KJB’ê dayika Uveyş bibîranî

üveyşEm dayika Uveyş ku bi gotinên xwe yên azadî û aştiyê, bi têkiliya dil û mêjî her kes bi azadiyê ve girê da, di salvegera wefata wê de careke din bi rêz bibîr tînin.

Ligel hemû zext û zordariyên pergala serdest, Dayika Uveyş bûye nûnera çanda xwedavend û ji bo me mîrateyeke ku em li pey dikarin biçin, em ji bo wê dikarin têkoşînê bidin û bi azadiyê re bibin yek hiştiye.

Çanda dayikê ya ku Dayika Uveyş daye meşandin û her wiha bi têkoşîna civaka azad ya serokatiya me daye meşandin re derketiye derve û bi heybet bûye. Wateya rast; çanda xwedavendiya di esasa jin-dayikê de bikeve jiyanê,  nirxên demokratîk yên komînal, nirxên civaka ahlaqî polîtîk bi hêzeke herî mezin bê jiyîne. Em wek şerta esas ji bo xwe diêjin ku emê çanda xwendevendiyê ya ku Dayika Uveyş temsiliyeta wê kiriye dê bikin şertê sereke ya jiyana bi rumet.

Em di 21’emîn salvegera wefata dayika Uveyş de careke din bi hesret û hezkirin, rêzdariyeke mezin bibîr tînin û soza xwe ya ji bo layipbûna çanda xwendavendiyê dubare dikin. di vê esasê de em banga bilindkirina têkoşînê dikin.

On April 10th, 2014, posted in: Daxuyaniyên Çapemeniyê, KJKONLINE by