Ya ji bîr kir ez bûm û ya Şerm Jî dike ez im…

nuce_17092012-202615-1347906375.66Çima em ewqas biyaniyê hev in…

Şevê, çi bû sedem ku em ji hev qut bûn?

Halbûkî em demnan li kêleka hev û bihevre bûn, me ji bîr nekiribû ku em parçeyên heman tiştîne. Eynî mîna çiqên darê û pelên wê, em yekpare bûn. Me ji hev re rêz digirt. Tu dizanî ev beriya ku mirov bibin navenda dunyayê bû. Ev hîn pirr zûde bû ango beriya were gotin“ her tiştî ez dizanim, ezê xira bikim, bi şewitînim” bû. Em ji axêre rêzdar bûn. Ax mûqadesa me bû. Ew me têr dikir, dirazand, himbêz dikir û hez dikir. Di mirina me de jî dîsa ya digirt hindirê xwebû. Ew, a me bi tenê ne dihişt bû. Her lawirek, nêzîkê me bû. Hesp dostê me bû, kûçik rêhevalê me bû, çêlek baskê me bû, mîh şîrê pitikên me bû. Rûyê erdê bi li hev şêwirînekî beramber û parvekirinan, tije bû. Ma çi yê me hebû da ku neyê parvekirin? Min gotibû ya, ev, hî zûde beriya were gotin “ev, a min e” bû. Ev, beriya ku were gotin, ev malê min û milkê min e bû. Wê demê kedî kirinê nîn bû. Ma îro rêz dayîna hev, hate ji bîr kirin? Ma derb li bîranînên rojên xweşîk ên borî û hafizeya me hate dayîn?

Nexêr, Nexêr. Eger tu li rastiyê binêrî Şevê te, hê jî me ji bîr nekiriye… Ya ji bîr kir ez bûm. Û ya şerm jî dike dîsa ez im. Halbûkî dema me heman oksîjenê dikşand hindirê xwe, me hêza xwe ji heman axê digirt, dema me bi ajoya xwe dayîna jiyan kirinê me heman avê qurt dikir, em çiqasî dirûbê hev bûn ne wisa…Niha di navbera dîwarên beton de, mekan valetiyeke pirr mezin e. Tenêtiya me bû mîna tênetiya valahiya asîmanan. Ji ber em mirov in ya. Ji hinga “ezperestî” çêbû şûn de, cihekî me talan nekir nema ye. Me bi sansûran hemû nirxdaraziyên xwe ji holê rakir. Me wijdan xiste bin heft qat ax, me bi tona beton rijand ser her derê wê. Em tirsiyan. Me nexwast arîşan derkeve holê. Piştî 5 hezar salan, em dê bi kîjan rûyê rû bi rû hatiban? Piştî bi dehan qirkirinan, ma hêsane ku mirov derkeve pêşberê neynikê? Birastî jî Şevê pir zehmet e. Dema tu nêzîkê min dibî, hem weke encama dûrbûna ji te, hem jî biyanîbûna ji xwe, ez te bi dengekî pir bilind di qewitînim ya! Ez li ser te de qîr dikim ya…Tam jî wê demê, ew çavên te yên biçûk ên kesk, kengê bi awayeke reben li rastê çavên min tê, yeqîn bike ez ji xwe ditirsim… eger hêza min têra te dike û hikûm li ser te dikim ez vêya ne weke pesnekî, wek lekeyekî dibînim.  Hîn nebese ku ez berovajiyê xwezaya xwe têm, yek jî di bin navê ‘kedî kirinê de’ min te xiste vê zîndanê… Ma hêsane ku mejiyê me ji van têgihiştinan paqij bibe? Ketiye nava her şanikekî me. şêwazê me, destê me û zimanê me jî pirr bandor kiriye. Pir pirr zehmet e. Hem jî çawa zehmet e?

Lê çi dibe bila bibe, Şevê ez jinekim…Ango ez heta duh candareke herî zêde nêzîkê ew dilê te yê biçûk bûm… Ewrên reş hemû ronahiyan xiste bin siya xwe, wijdan kete bin erdê. Lê cewherê wê, hîna jî di quncikekî dilê me de cîh digre. Herî zêde dema pêwîstî pê tê dîtin û dema dunya sînorên xwe derbas dike, wijdan dîsa derdikeve pêş. Li bendêye ku ji nûde jiyan ji aliyê jinê ve were xemilandin. Mîna te, hemû xweza jî, bawerî tenê bi jinê tîne. Baş dizane ku wê careke din xweza were bê bîra wê û dizane jin xwe weke parçeyekî xwezayê dibîne. Dizanin ku bendên wan ên qut nabin heye û pê bawerin ku wê hest careke din candar bibe. Xweza di wê zanabûnê de ye ku wê mejî û dil careke din bibe yek û wê ev jiyan, bi destê jinê de şîn bibe.

Ya ez dixwazim bêjim ewe ku;

Şeva min, vegera li te ez dê beriya herkesê pêkbînim…
Ji ber ku tu dizanî, paşeroj avise ji hêviyê re.
Ez jî jinekim.

Avisbûnê jî, herî zêde ez dizanim.
Şevê, ez avisim ji rojên ekolojîk re,
Tu têdigihijî ku pêwîstiya min bi wext heye.

Li benda min be pisîka min a reş.
Pisîka ku mirovên sixte ‘bêoxirtiyê’ hêjayê te dîtine.

Tuyê rojekê di himbêza min de razî,
Em dê bi hev re silavekî girsehêz bidin rojê…
Em jinên ku di berz bûna Mezopotomya de ne,
ew jinin ku wateya di çavê hespekî de hîs dikin
Û jinên felsefeya Rêber APO jiyan dikinin.
Em şopgerên wî ne.

Em rexnelixwegirên nêçîra ku hatiye kirin, qirêj kirina asîmanên şîn, cemeda dihele, ozona ku hatiye kûn kirin, zaroka hatiye penceşêrkirinin.

Wek min got ‘dema em li pey mirovê rast diçin, em bi hêza wî paqij dibin’.

Wê rojek were û ez dê ji te re bi vegotineke azadane ya zimaneke qedexebûyî re bêjim ‘Rojbaş’ û kî dizane tu yê bi kîjan kirpandina ‘Miyaw’ re min û roja nû hiltê silav bikî.

Baweriya min heye Şevê, ji hemû şerman re înat, baweriya min bi civaka xwezayî ya Şervanên Azadiyê bi afirînin mîna Erebê ku baweriya xwe bi Xwedayê xwe heye, baweriya Hindiyek bi Bûda tê, baweriya Kurdistaniyekî bi Zerdûşt tê, baweriya Cihûyekî bi Yehova tê, baweriya

Êzidiyekî bi Melek-î Tawis tê baweriya min bi vêya heye.

Bi hêviya çêbûna Rojên Azad, wekheviya zayendên civakê, civakeke Ekolojîk û Demokratîk…

Zîn Evînawelat

On August 6th, 2013, posted in: Jineolojî, KJKONLINE by