Wêje…

nJi pênûsa gerîlla

Wêjeya ji pêdiviya rastiya dîrokî û civakî derdikeve, wêjeya herî bi nirx û pîroz e. Her wêje dibe awêneya civak û kesên ku ji bo wan û li ser wan çêdibe. Wêjeya ku rastiya civakê nade diyarkirin, daxwaz û xwestekên gel naderbirîne, pirsgirêk û nakokiyên di hundirê civakê de dikelin diyar neke û çarenûsa wê jî daneyine, wê demê tu nirx û wateya wê wêjeyê nîn e.

Wêjeya rast ew e ku, bi rastiya zemîna jê derketî re bibe yek. Hest û ramanên endamên wê civakê pê hîs dikin, ji ber gelek sedeman, nikarin bînin ziman, wê demê wêje bi hemû rê û rêbazên xwe yên rengareng, wan tiştan dibêje, aşkere dike û çareseriya wê jî datînê holê. Ango dibe zimanê dil û mejiyê wî gelî.

Jixwe hinek berhemên wêjeyî hene ku ji bo hemû mirovên di hinek pirsgirêkan de hevbeş in, hembêz dike, bêyî ku li nîjad, ol, welat û zimanê wan mêze bike, ev dikeve beşa wêjeya gerdûnî, di vê xalê de M. Gorkî dibêje; “Wêje çavên gerdûnê ne yên ku her tiştî dibînin û diçin heta kûrahiya derûniya mirovan.” Lê pêwîst e bi bahaneya gerdûniyê, ji rastiya civaka xwe jî dûr nekeve, ji ber ku pêwîst e wêjevan, bi wêjeya xwe bibe qasidê çand, huner, ziman, exlaq, rewş, daxwaz û lêgerên gelê xwe û ji bo tevahî cîhanê. Dema ku mirov li şoreşa Ewrûpa ya Ronesansê mêze bike, wê bibînê ku roleke bingehîn a wêjeyê di rakirin û hişyarkirina gel de heye. Kesên wek Fulter, Gothe, Nieztche, Balzac, Rosso û hwd. xwedî ked û roleke mezin in. Van kesan ew dîwarê kevneşop li pêşiya şoreşa civakî hilweşandin û ew perdeyên tarîtiya di mejî û ramanê Ewrûpayê de qetandin.

Her tim wêje bi hemû awa û şêwazên xwe yên cur bi cur, ji bo amadekirina zemîna şoreş, zîhnî û civakî çêdike. Şoreşa ku bê amadekarî û pîşesazî rabe, hêzên giyanî jêre piştevaniyê nekin, wê demê ew şoreşa li ser esasên sist û lewaz disekine û tu carî nikare xwe têxe hundirê mejî û giyana civak û kesan. Mirov dikare Komuna Parîs weke mînaka vê yekê bide.

Ev jî tê wateya ku şoreşeke bê wêje û huner, bê giyan û mirî ye. Di vê xalê de Çernîşevskî wiha dinirxîne: “Milletekî bê wêje, kor û nezan e. Milletekî xwedî wêje bi qasî ku zane û rewşenbîr e, ew qasî jî mirovan hîn û şad dike.” Lewma pêwîst e şoreşên raperîn ku pêşvebirina civakan ji xwe re armanc dikin, nirx û giraniyekê bidin wêjeyê, bi taybet jî wêjeya rasteqîn a civakî, ku xizmeta pêşvebirina civakê dike. Mejî, hest, pîvan û ramana ku dixwaze di hundirê gel de biçîne û geş bike, serî li hêza wêjeyê bide.

Hêzên emperyalîst enerjiya mezin a wêjeyê dîtin, lewma xwestin ku wêjeyê ji naveroka wê derxin, ji rastiya wê dûr bikin, di bin navê “Huner ji bo hunerê ye” de, ev kiryarên bênirx pêş xistin. Ev mejiyê hêzên desthilatdar e, naxwazin wêje rola hişyarkirina civakê bilîze. Di vê xalê de Dostoyevskî dibêje: “Wêje, yek ji erka wê şîretkirina mirovahiyê ye. Ji ber ku weke pirtûkeke dibistanê ya ji jiyanê ye. Armanca wê naskirina jiyanê û nirxên mirovahî dide çandin.” Yanî wêje ji kûrahiya dil û naveroka gel dernekeve, tu nirx û wateya xwe nîn e.

Wêje ji bo xemilandin û xweşikirina jiyanê jî roleke herî bedew û diyarker dilîze. Li rex wê jî, ji bo zanîn û hişyariya dîrokî û civakî belavkirinê ye. Di şoreşa zîhnî re, wêje roleke herî mezin û bi bandor dilîzê, di vê xalê de Rêber Apo di pirtûka xwe ya bi navê “Divê mirov Çawa Bijî de” de dibêje; “Huner û wêje amrazên ku bêyî wan civak nabe, ji ber ku rawestandina civakî li hember xwezayê, mirov nikare bi rêya zanistê û siyasetê tenê rave bike. Têrnekirina giyan li ba mirovan bi rêyên maddî, dihêle mirov li şêweyên têrkirina jiyana giyanî bigere, wêje pişka dihêle ku mirov li hember zoriyên jiyanê nefes bistîne.”

Wêjeya ku şoreşê di mejî û giyanê civakê de diafirîne, jêre dibêjin, Wêjeya Şoreşî. Her wiha şoreş ji bo hilweşandina zagona kevin û avakirina zagonên nû ye. Bi vî şêwazî wêjeya şoreşî jî, ji bo hilweşandina mejî û ramana kevin û avakirina raman û giyanê nû û pêşverû ye. Wêje, xweşikbûn, hişmendî, exlaq û rêzgirtina di navbera ferd û civakê dide nîşandan. Dema mirov li dîroka Kurdan mêze bike, wê bibîne çawa Kurd tenê bi wêje û hunera xwe tune nebûne. Kesên weke Ehmedê Xanê, Feqiyê Teyran, Herîrî, Melayê Cizîrî, B. Tahir û bi dehan weke van kesayetên pîroz ên naveroka çand û wêjeya Kurdan pêş xistine û parastin e. Di demên herî teng û zor de wan bi wêje û hunera xwe kanalên nefesa civaka xwe afirandine, kêşe û çarenûsa wan aloziyan jî diyar kirine. Heya roja îro felsefeya wan ji bo rakirin û pêşvebirina gelê Kurd, ji bo hemû wêjevan, hunermend, torevan û rewşenbîran dibe pêşeng û rêber.

Ji ber ku pêdiviya me Kurdan, piştî ku şoreşa neteweyî, kiryarên komkujiyê li ser çand û mirovên Kurd dihat çêkirin, bi têkoşîneke dirêj rakir. Êdî dem dema geşkirina wêjeya Kurdî ye. Êdî dem dema rizgarkirina wêje û toreya me ye, ji bin destên kesayetên marjînal, ji ber ku pêdiviya me bi wêjeyeke resen û pîroz heye, da ku karibe di nav Kurdan de tiştên bedew, narîn, buha û bi wate biçîne û belav bike. Nirxên ku şoreşa neteweyî afirandine bi cil û şemala wêjeyî bixemilîne. Jixwe nirxandinên Rêberê Gelê Kurd ên zanistî li ser wêje û hunerê di vê rêyê de ji hemû wêjevan, hunermend, romannivîs, sazbend û rêdarên rêya avakirina wêjeya nû re dibe manîfestoyek bêhempa.

On June 18th, 2013, posted in: Jineolojî, KJKONLINE by