Destpêkê dê çavên wê yên rûken bikevin hundir…

rojbin-2Qetilkirina sê şoreşgerên jin yên kurd ku di 9’ê Çileyê 2013’an de li Parîsê bi awayekî hovene hate qetil kirin, di hişê gelê kurd e birîneke ku tu carî dê neyê paqijkirin vekir. Li aliyê din sê malbatên ku zarokên xwe yên hêja wenda kiribûn hebû. Zarokên xwe yên ku li ser her tiştî digiritin wenda kirin. Ew kesên herî bi cesaret, bê tirs, serbilind yên malbatê bûn.  Malbatên ku dilê wan veguherî cihê agir, her roj bi tunebûna wan êş kişand û valahiya wan  bi bîranîna tije kir.

Ji van her sê malbatan, ya Dogan keça xwe Fîdan di vê komkujiya bi lanet de wenda kir. Ji bo malbata Dogan, Fîdan rukenî îfade dikir, Fîdan parvekirin, Fîdan şoreşger, Fîdan rumet û êşeke ku tu car dê neyê temirandin e…

Dayika Fîdan Dogan (Rojbîn) Fatma Dogan, diyar dike ku keça wê ‘Ji ken hez dikir, pir xweş dikeniya’.

Xwişka wê Saîme jî got: Ew kesek taybet bû. Li beramberî başiya ku dikir, tu car bendewarî nedipa. Ger ji kesekî re tiştek bikira, pir kêfxweş dibû. Hele ku kesê li hemberî wê kêfxweş bibûya, ew zêdetir kêfxweş dibû.

VEQETINA DU SALAN A JI DAYIKÊ

Dayik Fatma Dogan dema diçe Ewropayê her sê keçê xwen li Elbîstanê ji bapîra wan re dihêle. Fîdan ya herî biçûk e. Fîdan 7 saliye û li pey dayika xwe pir digirî. Xwişka Fîdan, Saîme Fîdan ew roj wiha vegot: “Em her sê xwişk her roj diçûn ser xani û me li riya dayika xwe dinihêrt. Çûyîna dayika me bandor li min û Dîlara jî kir lê qasî Fîdanê ne.

Malbata Dogan piştî du salan şûnde keçên xwe jî digirin cem xwe yanî Fransayê. Fîdana ku di 9 saliya xwe de çû Fransayê di bin bandora penaberiyê de ma. Saîme wiha dibêje: “Dayika min ew li kampê diman. Ji ber ku me ziman nedizanî, em dan dibistaneke 2-3 km dur. Ji bo ku em bigihêjin dibistanê em sibehan zû radibû, sibê-êvaran em dimeşiyan. Piştre kampa me guherî. Em dan kampeke din. Ev bû kamp bû kabusa me. Dê û bavê me jî neçar bûn. Em nêzî du salan li wir man. Şopên kur li ser me hiştin.

LI HER CIHÊ DIHAT HEZKIRIN

Li gorî vegotinên dayik Fatma Dogan, keça wê Fîda ji zarokatiya xwe de pir zû hevaltî dadanî, li her cihê gelek dihat hezkirin. Di 16 saliya xwe de ji Lyon diçin Strasbourgê.  Fîdan di dersê xwe de pir serketiye.  Di wê demê de li hemberî têkoşîna azadiya kurd sempatiya wê çêdibe.  Di xebatên çandî yên komeleyê de cih digire. Folklorê dilîze.  Têkiliyên xwe yên bi şoreşgeran re bi hêz dike. di 17 saliya xwe de di têkoşîna azadiyê de cih digire. Xwişka wê Saîme wan rojan wiha vedibêje: “Tevlibûna xwe ya partiyê qet ji min re negot. Tevlibûna wê bo me hemûyan supriz bû. Dema diçû Lîseyê me bihist ku neketiye gelek dersan. Me ev piştre hîn kir. Tevli meşan bûye, çûye komeleyan. Wê demê di nava me de ya herî aktîf  Fîdan bû. Tevli meşan dibû. Diçû komeleyan. Bi hezkirin û kelecaneke mezin dikir.

Dayik Fatma jî got: Keça min girêdayê têkoşînê bû. Keça min her çiqas ji hundir derketiba, min li pey wê mêze dikir, heta ku wenda dibû. Ez ji bo wê bi fikar bûm. Tu car ji hişê min dernayê. Di hişê min de derbas dibû; ma tuyê heta kengî bi valîzan bi rev biçî. Min digot gelo dê rojekê biqede? Min saet û deqeyên wê dijmart. Min digot di vê saetê de tê Parîsê, di vê saetê de dê dakeve, gelo dê li ku xwarinê bixwe…

JI KEN HEZ DIKIR, XWEŞIK DIKENIYA

Fîdan kesek sosyal, devliken e. Ji bo ku mirovan bikişine nava têkoşîna azadiyê di nava hewldaneke mezin deye. Dayika wê dibêje; Rast bû, dirust bû. Xwe tu car mezin nedidît. Dilê wê çawa bû, derveyê wê jî ev bû. Dilê wê paqij bû. Ji ken hez dikir, pir xweşik dikeniya. Niha çavê min her tim li deriye; ez dibêjim qey Fîdana min bi ruyê xwe yê ken tê hundir… Ewil dê bi çavên xwe yên ruken bikeve hundir..

Saîme; Dema ez pê re diaxivim, rehet dibûm.  Min hestên xwe jê re digot. Rê dida ber min. Her gotina wê bo min girîng bû. Fikrên wê bo min gelek girîng bûn.

Em ne tenê xwişkên hev, ev hevalên hev bûn. Her tişt bi min re parve dikir. Tenê di mijara rêxistinê de sînorên wê hebûn. Heta cihekî bi min re parve dikir. Ji bilî vê her tişt parve dikir. Ez pir baş fêm dikirim.”

Rojbîn ji sebra derwêşane.  Her kes guhdarî dikir, ji pirsgirêkan re li çareseriyan digeriya, fêm dikir. Mîlîtana têkoşîna xwe, keça dayika xwe ya delal, xwişk û hevala xwişka xwe û hêjaya rêhevalên xwe…

Rojbîn di 2012’an de diçe Kurdistana ku her tim hesreta wê dikişand. Dema vedigere îdiaya wê mezin dibe.  Bi hêzeke mezin tevli xebatan dibe. Dayika wê wiha dibêje; Dema Fîdan li wir, ez li ser agir bûm. Dema hat hinek qelew bibû. Min got keça min li çiyê baş li we nihêrtine. Xwezî li wir bima, qet nehata. Demek mirina wê li Parîsê bû.  Ezê çawa bawer bikim, ezê çawa xwe teselî bikim.. ger li çiyê ba, minê bigota di şer de şehîd ket, lê li Eworpayê di komkujiyek wisa de, diçe zora min..

Saîme: Tiştekî wisa ez xistim şokê. Li navîna Parîsê… demek şer ne tenê li çiyê, li her qadê heye..
salek der bas bû. Ne gelê kurd û ne jî malbata Dogan hêrsa wan çûye. Qebûlkirin û  bawerkirin bo wan tişta herî zehmet e.

AGIREKÎ BI ŞEV Û ROJ DI DILÊ MIN DE DIŞEWITE

Piştî agahiya komkujiyê malbat dikevin rê. Dayik Fatma Dogan, li Parîsê çavên xwe vedike û li Parîsê bi qelebalixeke mezin re tê rû hev. Dogan wiha dibêje; Dema min çavê xwe vekir ez li Parîsê bûm. Ez dibirim, qelebalixek mezin. Tu derziyê bavêjî cih tune.. ez dibêjim çima Fîdan nayê, çima nayê min hembêz nake. Ez li bendê bûm ku bê hundir…

Ew hêj ciwan bûn. Leyla ciwantir bû. Xeyalên Rojbînê hebûn.  Ez her roj dibêjin, ew agir dê te jî bişewitine. Ji wan beter..”

Saîme: Jiyanek bê wê zehmet e. Ez nekarin vê rastiyê qebûl bikin.. cihê wê cuda bû. Ez pir lê digerim. Lê her ku dem derbas dibe zehmetir dibe. Hevala min, dosta min, xwişka min, her tiştê min bû…

On January 8th, 2014, posted in: Jiyanên Fedayî, KJKONLINE by