya manewî-maddî heye ye. Ji ber wê jî mirov nikare bes bi xebitîneke fizîkî-biyolojîk ve girê bide. Yek jî rêbaza herî bi bandor a parçekirina yekîtiya civakî, aqil û çanda civakî, weke şaxeke endustriyê tibîkirina zayînbariya jinê ye. Pêwîst e jineolojî di vê qadê de têkoşîneke azadperest û civakî-zanistî ya ku encam û biryarên wê hebin bide meşandin û vê qadê jî bi lêkolîn û vekolînên berfireh ve bigire dest. Çêkirina zarokan ew qas ji exlaq û estetîkê dûrkirin, ji bingehên wê yên felsefî û civakî qutkirin pirr bi xeter e û bi misogerî girêdana wê ya bi sîstema dewletperest-bavik ve heye.

Ji bilî jinekolojiyê, di zanistên-civakî de, di teoriyên psîkanalîz ên Freudger de jin; tenê weke hêz an jî hebûna zayendî ya hîsterîk û kêm te pênasekirin û weke seriyekî din ê zilamê desthilatdar ku ev zilamê desthilatdar “temam bûye, serwer e û aktîf e” yê ku radestî navxweyî kiriye tê teorîkirin (kurgulama). Psîkolojî ku di tê de zîhniyeta falûs-vajînayê ew qas tê kûrkirin, her wiha mirov di tê de xwezaya xwe ya civakî bi asta herî hovane dadixe ser refleksên bi şert û ajobariya hundirîn û dibe zemîna ku ev di tê de tê  “zanistîkirin”, roleke wiha dilîze. Ev herî zêde jî bi modernîteya kapîtalîst ve pêş ket û bi awayekî lez bû popularîte û “otorîteya “ zanistê. Ev rastî jî didane holê ku divê girêdana her duyan ya bi hev re pirr xurt bê çêkirin.

Psîkolojî jî di nav de, di tevahiya şaxên zanistê de jin bireser e û amûra bîrdozî ya ku zemîna rewatiya sîstema bavik diafirîne ye. Pêwîst e bi awayekî berfireh û kûr bê nirxandin ku bi desthilatdariya bîrdozî re li ser vîn, hizir û keda jinê sîstemeke desthilatdariyê ya berfireh bi destê zanistê hate pêşxistin. Di vê wateyê de pêwîst e mirov di her şert û mercî de bi guman nêzî “daneyên zanistî” yên ku der barê jinê de weke zanîna teqez a zanistê tên pêşxistin û lansekirin binihêre, red bike û zanîna di çarçoveya zanista civakî de ya alternatîf esas bigire. Aşkere ye ku ev hem bi teşeya çêbûn û sazîbûna zanistên-civakî ve, hem jî bi avahîsaziya zîhniyeta bavik û desthilatdar-dewletperest ve eleqedar e. Ji eniya jinê ve rexne li zanista civakî ku weke qelayên pozîtîvîzmê û lîberalîzmê ye kirin û ew nirxandin, dibe xebata herî bingehîn a jineolojiyê. Loma divê di zanistên-civakî de bi felsefe û nêrîna jinê ve pirsgirêka rêbaz û xeta zanîn-îktîdarê bi awayek bi kok bê analîzkirin. Hem di aşkerekirina rûyê rastî yê zanistên-civakî de ku di qutkirina jinê ya ji dîroka xwe de, di bireserkirina civakê ya bi jinê re, di jêbirina hafizaya civakî û zanista cewherî de, di bêvînkirina jin û civakê de û di pêkanîna rewabûna desthilatdariyê de ji rahibên Sumer paşverûtir rol lîstiye, hem jî di xurt avakirina alternatîfê wê de, rola jineolojiyê girîng e. Pêwîst e zanist ji nû ve bê pênasekirin; di rastiya xwe de zanist çi ye, xebitîna wê ya civakî û karaktera zanînê yê civakî çi ye? Divê di wateyeke nû de bê pênasekirin. Di vê çarçoveyê de pêwîst e zanist bi teşeyên wê yên din ên hizir ve û bi girêdaneke diyalektîk ve bê pênasekirin û yekbûna wê bê afirandin. Di vê xalê de ji nû ve destgirtina dîroka jinê, şêwazê wê yê hizir, hebûn û jiyanê pirr girîng e. Pêwîst e xebatên herî berfireh ên zanistî yên jineolojiyê, di qada zanista heyîna jinê û dîroka wê de bê meşandin. Bi taybetî jî eger girêdana heyîna jinê ya bi felsefê re bi awayek kokdar bê çêkirin, ev ê di bisînorkirin û paşvexistina çeloxwariyên zanebûnê û teşeyên zekaya analîtîk ku di roja me de pirr zêde mezin bûye de roleke girîng bilîze.

Di bin rastiya ku zanist ew qas ji felsefeyê, bawerî û hestan, ji avahiya hizir a anemîstîk-mîtolojîk hatiye qutkirin û ew anîna rewşa şêwazekî desthilatdariyê de, dijberiya îktîdara zanebûnê ya li dijî jinê heye. Sererastkirin û rast çêkirina girêdana wê ya bi dijberiya îktîdara zanebûnê ya li dijî jinê re heyî jî, bi pêşxistina zanisteke hebûna jinê re gengaz e. Lewma divê jineolojî zanisteke hebûna jinê ya bi kok pêş bixe. Di zanist gihandina pênaseyeke rast û civakî de, her wiha bi pêkanîna girêdaniya wê ya bi exlaq û estetîkê re, cihekî jineolojiyê ya girîng heye. Pêwîst e mirov zanistê, di wateyekê de ji aqlê zilam ê pirr zêde analîtîk e û desthilatdar e derxe û bixe mihvera jin û civakê; divê mirov zanistê ji bûyîna rêk û rêbaza çeloxwarkirina heqîqetê derxe û di gihandina heqîqetê û di têkoşîna di vê oxurê de bike zemîna herî bingehîn.

Rastiyeke ku feraset û avahiya zanista-civakî ya modernîst, bi taybet jî di çarîka dawî ya sedsala 20’emîn de bi awayek berfireh tê rexnekirin. Lewre di vê mijarê de hêz û zemîneke pirr girîng a rexneyê derketiye holê. Lê belê tevî vê jî ev rexne nagihijin sîstemekê, dîsa xet û sîstema îktîdara zanebûnê nayê derbaskirin. Helbet ev jî bi nêrîna ji rizgariya jinê û pirsgirêka azadiyê re girêdayî ye. Nêzîkbûna wan a ji jinê re, bi awayek rast pênasenekirina nasnameya jinê ya civakî û pê ve girêdayî pirsgirêkên azadiyê bûye sedem ku nebin bizaveke (akım) bingehîn yan jî sîstem. Tevî hemû ked û lêgera van a sîstema alternatîf, di van derdoran de bandora xwe xwedîkirina ji avaniya bavik û desthilatdar pirr zêde ye. Dikare were gotin wê rexneyên jineolojiyê yên der barê bizava post-modernîzmê de û nirxandina wê ya rexneyên ku têne kirin, bihêlibe ku zanista civakî li ser zemîneke civakî û di mihvera jinê de bê kûrkirin û sîstemekê qezenc bike. Ev nirxandin û rexneyên jineolojiyê jî wê di zanista civakî de derketineke girîng pêk bîne.

Zanist di cewhera xwe de ekolojîk û femînen e û berhema zekaya esnek e. Zanista jinê, di serî de pêwîst e di qada zanista heyînî de bi teşeya ku tevahî hebûnên xwezayê bigire nava xwe û weke dirêjbûna xwezayê û parçeyekî wê ya ku cuda bûye pênaseya zanist a têkiliya jinê ya bi xwezayê re, biyolojiya jinê, felsefeya heyînê, di çarçoveya diyalektîka xwezayî de pêşketina zekaya analîtîk û zekaya hestiyarî û têkiliyên wan ên bi hev re, digire nava xwe. Pêwîst e jineolojî, di berfirehiya dema herî dirêj de û di çarçoveya sosyolojiya çandî, sosyolojiya hebûnê, sosyolojiya pozîtîf û bi taybet jî sosyolojiya azadiyê de bicihbûneke zanista civakî pêk bîne. Ger jineolojî bi awayekî xurt li ser vê  nêrîna sosyolojiyê were kûrkirin û were rûnişkandin, ev ê bi xwe re jineolojiyê hem di nava zanista civakî ya alternatîf de bike ya herî dînamîk hem jî di pîvana azadiyê de bike şaxeke bingehîn. Li gorî vê;

A-     Di çarçoveya sosyolojiya dema dirêj de; Wê di civaka çandî de hebûna jinê, girêdayina jinê ya bi tevnên bingehîn ên civakî yên weke çand, ziman, huner, ol re û di vê wateyê de têkiliya jin-zarok, dualîteya jin-zilam, pêwendî û nakokiyên jin û zilam bi hev re, dîroka pêşketina zayendtiyê, girêdayîna zayendtiyê bi etîk-estetîk û ekonomiyê re, rola jinê ya di civakîbûnê de, diyardeya (olgu) malbatê, li dora jinê pêşketina qadên civakî yên weke aborî, etîk-ekolojî-estetîk û bandorên jinê yên di roja me ya îro de bigire nava xwe.  Jinêolojî wê bi awayekî zirav van û mijarê wekî van bigire dest û ligel daneyên zanistî pêşxistina wê ya weke wate-zanistî bigire nava xwe.

B-     Di çarçoveya sosyolojiya pêkhateyî de; Bingeha pêkhate ku xwe dispêre civakîbûna li dora jinê, weke çanda maddî û manewî hem mîtolojî û hem jî sîstematîka civaka dayik a neolotîkê, sazîbûna organên polîtîk û exlaqî, di civakîbûna li derdora jinê de têkiliya avanî-fonksiyonelbûnê ya aliyên arkeolojîk û dîrokî ya çanda dayik-xwedawend bi palpiştên xwe yên zanistî ve derxistina holê û pênaseya wê digire nav xwe. Jineolojî di heman demê de ev alî li ser roja me ya îro çawa bi bandor dibin û xwe çawa didin der jî bi awayekî zelal derxe holê.

Di çarçoveya sosyolojiya pêkhateyî de, divê çavkaniyên avabûnê yên bingehîn ên avaniyîbûna şaristaniya dewletperest-bavik ku di rewşa antî têza civakîbûna li derdora jinê de ye û di mijarên weke ol-dewlet-desthilatdarî-xanedanî-hilberîn-çîn-karbeşî de statuya jinê bi hêz were analîzkirin. Keda jinê û di mijarên weke ekonomî-zayendtî-malbat-etîk de dîroka mêtingehkirina jinê û mekanîzmayên wê, di eniya jinê de rexnekirina sîstema heyî, têkiliya jin-desthilatdarî, jin-exlaq, jin-polîtîka; di nava sîstema şaristaniyê ya navendî de formên hebûn û berxwedana jinê û dîroka wê digire nava xwe. Di vê çarçoveyê de ligel nirxandina bi awayekî kûr û berfireh a koletiya kûr ku ji aliyê sîstema şaristaniya navendî ve bi jinê re hatiye kirin yek,  divê “kodên ku ji jinê re hatine hundirînkirin” werin analîzkirin.

C-      Di çarçoveya sosyolojiya pozîtîf de; bûyer û diyardeyên hîn demkurt û demên navin ên weke; di pêvajoyên guherînên sîstemîk û reforman de rola jinê, di şerên ku hedefa wan avakirina hegomanya ye de jin bi kar anîn, bandorên vê li ser jinê, formên jin-hilberîn û formên zayendperestiya civakî ya li ser jinê, di her pêvajoyê de mekanîzmayên ku desthilatiyê ji bo jinê ava kirine û girêdana van bi pirsgirêkên avaneyî yên sîstemê re, guherînên ku di van de derdikevîn holê, di her serdemê de modelên hegemon ên jinê û girêdanê van bi sîstemê re, girêdana di navbera guherîna di demografyayê û kedxweriya li ser jinê de, di bûyerên cur bi cur ên civakî de rola jinê digire nava xwe.

D-    Di çarçoveya sosyolojiya azadiyê de; Çavçoveya azadiya jinê ya felsefîk-teorîk û zanistî, têkiliyên azadiya jinê bi civakê re, xeta azadiya jinê û xeta berxwedanê ya pêşketina dîrokî, femînîzm, rexneya jin-navend a li ser feraseta zanista civakî ya hegomonîk û avaniya zanînê, feraseta zanista civakî ya alternatîf di çarçoveya azadiya jinê de nirxandinê digire nava xwe. Di vê çarçoveyê de mijarên berfireh ên weke; pêşketina avaniya zanînê (bîlgî yapisi) ku xwe dispêre hevseng û senteza zekaya hestyarî-analîtîk, diyardeya malbata demokratîk û bingehên bihevrebûna azad, avakirina têkiliya zanist û etîkê, li ser vê bingehê pêşxistina zanista watedanê ya jinê û zanista şîroveyê ya jinê wê bigire nava xwe. Demokratikkirina polîtîkayê li ser bingeha avakariya pozîtîf, yekbûn û senteza perspektîfa azadiya jinê bi perspektîfa azadiya civakê re, pirsgirêkên avakirina civakîbûna jina azad, erkên vê avakirinê û têkiliyên vê bi şaristaniya demokratîk re, feraseta tifaqan û mijarên cuda û qadên cuda yên lêkolînê digire nava xwe.

Li ser vê bingehê ev xebateke wiha ye ku wê hem hêz û quwetê bide xebaten pênase, nasnameya civakî ya jinê û hem hêz bide xebatên li ser dîroka mêtingehkirina wê û biyanîbûna ku jiyan kiriye, hem jî hêz bide xebatên teorîk-felsefîk û zanista civakî ya azadiya jinê. Aşkere ye ku wê ev xebat hêzeke ronahîbûnê û guherînê ya berfireh û demdirêj derxe holê, pêş bixe. Ji ber vê yekê ku jixwe tê fêmkirin da ku ev, xebata yekeyekê (birim) derbas dike. Lê belê ev jî rastiyek e ku ev xebat di nava xwe de yekebûnekê hewce dibîne, lê bi rêxistinbûn û perspektîfeke giştî nayê meşandin.

Jin, heya roja me ya îro nikare were pênasekirin. Tevî ku li derdorê di qadên weke mîtolojî-ol-felsefe-hunerê de sîstemeke pirr berfireh a zanînan û avaniyên cuda hatine çêkirin; hebûna jinê her tim di tariyê de hatiye hiştin. Di mijara ku “jin çi ye” de di asteke bêdawî de fikir, sembol û darêz hatine avakirin. Îdeolojîkkirina herî bi sîstem û kûr li derdora jinê hatiye pêşxistin. Dikare were gotin ku, tu hebûneke din ev qasî bi awayekî îdeolojîk nehatiye fikirîn. Bi qasî ku heya asta dawî tê bilindkirin ew qas jî di rewşa amûrek ku tê biçûkkirin de ye. Jin, weke nasnameyek hem tê perisandin, hem jî tê lanetkirin, hem sembola bêgunehbûnê-exlaqê, hem jî tê de taybetmendiyên jirêderxistinê yên şeytanî û bi qirêj xwe didin der hatiye fikirîn; endama dest jê nabe ya mîtolojî, ol, felsefe û huneran e jî. Jin hema bêje di rewşa amûrek ku li derdorê wê; cîhan, civak û mirov di aliyê zanebûn û ruh de ji nû ve hatiye avakirin de ye. Dixwaze bila di wateya negatîf de -di wateya desthilatiyê de-, dixwaze bila di wateya pozîtîf de –di wateya avanîperestiya civakî de- be, jin nasnameyek e ku li derdora wê, jiyan, civak û mirov di aliyê zanebûn û ruh de tê avakirin. Bidestxistina nasnameya yekemîn çavkaniya xwe ji jinê digire. Nasnameya jinê ya ku li gorî zilam û pozîsyona wî ya hegoman tê avakirin pejirandin, bila li aliyekî bimîne; bi awayekî radîkal ev rexne kirin ji erkên herî bingehîn ên jineolojiyê ye. Divê jin ne li gorî zilam; bi temamî bi nasnameya xwe ya civakî û hebûna xwe were pênasekirin û bingehên vê yên zanistî bihêz were danîn. Di vê wateteyê de nasname û rolên ku zayendperestiya civakî ava kirine nayên qebûlkirin. Ev, di heman wateyê de hinceta têkoşîna îdeolojîk e. Ya ku di wateya rastî de jineolojiyê bike zanist, qebûlnekirina wê ya nasnameyên ku heyî ye. Di vê mijarê de, pêwîst e di zanebûnê de, di feraseta jiyanê de, di helwest û hestan de pîvanên radîkal ên redkirinê bi awayekî radîkal pêş bikevin. Heya ku ev pîvanên redkirinê bi pêş nekevin, ne gengaz e ku jin bi heqîqeta xwe ve bibe yek û xwe bigihîne îfadeyeke zanistî ya xwe bi xwe. Di vê wateyê de jineolojî jina ku di statuya heyî de tê ragirtin û bi vê statuyê re bûye yek qebûl nake. Ne jina hatiye perçiqandin,  keda wê tê xwarin û jina teslîmkar û ne jî jina ku dişibe zilam, ku di bin navê redkirina rola zayendperest a civakî û îrade û fikra azad de cinsiyetperestiyê di aliyê din de pêş dixe qebûl kirin gengaz e.

Li ser vê bingehê ji xebatên herî bingehîn ên jineolojiyê ev in; yek; pêşxistina zanista hebûna jinê ye. Mijarên weke, bi rastî jî jin çiye û ne çi ye, wê çawa were pênasekirin, çawa xwe ava kiriye, bi gerdûn, xweza û civakê re têkilî û nakokiyên wê yên heyî wê çawa bi awayê felsefeyeke hebûnê ya bi hêz sîstematîze bike, di vê çarçoveyê de ne. Li pêşberî zilam, pênaseya zilam, ku jinê tune dihesibîne û dike amûrek ku pê hêstên xwe yên bêbaweriyê, hesûdiyê û bi her awayî hestên lewaziyê dide der û her ku jinê biçûk dike, diperçiqîne, dibe xwediyê wê, ew qas jî xwe mezin dike û mezin dihesibîne, qebûl nake. Bi heman awayî li dijî awayekî cuda yê nakokî û diyalektîkek ku dişibe vê ya bi awayê efendî-kole, spî-reşik, kirde-bireser e. Lê belê ligel vê dijberiyê, ev jî rastiyek e da ku; ji bo ku ew jî bigihîje pênaseya xwe ya rastî lêkolîn û kûrbûneke pirr mezin û ji beriya her tiştî jî xebateke felsefîk û sergihayî hewce ye. Ji bo ku diyalektîka xwezayî ya hebûnê bi jinê were pênasekirin, divê dualîzma stewr (kisir) û kujêr a paradîgmaya hegomon bê derbaskirin. Em dikarin diyar bikin ku; dikare herî zêde taybetmendiya pozîtîf û avaker a diyalektîkê di hebûna jinê de were pênasekirin.

Azadiya jinê bi qasî ku sîstema pirr berfireh a şaristaniya hegemonîk ji bo jinê di aliyê îdeolojîk û zanista civakî de analîz dike, pêşxistina avakirina sîstema civaka alternatîf û sîstematîka fikrê jî girîng e. Li dijî zanistperestiyê, zanistê, di çarçoveya civakî û dîrokî de wê ji nû ve pênase bike, û bi taybet wê li dijî parçebûn û kategorîbûna zêde ya di navbera disîplînên zanistan de jinê jî civakê jî bi nêrîneke yekpare û komple bigire dest. Her wiha jineolojî di wateyekê de ji bo feraseta zanista nû faktora ku yekparetiya di navbera zanistan de çêbike wê bibe bingeh. Jineolojî di heman demê de ligel etîkê, bingehên têkoşîn û projeya jiyaneke azad datîne ku ev, taybetmendiya herî bingehîn a ku wê ji feraseta zanistperestiyê û zanista civakî ya hegomonîk cuda dike ye. Em dikarin xala ku pirsgirêka azadiya jinê hatiyê, bi vî awayî rave bikin.

Nirxandineke berfireh û kûr a femînîzmê ku Rêber Apo weke “serhildana mêtingeha herî kevin” pênase dike di çarçoveya jineolojiyê de ye. Nirxên ku fêmînîzmê derxistiye holê û berxwedana ku fêmînîzmê di pêvajoya bi zanebûna jinê de û di derxistine holê ya pirsgirêka jinê de li dar xistiye, wê weke mîrateya xwe lê binihêre. Tevî vê, aliyên fêmînîzmê yên di analîzkirina civaka zayendperest de nikare pozîtîvîzmê derbas bike û nikare şaristaniya dewletdar û zilamê hegemon bi awayekî yekpare sîstematîk û bihêz analîz bike, sedemên vê, têkiliyên vê bi pênaseyên heyî yên jinê re jî ji aliyê jineolojiyê ve bi awayekî berfireh û radîkal analîzkirin girîng e. Her wiha jineolojî di heman demê de şert û mercên ku femînîzmê ji bandor û sînorên sîstema hegomonîk rizgar bike û perspektîf û sîstematîka alternatîf a azadiya jinê diafirîne û ava dike. Ji bo ku pirsgirêka azadiya jinê di vê wateyê de bigihîje perspektîfeke dîrokî û civakî, lêkolînên li ser jinê weke rastiyeke girîng a civakî girtina dest û jin gihandina pênaseyeke zanistî ji pêşketinên girîng re rê vedike. Bi rêxistinbûn û şêweyê jiyanê, avabûna felsefîk û di wateya milîtaniyê de pirsgirêkên ciddî yên ku femînîzm dijî, aliyên wê yên ku; ji zemîna civakî xwe qut dikin, şaristaniya navendî bi awayekî yekpare û sîstemîk nagirin dest û analîz nake, û xwe ji helîna di nava sîstemê de rizgar nake di rexne û nirxandineke bihêz re derbaskirin girîng e. Meyl û tevgerên femînîst ku di wateyekê de her ku diçe marjînal dibin, di şert û mercên siyaseta hegemon de di çarçoveya lîberalîzmê de di nav sîstemê de dihelin û ji armanca azadiyê dûr dikevin, pêwîst e di vê çarçoveyê de werin destgirtin. Lê belê di wateyekê de jî, divê were diyarkirin da ku bi taybet ji 85’an şûn de di nav tevgera femînîst de an jî li derveyê wê xebateke bihêz a akademîk pêş ketiye. Di vê çarçoveyê de bi taybet di derdorên akademîst ên jin de nîqaşeke kûr û giran û gelek grubên lêkolînê yên jin û navendên bi vî awayî hatine avakirin. Her çendî di nava xwe de elît û di aliyê destekên cîvakî lewaz mabe jî, lê belê di aliyê zîhniyetê de analîzkirina sîstem û paradîgmaya hegemon, hewldanên ekonomî û polîtîka li derdora jinê bi dest girtin di asteke ku nikare biçûk bê dîtin de ye. Ligel ku jineolojî nirx û girîngiyeke mezin dide xebatan bi vî awayî, dike hedef da ku bi derdorên bi vî awayî re zemînên nîqaşa bi hev re û hatina gel hev ava bike.

Lê belê wê li ser vê bingehê birêxistinbûna Akademiyên Jinê yên Alternatîf ên Jineolojiyê esas bigire. Li gorî vê jineolojî pêşxistina navendên ku rasterast ronîkirina civakî û guherîna civakî bingeh digirin ên wekî;

a) Navendên Zanista Jinê

b) Akademiyên Siyasetê yên Jinê

c) Enstîtuyên Estetîkê yên Jinê

d) Fakulteyên Ziman û Edebiyatê yên Jinê

e) Akademiyên Zanista Civakî yên Jinê

f) Akademiyên Çandê yên Jinê

g) )Akademiyên Hunerên Estetîk ên Jinê

h)) Akademiyên Dîroka Jinê

i)) Akademiyên Jina Azad (bi taybet wê Felsefeya Azadiyê ya Jinê û Projeyên Jiyanê Çêbikê)

î) Navendên Tenduristiyê yên Jin û Zarokan an jî Navendên Lêkolîna Saxkirina Xwezayî

dê hedef bike. Aşkere ye da ku pêwîstiya vê bi rêxistinbûn û avabûneke taybet û xweser heye.

Ji bo ku heyina jinê bi hemû aliyên xwe ve were gihandin îfadeyeke zanistî; divê hemû avaniyên li ser dîrok, civak, xweza û gerdûnê di rexne û şîroveyeke berfireh û sîstematîze re werin derbaskirin. Ji ber ku jin hebûneke yekpare ya gerdûnî, civakî, dîrokî ye ku çavkaniya xwe ji xwezayê digire. Hemû heyinên weke fîzîk-şînatî-heywan û çand di heyina jinê de di nav hev de û bi awayekî yekpare û kurtebir cihê xwe digirin. Ji bo ku hebûna jinê were pênasekirin, divê guherîneke zanînê û zîhniyetê ya pirr zêde radîkal were çêkirin. Jineolojî wê di vê çarçoveyê de ji dîroka mêtingehbûna jinê heya mêtingehkirina jinê ya di aliyê ekonomî, civakî, siyasî û zîhnî de zelalkirina rewşa jinê esas bigire. Jineolojî; di aliyê dîrokî û rewşa jinê ya rojaneyî de jin gihandina asteke zanebûna bi sîstem û rêkûpêk e. Di vê wateyê de wê bike ku pirsgirêk bigihîje îfadeyeke zanistî. Tevî ku pirsgirêk anîn rewşa ku xuya bike aliyekî girîng ê pirsgirêkê ye, weke Rêberê me jî destnîşan dike çareserkirina pirsgirêkê jî aliyêkî girîng ê din ê jineolojiyê ye. Di aliyê çareseriyê de pêwîstiya jinê weke avaniya zanînê di serî de bi epîstemolojiyê, bi agahî û nirxandinên hê kûrtir û zanistî yên di qadên weke psîkolojî, fîzyolojî, antropolojî, etîk-estetîk, ekonomîk û demografîk de heye. Di nîqaşa yekemîn a ku me meşandiye de hat destnîşan kirin da ku bi qasî esasgirtina qadên ku Rêbertiyê ji bo qonaxa destpêkê diyar kirine yên weke etîk-estetîk, ekonomî û demografyayê, bal kişandin da ku bi demê re li gorî pêdiviyan, pêşxistina xebatek ku bi awayê hemû qadan bigire nava xwe wê pêwîst bike. Çareseriya pirsgirêka azadiya jinê, tenê bi rêxistinbûn û avakirinên di vê astê de berfireh û yekpare gengaz e.

Parçeyekî jêneveger ê zanista jinê jî qada etîk û estetîkê ye. Jin ku endama bingehîn a civaka exlaqî û polîtîk e, ji bo etîk û estetîka jiyanê xwediyê roleke jiyanî ye. Jina ku li pêşberî jiyanê her tim xwediyê berpirsiyariyên mezin e, bi cîhana xwe ya fikrî û ruhî ji bo etîk û estetîkê faktoreke pêkanînê ya bihêz e jî. Etîk û estetîka ku endamên bingehîn ên çanda ku wateya jiyanê ya civakê diafirînin, wê temsîla xwe ya herî bihêz di kesayetiya jina azad de pêk bînin. Berpirsiyariya jinê ya li pêşberî jiyanê li gorî zilam hê berfirehtir e. Etîk û estetik ku xweşikkirin û azadkirina jiyanê ye, ji bo jinê mijareke di asta hebûnî de ye. Ji bo xweşik û watedarkirina jiyanê li ser bingeha nirxên etîk û estetîk, pêwîstiya jinê bi sekneke xwezayî heye. Estetîk û etîk di azad û xweşikkirina jiyanê de pîvanên bingehîn datîne holê. Azadî, digihîje rêgez û awayên estetîk û etîk. Xwezayîbûna jinê bi pêşketina sîstema şaristaniyê re bi guherînê re rû bi rû maye. Zîhniyeta desthilatdarîperest-dewletdar û nêzîkbûnên mulkiyetperest ên ku bi xwespartina wê pêş dikevin xwezaya jinê ji rê derxistiye, bi jiyana sanal û modelên nû empoze kirinê jin ji nirxên etîk û estetîk dûr xistiye. Li şûna vê taybetmendiyên zayendperest girtiye. Ji bo ku jin bigihîje xweza û pênaseya xwe ya rastî, tenê bi rizgarbûna ji hemû feraset û nêzîkbûnên mulkkirinê gengaz e. Eger em ê namûsê weke rêgezên hebûnê û xalên berxwedanê yên bingehîn pênase bikin, wê demê rêgeza herî bingehîn a etîkê bi awayê rêgeza “namûsa me azadiya me” ye. Jin bi qasî ku nirx dide rastiya xwe û nasnameya xwe, dikare ji van têkilî û astengiyan rizgar bibe û dikare xwe hê bihêztir bike. Jina ku li ser esasê zanebûna nasnameyê, fonksiyona nirxên etîk û estetîkê hê baştir têdigihîje, di serî de bi xwe re lihevkirin û hevsengiyekê çêdike. Li ser vê bingehê erk û berpirsiyariya jineolojiyê ew e ku; bedena jinê ya ku li ser esase nêzîkbûnên zayendperest tê pênasekirin û tê binavkirin hê bihêz pênase bike, nêzîkbûnên zayendperest bi nêzîkbûneke rexnegirî ya radîkal analîz bike û derbas bike. Pêwîst e divê wateyê de karibe têgîna xweşikbûnê, ji bo jinê ji hemû pênase û binavkirinên zayendperest paqij bike û ji nû ve pênase bike. Bi awayê xweser re bûn yek û xwe bi awayê fikra xweşik, gotina xweşik û helwesta xweşik xwe îfade kirin ji bo jinê lêger û têkoşîna heqîqetê ya herî mezin e. Çavkaniya xweşik fikirînê, felsefe ye. Felsefe, yekparetî û nermeya ku zekaya hestyarî û zekaya analîtîk di nava hevsengiyekê de ligel hev ragire îfade dike. Ji bo jinê felsefe ne tenê hezkirina ji zanîne, di heman demê de weke çavkaniya xweşikiyê pênasekirin ji ber vê yekê girîng e. Îro karsazên endustriya kozmetîk û modeyê yên modernîteya kapîtalîst, bedêna jinê parçe parçe dikin û nirxekê didin her parçeyekî. Dîmenên di film, televizyon û reklaman de encameke bi awayekî kirêt bikaranîna jinê ya weke metayekê ye. Qadeke din a ku vê rewa dike jî, medyaya zayendperest e. Bi van hemû polîtîkayên zayendperest tenduristiya jinê ya ruh û bedenê, hê zêde tê xerakirin û tê lewazkirin. Jineolojiyê wê li ser van hemû pirsgirêkan bisekine û li ser bingeha teorî û birêxistinbûnên jinê yên etîk û estetîkê, hêza çareseriyê jî derxe holê. Qada etîkê ku wijdanê civakî û hişê hevpar e, û dîsa qada estetîkê ku xweşikkirina jiyanê û vegerandina wê ya li ser xwezaya wê ye, wê bibe ji qada ku herî zêde jineolojî li ser bisekine. Pêwîst e kûrbûn û perspektîfên radîkal were derxistin da ku;  jiyaneke baş û xweşik çawa ye û wê çawa pêş bikeve. Bi zanebûneke bihêz a etîk û estetîkê û rêxistinbûna wê, wê xebatên avakirina modernîteya demokratîk cewher û awayekî hê bihêz bi dest xwe ve bîne.

Ekonomî weke parçeyekî bingehîn ê jineolojiyê tê destgirtin. Ekonomî weke çalakiya demokratîk a bingehîn a civakê bi pêşengiya jinê hatiye pêşxistin. Ji ber vê yekê ekonomi pîşeyê civakî yê xwezayî ya jinê û çalakiya wê ye. Ji ber ku civakîbûn di herî bingeh de li ser esasê têkiliya dayik û zarok çêdibe, hem di wateya giştî de rola ku jin di jiyanê de dilîze, hem keda ku ji bo zarokê xwe xerc dike û hem jî keda ku di civakbûnê de xerc dike, statuya jinê diyar kiriye. Jinê, ekonomî weke xebateke civakî pêş xistiye. Civak bi xwe li ser hilberîn û têkiliyên maddî û manewî hatiye pêşxistin. Yanî li ser kedê hatiye pêşxistin. Di vê de keda jinê xwediyê cihekî hê diyar e. Civakîbûn bi xwe keda herî mezin e. Ev ked di heman demê de nirxa jinê bi xwe derdixe holê. Ekonomiya ku çalakiyeke civakî ya di pêşengiya jinê de ye, di nav sîstema şaristaniyê de weke amûreke feyde (kâr) û sermayeyê lê hatiyekirin û her wiha ketiye hegomonyaya zîhniyeta yekdestperest. Bi vî awayî ekonomiya ku çalakiyeke civakî ye, di heman demê de jî qadeke demokratîk bû, ketiye bin hegemonyaya hêzê yekdestperest. Endustriyalîzm, ligel modernîteya kapîtalîst weke hêzeke yekdest hegemonyaya xwe ya li ser civakê didomîne. Li ser gelek diyardeyên weke çandî, zîhnî, ziman û hwd. bi bandor dibe û zîraeta ku ji bo civakê qada hebûn û têra xwe bi xwe kirinê ya jiyana xwezayî ye, bi tunebûnê re rû bi rû hiştiye. Têkiliya gund û bajar li ser vê bingehê ji hev hat qutkirin, û bajar û gund hatiye anîn hemberî hev û ekonomî ketiye lepê feyde-sermayeyê. Civak bi rêya bêkariyê, birçîbûnê û feqîrtiyê neçarî desthilatdariyê hatiye kirin, pê ve hatiye girêdan. Nêzîkbûna ku keda jinê ya nav malê ji nedîtî ve tê, tune dihesibîne û bênirx dike jî çavkaniya xwe ji zîhniyeta rantxur, bazirgan, hegemonîk digire. Ji ber sedemên ku çavkaniya xwe ji vê sîstem û zîhniyetê digirin, jin ji ekonomiya ku çalakiya wê ya pîroz e hatiye dûrxistin û weke hêza xebatê ya kar hatiye dîtin. Li pêşberî van pirsgirêkên tên jiyan, jineolojî wê di ser keda dayiktiyê ku hêza meşandinê ya bingehîn a ekonomiyê ye, ji nû ve pêşxistina teoriyeke ked-nirx esas bigire. Li ser vî bingehê ji holê rakirina zayendperestiya ku zîhniyeta bavik li ser keda jinê di civakê de ava kiriye; ji nû ve li ser bingeheke demokratîk li hev parkirin û rêxistinbûnek pêş xistin rastiyên têkoşînê yên bingehîn in. Wê bi vê têkoşînê re hemû cudaxwazî, biyanîkirin, û qutbûna ji cewher ku li ser keda esasî hatine pêşxistin ji holê werin rakirin. Aborî ji nû ve û rast bi jinê pênasekirin, li fonksiyona wê (ekonomî) ya esasî vegerandin, ji bandora rantxur, bazirgan, pere, sermayedar û yekdestdariya dewletê rizgarkirin û dubare dayina civaka bi pêşengiya jinê û analîza vê bi awayekî bihêzkirin û gihandina asteke zanistî, erkên herî bingehîn ên jineolojiyê ne. Bi rêxistinbûneke ekonomîk ku wê têra xwe bi xwe bike, her tim têra xwe kirina ekonomîk ji hêzên dewlet û desthilatdariyê hêvî kirinê wê bişkîne û li ser vê bingehê ji bo ku avabûnên civakî yên nû zanebûneke ekonomîk a bihêz were bi dest xistin wê xwediyê cihekî girîng be. Ji ber vê yekê erka jineolojiyê bi qasî ku ji bo pirsgirêkên di qada ekonomiyê tên jiyan, hêzeke analîzkirinê ya rast nîşan dayîn, derbaskirina van pirsgirêkan û afirandina alternatîfan jî digire nava xwe.

Qadeke din a ku wê zanista jinê bi girîngî li ser bisekine jî demografya ye. Ev pirsgirêka ku îro ji bo civak û xwezayê hatiye asteke xeter, bi awayekî rast bi aliyên xwe yên dîrokî û civakî zelalkirin di çarçoveya jineolojiyê de ye. Di destpêka qadên ku kedxwariya bêsînor a li ser jinê xwe dispêrê de, qada zayendti tê. Berevajiya vê di civaka exlaqî û polîtîk ku li derdora jinê hatiye avakirin de zayendtiya mirov bi rêgêz û tabûyên civakî yên berfireh ve hatiye girêdan. Hatiye pîrozkirin û weke nirxeke çandî hatiye birêxistinkirin. Jixwe bêyî van civakbûn nikare pêş bikeve. zayendtiyeke bi armanca zêdebûnê heye. Zarokanîna wê, ked xerckirina li zarokan sedema bingehîn a aîdiyetên jin-dayik e. Hem anîna zarokan û hem jî zarok mezinkirin ev nasnameya daye jinê. Di vê wateyê de ajoya cînseltiyê di destpêka fêrbûnên herî kevin de tê û bûye potansiyela ji nû ve xwe hilberîna civakê. Weke ku Rêbertiya me diyar kiriye şikleke li dijî qedîna nîjada mirov û mirinê dibe bersivekê. Zêdebûna mirov pêdiviyeke civakî ye. Ev pêdivî, dema mafê axaftinê û îradeya jinê esas tê girtin li ser bingeha berjewendiya civakê pêş ketiye. Lê belê di nav zîhniyet û avaniyên bavik ku îrade û mafê axaftina jinê tune hatiye hesibandin de, qada ku jin herî zêde bûye mêtingeh û xwezaya jinê herî zêde guherîye qada zayendtiyê ye. zayendtî bi sîstema desthilatîperest-hegemonîk re bi temamî weke qadeke hegemonîk û desthilatiyê lê hatiye kirin. Ji ber vê yekê zayendtiya heyî tê wateya desthilatî û zilamtiya dîn û harbûyî. Zilamê ku xwe xwediyê jinê dibîne, di qada zayendtiyê de xwediyê feraseteke çors (kaba), hovane û tuneker e jî. Nêzîkbûna zilam a di qada zayendtiyê de bi vî awayî desthilatîperest e. Xwediyê ferasetên bêberpirsiyar, egoîst û hegemonîk e. Bedena jinê û zayendtiya wê, weke amûrek ku ne ya wê ye lê hatiyê kirin. Di vê wateyê de pêwîstî pê heye da ku jineolojî, zayentiya jinê lêkolîn bike û bedena jinê û zayenda wê ya ku xwe dispêre baweriya cewherî-zanebûna cewherî bi awayekî bihêz nas bike û pîvanên wê yên qebûl-red, li ser bingeha azadiyê ji nû ve pênase bike.

Nêzîkbûna bingehîn a zilam weke ku çanda xanedaniyê dixwaze cure malbateke bi zêde zarok e. Malbatperestî û bûyîna xwediyê zêde zarokên kur, di eslê xwe de bingeha îdeolojiya xanedaniyê ye. Xwediyê zarokên zêde bûyîn, di nav malbatê de mulkiyeta zilam û di nava civakê de mulkiyeta dewletê bihêz dike. Bi vî awayî jin û zarok tên kirin mulkê zilam û her wiha yê dewletê. Li ser vê esasê ne tenê hest û fikra jinê bedena wê jî, weke amûrek dagiriyê ya bingehîn lê hatiye kirin. Saziya malbatê tevî avaniya bavik a ku ew jî di nav de ye, îro bi rewşa xwe ya îflas û koragirêkê, israr dike da ku ev sazî ji nû ve û bi awayekî bihêz were analîzkirin.

Malbata kakilê baviksalar a ku destpêkê hatiye pîrozkirin, niha ne di aliyê ekonomîk, ne di aliyê çandî û ne jî di aliyê exlaqî de di rewşek ku dikare were berdewamkirin de ye. Di malbat anîn rewşa endameke wekhevîxwaz û demokratîk a şaristaniya demokratîk û bi vî awayî gihandina rastiya wê de rola ku jineolojî bilîze ew e ku, karibe çarçoveya vê ya zanistî-etîk, rê û rêbazên wê bi hêz ava bike. Ev hemû polîtîkayên zayendperest herî zêde jî di qada zayendtiyê de hegemonyaya zilam bihêz dike. Jin hem ji bo heyîna biyolojîk û hem jî ji bo hebûna desthilatdarî û dewletê weke amûra zêde zarok anînê lê tê kirin. Her wiha di nav sîstema şaristaniyê de têkçûna jinê ya fizîkî û ruhî di nav hev de pêş dikeve. Pirsgirêkên ciddî yên ku van nêzîkbûnan jêre rê vekirine ne tenê bi jinê sînordar in. Şêniya zêde, ango pirsgirêka demografîk, bandorên xwe li ser hemû xwezaya civakî û hawîrdora ekolojîk jî nîşan dide. Di sîstema şaristaniyê de ligel pirsgirêka ekolojîk pirsgirêkek ku hatiye asteke ciddî jî pirsgirêka demografîk e. Ev pirsgirêk bi qasî ku di rojeva hemû zanistên civakî de ye ew qas jî di rojevên bingehîn ên zanista jinê de ye jî. Di seranserê dîroka şaristanî û modernîteyê de ajoya hundirîn weke rêbazeke herî demen berê yê nîjadê mirovahiyê dayîn berdewakkirinê hatiye pêşxistin. Rastiyên ku wê jineolojî derxe holê, asta civakê ya exlaqî û polîtîk û hebûnên civakî,  potansiyela berdewamkirina wan bi awayekî hê pêşketî wê derxe holê. Pêwîstiya çanda demokratîk di vê qadê de bi guherîneke berfireh heye. Jina ku li pêşberî civak û xwezayê xwediyê berpirsiyariyên mezin e, çareserkirina vê pirsgirêka demografîk a ku li civak û xwezayê gef dixwe jî ji berpirsiyariyên wê yên bingehîn e. Jineolojiya ku ev ji xwe re weke armanc diyar kiriye, di derbaskirina rewşa heyî ya jinê de, wê tevlîbûna jinê ji bo her qada jiyanê bi fikir û îradeya xwe ya azad jî pêk bîne. Bi rêxistinbûnên demokratîk û azad ên di vê qadê de li ser bingeha heq axaftin û îradeya jinê bê pêşxistin re wê avaniyî û rêxisitinbûnên çareserî û alternatîfê bê derxistin. Jin di sîstema konfederal a demokratîk ku wê ava bike de bi awayekî hê bihêz vê li mafê xwê xwedî derkeve. Jineolojî ji bo ku jin di vê qadê de bibe xwediyê axaftin û îradeyê, wê di pêşketina zanebûna exlaqî û polîtîk de roleke girîng bilîze.

Jineolojî wê bi zanista dîrokê re di nav têkiliyan de bibe. Pirsgirêka jinê spartina dîrokê wê hêza çareseriyê pêş bixe. Çawa ku bûyer ji zîhniyetê bi awayekî qut pêş nakevin encamên bûyeran jî tenê bi wan deman sînordar nemayine. Dewlet weke desthilatiya bisazîbûyî, xwezayî ye ku di çarçoveya yekparebûna dîrokê de were lêkolînkirin da ku rastiyê wê aşkere be. Dîrok weke ku bêruh û mirî qebûlkirin, nêzîkbûna zîhniyeta desthilatdar ku dixwaze pirsgirêkan veşêre ye. Desthilatîperestiya zanistê nexweşiya zanistên civakî ye jî. Divê jineolojî di heman demê de bibe xebata ku vê rewşê bi awayekî herî bihêz rexne dike û rastiyê derxe holê. Her wiha ji bo ku hem civakên kevin rast werin pênasekirin û hem jî ji bo ku bi rêya antropolijiya çandî foktorên bingehîn ên pêşketina civakî bên fêmkirin, li gel antropolojiyê di nav têkiliyê de bûn ji bo jineolojiyê jî pêwîstiyek e. Dema ku vê dike, wê bibe xebata bingehîn a ku qutbûna di navbera şaxên zanistên civakî de ji holê radike û bi yekparekirina vê qadê, wê bibe sedem da ku rastiya mirov û civakê bi hemû aliyên xwe ve were naskirin. Her wiha pêşketina disîplîneke zanînê ku xwe dsipêre vê ferasetê wê bibe sedem da ku girêka kor a heyî ya zanista civakî were derbaskirin. Bi vî awayî ne tenê nêrîna li ser jinê, bi nêrîna jin-navend gihandina bingeheke zanistî wê bibe xwediyê çarçoveyek ku pirsgirêkên hemû civakê, di esil de jî wê bibe xwediyê çarçoveyek ku maneya jiyanê di nava xwe de dihewîne.

Xweza qadeke wiha ye ku, bi dûrxistina jinê ji jiyan û azadiya wê re bûye qadek ku ji mirov dûr tê xistin û dixin bin kontrolê. Ji ber ku parçe ji bingeha wê qutkirin, mirov di asteke girîng de bêpênase dihêle, biyanî jî kiriye. Zîhniyeta mirov, şêweyê jiyanê pirr dûrî bendekeya (denklem) gerdûn-mirov e. Bêparbûyina ji heza fêmkirinê ya bi vî awayî, sedema bingehîn a hîn zêde berê xwe dayina bîyanîbûn û xweza xerabkirinê ye. Bêguman ji holê rabûna hêza fêmkirinê (îdrak) ji ber xwe ve pêş neket. Tesbîta zîhniyeta desthilatîperest û bisazîbûna wê ya bi awayê “jin weke xwezayê ye”, aşkerekirina helwesta xwe ye, ku her du qad jî weke ku jêre hatiye pêşkeşkirin dihesibîne. Eger her çi ji xwezayê dike heman tiştî li ser jinê jî pêk tîne, an jî berevajiya wê jî rast e. Eger wê demê biyanîbûna mirov berhemeke jirêderketinê be, divê jineolojî girêdana jin û xwezayê, mirov û xwezayê bi pênaseya wê ya rast derxe holê. Di vê wateyê de jineolojî bi awayekî ku bi ekolojiya herî bingehîn re têkildar be, li pêşberî vê qadê hişyar be, û heta bi vê qadê re bi xebateke hevpar wê qada xwe bi rêxistin bike. Dikare pirsgirêka azadiyê, diyalektîka jin-xwezayê ne bi nêrîna desthiladariyê bi nêrîna azadiyê û bi awayekî ku xwe bispêre ji nû ve girtina dest çareser bike. Di vê mijarê de pirr zêde tiştên bêne gotin hene û wê jineolojî weke çarçove helbet hê bi awayekî kûr nêzî van bibe. Zanista siyasetê ku şaxekî din ê zanista civakî ye, tevî civak û jiyanê weke şaxek ku avaniya jor a civakê lêkolîn dike tê bêrêxistinkirin. Dewlet û têkiliyên navbera saziyan weke ku siyaset e dinirxîne, pênaseya civaka sivîl û awayê siyaset kirinê jî ya rast bi awayê binesaziya ku dewletê rewa dike digire dest. Zanista siyasetê ya ku polîtîkayê, ku hêza îrade û aqlê hevpar ê civakê ye, di navenda xwe de bi cih nake, pirr dûrî îradeya civaka sivîl a hebûna jinê ye. Ji ber vê yekê li ser jinê, civakê, jiyanê lêkolîn meşandin, rastiya ku bi xwesipartina zanîna rast weke ku îrade ye dîtin nûjeniya ku jineolojî wê bi zanista siyasetê bide qezenckirin e. Di vê wateyê de jineolojî li pêşberî zanista siyasetê xwediyê rol û fonksiyoneke rexnekar û sererastkirinê ye. Bi lêz gerdûnîbûna têkoşîna azadiyê ya jinê bi bûyîna malê civakan û bi awayekî berfireh pêşketinê ya jineolojiyê re têkildar e. Jinbûn, ji ber vê yekê hê zêde wêrekî û heyecan dide. Têkoşîna azadiya jinê bi qonaxa xwe ya nû ku jineolojî ye re xwe gihandiye asteke hê berfireh. Di bingeha vê zanebûn û berpirsiyariyê de bi maneya jin bûnê re di serî de weke jinên Kurd, ji bo hemû jinan, pêşxistina xebatên jineolojiyê berpirsiyariya me ya bingehîn e. Li ser bingeha vê zanebûn û berpirsiyariyê, em jineolojiya ku tê de nirxên şîrîk tên gel hev û bi zanebûna azadiyê ya ku pêş dikeve re wê watedar bibe û pêş de biçe bi heyecan, kêfxweşî û hewldaneke mezin pêşwazî dikin.

On May 18th, 2013, posted in: Jineolojî, KJKONLINE by