Xelata Aştiyê diyarî Kobanê hat kirin

Aktîvîsta Aştiyê ya ji Başûrê Kurdistanê Dr. Wîdad Akrawî, Xelata Aştiyê ya qezenç kir diyarî Kobanê û Şengalê kir. Xelata bi navê “International Pfefer Peace Award” a her sal li DYA ji kesayetên li gelemperiya cîhanê li dijî biçekbûyînê têdikoş in û di rewşên şer de li hemberî îstîsmara zayendî dixebitin re tê dayîn, îsal yekemcar ji jineke Kurd re hat dayîn. Wîdad Adrawî, ev xelata jê re hat dayîn diyarî Kobanê û Şengalê yên di bin êrîşên DAIŞ’ê de ne, kir.

barısDr. Wîdad Akrewî  diyar kir ku rewşenbîrên Rojavayî têkoşîna li Kobanê tê meşandin bi matmayî dişopînin, bûne heyranê vê têkoşînê û destnîşan kir ku têkoşîna ji aliyê jinên Kurd ve tê dayîn, weke Kurdekê wê serbilind dike.

Akrawî got: “Têkoşîna jinên Kurd a li Kobanê, Kurd bi cîhanê da qebûlkirin. Profesor û rewşenbîrên ez nas dikim digotin, xwezî keçên me jî mîna jinên Kurd ên li Kobanê têdikoş in bûna.”

Akrawî herî dawî bang li partiyên Kurdistanî kir ku di mijara yekîtiya neteweyî de hîn bêtir bikevin nava hewldanan û ji her kesên ji bo Kurdistan û gelê Kurd têdikoşe re serketin xwest.

On October 14th, 2014, posted in: KJKONLINE, Nûçeyên Jinan by